
Xalis Misewer
Êla Bûbilaniya, gelo ne ji neviyên êlên Alanên Arîne…
Berya
ku em xwe berdin nav vê bûyera bi kelem û bi strî, çimkî
lêvegereke mey kurda, di warê dîroka êl û miletê Kurdî de
jî, hevqaysî nehatiye lêkolînkirin û nivîsandin. Ji ber wilo
divabe lêkolînvanên me, çaxa dîroka kurdî ya belawela
lêkolîn bikin, gelekî hayedar û hişyarbin. Vêca berya em
piçek ji dîroka vê êla Kurdî ya kevnar bidin nasîn, divabe
em li cihê rûniştina wê lêkolîn bikin, û dûvra emê bi çend
gotinan, li ser êlên Alanan bisekinin, çimkî em van Alanan,
ji vê êla Bûbilanya re, kok û bingeh dibînin, ev êla ku di
dîroka xwe de, êrîşvan û talankar bû, bi gelek rewşên xwe,
ji êl û eşîrên Kurdan di herêmê de cuda bûn, çi di warê
sykolocî de, çi di warê sosylocî û radeya sivîlitiyê de.
Kîne Alan..? Ji kîja welatî ne..? û çi dîrok û çi çîrokên
wan hene..?. Alan yan(Elîno) bêguman ji miletên Hindo-
Euripîne (Arî) têne jimartin, ku ew jî bi koka xwe digihên (Sikîziyan)
ew miletê kevnar û bi nav û deng, ango Alanî neviyên van
Sikizyane, ku dîroka wan vedigere bi sedê salan berya zayînê,
û ew jî pismamên(Kîmîriya) ne ku qada Qirimê di nav derya
reş de, li ser navê wan hatiye bi navkirin. Lê cih û warên
wan yê resen, di keve Herêma bakurî çiyayê qefqasê, ta îro
jî peyva sikîzyan ya Bulgarî, tê bi wataya kuçer yan pinaber.
Lê Ibnil- Esîrê Cezrî, welatê Alanan, di orta Armênya û
welatê Xezer de bi cih û bi nîşan dikê, ango li ser perê
derya Qezwînê bi cihdikê. Bi rengekî hê diyartir, hin
dibêjin : Lidor Çemê (Don) li rûsiyayê, di navbera sedsalên
yekem ta bi yê sisyan zayînê de, li wira bicih bûne. Lê em
dizanin ku rehên wan ji Aliyê Sikîzyan de, ji wilo kûrtir
dirin. Vêca Alanî ji cihên xwe wira, bi alî Kurdistana îro
de berjêr bûne, û li nav herêmên Kurda bi cih bûne, û ew û
Kurda tevlihev bûne, û ji hev jin anîne, weha jî bûne perçak
ji êl û miletê Kurd, û ta îro jî êlên Alanan, yên ku li nav
Kurdistanê pelindar bi bûn, li wan herêman têne dîtin û
xuyadikin.
Ango li herêma Dêrsimê têne xuyakirin, û li başûrê bajarê
Silêmanyê li herêma Şehrezûr, hin ji wan rûdinên, û hin jî
li Mokiryan li Kurdistana îranê xuyadikin, hinin din jî li
herêma ku bi navê Derebegiya ku bi navê Erdelan (Erdê - Alan)
hatiye naskirin cihgirtine. Vêca îro Lan ji bavikên Kurdên
îro têne hejmartin.
Weke ku dîrok dibêje: Lan kuçer û talankar bûn, erd
nedigirtin û li tu herêman ne xwedî cotûcopal bûn.
Ji ber wilo, ji aliyê saykolocî, û di warê jîna xwe de,
wekhevîyeke tam di orta Lanan(Alanan), û êla Bûbilanên îro
de heye, ango ew Bûbilanên ku îro, li kurdistana Turkiya, û
dirêjiya wan li Kurdistana Sûryê de, li dor bajarê Qamişlo û
Amûdê de rûdinên wekhevî dinav wan de heye. Em guman dikin
ku Bûbilanyên nuha nevyên Lanên kevinin, yên ku me gotibû,
bûne beşek ji kalikên kurdan. Ew Lanên koçer û talankarên,
ku li deşta (Diwînê) ew bajarê dîrokî, yê ku berya nêzî
hezar salî êla Selaheddînê eyûbî jê hatine, li wira dibe ku
bi kurdên êzêdî re têkilî kirine, û li wira bûne Êzêdî.
Piştra berya kêmî sêsedsalî bûne Misilman, û ji wira ber bi
Kurdistanê de berjêr bûne, û li cihê xwey nuha pelindar bûne
û rûniştine. Ev daxuyanî û nêrîna me jî, ji gelek tiştan tê
xuyakirin
1- Wekhevîke mezin di orta jiyana Lanan û Bûbilaniya de,
xweş tê xuyakirin, Lan erd nedigirtin yên êrîş û talanan bûn,
Bûbilanî jî, karê wan eynê ew tişt bû, çete û talankar bûn.
2-
Lan û weke wan Bûbilanî jî,
talanvan û hişk û sert bûn, zîrekbûnek wan hebû, lê di bin
şalika kawuk bûnê de veşartî bû, ango bi gotina Gundîtî, ew
zîrekbûn lê xwe Şeytanehmeqê dikirin, ev diyarde jî emkarin
bêjin, ku di li hember wê diyarda ku Misilamnê (Şî- î)
(Teqîye) jêre dibêjin, ango Bûbilanên me dibin diyardeya
kawuk bûnê de, xwe ji milet û êl û eşîrên dora xwe di
parastin. Ji ber wilo çîrokin wan (Bûbê Alaniyan) bûbilanan,
yên pir ecêb kurd li wê hindamê li ser wan tînin ziman, û
çîroka wan û Xûkitiya şêxî êla Şemmerên Ereb re pir ecêb û
xweş tê gotin, lê anha ji mere ne çaxê gotina wê ye, lê bi
zîrek bûn, û bi fen û fûtan xwe ji xûkitiya Şemeran ruha û
efûkirin.Tevlî ku Bûbilanî kurd bûn jî, lê ola wan ya êzîdî
pirsgirêk ji wan re di afirandin, nemaze di çaxên dewleta
Emewî û ya Ebasî de, lê ew ne berya (300) salî, di bin zextê
de, û bi darê zorê bûne misilman, ji ber wilo kêfa wan,
hevqasî ji Misilmantiyê, û ji tu dîna re nayê.
3- Belav bûna Bûbilanya bi alî başûr de
bû, tê wê manê ku neviyên(Bûbê Alan) ji bakur xwe berdane
başûr, dibe jî ku rûniştna wan li vê hindamê vedigere berya
sêsed salî, ango ji çaxên ku bûne Misilman û vir de.
4- Ne mîna Bûbilanî dibêjin, ku navê wan
ji peyva (Bûne bele) ji xelkê re hatiye, evna gotineke pir
gundîtiye, û ne zanistî û ilmiye, Ez dibêjim: navê Bûbilanên
nuha, gelekî duruste ku ji navê kalikekê wan (Bûbê Alan)
hatibê,eynê mîna ku em dibêjin(memê Alan) lehengê çîroka
kurdî ya kelepûrî û binavûdeng. Weha jî Mem Alan, û êla
Millan(Milî yê Alan) ku navê mirovekîy wane, û (Bûbê Alan)
Bûbilanên nuha, digihên yek kokê, û yek êlê, û yek bavikî.
Dîsanê ku van navan em li berhevxin, emê navên - Memê Alan -
Bûbê Alan - Miliyê Alan- emê wekhevîyekê dinavbera wan de
bibînin. Û ta nuha jî di welatê alanan yê pêşî de, ku dinav
derya Xezer û Ermênya deye, navên Alanan xuya dikê mîna:
riya (Daryal)a bi navûdeng, ku ew jî, ji (Derê Alan) hatiye,
li wira peyda dibin.
5- Li vira gelek wekhevî di navbera navên
Alanan û Bûbilanan de hene, mîna dîrokzanê Kurd Cemal Reşîd
tîne ziman, nimûne: Di nav Bûbilana de, navên weke: Bûbê,
Zerdo, Hûto…hene û evna jî, kêm navin ji berya Islamê de li
van navan xuyadikin, lê îro Islamê ew tune kirine, û eynê
mîna van jî, hin navîn Alanan xuyadikin, weke: (zordo) ango
- mêrxas - dilawer - li hember vî navî jî, navê Bûbilanî
(Zerdo) heye, û herdû peyv ji peyva Kurdî (Zirav) hatine
dariştin. Zirav bi wataya mêrxas tê nasîn, çimkî zirav libal
Kurdan bi wataya cihê mêrxasiyê tê zanîn, ango mîna dil tê
xuyakirin, ji ber ku Kurd ji mêrekî tirsonek re dibêjin,
(zirav di nava wî de tuneye). Ji ber wilo Zerdo bi wataya
zirav hate watadan, û herdû nav yê Alanan (Zordo) û yê
Bûbilaniya jî, (Zerdo) bi watayekê têne naskirin, ku ew jî
wataya mêrxasyê û dilaweryêye. Nimûneyeke din, Gundekî
Bûbilaniya li kurdistana bakur heye jê re (Gurikê) têgotin,
ku ji peyva Gur hatiye, di zimanê Alanan de jî, eynê bi vê
manê, ji Gur re dibêjin (Gurg). Navekî din li nav Bûbilanya
peyda dibê, ku ew jî navê (Hûto)ye ku navekî xerîbe li
herêmê, kesekî ji pêv Bûbilanya ew nav li xwe nekiriye, û ne
dûre ku ew jî navekî Alanî be, û ji (Heyt) bi wataya dêw -
ango- zilamekî girs hatibê, ji ber ku Kurd ji zilamê girs re
dibêjin( Filankeso weke Heytekîye) wuha, û li vira ez vê
lêkolîna xwe kutah dikim.
...................................
Veger
>>
tirej.net/com/org