
“Wêrek be!” were û bibe yek ji redaktor û nivîskarên
Wikipediaya Kurdî..!”
WIKIPEDIA: Ansîklopediyeke Kurdî
Hevpeyivîn bi Erdal Ronahî
re
SALIHÊ KEVIRBIRÎ
Zor caran
di civat û gotûbêjên rewşenbîrî, akademîk û wêjeyî de behsa
girîngiya “Ansîklopediyeke Kurdî” tê kirin. Her wiha dem
çêbûye û hatiye gotin ku nivîsandina ansîklopediyên bi
zimanê kurdî, bi qasî standartkirina zimên pêwîst e. Her
çiqas ne bi awayeke “weşanî-kaxezî” be jî, ev du sal in ku
kurd bi zimanê xwe xwedî ansîklopediyeke nîgaşî (sanal) ne.
Navê vê ansîklopediya ku li seranserê cîhanê ji zêdetirî 200
zimanî weşana xwe dike “Wikipedia” ye.
Wikipedia, ansîklopediyeke azad e. Projeyeke wisa ye ku ji
herkesî re vekirî ye û her kesê/a bixwaze dikare tev li vê
projeya zanistî ya teknolojîk bibe. Bikarhênerên kompîtûrê
bi awayeke hêsan dikarin gotar, nivîsar û wêneyan
biguherînin an jî lê kêm û zêde bikin. Endambûn û
xweqeydkirina kesan ne pêwîst e. Ansîklopediya mijara gotinê,
ji tevahiya dinyayê bi hevkarî, tevkarî û tevlibûna
xwendevan û bikarhênerên kompîtûrê û komkirina zanîna
mirovahiyê pêk tê.
Wikipedia, di 15ê sibata 2001 an de ji hêla “Wikipedia
Foundation” (Weqfa Wikipedia) ve hatiye avakirin. Di nava
tevahiya zimanên di Wikipediayê de, beşa zimanê îngilîzî
mezintirîn beş e û di nava xwe de nêzîkî 900.000 gotar
dihûndirîne. Ji tevahiya zimanan ji 2 milyon gotarî zêdetir
nivîsar lê hatine barkirin û ev hejmar roj bi roj zêdetir
dibe. Logoya Wikipediyayê, dinyayek e ji parçeyên “puzzle”ê
pêk hatiye ku li ser wan parçeyan tîpên alfabeyên cihê-cihê
hatine neqişandin.
Piştî
van agahiyên giştî yên li ser Wikipediaya Navneteweyî, em
hinek jî behsa “Wikipediaya Kurdî” bikin. Beşa Kurdî ya
Wikipediayê di 7ê Rêbendana 2004 an de ji aliyê Erdal Ronahî
ve ji bo weşanê hatiye amadekirin û heta niha jî serkariya
vê xebata girîng dike. Aliyeke balkêş û şayanî pesindanê ev
e ku daner û rêveberê vê xebata giranbûha Erdal Ronahî,
ligel ku zimanê kurdî ji gelek kurdan baştir û bi awayeke
akademîk dizane jî ew ne kurd e! Bi gotineke din ew endameke
ji neteweyeke ewropî ye. Ji bilî zimanê kurdî, bi zimanên
tirkî, erebî, almanî, fransizî û ingilîzî jî baş dizane
Erdal. Ligel temenê xwe yê ciwan Erdal Ronahî zêdetirî 10
sal in ku di nav kurdan de ye û yek ji dildarên têkoşîna
rizgariya kurdan e. Di nîveka salên 1990 î de li Stenbol û
Diyarbekirê di nava kurdan de kar meşandiye, çend salan jî
ji bo avadankirinê di nava penaberên Mexmûrê de maye,
dersdariya zimanê ingilîzî kiriye, di heman kampê de zimanê
kurdî di asta herî bilind û herikbar de hîn bûye.
Erdal
Ronahî her çiqas danerê “Wikipediaya Kurdî” ye, her wisa ew
daner û rêveberê
www.ferheng.org ê ye jî. Ferheng.org di sala
2005 an de dest bi weşanê kir. Armanca vê ferhenga înternetî
navendîkirina ferhengên kurdî ye. Di nava vê ferhengê de
raberîkirina 8 ziman û zaravayan heye. Di beşa ferhenga
tirkî-kurdî de zêdetirî 30.000 peyv-gotin hene. Mirov dikare
vê ferhengê bîne ser şaşeya (ekrana) kompîtûra xwe jî.
Girîngtirîn projeya di nava ferheng.org ê de, “Bernameya
Kontrolkirina Rastnivîsê” bixwe ye.
Wekî
agahiyeke dawîn; Erdal Ronahî yek ji sazkarên “Koma PC Kurd”
û “Linuxa Kurdî” ye ku ev xebat ji hêla çend xortên li
Ewropa û Bakurê Kurdistanê dijîn ve têne birêvebirin. Koma
PC Kurd, nivîsbariya azad (özgür yazılım) a kompîtûrgeriyê
werdigerîne kurdî û hewl dide ku kompîtûrgeriya kurdî bi pêş
bikeve. (www.pckurd.net)
Her çi “Linuxa Kurdî” ye, wergera kurdî ya pergala (sîstem)
Linuxê bi rêve dibe.(
www.ferheng.org/linux) Linux di ni nava
nivîsbariya azad de xwedî ciheke girîng e.
Di
çarçoveyeke aram û xweş de, li ser Ansîklopediya Wikipediaya
Navneteweyî, Beşa Kurdî û mijarên pê re têkildar me pirsî,
Erdal Ronahî bersivand…
* * *
Rol û girîngiya ansîklopediyan
di jiyana mirovahiyê de çi ye? Yekemîn car hewldanên
ansîklopediyên berfireh li ku û bi çi awayî hatin pêk hatin?
Bi qasî ez dizanim yekem car hewldanên
ansîklopediyê li Yewnanîstanê pêk hatine. Xwediyê van
hewldanan, zanyarê mezin Aristo (Aristoteles) û sagirtên wî
ne. Ji xwe navê ansîklopediyê, yewnanî ye û wekî
“ensiklopediya” tê nivîsandin. “Ensiklo” “gilok” (daîre) e,
“pedî” zanist e. Ango Ansîklopedî tê wateya “giloka zanînê”
an jî “daîreya zanînê. Hewldana duyemîn a ansîklopedistan li
fransayê hatiye pê. Ev hewldana fransiyan, di Serdema
Ronahiyê bûye. Armanca wan ciwanmêran ew bûye ku divê zanîn
ji bo her kesî be ango agahiyên bêne berhevkirin ji bo
xizmeta tevahiya gel bê bikaranîn. Di nava vê komê de kesên
wekî Diderot, Voltaire, Jean Jaques Rousseau û Montesquieu
hebûn. Helbet ev ensîklopedî wekî pirtûk hatibûn çapkirin.
Bi awayeke giştî, hebûna ansîklopediyan ji bo bidestxistina
zanîn û agahiyan, çavkaniyên girîng in di jiyana mirovahiyê
de.
Ji bo kurdan pêdiviya
ansîklopediyan çi ye?
Ji ber ku kurd jî beşek ji mirovahiyê ne; helbet dê zanîn û
agahî ji bo wan jî pêwîst be. Lewre li gorî dîtina min xebat
û hewlên ansîklopediyê, di serdemeke ku guherîn gav bi gav
bi pêş dikeve de di jiyana kurdan de pêdiviyeke gewre ye.
Baş tê zanîn ku ansîklopedî, komkirina zanîna mirovahî û
tevahiya beşên jiyanê ye. Gelek beşên zanînên zanistî
mixabin heta îro bi zimanê kurdî, bi taybetî jî bi zaravayê
kurmancî nehatine nivîsandin. Dixwazim bipirsim, gelo çend
pirtûkên li ser beşên zanistê bi kurdî hene? Bi zimanê kurdî
fîzîk heye, kîmya heye, biyolojî heye? Bawer im hebin jî, ji
tiliyên destan kêm in. Em dixwazin vê valahiyê dagirin. Em
bawer in, bi vî rengî emê hem hevkariyeke ronesansa zimane
kurdî bikin, hem jî ev yek dê ji bo perwerdehiya gelê kurd
bibe xizmetek.
Helbet xizmeteke çak e ji bo
ziman jî! Em werin ser Wikipediyayê. Ji dîroka avakirina wê
em fêhm dikin ku ev pênc sal in li ser înternetê û bi
awayeke azad ansîklopediyeke berfireh heye ku navê wê
Wikipediya ye. Ji kerema xwe re hinek behsa Wikipediyaya
Navneteweyî bike. Bi qasî em pê dizanin bêhtirî 200 ziman
xwe di vê ansîklopediyê de temsîl dikin. Mijar û babetên wê
bi giranî çi ne? Çend gotar, nivîs û wêne tê de cih digirin?
Belê rast e, di Wikipediayê de bêhtirî 200 ziman heye. Her
wiha gelek ziman hene ku ne zimanên fermî yên dewletê ne. Bo
nimûne; zimanê esperantoyî, zimanê tatarî û zimanê basqî. Di
warê zimanan de Wikipediaya herî mezîn û berfireh
Wikipediaya beşa îngilîzî ye. Di vê beşê de niha 900.000
gotar ango 340 mîlyon peyv hene. Lewre jî, Wikipedia,
mezintirîn ansîklopedî ye di dinyayê de. Di “Ansîklopediya
Britannicayê” de bi tenê 120.000 gotar û 55 mîlyon peyv hene.
Di tevahiya beşên zimanên di Wikipediayê de, nêzîkî 3 milyon
gotar, 857 milyon peyv (gotin) hene. Di demek e gelek kurt
de ev asta bilind pêk hatiye. Di Wikipediayê de sînorkirina
mijaran tuneye. Di her mijarî de mirov dikare agahiyan peyda
bike. Çi bixwazî tê de heye!
Xebata beşa kurdî ya
Wikipediayê te pêk anî. Zehmetiyên destpêkê çi bûn?
Rast e min ev xebat da destpêkirin. Lê niha keda
gelek hevalan tê de heye. Ev 2 sal in ku Wikipediaya Kurdî
heye û heta ji destê me tê em dixwazin baştir bibe. Di
serdema destpêkê de pirsgirêka herî mezin amadekirina
bingehê bû. Wergerandina bernameyê bi serê xwe aloziyeke
mezin bû. Pirsgirêka duyem dîtin ango peydakirina nivîskaran
bû. Ev pirsgirêk îro jî heye û mezin e. Her kesê dinase ji
Wikipediayê hez dike, lê kêm kes keda xwe tev li dikin û
gotaran dinivîsin.
Dema ku tu beşa kurdî û beşên
zimanên din bidî ber hev ferq û meyliyên çawa derdikevin
holê? Wekî mînak; kurdî di çi astê de ye? Dema tu kurdî,
îngilîzî û tirkî bidî ber hev dê tu çi bibêjî?
Helbet beşa kurdî li gorî beşên din biçûk e. Di beşa
ingilîzî de 920.000 gotar, di beşa tirkî de 10.000, di beşa
kurdî de 2.400 gotar hene. Ji aliyê naverokê ve, di beşa
kurdî de mijarên heremî li pêş in. Her wiha li ser nivîskar
û muzisyenên kurdî, gund û bajarên Kurdistanê gotar û
nivîsar hene. Her çiqas piştî beşa kurdî dest bi weşana xwe
kiribe jî, beşa tirkî zû bi pêş ket. Tê de mijarên dîrokî,
felsefî, matematîkî û tevahiya zanistan hene. Gelek kes ji
bo beşa kurdî kar dikin û dinivîsin. Li hêla din em nikarin
îngilizî û kurdî bidin ber hev. Îngilîzî îro zimanê zanistê
û zimanekî navneteweyî ye. Lê xebata me zêdetir ji bo
pêşerojê ye. Ez bawer im ku ev xebata me dibe bingehek ji bo
hewldanên perwerdehiyê ya pêserojê jî. Ligel vê jî, zimanê
kurdî ji gelek zimanên din ku di Wikipediayê de cih digirin,
pêsketîtir e. Di nava 215 zimanan de, zimanê kurdî di rêza
63 yan de ye. Bi gotineke din, zimanê kurdî li pêş zimanê
belarusî, ermenî, azerî, îskocî û tirkmenî mezintir e.
http://en.wikipedia.org/wiki/Wikipedia:Multilingual_statistics#Rankings
Wikipedia xebatete înternetî û
azad e. Her kes dikare li mala xwe, li buroya xwe, li
dibistana xwe li ser komputerê serastkirinan bike, kêm bike,
zêde bike heta dikare tiştên din jî bike. Gelo bi vî awayî
sûîstimal an jî niyetên xerab dernakevin holê? Heger
derdikevin holê, ev problem çawa çareser dibin?
Ji sûîstimal û niyetên xerab zêdetir, bi ecemîtî tiştên
bêwate têne nivîsandin. Lê her du jî ne pirsgirêk in.
Rêveberiya Wikipediayê dikare bi hesanî van kêmasiyan
sererast bike. Her guhertin tê protokolkirin û wekî edîtor
em dikarin bi hêsanî destkariya tiştên xerab ku biqewimîn,
bikin.
Erdal ez bawer im alîkar û
piştgirên te hene di vê xebatê de, ne wisa?
Helbet! Niha hevalek heye ku gelek alîkarî dike. Berê ji
çend hevalên wiha hebûn, lê mixabin hevalên ku tê de
dixebitin hê jî gelek hindik in. Tabî her serastkirin û her
peyva ku lê tê zêdekirin bixe jî alîkariyek e. Her wiha
rastiyek heye ku kurd ji xwe ne bawer in û gelek kesên ku
dinivîsin bawer bike bi kurdiyeke sosret dinivîsin.
Kesek bixwaze keda xwe tev li
vê xebatê bike divê çi bike? Ji bo alîkariyê pîvan hene gelo,
an her kes azad e ji bo ku tev li vê xebatê bibe?
Her kesê ku kurdî bizane, bila tev li vê xebatê
bibe. Ew kes dikare li ser gundê xwe binivîse, dikare li ser
kesekî/ê binivîse. Heger şagirt be dikare li ser beşa xwe
binivîse. Heger şanoger be dikare li ser şanogeriyê binivîse.
Heger pirtûkan dixwîne bila li ser nivîskaran binivîse, ferq
nake. Heger kurdî baş bizane, bila çewtiyên di nava gotaran
de hene, sererast bike. Her kes dikare her gotarê biguherîne
an jî berfireh bike. Wekî tê dîtin ev xebat azmûna kesan
baştir dike. Her wiha aliyê rojnamegerî yê kesê bikarhêner
derdixe pêş.
Dema em bala xwe didine
Wikipediaya kurdî em dibînin piraniya nivîsên wê bi zaravayê
kurmancî ne. Gelo sedema kêmbuna soranî, zazakî û zaravayên
din çi ne?
Rast e, ji sedî 98 gotarên heyî bi zaravayê
kurmancî ne. Soranî û zazakî hindik in mixabin. Yek ji
sedemên wê, ez zêdetir bi kurmancî dizanim û min zedetir di
nava kurmancan de reklama vê yekê kiriye. Ji bo soranî jî,
dikarim bibêjim ku bi herfên erebî pirsgirêkên teknikî hene.
Her kes herfên erebî nizane. Gotarên soranî ku bi tîpên
latînî ne kêm be jî hene. Zazakî bi rastî pirsgirêk e,
nivîsên bi zazakî gelek kêm in. Her wiha çend kes dixwazin
Wikipediaya zazakî bi awayeke cuda çêbikin. Mixabin ku ew
kes dibêjin ku zazakî ne kurdî ye, lê zimaneke serbixwe ye.
Ligel vê jî, kesên xwediyê wê baweriyê ne jî nanivîsin.
Di Beşa kurdî de zêdetir mijar
li ser çi ne?
Nivîskarên kurd, muzîkarên kurd, gund û bajarên kurdan,
sexsiyetên kurdan mijarên ku herî derdikevin pês bixwe ne.
Her wiha li ser komputergerî û nivîsbariyê nivîs hene. Li
hêla din der barê Şehîden Şoreşa Kurdistanê de nivîs hene.
Mirxabin, der barê şehîdan de çavkaniyên bi zimanê kurdî
gelek kêm in. Nivîsên li ser şehîdan piranî bi zimanê tirkî
ne. Wikipedia di vî warî de jî dikare xizmeteke mezin bike.
Kesên di vî warî de xwedî agahîne, heger binivîsin wê
arşîveke gelek dewlemend li ser şehîdên şoreşa kurdan
derkeve holê.
Gelo mirov dizane rojê çend kes
Wikipedia dişopîne? Sîstemeke wiha heye an na?
Em ji bo Wikipediaya kurdî nikarin şopandineke wiha bikin,
ji ber ku li gora zimanan nayê cudakirin. Le malpera
Wikipedia bi gisti îro bûye malpera 31 emîn. 3-4 meh berê di
rêza 50 emîn de bû. Di vî warî de Yahoo, Google û MSN wekî
rêza 1-2-3 ji xwe re zeft kirine. Ev jî tê wê wateyê ku her
roj bi mîlyonan kes taqîba Wikipediayê dikin. Demeke
teqibkirina Wikipediaya kurdî hate kirin. Li gorî baweriya
min rojê 5-10.000 kes Wikipediyaya Kurdî bi kar tînin.
Tu rojê çiqas dema xwe didî vê
xebatê? Zehmetî û kemasiyên heyî çi ne?
Her roj cuda ye, lê ji bo îdarekirin her roj 15
deqîqe besî min e. Lê dema ez gotarên nû amade bikim an
beşên nû amade bikim dibe ku çend saatan lê xerc bikim.
Ji bo başkirina xebateke bi vî
rengî hêvî û daxwazên te çi ne?
Daxwaza yekemîn ev e ku her kes bila hinekî biceribîne. Çend
çewtiyên ku bibîne bila sererast bike, yek du hevokan lê
zêde bike. Heger bikare bila gotareke nû binivîse. Slogana
me “werek be” ye. Ji ber ku kes nikare tistekî xerab bike,
lê dikare gelek tiştên baş çêbike. Bi taybetî ev banga min
ji nivîskarên kurd re ye.
Niha çend
ferq nava Wikipedia û ansîklopediyên normal de hene.
Redaksiyona me tuneye, redaksiyon her kes e! Pisporên me
tune ne, pispor her kes in! Gelek gotar bi nivîseke kurt û
bi gelek kemasiyan têne nîvîsandin lê hêdî hêdî ew kêmasî
sererast dibin û nivîs jî têrnaveroktir û mezintir dibe. Her
kes dikare sererast bikê û lê zêde bike. Ev sîstem, ji
sîstema derxistina pirtûkan gelek cuda ye. Lê gelek gelek
baş dixebite. Serkeftina Wikipediyayê jî jixwe ev e. Hewleke
kolektîf e Wikipedia. Belê! “Wêrek be!” were û bibe yek ji
redaktor û nivîskarên Wikipediaya Kurdî…
salihkevirbiri@hotmail.com
...................................
Veger
>>
tirej.net/com/org