
ADAR JIYAN
PÎROZWERÎ
Ji
do heta îro, çi nirx û payedariyên ku mirovahiyê di hişê xwe
de sêwirandine, wekî pîrozmendî hatine pejirandin. Digel ku
hemû pîrozwerî ji hêla mirovan ve pêk hatine jî, dîsa mirov
bi xwe bûne dîl û beniyên van pîrozweriyan.
Mirov, pêşî ji tiştên ku nayên nasîn û
têgihîştin ditirse. Bi wê tirs û xofê re di hişê xwe de
tiştên tune disêwirîne. Hin bi hin bi wî tiştê ku
sêwirandiye bawer dike; li cîgeheke pêpejn negihêj.
diedilîne û peyre jî radigihîne mertebeyeke pîrozwer. Bawerî
û pîrozwerî hêviya kes û civakên ku di hewm û heyamên tarî
de dijîn û di gewer û neqebên nepenî de li tunebûnê
dihesilin e. Kesên ku xwe li deriyê pîrozweriyê digirin, an
xwe tune dikin an jî xwe tenê dibînin.
Xerca hîmê pîrozweriyê bawerî ye. Bawerî jî
bi saya hêvî û qinyata ku di dilê mirov de pêk tê, li ser
piyan dimîne. Hêvî û qinyat xislet û xasmatiyên civakên
paşmayî ne. Taybetiyên civakên paşmayî yên sereke acizî û
bêzarî ye. Acizî û bêzarî, bêtir xwe li civakên bêhêz û
bêrêz digirin û di mirovên xeşîm û nezan de digerin. Kan,
mak û jêdera hemû nezaniyên jiyanê bawerî ye. Bawerî
zêdetir mirov û civakên xeşîm û nezan arasteyî heyîn û
heyberên pîrozwer dike. Û mirov û civakên nezan jî her gav
di baweriya hebûnên pîrozwer de winda dibin û dixeriqin.
Pîrozwerî, di hizra mirov de wekî nirxekî
ezîz, hebûneke qenc, hêjahiyeke delal tê sêwirandin. Her
wiha ew wekî xêrdarî û bêrdariyeke miqedis û homanwer jî tê
xemilandin û nîgarkirin. Bêşik mirovên ku bi bîr û
baweriyeke xurt, xwe li vê pîrozweriyê digirin û bi hestên
pak û paqij an jî liv û tevgerên necîb û nişmî arasteyî wê
dibin, her gav xwe şad û bextewar dibînin. Belê gelek caran
pîrozweriyên nezîh û bêrî li alavên xwînî û kujende
dadigerin û destê mirov de dibin hût û cinawirên heftserî.
Pêşî êrîşî mirovên ku bi wan dihemilin dikin; serê wan
hildiqetînin. Peyre jî li ser hemû mirovên ku dibin hikm û
bandora wan de dimînin, dizivirin. Û nola ruhstînên çavsor û
çavbirçî, wan ji berêv de dadibelihînin.
Pîrozwerî, her çiqasî wekî payedariyeke
berz û bilind were dîtin an binavkirin jî, ew timî wekî
taybetiyeke civatên paşmayî, paşverû û hoveber hebûna xwe
dikudîne. Mêjer û rêjeya pîrozweriyê çendî bilind û
zêde dibe, hilberîn, nûvedanî, pêşketin û serkeftina civakê
jî ew çend kêm û lawaz dibe. Lewre ew perdeyeke reş û tarî
ya ku bi ser hişmendiya mirov de hatiye dakirin e. Bêtir
dişibe bendeke bilind a ku di navbera mirov û azîneyên
zanyariyê de hatibe danîn. Û ev bend jî zû bi zû neyê
hilweşandin. Bi rastî heta ku ew perdeyên reş û tarî ji ser
hizra mirov û civakê neyên hilanîn û ew bend û dîwarên stûr
neyên rûxandin, ne mirov dikare bi awayekî rexnegir têkilî
van pîrozwerî û perestiyên bêhavil û bêbinyat bibe û ne jî
civak dikare wan peyker û senemên ku di hişmendiya
mirovahiyê de hatine raçikandin, birûxîne.
Çi dibe bila bibe, ew tiştên ku wekî
pîrozmendiyekê têne dîtin, gava ku bi awayekî zanistî û
zaneyane were dahûrandin, dê baş bête fêmkirin ku tu car
nabin hêjahiyeke ku mirov jidil û can jê hez bike an qedr
û qîmetê bidêyê…Ji lewre pîrozwerî, di rastiya xwe de an
wekî tiştekî ku mirov ji ditirse, dibizde û dipelikîne; an
ji wekî mertalekî berjewendiyên rojane yên ku ji hêla
mirovên durû, kone û hilebaz ve tê bikaranîn, parastin û
pesinandin e. Ji bo wê, hewcetiya mirov û civakên ku van
pîrozweriyan di hiş û weşê xwe de pêk tînin, zêde bi rexne û
geşedaniyên nû û nûjen nîn e.
Mirov dibin civak dibin, di her dem û domanê
de di bin holika asîmên de ji xwe re senem û tabûyên zix û
destnedayî afirandine. Û ew tabûyên bêxêr û bêkêr ên ku di
hişmendiya mirov de têne parastin û perestin, rasterê dibin
pîrozweriyên ku jiyana civakê dîl û radest digirin jî. Çimkî
pîrozwerî û perestayiyên civakî her car wekî taybetiyên
bindestî û benîtiyê, hebûna xwe didomînin. Pîrozwerî zêde
nikare bi dora takekes û civakên hişdar û aqilmend bikeve.
Lewre kes û civakên zaneyane, bi tedbîr û tevdîr tevdigerin
û zêde nirx û îtibarê nadin baweriyên misoger û mayînde. Ji
bo wê, bawerî û pîrozwerî, bêtir xwe li ferd û civatên nezan
û paşmayî digirin. Jixwe cih û warên nezaniyê her wiha qadên
pîrozweriyê ne jî. Daxwaza mirov a pîrozweriyê ji razîbûna û
pejirandina çarenûsê tê û pejirandina çarenûsê jî nezaniya
mirov dizê.
Serwerên zane û kone dixwazin her dem ji bo
xwe warekî pîrozwer ava bikin. Ji bo wê ew berî her tiştî
berê xwe didin kom û komiçkên xeşîm û nezan. Pêşî di hişê
wan de qad û cîgehên reş û tarî ava dikin û peyre jî wan ber
bi jiyaneke mirinrêj û kujende ve dikin. Soxî, wan dikin
goriya berjewendiyên xwe yên rojane.
adarjiyan@mynet.com
...................................
Veger
>>
tirej.net/com/org