
Miço Kendeş
CEFO Û RECEB ji folklora kurdî
Di
demên borîn de li Kurdistanê bêkarek hebû navê wî Receb bû.
Recebê me dikir û nedikir nikarîbû nanê zikê xwe qezenc
bike. Rojekê ramaneke şeytanî di serê wî re derbas bû û rabû
berê xwe da koşika Mîrê herêmê. Piştî ku li hizûra Mîr
sekinî, Receb bi ser Mîr de girya û kizya û jê re got: Mîrê
min, taca serê min ez çiqas dikim û nakim ez nikarim xwe têr
nan û dan bikim ez va me nuha li ber destên te sekinîme
çareyekê ji te tika dikim.
Dilê Mîr bi rewşa Receb şewitî û jê re got:
lawê min va ji te re bastonê (darê) min, yê ku her kes wî
nas dike û jê bi saw û tirs e, here li nav xelkê herêmê
bigere çi yekî navê wî Cefo* be, bi navê min, dînarekî ji wî
bistîne.
Her yekî ku nan li jina xwe werdigerîne
dînarekî jê bistîne.
Her yekî gurrî û kaçel bû dînarekî jê
bistîne.
Her yekî fitqoyî bû dînarekî jê bistîne.
Her yekî tirek kir dînarekê jê bistîne.
Receb çoyê Mîr rakir û berê xwe da nav
gund û kolanên herêmê. Wî ji nêşkê ve dît ku kesek nan li
jina xwe werdigerîne. Receb destên xwe firikandin: va
dînarek misoger bû, çû bi ser nanwergêr de sekinî û gotê: bi
navê Mîr û va ye bastonê wî di dest min de ye ka dînarekî
cezayê nanwergerandina te li jina xwe bide min. Nanwergêr bi
tirs û xemgînî û berger gotê: Efendîyê min em nexweş halin,
xizanin ezê dînarekî ji kur ji te re peyde bikim!?
Receb gotê: ez nizanim, nêrî bizê, mêyî bizê...
Receb dar
danî serê mêrik, kofiya zilam ji ser serî ket û serê wî yê
gurrî û keçel xuya kir. Receb ji xwe re got hah dînar bûn
dudu. Jina nanwergêr gote Receb : ma tu ji xwedê natirsî,
dest ji Cefo** berde ma tu nizanî ku Cefo fitqoyî ne. Receb
di dilê xwe de got: dînar bûn çar. Receb darek li pişta Cefo
da, Cefo çûst û tirek jî kir.
Vê carê
Receb ji Cefo re got ezê nuha her pênc dînarên xwe jî di
serê te re derxînim.
* Ez jî,
wek we, nizanim bê çima Mîr navê Cefo hilbijart.
** Ji çûkkirina navê Cefer hatiye.
www.m-kendes.ch
...................................
Veger
>>
tirej.net/com/org