
Brahîm
Ronîzêr
Heskîfa Bêmirada
Bajarek
(latek),
Mîna şana mêşên hungiv ji her aliyî ve di her deverê de
qulek, malek, şopek,
Li her keviyê berhemek, afirandinek...
Çemek...
Bêser û ber e, navê her gelî li ser e,
Îdîglat, Dîjle, Ava Mezin...
Diherike divejîne, diherike û dikuje, diherike û şen û geş
dike.
Şîn diherike, sor diherike, her û her,
Zelal diherike, rengherî diherike, diherike seraqet,
Di her werzekê de bi xemlekê...
Bêminet diherike, minetê nake.
Can li ber diherikin, artêş difeşkilin, çiya dihêrivin, lat
diqelişin...
Hêvî jî carinan li ber diçin,
Çem û çem...
Li dû giyanek dimîne, şopek dimîne..
Bi maweyê emrê dinyayê
Dewsa vî gelî,
Rengê vê axê
Dihêle li ser eniya felekê.
...................................
Veger
>>
tirej.net/com/org