
Mesûd Xelef
Xwendineke lezgînî li pirtûka Mexmûr di şewite.
Ji nivîsîna Nizametîn Akkurt
Mexmûr
dişewite pirtûka nivîskar Nîzametîn Akkurt ku êdî ronahiya
çapê dît û kete ber destê xwendevanan , hêjaye gotinê ku ev
pirtûk ji komek helbestan pêk tê û di nava xwe de bi hezaran
kul û jan werdigire ku her yek ji me bi wê janê her roj ji
xew şiyar dibe, lewma em gelek caran awazekî xerîb di
hindirê xwede dibihîzin û ew jî ji me ne dûre, ji ber ku ew
awaz emin, em bi xwe ne, lewma nivîskarê vê pirtûkê xwe
berdaye nava wan êsan û bi hestekî zirav hûnadine û xwestiye
wekî piyalekî meya nîvê şevê pêşkêşî me kê, lê gerekec em
di vir de serxweş nebin, lewma ew meyy ji nava vî welatî
hatiye kom kirin û ji nava wan buyerên ku rojana
siyasetmedarên me behsda wan dikin û di bejin … erê wane li
weir ew jî kurdên me ne, lê gelo kê ji wan rojekî ji rojan
daxwaza zarokekî ji wan zxarokan pêk aniye, berde pêk anîn ,
ew nizane ka ew zarok çi di xewnên wî de hene, vêce
nivîskarê me ev xewin û rewrewkê wî bajarê ne nas ku tenê
bûye serpêhatiyia dengûbasên rojane tîne ziman û wan derdan
bi hûnera xwe ya ciwan û helbestiyane di deyine pêş çavê
xendevan da ku rastiyê bi çavê dilê xwe bibîne.

Welatê kurdan weke çar parçe, gund bi gund,
malbat bi malbat, meriv bi meriv, dar bi dar û kevir bi
kevir hatiye parçekirin.
Welatek ji kû derê dest pê dike? Ma ji wê
bêriya bêpênase ya gundekî ku, bêkes maye di paş xeyalan de
dest pê nake? Yan jî ji darake biyê, ji dengê çemê quntara
çiyayekî, ji bêhna kulîlkên gilyazan ku, nixumiye nav giyana
me, di şiliya sibeheke biharî de dest pê nake?
Bajarokê Maxmûra penaber ku, Nizamettîn
Akkurt ji pirtûka xwe re kiriye mijar, xaleke biçûk a
Kurdistana me ye, lê ne jirêzê ye. Bajarokekî “modern”e, ku
gelek eşîr lê civiyane û bi bingehê xwe gundî ne. Weke ku
bajarokê herî nûjen ê Kurdistanê ye, cîgehê mezin ê
penaberiya hundir e jî. Yek jî di nasnameya Maxmûrê de
siyasetgerî, berxwedan, xemgînî, qehremantî…heyeç
Nizamettîn Akkurt çavên xwe baş vekirine,
dengê dilê xwe guhdarî kiriye û vê pirtûkê nivîsandiye. Em
ji vê pirtûkê hîn dibin ku;
Li bajarokê Maxmûra penaber ji dibistana
seretayî hetanî amadeyî ji 3 hezaran zêdetir xwendekar bi
zimanê kurdî perwerde dibînin. Di gelemperiya Bakurê
Kurdistanê de jimara kesên ku xwedî xwendin û nivîsandina
kurdî ne, belkî jî ne ewqas in.
Erê ewqas xelk di vî bajarê bi nav bajar de
jiyan dikin û her roj berxedaniya wan li hember jiyanê
zêdetir dibe, lewma wan rojekê ji rojan gotın em kurdın û
cıhwarên xwe şon ve hih waren xwe şon ve hiştin, vêce li vir
nivîskarê me di vê pirtûka xwe de ya bi navê Mexmûr di
şewite xwesitiye wê jiyanê radestî çavê me bike û bêje
kermkin eve bajarê memûr , da ku di helbestên wî de ew
millet dîlana xwe ya rasteqîn bigerînin dorî diruşmên
siyastmedaran û wî nanê parçe parçe di destên zarokande
carekî di di tenûra wêjeyê de bibrêje û deynê ber destê
xwendevanan.
Dihok
...................................
Veger
>>
tirej.net/com/org