Gotar

  Hevpeyvîn

  Qilçix

  Navdarên Kurd

  Helbest 

  Çîrok

  Şano

  Lêkolîn û Rexne

  Rêziman  

  Wergerandin

  Mûzîk 

  Hunermend

  Keskesor

  Zarok

  Lîsk

  Navên kurdî

  Kevnetor

  Metelok

  Tu dizanî..!?

  Weşan

  Lînk

  Karîkator

  القسم العربي

  Nivîskar

  Erşîv



Têkilî 


Kevnetor


Kulîlkên kurdan

 

 


çîrok


 

 

 

 


Kamiran simo

Bavê bê dayik zayî

 

Min singên kunê kêmaqiliya pirsên xwe di çavên demê de kutan kathijmêr, roj, hefte, heyv, û sal çûn çerxa demê li min zîvirî mija gumanan nêzîkî dil nebû bi tenê bê bersiviya pirsên min min di jûrê de ditevizînin.

Ev ji yê berê hatî jî bêhn tengtir. Li peşberî min rewestiya ye. Bi tiliyên xwe riha xwe dixwerêne, Ez hem tirsiya me, hem jî şad bûm ku yekî ez pirsan jê bikim hat. Bi dîtina riha wî ya zerspîlok û qrêj.

Spihgirtina min, hata bîra min. Di wê demê de, ya min ji tûne bûnê bû.  Ji we re yek bi tenê, ji qarêja xwe û riha xwe bêjim. Ez û Cimşît, di meha xilaseke payîzê de, bi hevra birîndarbûn. Me dixwest ku em herine cihê derman û bijîjk lê. Em herdu ji lingên xwe birîndar bûn. pêşî çîroka van lingan ji were bêjim. Lingê min yê çepê di îşkencê de şikan dibûn.

Paşî demeke di şer de birîndar bû. Vêga ji dîsa ew lingê min birîndare. Yê hevalê min ji, weke yê min dîsa lingê wî birîndar, pêşî di berfê de şewitî. Paşî mîm di bin de teqiya, vega ji weke yê min gule lê ketiye. Werhasilî me berê xwe da armanca xwe û ketine rê. Riya me di Zagros re debas dibû. Li ser serê Zagros li me bû şev. Ne xwerina me habû, ne jî cilên ku em di nav de razin habûn. Mîna ku sira Zagros nebasbe jî, baranê dest bibarînê kir. Bi vê rewşê em, heta nîvê şevê meşîn. Ku ji vê re meş werê gotin. Paşî me, kevirek dît ku baran li binê wî ne dihat. Em herdu ketina binê kevir.

 Ji bo em hev germbikin, cerina me pişta xwe didahev, cerina me berê xwe didahev û me bi hilma hev paşila hev germ dikir. Min pifî paşila wî dikir, wî pifî ya min dikir. Cimşît ji min re got ‘gelekî baş e, ku me ev kevir dît. Em bimirin jî neyar me, li vir nabinê û bi mirina me şa nebê’

ez bi mirinê kenîm. Min bersiva, hevalê xwe bi gotine Nietzsche da, lê min ne got ku Nietzsche gotiye, bile dîzî ne wê bîra we. Zêda zimanê min ne digeriya. Zimanê min, di devê min de werimîbû. ‘Mirov deyîman, ji jiyanê re sedemekê dibînê. Em jî li wê sedemê digerin.’ Em  wisa dipeyvîn, çavên rojê yên zêrîn silav li me kir.

Hêdî, hêdî em, germ bûn û me dest bi kuştina spihên xwe kir.

 Spihên me, ji leşkerên li pêşberî me şer dikirin, pirtir em nerihat dikirin. Ji bo vê yekê di her fersendê de me ew dikuştin.Vêga ji ku vî cemêrî riha xwe xwerand, ew bîranîn hata bîra min.

Ez zanim, hûn bi vê bîranîna min jî dikenin û dibêjin ‘ma ristikên dayîka we li ser serê wan çayan qatiyabû çi karê we li wir habû?

Nexêr, ristikên dayîka me neqetiyabûn. Hatibûne qetandin. Em hem li murîkên dayîkên xwe û hem li dizên murîka digeriyan.

bi tehma

dengê bilurê

em

ji dayîka xwe hez dikin

li bakurê biskên dayê

çêliyên

dêlegura kubar

dizûrin

başûr û rojava 

destên reşikê jar 

digerin

rojhilat axayê fehilrovî

mêjî didizî

jor agir

jêr qîr û girî

jin û mêr

kal û pîr

ez

tu

û ew

bêdeng û xemgîn.

Şerm e camêr hê li paş derî rewastiyaye, bila werê rûnê em suhbeta xwe bi domîn in.

-Ohhhh ji, jana bîranîn min, xwe jibîrkir. Tu li ser piyangirtî li min bibore.

Fermo, fermo derbas bibe.

-Tu bitênêyî? An civata te heye? Ji bo wê te, dereng ez derbasî jûrê kirim?

-Belê, ez bi mêhvanên re dipeyîvim. Lê ew tûre bûne û naxwazin ku ez pirsan ji wan bikim.

-Ez baş zanim, te pirsên nepirs kirine, ji bo wê tûre bûne.

-Dema li hesabê we neyê, pirsên min dibine pirsên nepirs. Hûn dixwazin, ez ji we re şelafiyan bikim. Lê hûn wê nabînin.

Fermo, derbas bibe!

 Ew jî mîna yê pêşî derbasbûyî, xeftanê wî di ardêra dihat. Di destên wî de, hin tiştên ji bo nivîs binivîsê hebûn. Silav li civatê kir û rûnişt. Min xwe negirt, min xwest yek ser jê bipirsim.

-Tu amedeyî, bavê dîrokê? Yan dayîka dîrokê?

Ji te re, bêjim bav an dayîka dîrokê?

-Ez bavê dîrokê me. Tu çima ji min re bêjî dayîk?

-Bav ne afirênarin, ji bo wê min ku belkî tu bêjî, ji min re bêje dayîk.

-Tu pirsa xwe bike. Zêde xwe neke feylezof, di vê kûnçika teng de.

-Ji bo ku we, her li koçkên Keyan nivîsî, jûra min ji we re biçûk tê. Xem neke, min ev peyv pir bihîstiye.

-Ka tu bêje Heredot, ev xeftanê bapîrên me ye? Dema te, li koçkên Persa dest bi nivîsandina, çîroka xwe kir dana te?

-Min dîrok nivîsand, yên weke te çîrokan dinivîsin û karê we ye. Xeftan jî, min di pirtûka xwe ya, dîroka dinyayê de nivîsnad ku ji cil û berê Medan çêtir hê çênabûne. Min ji ku anîbê,

an kê dabe min, ne karê te ye.

Tu pirsên xwe bike.

-Belê, bila dîrok be, min ne ji ti mehnê got çîrok. Lê ku çîrok neban dîroka te jî ne dibû. Ne wisa ye?

-Min li gelek çîrokan guhdarîkir û min ya nêzîkî aqilê xwe nivîsî.

-Lê çima tu tûre buyî dema min got çîrok? Tu bixwe dibêjê, min çîroka nêzîkî aqilê xwe nivîsî.

-Belê, min serpêhatiyên berî min bûbûn, ji yên ku bihistibûn yan dîtibûn guhder kirin. Ez bi xwe jî li gelek welatan geriyem û min bi çavên xwe dîtin paşî min nivîsand. Ez li Mediya geriyem û min behsa avabûne împertoriya Medan kiriye.  hilbijertina Kayê Medan Dîyako bi çi şêwê hatî hilbijertin nivîsî. Fermana wî ya, ji bo avakirina bajarê Hemedanê û heft surên li dora bajêr nivîsî. Ciwan û sipahîbûbûna suran nivîsî. Ji bo min dîtibûn, min baş dikarî bi hemû şêwên wan binivîsim.

-Li paş te bi du hazar salan, Campanella ji berhem xwe re, kir bingeh û di rûyê te de, bîst û heft salan di girtîgehê de raziya. Navê berhema xwe, ji pasindana te, ya Hemedanê û heft sûrê wê girt û navê wê kira Welatê Rojê.

- Çima di rûyê min de, di rûyê dîziya xwe de raziya û ji kêmaqiliya xwe. Çi karê wî ji dîn û dewletê heye? Dibe di welatê rojê de dîn û dewlet gel bi rê ve dibê, nekesek bi tena ser xwe.

Min titiştê wisa ne gotiya. Wî ji serê xwe çê kiriye.

-Di bê ku tu bêjê, wî dizî negotiya bê Welatê Rojê li ber kîjan berhemê girtiye.

Lê di dema ku Campanella berhema xwe nivîsî de kesî ne digot. Te jî ne gotiye, bê te ji kîjan berhemê girtiye.

Ma newisaye?

-Ehmeqo, ma di dema min de kes hebû? ku ez bêjim, min ji wî girtiye?

-Çawa nebûn? Hûrîyên xwediyê şeristaniya welatê Sûmer çidikirin? Ferunên Misrê çidikirin? Hemû yan dinivîsandin. Berî tu binivîsê duhezar sal, li Uruk ê kayê welatê jor li nemirinê geriye Gilgamêş.

Tu bixwe, di pirtûka xwe de dibêjê,  Hesidos û Homeros nîjda yezdanên yunaniyan danîn. nav û zêde nav li yezdanan kirin. desthilatî û karên wane ji hev cûda kirin. Nêrînên wan kifşkirin. Hesîdos û Homeros dîn û felsafa yunaniya çêkirin û tu dibêjî ew berî min bi çersad salî jiyane. Vêca çawa dibe ku kesî berî te nebû?

- Serê her peyvê, gotinên min nebira!

-çawa nebûn? Ne tu dibêjê ez bavê dîrokê me

ku dê nebî, te çawa za? mêr nikarin bizin.

Divê dayîk hebê heta tu bibê bav. Lê we nehişt dayîka dîrok werê naskirin.

-Me çima nehişt?

-We dayîk kirine bin destên xwe û hemû feylezof û pêxember ji mêran çêkirin. Ji bo wê, em yek dayîka dîrokê nas nekin. We em kirine xwedî dîroka bê dayîk.

-Li vî ser jinikî binêrin, mêre mîna jina dipeyîvê. -Ez rastiya ku serê hatî nuxûmandin dixwazim zanibim.

-Tu pirsên xwe bi pirsa, ji min re şîrova neke.

-Ka bêja, bavê bê dayîk zayî, ew împertoriya ku te gotî sed û pêncî salî rêveberî, ji hemû gelên derdorê re kirî, çawa bû, di rûyê xewneke de hate hilweşandin?

-Ji min re, wisa hate gotin, min jî wisa nivîsand.

-Di koçkên Persan de, ji te re hate gotin? Yan li komalên Atîna?

-Li gelek deran dihate gotin.

- Em bêjin rast bû, Asiyege keçeke bi tenê hebû û di xewna xwe de, didît ku dareke di nav çaqên keçikê de dertê, Asiya û Ewrupa digirê.

Xewn zan, vê xewnê şîrove dikin û ji Astiyeg re dibêjin ku kurik dê ji keça te re çêbe û ev kurik dê têxtê te bigirê.

Ew Astiyegê, ku Împrtora Medan bi rê ve dibe, aqil nekê, ku keça xwe bide yekî Med ku ji xwîna wî be? Baş e, em bêjin ku aqil nekir û keça xwe da Persan. Dema ku kurik jê rê çêbû Astiyege kurik ji pîrikên buyînê girt û da wezîrê xwe yê herî nêzîk ku kurik bikujê. Wezîr jî kurik nakujê naxwazê ku bibê neyarê Kayê xwe û kurik dide şivanê kayê xwe ku şivan wî bikujê. Şivan jî kurik nakujê û weke kurê xwe mezindike. Lê dema ku kayê wî, bi vê dihesê serê kurê wezîr jê dikê û goştê wî, didê wezîr.

 Serê kurik jî nîşanî wezîr dike û dibê goştê te xwerî goştê kurê te ye. Ne wisaye?

-Belê wisa ji min re, hate gotin .

-Lê te got, ez çîrokan nanivîsim ev çi ye? Ez çi pirsê ji te dikim, tu dibêjê wisa ji min re hate gotin.

Eyîîî, piyên min êşiyan, eyîîîîî çiqasî têşin hûn nizan.

Salê neh, deh ceran têşin.

Dibê ku hûn vêga bi min dikenin. Hûn dibêjin yê xwelkê ser we têşê, ya te çawa piyên te têşin. Raste xelk di nav bebatê de kûr dibin, ji bo wê serê wane têşê. Lê ya min babet, li ser serê min kom dibin, ji bo wê piyên min têşin. gelek di nav babeta xwe de difetisin. Netenê serê wan têşê.

-Kî di nav babeta xwe de fetisiya? Tu ji kê re dibêjî?

-Ohoo hûn heme digirin ser xwe, min ji we re got. gelek di nav babeta xwe de wilqasî kûr dibin difetisin. Min  ne got tu.

Bêja,bêja kiya yê ku di nav babetê de fetisî?

-Mînek Nîetzsche jî, di nav babetê de kûr dibû lê paşî çi hete serê wî tu zanî?

-Çi heta serê Nietzsche?

-Ew Nietzsche ku digot tişa her xirab dilşewitandine. Lê paşî ew xwe, tavêjê sikura Mehîna ku erabê dikişên û bi wê digirî.

Ji xwediyê mehînê re dibêjê gelek zehmetiyê neda dayîka min. Bi herdu çavan rondikan dibarêne. Duwezdeh salan bi vî helî dijî.

Ev ne fetisandine lê çiye? Bavê dîrokê. 

-Dema ku ez tûre dibim tu dibêjî çima tu tûre dibî? Tu pirsan dikî? An buyaran dibêjî?

-Em werin ser pirsên xwe. Baş e, Astiyege wilqasî kêmaqilbû, ku paşî goştê kurê Harpag pê daxwerin hê wî weke wezîrê milê rastê li ba xwe bigire?

-Tu çima ji min vê pirsê dipirsî?

-Lê ji kê bipirsim? Te bêjê, ji yên ku wisa ji min re gotine bipirsa. Ji bo ku te wer kir, Harpag nikarê werê civateke neviyên xwe.

-Pirsên te yên çewit man?

-Ka tu vêga bersivan van bidê paşî ez dipirsim.

-Min netenê dîroka Medan nivîsî, lê tu bitenê pirsa Medan ji min dikî. Çi nebe, min Med ne weke ku tu dibêjî nazan dana nîşandin. Di dema min de gelê ku herî li pêşbûn, min birokiratiya dewleta wane nivîsand. Min cil û berkên wane nivîsand. Dilovaniya wan li hemberê cîranên wan nivîsand.

Min mînak di dorpêçkirina Babîlê de, da ku xwerekê Babîliyan têra wane bike, hemû jin û zarok xwe kuştibû. paşî ku Med dikevina bedenê, ji vî dîmênê hovane matmayî dimênin û pêncî hezar jin didin Babîliyan, ji bo nijda wan neqedê û kes nebêjin Med hovbûn û nesilê Babiliyan qeland. Îro ku hê nijda babîliyan mabe bi xêra Mad mane Xwelî ser. Min lehengiya wan li pêşberî Atîniya li pêşberî Lydia û hemû derdoran nivîsî. Da bêje, min çi dî, nivîsandibane?

 Min lehengiyên Herpag li her derê got.

Min got ku ser leşkerekî ku ji serkeftina dêr nedibû.

Çi karim

bikim ez

heger zarok bigirî

dayîk bişkokên pêsîran veneke

evîndar yarê bixwazê

lê yara xwe nebîne

cengewar li cengê

xwe nûnerê cengê nebîne

pakrewan 

cihê gora xwe pêk neyne

dîl li bendîxanê

bi salan rojê nebîne

nîştiman we bi hesreta wekheviyê

di nav şer de bimîne

oldar ne oldaran

kafir bibînin

bi navê netew

peymanên bi neyar re 

rewa bibîne

wêrek mîna tirsonek

xwe bilivîne

bi peyva yektiyê

we bixapîne

ma çi karim bikim ez

 Herpag, nehatibe civatên neviyên xwe, ew û neviyên wî zanin ne ez.

Tiştekî te rast e, ez jî gelekî nizanim ka çawa Pers ketine pêş û Med li paş man. Lê di dema min de Med û Pers weke yek bûn.

Min, li gelek cihî, Med wek Pers dana nîşandin. Li gelek cihan, Pers weke Med dana nîşandin. Ne tênê min, yên ku li paş min hatin jî wisa kirine. Ji bo ku herdu gel, weke yek gelî hereket dikirin.

 Bêje, ji vê rewşa we ez tewanbar im?

-Te birhên xwe, mîna baskên alo rakirine û bi ser min de xwehir kirine, qerêja riha xwe bi ser min de dediweşênê û pirsa tewanbar ji min dike.

Ez ji ku zanim kî tewanbar e?

Lê ez dizanim

Ez xewna xwe me

xewn ez bixwe me  

bi hêza tîravêjên kardoxan

gûrzê Rustem

germa dilê Ferîdûn

birûskên jînza

min diweşandin

li ser gora evîndizan

bi xoşewîstan re

dîlan dihejandin

keziyên rojê şedikirin

çavên heyvê kil dikirin

di malzaroka dilê xwe de

bi awirê hêviyê

mijgulên xwe

dirêsitin

kevçiyên sifra guran dişikandin

di milên mêxas û mêrxasan de

bi Babilkanê çiya dilerizandin

xewnê riya xwe windakir

û min nedizanî

çi çêdikim

û çi xirabdikim

Gelî civatê,

hûn ji min re bêjin, tewanê kî/ê ye?

...................................
 
Veger >>      
                                                                          tirej.net/com/org

 

kurdi@tirej.net
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ tirej@tirej.net ]vebûna malperê 01/12/2002