
“Çiyayê
kurmênc” di pirtûkekê de
Dr.Muhemed Zeyno
Di
bin navê „
çiyayê
kurmênc“ lêkolîneke dîrokî, civakî û belgekarî ye, pirtûkeke
nû, ji aliyê hêja Dr.Mihemed Ebdo Elî hatiye
çapkirin û
belavkirin, ew bi zimanê erebî hatiye nivîsandin, û li ser 8
beşan û 34 biran belav bûye, û 621 rûpelin, sal 2003.
Dîrok,
ew qada ferehkirina zanînê ya ku mirov her alavên bikaranîna
mejî û ramanê têde diafirînê, eger felsefe rastî û hebûna
gerdûn û ramanê dide nasîn, vê gavê dîrok bingeha wê nasînê
bi xwe ye.
Her çendî zanîna
mirovî ya dîrokî fereh dibe, ewqas zanîna wî ya ramyarî jî
fereh dibe, ji ber ku dîrok bingeha matiryalîzmê ya zanînê
ye.
Ji ber hindê her
zanyarên miletekî dixwezin serpêhatiyên dîrokî yên gewre,
yên ku di demekê de çerxa cîhanê guhartine, bi ber xwe ve
bidin, li ser wan ramana xwe dibînin, navê gelê xwe, navê
navdarên xwe dixin nav rûpelên wan serpêhatiyan, wekî ew
xwediyê wanin, wan ew çalakî û serpêhatî peydakirine, ewin
qehremanên wan karan.
Ji ber vê yekê
dîrok û karên dîrokî bi dehê şêweyan hatine nivîsandin, bi
dehê rengan hatine şirovekirin.
Her kes li gor
berjewendiyên gelê xwe wê dide xuyakirin.
Helbet ew
serpêhatî tên eşkerekirin li gor qehreman û qurbanên wan, em
li vir gotina „ jor û jêr“ dikanin bi kar bînin.
Her diyare ku gelê
kurd pirê salan di refê „ jêr „ de ramediye, ew bû ye
qurbana serkeftiyên gelên dîtir, tevî ku welatê me,
kurdistan, di her demên de bûye û hîn jî dibe qada ceng û
êrişên dagirkeran, li ser axa kurdan gelek cengên gewre
geriyan, her wiha di bin û ser axa wê de gelek kevneşopên
pêşiyan hene, yên baş didin xuyakirin mezinahiya wa, tim û
her dem me , kurdan, govendên gelên dîtir gumreh kirine, lê
li dawiyê kesên din bûn bûk û zava û em jî vegeriyan pergala
xwe ya berê, pergala koletî û bindestiyê.
Erê tiştekî balkêş
heye ku kurdan bi şêweyekî dirust ew serpêhatiyên ku li ser
axa wan qewimîne ne nirxandin, ew ne xistin nav rûpelan, ew
ne hatin nivîsandin ji zarokên kurdan re.
Her zanîna dîrokî
ya ku zanyarên kurdan dizanin, ew wergirtine ji destên ne
kurdan, tim û her dem ne kurdan li ser kurdan nivîsiye. Erê
wan biyaniyan jî dîrok dana nasîn li gor berjewendiyên gelên
xwe, an jî li gor berjewendiyên „ jor“. Eger her zanakî kurd
li seran serî dîrokê bûyerên ku li ser axa kurdan qewimîne
binivîsandana, îro me pêwîstî nebû bi serdana pirtûkxaneyên
gelên dîtir, ta ku em dîroka gelê xwe bixwînin.
Her çi bûyer bête
nivîsandin ew dibe qezenceke girîng ji rojên pêş re, her
çendî ew bûyer biçûk be jî, dîsa jî pêwîste bête nivîsandin.
Dema mirov diroka
gelê xwe baş bi nase wê gavê gelek tişt di ramana wî de wê
bên guhartin, ewê hebûna xwe bi rengekî dîtir bi nirxîne, ji
ber hindê girînge dîroka kurd û kurdistanê bi pênûsên
dîrokzan û ronakbîrên gelê kurd bête nivîsandin, wê gavê wê
pir bûyerên dîrokê bi şêweyekî dîtir bêne dîtin û nirxandin.
Ji ber giringiya
zanîna dîrokî dagirkeran navê kurd û kurdistanê ji pirtûkên
dibîstanan rakirine, eve sedema ne bibîranîna navê „kurd“ û
bin pêlkirina cefayê kurdan.
Wek nimûne, kî ji
kurdan îro dizane ku dagirkerên fransî di sala 1936 de,
dixwestin rengekî ji xwedmixtariyê otoniomî, ji kurdan re li
herêmên kurdan damezirînin û ji bona vê yekê wan axa û
navdarên çiyayê kurmênc vexwendinî civîneke gelerî li gundê
Meydankê kirin, dibêjin ji ber nakokiyên di navbera malbatên
axan de ev civîn bê encam qediya, her wiha karbidestên
fermandariya Fransa di nifûsên mirovan de dinivîsandin wekî
ev mirov „ sûrî-kurdî“ an jî“ sûri-kurdî-êzîdî“ ango netew û
ola mirovan xuyadikirin. rûpel 79-.
Lê piştî ku „
niştmanî“ gihan ser têxt wan navê kurdan ji belge û
dekumêntên fermî yên dewletê rakirin, çavsoriya wan rê nedan
gotina kurd, guhên wan divîzvîzin ji bêhistina gotina kurd û
li dawiyê em tev di roj û şevekê de bûn ereb.
Îro roj mirovê
kurd van herdu nerînan, ya firansiyên „dagirker“ û ya
niştmaniyên „welatparêz“ dide beranberî hev û di pirse: gelo
kîjan ji van herdu nerînan dirust bû ji bûy me kurdan, ya
nasnama kurdan dinase an ya kurdan tune dike?.
Hêjayî gotinê ye
ku bête gotin wekî nivîskarê pirtûkê hêja Dr.M.E.Elî bi
şêweyekî zanistî çespandiye ku gelê kurd li vê deverê ji
kevin de bi cih û war bû ye, her çendî mirov nikane sal û
deman bi lêv bike, lê tiştê ku baş diyar dike ewe ku gelê
kurd tamar û rihên xwe bi kûrî di axa çiyayê kurmênc de
berdaye, ew bermayîyê wan gelane yên di kûraniya dîrokê de
li vê deverê dewlet û paytext avakirine, ku îro gelek ji
kevir, zinar, lat û kelên çiyayê kurmênc başnîşanin, her
wiha gelek nav û paşnavên mirovên deverê diyardikin mîna ew
bermayîyên horiyane, „ Horo“ paşnavkî navdare li herêma
çiyayê kurmênc.
Belê hin navên
gundên herêmê rihên xwe dirêjî navenda kurdistanê dikin, wek
mînak :
Gundê Xalta, pirê
mirovên kurd li herêma Wêranşeherê û Serêkaniyê xwe wek
xaltî dibînin.
Gundê Be’dîna:
nêzîkî herêma Behdînan.
Gundê Dimiliya:
herêma Dêrsimê.
Her wiha li seran
serî beşê dîrokê yê pirtûkê xwendevan rastî nimûne, wêne û
nexşên dîrokî dibe, yên nivîskarê birêz bi cefakî giran
komkirine û xistine metnên pirtûkê, wan xemil û xêzeke ciwan
daye pirtûkê.
Nivîskar bi
ferehî, li gor kanînan, li ser dîroka her kelakê, her
bermayîyên dêrekê, ziyaretekê û her cihekî pîroz ku li
devera çiyayê kurmênc pirin, rawestiye, wî ev kevneşopên
pêşiyan daye ber pênûsa ostayê jêhatî ku mirov tenê
sipasdare ji bo vî karî.
Dr. hêja gelek
navên kela û cihên kevin xuya kirine, vê gavê emê ji
xwendevanan re hin navan li vir bibîr bînin:
Kela Sem’anê,
gundê dêrsem’an“ Tîlanîsos“, şopên Beradê û qesra Beradê,
Kefer Nabo, Kîmar, Sogankê, Bircikê terpê, Dêrmişmiş,
Gobelê, Klotê, Xerabî şemsê, Gundî Mezin, Fafirtin, Bircikê
Silêmên, Basufanê, Birc Heyder, şikefta Duderiya ku têde
mirovê „ Nîyandirtal“ hate dîtin ku temenê wî bi qasî 100
hezar sale.
Her wiha Kela
Basûtê, Êndarê, Kurzêlê, Qîbarê, Cindirêsê, şiyê, Nebî Horî“
Sîros“, kela Can Polat; Kela Hawarê,
Dr. birêz gelk
rûpelên dîroka vê herêma biçûk bi sînorên xwe lê gelek
dewlemend bi ser axa xwe û hîn jî giringtir bi bin erda xwe
ronîkirin.
Ez di dema xwe de
li bajarê Moskovayê bûm mêhvanê Dr. ji Urdinê, wî dektoriya
xwe li ser împorotoriya Bîzentiyan dinivîsand û di înstîtuta
arşiyolociyê ya akadimiya zanistiyê ya Sovyêta berê
dixebitî, wî gote min ku ev sê koşeya bakur-rojavayî Suriyê
hê jî di dîrokê de ne hatiye lêkolîn kirin û ew dikane bibe
motika şahristaniyê li seran serî rojhilata navîn.
Dema min gote wî
wekî ez bi xwe ji wê derê me, kûr fikirî û got:
Xaska min kanîba
du-sê salan serbest û bê tirs li wê deverê bijiyama û
lêkolîn bikira.
Mixabin çi kesa ev
dever ne daye ber lêkolîn û lêgerînan, ev dever bû ye qada
êriş û talana diz û çeteyan yên di bin saya
şevê de dikanin ji
karbidestên dewletê bi leztir karên xwe bi rêve bibin.
Her wiha di sala
2000 de li Almaniya û li bajarê Hannover ê di muzeya Erich
Kêstner de hesîreke kevirî ji kevirên renga reng bi qasî 2-3
m, rêxistbûn ku temaşevan seyrî wê dikin, di guçilê wê de
nivîsîbû wekî ew ji bakur-rojavayê suriyê ye, dema min
pirsiyam ka çawa ev hesîr hatiye û gihaye vir, karkerên
muzeyê çi bersiv nedan pirsa min.
Her wiha îro roj
çi muzeyên bajarên Ewropiyan ji şopên pêşiyên me ne bê
parin.
Dema mirov seyrana
xwe li devera çiyayê kurmênc di borîne û bi çavên
ferehvekirî temaşeyî kevneşopên pêşiyan dike, belko ew çi
pirsan ji xwe nake, ka bê kî bûn ewên ev tiştên giranbuha li
dûv xwe hêştine, ew bi lez ji ber kelakê diçe seyrî ya din
dike û çend wêneyan li ber dîwar û kevirên wê digire û ji
malbata xwe re dihêle wek yadîgarî, wan dixe nav alboma
wêneyan.
Helbet yak ji wan
seyranvanan Dr.M.E.Alî ye, lê wî li wan kevneşopan
temaşedikir bi çavên pisporekî, wî dehê pirsan ji xwe dikir,
gelo kî bûn ewên ev kela girtine?
Gelo ji bo çi ev
kela li vê cihî hatiye girtin?
Gelo di çi
serdeman de ew hatiye avakirin?
Piştî karekî
dijwar ku gelek sal bûn qurban, wî pirê pirsan zelal kirin û
bersivdan, ew bersiv bûn pirtûkek ku îro ew bûye şan û
şoretek û bûye diyarî ji bo paşeroja kurdan ta ku çi kes
nebêje zanyarên kurdan dîroka xwe ne nivîsandin, em bi
hêvîne ji îro û bi şûnve çi bûyer û serpêhatî bê nirxandin
neborin, ne ku piştî 50-100 din kurdin werin û li encamên
serpêhatiyên îro diqewimin bigerin.
Ji ber giringiya
dîrokê nivîskar giranî daye ser serdemên dîrokî, wî beşê
yekê ji pirtûkê dabeşî gelek biran kiriye, wî hebûna dîrokî
ya çiyayê kurmênc ronîkiriye ji:
Hezar saliya
sêyemîn berî zayînê, ta salên 2000 berî zayînê.
Ji salên 2000-1200
b. Z.
Ji salên 1200-333
b. Z.
Ji salên 333-berî
zayînê ta 637 p. Z.
Herêma „sîros“ an
go çiyayê kurmênc ji salên 636-1916 serdema misilmanan”
Emewîyan, Ebasiyan.
Serdema malbata
Mendî.
Serdema
memlokiyan.
Serdema Osmaniyan
1607-1918.
Pergala kurdaxê di
serdema Fransiyan de.
Di van deman de
nivîskar bi ferehî û bi şêweyekî zanistî û belgeyî li ser
serpêhatiyên ku li herêma çiyayê kurmênc qewimîne rawestiye,
wî hewil daye ta ku lêkolîn her serpêhatiyekê û bûyerekê, çi
ceng û êrişbin, çi hatin, bi cih kirin û koçkirina gelan be,
bên ronî kirin, ew bi ferehî li ser serpêhatiyên ku rûyê
dîrokê guhartine rawestiye, mîna avakirina imporatoriya
Horî-mîtanî, rûpel 13.
Ketina Asoriyan ya
herêmê û hilweşandina wan bi destên Mîdiyan, rûpel 39-43.
Ketina Farisan ya
herêmê û şerê wan li dijî Roman.
Êrişa Îskenderê
Mekdonî û avakirina împoratoriya Yonanistanê.
Şerê Erebên
misilman li dijî imporatoriya Bizentan û prosesa
îsalmkirina kurdistanê, rûpel 47-61.
Nivîskar
dinivîsîne wekî leşkerên misilmanan bi serokatiya Ebî Ubeyda
Ibin Cerah berê xwe dan bakurî Suriyê, û yek ji serefserên
wî “ Eyad Ibin Ebid Xenem” sala 636 bajarê Entakiya veker û
berê xwe da çiyayê kurmênc û herêma Sîrosê, Belazirî
dinivîsîne wekî “ espên Ebî Ubeyda gundên Cumê û
Entakiyê sala 637 vekirin, û ew derbaz bû û daxweza Sîrosê (
Nebî Horî) kir û piştî hevpeymanekê bi keşîşê bajêr re li
gundê ( şerqîna). ew bê şer vekir, Ev bûyer xuyadike ku navê
deşta Cûmê ew nav bû di wê serdemê de û gundên bi xwedî li
wir hebûn, her wiha bermayên gundekî li rex kela nebî Horî
bi navê şerqîna ta roja îro heye û xwediyê wî gundî kurdin.
Nivîskar bi ferehî
li ser ketin û dagirkirina herêmê ji aliyê Osmaniyan ve
rawestiyê, ji ber ku nebixêr hatina wan gelek şopên
tarî û xwînî di dîroka gelê kurd de hêştine, ji roja ketina
wan ya kurdistanê û gelê kurd ji bela, fen û fûtên wan
rizgar nebûye, wan, Osmaniyan, û di dûv re bermayiyên wan
kemalîstan hewildanên mezin dan û hîn jî didin ta hebûna
gelê kurd ji holê rakin, ew bi rastî bûne pisporên dibîstana
şofenîzmê û nijadperestiyê. Li seran serî vî beşî nivîskar
dehê nimûna tîne ziman çawa wan navdarên kurdan qir dikirin
û ew bi xaînî dikuştin, ev karê wan ta roja îro jî
berdewame.rûpel 63-69.
Her diyare ku
Osmaniyan bi dehên malbatên kurdan ji cih û warên wan bi dûr
dixistin û koçî deverên dîtir dikirin.
Lê mixabin hin ji
ereban ji wê dibîstana Osmainyan dîplom û belge wergirtine
wekî wan jî sazê xwe li yê tirkan daye û li dijî gelê kurd
pilanên qirêj bi rêvedibin, ma ne ewin, erebên, şagirtên
dibîstana şofen ya tirkan, yên xêzên sor û reş li pêş azadî
û rizgariya kurdan datînin.
Ma ne ewin, yên
navê mirov, cih û warên kurdan guhartin.
Ma ewein yên bi
xêzeke pênûsê tevaya gelê kurd kirin ereb û hebûna kurdan
bin pêl dikin.
Ev hemî encamên
dibîstana Osmaniya ye, wan damezirand û tirkên-kemalîst bi
germî bi karanîn û Be’siyên Ereb wî karî berdewam dikin.
Li gor profesorê
tirk yê hêja Îsamîl Besekçî ( kurdistan koloniyeke navnetewî
ye) taybetmendiyeke dagikerên îroyîn yên kurdistanê heye ku
ji dagirkerên Fransa, Ingilîzan cudatire.
Dewleta Firansa û
Ingêltera gelek milet û dewlet xistin bin dar û bandura xwe,
ew bûn serdarên cîhanê li rojhilat ta bi rojava, wan cîhan
li hev belavkirin, milet û dewletên dîtir talan kirin, xêr û
hebûna wan dizîn û ji xwe re birin. Wan gelek kuştin û
talan, şer û diguş kirin, wan bîranînên tel û tirş li dûv
xwe hêştin.
Lê belê ne
Firansiyan û ne jî Ingilîziyan çi cara ji xwe re nekirin kar
ku gelên Hindê, Îranê, Misirê, Afriqa û Emerîka bikin
hevwelatiyên xwe, wan çi cara ne gotin efrîqiyên Kongo,
Mozambîqê, an jî Tunisê, hûn mirovin fransîne, wan çi cara
ne dîtin ku mirovên Hindê Inglîzîne.
Ev yeka ha
Firansiyan û Inglîziyan dizanîn, her wiha miletên bin dest
jî dizanîn wekî ew ne Firansî û Ingilîzîne, van herdu aliyan
baş têdigehiştin ku têkliyên di nav bera wan de wek têkliyên
ser dest û bin destane. beruvajî vê dagirkerên Fransa li
gelek welatan hin taybetmendiyên bin destan diparastin, wan
destên xwe têwernedidan nav kar û barê malbatên bin destan,
wan çi cara navên gund û bajarên bindestan ne guhartin, wan
çi cara navê Parîs, Nansî, Marsîliya Liyon an jî Londin,
Mançêstir û Lîverpolê li bajarên welatên bin dest nekirin.
Lê dema kurdistan
hate dabeş kirin û her beşek bû para dewletekê êdî têkliyên
kurdan bi miletên cîran re nema têkliyên bin destan bi ser
destan re, ew man peywendiyên hemwelatiyan bi rejîma welêt
re, ev rengê têkliyan bêtir beloq bû piştî ku kurdan dest ji
xebata ji bo kurdistaneke serbixwe berda, her wiha rejîmên
serdestan şêweyê têkliyan bi kurdan re dîtin ne wek têkliyên
bi bin destan re, belê wan kurd dîtin wek tirk li Turkiyê,
wek ereb li Suriyê û Iraqê, wek faris li Iranê, ew tê wa
wateyê ku têkiliyên wan li beran berî kurdan wek pirseke
navxweyî diyar dike.
Iro roj gelê kurd
berxwedide ta ku kurdayetiya “welatê” xwe ji erebkirinê bi
parêze. Gelo ma eve armanca nivîskarê pirtûkê, wî li
seranserî pirtûkê nimûne û belge, neqiş û wêne çapkirine, ku
ev herêm beşek ji welatê kurdaye û ji şefeqa dîrokê de kurd
li vir bi cih û war bûne.
Her kurd ji
çiyayên xwe re dibêjin çiyayê kurmênc, osmaniyan navê wan
kirin kurddax, fransiyan dest tênedan û ew nav wek heye
hêştin, lê çawa em bûn qurbana rejîma Be’es li Suriyê navê
çiyayên me bû Cîbal Heleb.
“Beşê II”
Guhên wan
dilerizîn û laşê wan ditevizî ji guhdar kirina navê kurd,
wer diyare, ew şerê cil û bergên kurdan dikin, ew şerê
muzîk û semaya kurdan dikin, ew şerê navê kurdan dikin, ew
şerê hebûna kurdan dikin.
Lê ji aliyekî din
ve ew dema ku di xulmaşiya dîrokê de gelê kurd hate xapandin
û kurdistan hate wendakirin, ew dem çû.
Îro roj gelê kurd
hatiye guhartin, û nîşanên wê guhartinê gelekin û ya herî
balkêş ewe ku hin zanyarên kurdan xwe bi dîroka gelê xwe ve
mijûl dikin wek çawa Dr.M.E.Alî, wê gavê gelê kurd zindiye
û namire.
Helbet ev lêkolîn
bi dawî nabe eger ew ronahiyê nede struktura navxweyî ya
gelê kurd.
Wek her miletekî,
gelê kurd jî ji hin malbat û malan peydabûye, û lêkolîn wî
rengî zanistiyê wernagire, eger mirov van malbatan, rola wan
û navdarên wan di civaka kurd de nede ber darê rexne û
lêgerînan.
Wek nivîskar bi
xwe jî xuya dike , wekî mebest ne ewe ku em vexwendinî
vejîna rola malbatiyê dikin, ew wek şêweyê civakî edî li
çiyayê kurmênc mir û dewra wan borî, bîranînên gelerî hê jî
zindiye wekî bi dehê kesan canê xwe ji dest dan di şerên
malbatan de, nakokiyên navxweyî bûn sedema wêran kirina
gelek kesan, her wiha ew bi gelemperî bûn sedema wendakirina
kurdistanê bi xwe, rûpel 236.
Dibêjin ew
nakokiyên di navbera malbatan de bûn sedema ne bi serketina
plana fransiyan, yên di sala 1936 de axa û navdarên çiyayê
kurmênc li gundê Meydankê civandin û rengekî ji
xwedmixtariyê pêşkêşî wan kirin, lê ji ber dijberiya di
navbera malbatan de ev plan bi serneket û frensiya mirovekî
tirk kir qaîmmeqamê herêmê. Rûpel 179.
Her wiha nivîskarê
bi rêz malbatên çiyayê kurmênc kirin armanca pênûsa xwe û
wî dîroka bi cihkirina van malbatan, rola wan di civaka
herêmê de, navdarên wan bi ferehî şirovekirine.
Malbatên çiyayê
kurmênc evin:
Amka, şikak,
Robarî, biyan, şêxan, Goçer, Dina, Heyştiya, Xastiya.
Belê dr.M.E.Alî
navên hin malên navadr di herêmê de bi bîranîne mîna :
Mala Gênc, mala
Hec Omer ku di dema xwe de gelek malbatên ermenî ji
qirkirin û kuştinê parastin û xelaskirin. rûpel 251.
Mala Dîkê, mala
şorbe, mala Hemduş û çilosî, mala robariya, mala dodikê,
mala Reş aga, mala Sînê, mala musî Eynê, mala Seydî Mîmê,
mala Feyo, mala şêx îsmaîl zade, mala Omer Sefûna, mala
Hesen Efendî.
Nivîskar hin komên
bi çûk yên li çiyayê kurmênc dijîn bi nav dike, mîna :
Qirbet, kirîf, bûd
û septcî.
Dr. M.E.Alî bi
ferehî li ser hatin û bi bicih kirin û rola ereban li herêmê
rawestiye, wî navên gund û hejmar û malbatên wan ereban
nivîsiye, li gor nivîsera wî, hejmara ereban li çiyayê
kurmênc 6825, an jî 7000 kesin, ango ew %5 ji rûniştevanên
herêma efrînê ne, ew bi gelemperî guh nadin xwendinê, lê
tevî wê jî wan bi temamî mofirkên desthiladariyê bi dest xwe
ve xistine, ew bi giranî li bajarê efrîn û Cindirêsê
rûniştine. Rûpel 303.
Malbatên herî
navdar ji wan ereban Imêrat û Bobene ne, pirê wan bi zimanê
kurdî diaxafin, belê hin ji wan cil û bergên kurdî li bedena
xwe siwar dikin, di van demên dawî de gelek dan û standinên
malbatî di navbera kurdan û ereban de çêbûne, ji encamên van
têkliyan gelek malbatên nîvnîv, bi taybetî di navnera kurdan
û Imêratan de, peydabûne.
Piştî ku dewletê
destên xwe da ser hebûn û axa axayên kurdan û ew axa zêrîn
li avan ereban belavkir, êdî hejmara wan pir bû.
Îro roj li seran
serî deşta Cûmê û li herdu aliyên çemê Efrînê bi hin gundên
van ereban hatin avakirin, di salên şêstî sedsala bîstan de
komîta Cindirêsê ya belavkera erdan û bi riya endamekî wê
komîtê ( Salêh Kerîm) yê bi sedan malbatên ereb ji rojhilatî
sûriyê ( elbadiye) û di bin sinatiya şevê de anîn Cindirêsê,
bi şev ew digihan wir û bi şefeqa sibehê re ew dibûn xwedî
ax û hebûn. Rûpel 300. Helbet ne bêy erê kirin û piştgiriya
rejîmê.
Îro roj li 53
gundan ereb bi cih bûne, bi giranî li deşta Cûmê.
Van ereban rewşa
aborî û dezgehî li herêmê xistine destên xwe, karmendên
desthilatê ji wanin, ew paşeroja çiyayê kurmênc dibûnin, ka
bê kî li çi û li kuderê bête girtin û avakirin.
Başe ku mirov
bizanibe, gelo ew xwe bi rastî xwedî wê axê dibînin, ewa ku
çi cara ne ya wan bû?
Gelo ew çi cara
pirsan ji xwe nakin wekî bi çi mafî ew vê axê dajon û berê
wê hiltînin an difiroşin?
Gelo çawa mirov
maf dide xwe ku ji 800-900 km. Bê û bibe xwedî erdê kesên
dîtir?
Gelo wê rojek bê û
ewê vegerin ser cih û warê xwe , û ev axa zêrîn cardî bibe
para xwedî wê yên petî?
Gelo bi çi mafî ev
cînarê ereb, yê nû, daxweza xebateke hevbeş bi mirovê kurd
re li dijî kîpotzên cihoyan li colanê bike, û di heman demê
de rijîma welêt eynî wan kîpotzan li ser axa kurdan avadike?
Li gor gotina nivîskarê bajarê Reqê Mihemed Elxanim.
Eger rijîma suriyê
daxweza hilweşandina kîpotzên cihoyan li colanê dike, ma ne
ji mafê gelê kurde rojekê daxweza hilweşandina kîpotzên
ereban li ser axa kurdan bike?
Wer diyare axa
kurdan tête dizîn û ew mirovê axa xwe nebe paşeroja wî jî
tune ye.
Her çendî gotina
rast te’l be, lê divê ew rojekê bête gotin, ev jî mafekî
rewaye yê gelê kurde, wekî ew bi xwe bibe xwedî axa xwe,
ango bibe xwedî paşeroja xwe.
Erê îro rewş rê
nade ku ev maf bi sertî bête xwestin, lê divê pênûsa
rewşenbîrê kurd li binda axaftina siyasetmedarê kurd
raneweste.
Wer diyare ku di
salên pêşde hejmar û rola van ereban wê pir- tir û xorttir
bibe, ji ber ku serhildana qamişlo 12 adarê sala 2004 ya
pîroz eşkere kir ku rola van ereban ewe ku bi her şêweyekî û
bi taybetî bi şêweyê çekdarî li hember vejîna hestên netewî
yên gelê kurd rawestin, wan hestan pûç bikin, gelê kurd ji
kurdayetiyê bi dûrxin, serkeftiyên kurdan bipelçiqînin û
roja azadiya kurdan tarî bikin.
Lê tiştê herî
girîng ewe ta ku di rojên sibe de nijadperestên ereb kanibin
bêjin wekî ev dever ya erebaye, ji ber hindê pêwîste hejmara
wan bêhtir bibe, ev tê wa wateyê ku şerê sibe li ser axê ye.
Belê di heman demê
de dr.M.E.Alî bi çapkirina vê pirtûkê rê li ber nijadperest
û şofenan girt û birî, wî cardî çespand ku ev dever ya
kurdaye û beşek ji welatê kurdaye û bi sînorên xwe di bakur
û rojava de ew digihe kurdistana bakur, tevî ku îro rewş rê
nade ku tevgera kurdî navê kurdistan li herêmên kurdan ke,
ji ber ku navê kurdistanê behtir wateya siyasî standiye.
Di beşên pêşde
nivîskar bi ferehî li ser rewş û pegala aborî, bazirganî,
çandî, seyranî, malbatî, xwerin û vexwerin, xanî û şêweyên
girtin û avakirina xaniyan li herêmê rawestiye, wî bi ferehî
irf û adatên kurdan li çiyayê kurmênc zelal kiriye mîna
zewac û zemewendan, stran û kilaman, bûndina zarokan û
mirina mirovan, cejin û şahiyên kurdan, sûk û bazarên
herêmê.
Başe heger
xwendevan bi zanibe ku li çiyayê kurmênc pênc bazar hene, ew
jî evin:
Bazara efrînê
roja çarşemê 1927
Bazara cindirêsê
roja duşemê 1940
Bazara şiyê roja
înê 1994
Bazara reco roja
şemiyê 1930
Bazara mabeta roja
yekşemê 1994
Li vir emê ji
xwendevanan re bi kurtî çîroka avakirina bazara efrînê
wergerînin ser zimanê kurdî.
Piştî ku sînor
hatin danîn, û kesên herêmê ji sûk û bazara Kilisê û
Qirixanê hatin qedexekirin, pêwîstî bi navendeke nû peydab û
dagirkerên firansa bajarê efrînê avakirin.
Di bihara 1927
firansiyan gundî agahdarkirin ku sûkeke nû avadibe û roja
çarşemê her heftî dirust dibe, her wiha wan gundî vexwendinî
roja damezirandina sûkê kirin, di wê demê de Cemîl axa Bavî
serokê belediya Efrînê bû û gundî bi dahol û zurnê hatin û
ew sûk hate vekirin.
Le çima roja
çarşemê
Li gor adatên
kesên herêmê yên kevin roja çarşemê roja vehesê ye, ew bi
giştî rihên ola êzidiyan werdigre, ku di salên bîstan de
gelekî xort bû.
Her wiha nivîskarê
hêja statîstîkên bi nirx bi kartîne, wekî çawa navên zarokan
têne guhartin û nûjen kirin.
Wî navên 133
zarok-kur u 130 zarok-keç li bajarê efrînê anîne wek
nimûne.
%16 navên kuran û
%34,5 navên keçan kurdîne û li gundan %25 kuran û %45,5
keçan, li seran seri herêmê %20,5 kuran û %40 keçan.
Ev statîstîka di
despêka salên heftî de weha bû, % 3,2 kuran û %17,3 keçan.
Ev yeka xuyadike
ku çawa hestên netewî li ba bav û dayîkên kurdan bilid bûye.
Cihê pesnê ye.
Belê pêwîste em
bêjin ku di hiş û mejiyê galek kurdan de nirînek heye wekî
gotina efrîn yekser bi dara zeytunê ve hatiye girêdan, erê
îro li herêma efrînê:
11 melyon darî
zeytunê heye.
Her wiha bi dehê
hezaran darên sêv, hinar hejîr û mişmişê jî hene.
Di beşên pêşde
nivîskar bi kurtî li rewşa wêjeyî û çandî di herêma efrînê
de rawestiye, wî navên gelek nivîskar, wêjevan, rewşenbîr û
mirovên zana aniye ziman, belê ew bi ferehî li ser rewşa
herêmê ya olî rawestiye, wî olên pûtperestan, filan,
misilmanan, û her rê û mezhebên wan, ola êzîdiyan, ola
elewîyan daye ber rêça pênûsa xwe.
Wî ne tenê dîroka
hebûna van olan nivîsiye, nivîskarê bi rêz navê gelek kesên
navdarên olî, çi file be, misilman be, êzîdî be,
jînenîgariya wan nivîsiye.
Belê pirseke pir
girîng heye, ku dr.M:E.Alî bi ferehî li ser ranewestiye ji
ber ku ew ne babeta pirtûkê ye.
Di pêşgotina
pirtûkê de nivîsar dinivîse wekî çawa gelê kurd hatiye
guhartin, û ew êdî bi tirse çi agahdariyan bêje.
Tirsa axaftinê
bûye beşek ji ramana mirovê kurd, diyare ku miletê kurd baş
dîroka xwe nizane, pêre mijûl nebûye û ew nenivîsiye, ji ber
hindê gelek rûpelên wê hindane û bûne para jibîr kirinê, û
demê mirovekî kurd mîna dr.bi rêz xwe bi dîroka gelê xwe ve
mijûl dike û hewil dide wê bike diyarî ji bo gelê xwe, ew
hewcedarî gelek çavkanî û jêderaye, ku beşekî mezin ji wan
li ba mirovê kurd maye wek bîranîn, yên kanibin hin aliyên
dîroka serpêhatiyên li kurdistanê qewimîne zelal bikin.
Vê gavê mirovê ku
bitirse wê agahdariyê bêje û dehê pirsan ji xwe dike, wekî
wê çi bi serê min bê eger ez bêjim?
Ev kesê ha ne
ajanê dewletê ye?
Gelo wê min bigrin
û bavêjin binê zîndanan?
Eve dehê salaye ku
mirovê kurd ji bo kurdayetiyê tête kuştin, ev prosesa salan
kir ku mirovê kurd bi guman be ji her pirseke girêdayî
welatê wî, dîroka wî, îroya wî û paşeroja wî.
Dagirkerên
kurdistanê bi riya metodên girtin û kuştinê çanda tirsê di
hiş û mejiyê kurd de kûr çand.
Tirsa ji cînarên
xwe, tirssa ji mirovên dewletê, tirsa ji dostan û tirsa ji
zanîna agahdariyan.
Di bin saya van
rijîman de çênabe mirov bizanibe, ji ber ku zanîn du riyan
pêşiya mirovî dide: an azadî û felata ji koletiyê, an jî
girtin û avêtina binê zîndanan.
Mirovê pir zanibe
ew mirovê azade, ew mirovê biveye jî, ji ber hindê
dagirkerên kurdistanê bi gelemperî hewil didin her şêweyê
zanînê nekin para mirovê kurd, zanîna dîrokê bi giştî, û
dîroka kurdistanê bi taybetî.
Li dawîyê em bi
hêvîne ku di demeke nêzîk de ev pirtûk bibe incîla kurdan,
ango bibe xemla her masekê di her malekê de.
Her wiha hêjayî
gotinê ye ku mirov hin sirincan bêje, yên di demên pêşde
dikanin bibin qezencek ji çapeke din ya pirtûkê re.
1-
bi ya min be nivîsakarê bi rêz navê hin xiraban ne
gotiye, mîna gundên Geliyê zivingê û Elî Bala di navbera
gundê Be’dîna û Hemşelekê( gundê Qupê).
2-
Tilê Bîra til, di navbera gundên kaxrê û şîtkan de
ye, tilekî pir kevine.
3-
Nivîskar navên gelek hunermend û dengbêjan nivîsiye,
lê mixabin navê hunermend Xelêl Xemgîn û Hîkmet Cemîl(
Bangîn) ji lîsta wî ketine.
4-
Nivîskarê bi rêz agahdarî daye wekî salane roja
helbesta kurdî li kela Nebî Horî li dar dikeve, lê ji bo
dîrokê wê gelek rast be eger bête bibîranîn navên wan bi
rêzan yên ev mehrecan damezirandine, ew jî evin :
Dr. Ebidlmecîd
şêxo.
Heyder Omer
Elî Ce’fer
Rûxweş Zîvar
5-
nivîskarê bi rêz navên gelek nivîskar û rewşenbîrên
herêma çiyayê kurmênc nivîsiye, lê mixabin navin navdar ji
lîsta wî ketine, mîna Elî Ce’fer, Hêmen Kurdaxî, Husên
Hebeş, ji gundê şiyê, Dr.kemal Sîdo, ji Gundê Gewrika,
Mihemed Reşo ji gundê Kaxrê di vê demê de li Siwêdê dimîne
û Mihemed Coco ji Gundê Mabata, û hinên din....
6-
Her wiha hêjayî gotinê ye ku Dr. Ebidlmecîd şêxo ne
yê pêşiye di herêma Efrînê de ku dektorî di rojnemavaniyê de
wergirtiye, belê yê herî pêşî Dr.Husên Hebeşe yê di sala
1984 bû dektor.
7-
Ji
hunermendên şêwekar mîna Mihemed Elî Beker, Ezîz û Behzad
Gedro, Inayet Dîko, Cîhan Ibrahîm,
...................................
Veger
>>
tirej.net/com/org