
Dr.Ebdilmecît Şêxo
Ragiyandina
Şamê bi gelemperî gavek erênî ye
Wek
diyar e destlata Sûriyê li serê xwe siwar bû ye, ewa naxwaze
berê xwe bide gelên Sûriyê, her rojê ewa pirtir dikeve
şaşiyên mezin û tawanên gewre der mafê gelên Sûriyê dike. Bi
texmîna pir çavdêrên siyasî, temenê wê her diçe kintir dibe.
Lewre em li aliyê din jî dibînin, pir hêzên
demokrat li Sûriyê bi hev re kêm an pir xebatên hevbeş mîna
xwepêşandanan û komcivînên vekirî li Şamê li dijî zordariya
dewletê li pênavî pêkanîna demokratiyê dikin.
Di 16.10.2005 de van partî, hêzên Ereb û
Kurd li jêr “Ragiyandina Şamê ji bo
guhertina demokrat”
derxistin:1-Komelgeya niştimanî, ya demokrat li
Sûriyê.2-Hevbendiya demokrat a Kurd li Sûriyê.3-Komîtên
vejandina komelgeha sivîl.4-Eniya demokrat a Kurd li
Sûriyê.5-Partiya pêşeroj(Şêx Newaf Elbeşîr), û evan
kesayetiyên serbixwe:1-Cewdet Seîd.2-Semîr
Elneşar.3-Dr.Ebdil Rezaq Îd.4- Dr.Fîda Ekrem Horanî. Di
rastiyê de vê” Ragiyandinê” dengvedanek
taybetî û dijberî hev daye,ango beşek ji siyasetmedar û
rewşenbîran “Ragiyandina Şamê ”ê bi gaveke
erênî dipejrînin,û beşekî din jî wê neynî dibînin.Lewre jî
me xwest vê “Ragiyandinê” wirde,wirde bixûnin,
ramanên wê bi giştî şrove bikin û nirxdanekê li gor heyama
îro û li gor pênasîna zanistî ji wateya siyasetê re, li vir
raxin .
Di “Ragiyandina Şamê” de weha
hatiye:"Di
encama siyaseta rêcîmê de, ya ku welat gihandiye
radeyekê,hêdî mirov dibe xemxwarê tendrustiya niştimanî û
çarenûsa gelê vî welatî,lewre Sûriyê di metirsiyê de
ye...ji ber vê jî pêwîst e rêcîm li xwe veger, û sudê ji
dîroka xwe bibîne ...destlatdariya tekane di pêvajoka 30
salî de li ser her tiştî û li her deverê,rêcîmek totalîtarî
ava kiriye ... ev yekê jî hêşt, ku siyaset di civakê de
nemîne, aboriya welêt hilweşe, û wlat jî têkeve ber
metirsiyê.Bi rexberî vê jî, rêcîmê welat xistiye tenahiyeke
hawîrgirtî de, ev jî dîsan ji encamên siyaseta dewletê ya
nirînkurt û ne avaker e"..
Ka di van rêzên jorîn de
çi
ne baş e, an çi neyinî di wir de hene?
Hemî partiyên Kurd û Ereb li hundir û li
dervayî welêt di weşan û sêmînarên xwe de van nirînan
dibêjin û helwestên xwe yên neyênî beramberî siyaseta Sûriyê
ya hundir û derve pir caran derbirîne. Dêmek vê “Ragiyandinê”
nexweşiyên rêcîma Sûriyê bi zelalî diyar kiriye û bandora
berdewambûna wê di siyaseta xwe de bi metirsiyek mezin
daye xûya kirirn, yanê “Ragiyandina Şamê”rêcîma
Sûriyê di her tiştî de tawanbar kiriye û roleke keysebaziyê
di vir de nelîstîye, ji ber vê jî, em dikarin van baweriyan
di gorepana ramyarî de bi helwesteke erênî binerxînin .
“Ragiyandina Şamê” hîn
dibêje:”Lewre û ji ber pir sedemên din pêdivê Sûriyê
wek niştiman û gel ji bo guhratinên rizagariyê,xwe bidin ser
hev, an rex hev ta ku welat xwe ji dîdema dewleta asayiş
rizgar bike û ewa bibe dewleteke siyasî, ta ku kanibe
serxwebûn û yekitiya xwe xurt bike û ta ku gel kanibe
destlatdariya welatê xwe bi xwe bike .......”
Di baweriya me de, em di vir de jî kêmaniyan
nabînin, ma kî ji demokratîxwazan naxweze, ku rêxistin û gel
hêzên xwe bikin yek û ji hev re bibin palpişt?Bê guman ev
niyaza me hemiyan e, çimkî bi vê riyê gel bi xwe kane rêbaza
destlata “ Bees “ bi vîna xwe li gor berjewndiyên xwe
bughêre û gelên Sûriyê ji dezgehên parastinê serbest bike.
Herweha “Ragiyandin” bi vê wateyê hîn berdewam
dike”....Di çarçewa van rêzên stur de, ev hemî hêz,
rêxistin û kesayetiyên serbixwe li ser gelek xalên gering,
li ser bingeha vîneke giştî û lihevkirî gihan
hev....avakirina dewleteke niştimanî demokratî ji bo bernama
guhartinê û rêformên rêzanî pêdivîyeke bingehîn e, lê divê
guhartin bi riyên aştiyane bin, û gav li pişt gavê bête
pêkanîn,lê dîsan pêwîst e ev hemî li ser bingeha hevpeyvîn û
hevpênasînan werin bicihkirin.
-Ne erêkirina ramana totalîtarî.
- Ola îslamî baweriya piraniya gel e, ewa
cihekî bilind di jiyan û çanda milet de digre, lê divê
rêzdarî li bawermendên din, li çand û taybetmendiyên wan jî
bête kirin.
-Ne ji mafê partiyekê ye, ku roleke nemaze
di destlatê de ji xwe re bixweze, mafê tu kesî tuneye ku, yê
din nepejrîne, an yê din bindest bike. -Divê em xwe li
ser rêbaza demokratiyeke nûjen, hevdem, nirxdar û li ser
bingehên wê yên cîhanî bispêrin.
-Divê rêbaza me li gor pirînzîpên azadiyê,
destlata gel, dewleta dezgehan be . -Divê detsxistina
destlatê di riya hilbijartina gel da be, pêwîst e gel
kanibe destlatê rexne bike û wê biguhêre jî.
-Pêwîst e derbirîna azadiya kesan,
komelgehan, kêmnetewên din û mafên wan çandinî, zimanî
werin parastin. “
Em li vir dîsan di van nirînan de bi sanahî
dibînin, ku”Ragiyandina Şamê “ bi tundî li
dijî rêcîma totalîtarî radiweste, dixwaze rêbaza partiya
”Bees” biguhêr, ango ewan partî û kesayetiyên welatparêz ji
rêcîmê re negotine: "Win
kanin di destlatê de bimînin, lê pêwîst e win tenê şêweyê
destlatdariya xwe biguhêrin, an tenê hin rêforman di
partiya xwe de çê kin..Na xêr!.
Em pir zelal dibînin, ku “Ragiyandina
Şamê”serdariya ”Bees” napejrîne, û lê ewa raste rast
nabêje wê jî, kanî emê we li sêdarê xin. Eger mirov “Ragiyandinê”bi
asoyên berfereh, an bi durbînî lê temaşe bike, pir diyar
dibe, ku ev “Ragiyandin” tu cihî û rolê ji “
Bees”re nahêle. Ewa dixwaze bi awakî demokrat û aştiyane
wê ji gorepana destlatdariyê bi durxîne, yanê mebesta “
Ragiyandinê” ew e ku, hilbijartinên demokrat jî
dibin çekek mezin an alavek nirxgiran li dijî
dîkteturan.Çimkî “Ragiyandin” rind zane, ku ew
gelê 40 salî di bin setemkariya partiyeke dîktetur de bijî,
û jiyana wî û welêt kiribe dujeh, ne gengaz e, ku ew
partiya careke din di encama hilbijartinê de bête ser textê
dewletê..Lê di vê hilbijartina duhatî de pêwîst e gelên
Sûriyê bi vîna xwe encumena gel vebjêre, û ewa jî li gor
berjewendiyên gelên welêt desturê dînin.Vêca eger ev gavên
nirxbuha pêk hatin,dê partiya” Bees” li ku bimîne? Ew
tawanbarên destgemarî dê kude bazdin?.
Dêmek”Ragiyandin”dixwaze
wergereke aştiyane, çê bibe û hêzên demokrat serdariya
welêt bikin. Erê, tevî ku gefgurên Emerîka ji hukumeta
Sûriyê re pir in, û car caran rêya hêrişên leşgerî jî di ber
guhên me hemiyan re derbaz dibin, lê ev berdêla (altêrnatîv)
bi texmîna me be, hîn ji rastiyê dûr e.Di rastiyê de em jî
naxwazin hundirê Sûriyê weke yê Îraqê tarûmarî bibe û di
rojê de, serên dehên bêgunehan bên birîn;ji ber ku em
encamên wê yên neyênî li Îraqê gelek baş dişopînin. Lê divê
em bêjin jî, rizgarkirina Îraqê û azadiya gel ji rêcîma
dîktetur ji aliyê hêzên hevpeyman, rêk û çaresera dawiyê bû,
ango hêzên demokrat li Îraqê û hêzên hevpeyman bi seroketiya
Emerîka pir neçar bûn, ku bi hêzên leşgerî Îraqê ji
tawanbarên dirinde û ne mirovane serbest bikin. Sedamê
xwînvexwar deriyên hemî gengazên siyasî û dîplomasî girti
bûn, hêzên demokrat, kesayetiyên niştimanperwer nikanîn li
welatê xwe bimana, hemî rê, rêkok , derî û rodank li pêş
têkoşeran bi hesinî, agirî, tevkujî û goristanên
komelayetî hat bûn derbendkirin. Niha rewşa me li Sûriyê û
Îraqa berê sedî sed ne wek hev in,piraniyên hêzên siyasî yên
gelên Ereb û Kurd li Sûriyê ne, û li wir bi astengên mezin
têkoşînên xwe didomînin,dezgehên zîvîl û komelên mafên
mirovan li Sûriyê bi dijwarî berxwe didin, û dengên xwe li
dijî rêcîma “Bees” bilind dikin, erê tevgera opozîsiyona
demokrat li Sûriyê jar e, lê ewa heye; opozisiona demokrat
li dervayî Sûriyê jî heye, lê mixabin ewa jî hîn ji ya
hundir jartir e,hejmarên wan kêm in, û bi ser da jî ewanan
hîn ne li hev in, û hîn nikanin di qada navnetewî de bi yek
dengî bipeyvin û têkariyên berbiçav bidin xûyakirin,rexberî
vê jî, têkiliyên opozisiyana dervayî Sûriyê bi
opozisiyona hundir Sûriyê re ne gelekî xurt e. Di dema dawî
de, partiya “Bees “li Sûriyê her diçe pirtir sergêjî dibe,
ewa gelek tawanên ne mirovane dike, yanê ewa niha bi
tewşankî siyaseta xwe li hundir û li derva bi rêve dibe, di
gumanên me de, di hundir partî û leşgerê, û di malbeta
El-esed bi xwe de nakokî hêdî, hêdî derdikeve holê, Sûriyê
wek dewlet li hember cîhanê her diçe rû reştir dibe, û
tawanên wê yên têrorî di siyaseta navnetewî de sercil
dibin..Sûriyê hinekî eşkere serê xwe ji Emerîka û ji vîna
dewletên ewropî re li libnanê nizim kir, niha jî hinekî
ewa li pişt perdan û ji bo parastina destlatdariya xwe, û li
ser hesabê gelên Sûriyê, dixwaze serê xwe ji Emerîka û
hevalbendên wê re li Rojhilata Navîn hîn nizimtir bike.
Lewra jî hevkêşiya siyasî di navbera Sûriyê û Emerîka de hîn
di bazarê da ye, û siyasetmetdarên her du layan bazirganiyên
xwe bi dizî jî dikin.
Ka kî ji kê, di bazarê de, pirtir karê dike
? Lê em zanin di siyasetê de ne her tişt zû,zû diyar dibe,
dostayetî û dijminayetî ne herdem li cihên xwe ne. Lê
diyardeya herî zelal ew e, û bi kêmasî di vê bergehê de ku ,Emerîka
û dewletên rojava piştî bûyerên 11 Êlûlê, nema li rex
rêcîmên dîktetur radiwestin an piştvaniyê bidin wan, ev yeka
dihêle, ku rêcîmên dîktetur yên mayîn hêdî jartir bibin, û
li hêla din hêzên opozisiyon xurtir bibin, û bi taybetî eger
ev welatên, ku duh li rex dîkteturan radiwestîn, lê îro
ewanan dixwazin piştvaniyê bidin hêzên demokrat li dijî
dostên xwe yên berê. Wek me li jor goti bû, Emerîka ne
gotiye ;ku alîkarî tenê bi leşger û çekan dibe, û ne jî
hêzên opozisiyon li hundir û li derve hêrişa leşgerî niha
dipejrînin,lewra jî“Ragiyandina Şamê “dixwaze
di vê çarçewê de bixebite, û sudê ji têkariyên derve jî,
bi rêyên aştiyane bibîne. Ji ber vê jî em dibînin ku, partî
û hêzên hevkar di “Ragiyandin “ a xwe de, û bi
kêmasî di warê bîrdozî de, di vê babetê de dîsan serkewtî
ne.
Herweha jî, di vê “Ragiyandina Şamê“
de li ser pirsa kurdî li Sûriyê hatiye rawestandin, ewa
dibêje:”Pêwîst e çareserkirinek demokrat û dadmend ji
kêşa kurdî re li Sûriyê were dîtin, û divê wekheviya tewaw
di navbera nişteciyên Kurd û hemwelatiyên din(ji aliyê mafê
hemwelatiyê, çand, zimanê netewî, mafên desturî, siyasî,
civakî, yasayî li ser bingeha yekîtiya gel û axa Sûriyê bi
pêk bên û pêdivê nasnamên ku, ji Kurdan hatine istandin,
dîsan li wan werin vegerandiin .” Li vir baş zelal
dibe ku, partiyên Ereb û kesayetiyên welatparêz hebûna kêşa
kurdî li Sûriyê wek rastiyekê dibînin, û hebûna kêmnetewên
din wek Eremeniyan ,Çerkesan, Turkmanan li Sûriyê dipejrînin.
Ev bawerdanan ramana şovînîst ya partiya “Bees”pûç û berbat
dike, ew ramana ku, gotiye û hîn jî dibêje :Kurd Ereb in, û
kêşa kurdî li Sûriyê tuneye, peyvdarên fermî yên tevgera
dadmend tawanbar dike, û gelek çalakvanên wê dixe
zîndanan.Dêmek ev tun baweriyên di der mafên netewa Kurd û
kêmnetewên din jî di “Ragiyandinê” de balkêşên
erênî ne, pişt re em dibînin ku, “Ragiyandinê
“ carek din bi taybetî li ser bizava kurdî û çareserkirna
wê radiweste. Di nirîna me de, eger mebesta wê ji kêmnetewên
Sûriyê, gelê Kurd ba, pêwîst bû “Ragiyandin”
yekser di pişt wê re li ser kêşa kurdî ranewestiya, û
daxwaza mafên çandî, zimanî, hemî mafên din yên yasayî,
civakî, û siyasî, careke din li vir nemaze neçespanda û
dubare nekira. Lewra, em li vir têdigînin ku, “Ragiyandina
Şamê“bi çavên cuda li gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê
temaşe kiriye. Em kanin bê dudilî bêjin ku, nûnerên partiyên
kurd mîna me, dixwastin di vê “Ragiyandinê” de
pirsa gelê Kurd, dîroka Kurdistanê, hevpeymanên Saykis
-Bîko, Lozan û Sîver jî bi geşî bihatana bîranîn û
terxandin, û hîn zelaltir em bêjin; eger di “Ragiyandinê
“ de weha bihata nivîsîn, wê pir baş ba, belkî riya xebata
me gelekî kintir biba, û em bi zûtirîn dem bigîhana
armancên xwe yên pîroz:”Welatê Sûriyê ji du gelên
bingehîn Ereb û Kurd û ji hin kêmnetewên din ava dibe, Kurd
li ser axa xwe ji hezaar salan de dijîn, û navçeyên kurdî li
gor dîrokê û erdnîgariyê beşek ji kurdistana mezin e,Sûriyê
wek ax û erd ya du gelan e, û her miletek dikane niha an
paşê mafê xwe ya çarenûsî bixweze, lê gelê Kurd niha bi
federaliyê qayil dibe .” Belkî wê hîn pir û pir basştir
ba, eger rêberên me bi çovên suhrebaziyan kanîbana mafê
serxwebûna Rojavayê Kurdistanê jî di “Ragiyandinê”
de - bi Erebên pir demokrat - bipejrandana. Lê, her kesek
zane ku, siyaset ne tenê zanistî ye,lê hunera kanînanê
ye jî; ango ne daxwaza dilan e, eger em bixwazin ji hev
têbigînin, wê pir di cihê xwe de be, eger em taqekirina
Kurdistana Îraqê li vir ji xwe re bikin nimûneyek ronak û
sudê jê wergirin. Kurdistana îraqê ji Kurdistana Sûriyê
mezintir e, û gelê Kurd li wir ji me pirtir e, li wir pir
raperîn û şoreş çê bûne û têkçûne.Şoreşa Kurdistana Îraqê bi
seroketiya nemir M . Barzanî di sala 1961 ê de daxwaza
xudmuxtariyê dikir, piştî bi hezaran Kurd pakrewan bûn,
hukumeta Îraqê neçar bû ku, hevpeymana 11 Avdarê û di bin
mercên pêkanîna autonomiyê li Kurdistana Îraqê mur kir, lê
mixabin dîkteturên dewleta Îraqê E.H.Bekir û Sedam Husênê
xwînvexwar xalên hevpeymanê bi kar ne anîn, û bi ser da jî
ewnan pîlanên gemarî û şovenîst li navçeyên Kurdistanî bi
pêk anîn. Yanê, rêvebirên kurdistanaê di wê demê de bi
autonomiyê razî bûn, tevî ku, ewanan dizanîn ku, mafê gelê
Kurd ne tenê autonomî ye. Vêca kî ji me niha kane bêje ku,
pêşengên şoreşa Kurdistana Îraqê di wê demê de nezan,
tirsonek, an xwefiroş bûn, ji ber ku, ewan nikanî bûn
daxwaza federaliyê an serxwebûnê bikirana ? ?.
An eger ku, dewleta Îraqê di wê demê de
“Autonomî “ li Kurdistanê bi rastî pêk anî ba, ayan gelê
Kurd û rêberên Kurd dê her dem di sîbera autonomiyê de
bijîyana, an ewanan li gor rewşa cîhanê û hêza xwe,wê
daxwaza mafên netewî berferehtir bikirina ?.Bê guman bersiv
erênî ye!.
Em werin ser rewşa niha li Îraqê û li herêma
kurdistanê.Berî ku, destura nû bête nivîsîn û pêşkeşkirin,bi
dengdana %90 ji gelê Kurdistanê daxwaziya serxwebûna
Kurdistanê kirin. Lê, ji bo çi pêşengên Kurdistanê nikanî
bûn vîna gelê kurd li Bexdadê bi eşkere derbibirîna ? û ji
bo çi ev daxwaza dadmend li wir nekirin ?. Ma gelo, rêberên
partiyên kurdistanê û bi taybetî serok kek Mesud Barzanî û
serok mam Celal Talebanî naxwezin Kurdistan niha serbixwe be?
Bê guman ji zû de dixwazin, lê ewanan rewşa cîhanê û navçeyê
û helwestên dewletên dirawsê baş dizanin, nirîn û hêzên
derdorên xwe li hundir û li dervayî Îraqê rind dibînin, deng
û baweriyên wan baş dibîsin. Pêşengên Kurdan zanin ku, bayê
siyaset û berjewendiyên pir welatên hêzdar wek Emerîka,
Birêtaniya û hêdî hêdî pir welatên din yên ewropî berve wan
diçin, lê ewanan dizanin jî ku, ew weltan niha tenê bi
Kurdan nagrin û gelê Ereb û bi dehhan partî, hêzên erebî yên
demokrat, lêberal li Îraqê û li herêma Rojhilata Navîn
bernadin. Lewra jî, ev hemî faktorên berbiçavkirî, têkariyên
xwe yekser û raste rast li ser helwest û daxwaziyên nûnerên
Kurdan hene, mercên ramyarî û tiwanên îroyîn aloziyên mezin
li pêş daxwazên me yên rewa radiwestin .
Herweha jî divê em vê rastiya dîrokî û
siyasî bêjin ku, piraniyên partiyên Kurdistana Îraqê hîn
berî raperîna 1991 ê li Kurdistanê û berî rûxwendina rêcîma
Sedamê dîktetur hevkarî û beriyên niştimanî li dijî rêcîma
Sedam çê kirine û têkoşînên hevbeş ji bo têkbirina destlata
paşverû û regezperest kirine, û ewanan bi hev re bi
alîkariya hevpeymana navdewletî û bi seroketiya Emerîka,
Îraq rizgar kirin, û îro jî ev partiyêrn Ereb bi partiyên
Kurdistanî re encumena Îraqê damezrandin û nûnerên vê
encumenê destura welêt nivîsandin. Dêmek tevî vê
hevpênasîyên dîrokî, û xebatên hevbeş li der û hundir welêt,
dîsan nûnerên Kurdan nikanîbûn her daxwezeke xwe di desturê
de bi cih banîna.
Lê kanî em wek tevgera kurdî li Rojavayê
Kurdistanê ji damezrandina partî demokrat a Kurdistan, di
sala 1957 an de li xwe vegerin û ji xwe pirs kin, kanî me di
pêvajoka 50 salî de çiqas pêwendî bi partiyên Ereb yan bi
kesayetiyên siyasî, rewşenbîrî serbixwe re girêdane? Gelek
mixabin em neçar in bersiva vê lêpirsînê, bi bersiva
serokê partiyeke giring bidin.
Di destpêka salên 90 î de min ji serokê
partiyekê pirs kir, ma gelo win têkeliyan bi partiyên Ereb
an bi kesayetiyên welatparêz re li Sûriyê çê dikin ? Ewî
weha gote min “Na, em nikanin, lê belê em car caran
belavokên xwe dişînin ji hin hêzên felestînî re .” Min gote
vî berêzê berpirsiyar,“Ma wilo dibe? Hemî partiyên tevgera
kurdî li Sûriyê di bername û belavokên xwe de biratiya gelê
Ereb û Kurd dixwazin, ev biratiya jî bi têkeliyan tê
terxandin, ma ne wusa ye hevalê berêz ?? Dîsan ewî bersiva
xwe ya - giranbuha - weha daye min “ Erê rast e, lê em çi
bikin ? Dîsan di wê demê de bû, ez bi riyê hevalekî
felestînî têkoşer li Şamê bûme mîvanê berêz Dawud Telhemî;
endamê polîtbîro ya “Eniya demokrat” ya felestînî, û
sernivîserê kovara “Azadî” ya“Eniya demokrat” Min ji wî
pirsî, ma gelo win weşanên partiyên kurdî li vir dixwînin
?an têkeliyên we bi partiyên me re çawane? Ewî gote min:
”Em hin belavokan dibînin, lê mixabin em tu kesî ji serokên
we nas nakin, rêberên we xwe pêş me nakin .” Hîn di wan
rojan de me zanî bû ku, çreserkirina pirsa kurdî li Sûriyê
ne tenê li nik partiya “Bees” ya kevneperest û şoven pir
dijwar e, lê belê pirsa me hîn li nik partî û hêzên demokrat
an yên wek demokratan jî ne pir zelal e, û ewanan hîn
nizanin, ka em Kurd kîne û çi dixwazin, dîrok û kultura me
nas nakin, lê li aliyê din jî, ewanan ji hin çavkaniyên din
yên netewperestên şoven guhdar dikin ku, kêmnetewek penaber
li Sûriyê heye, partiyên wê dixwezin weltê me bi alîkariya
dijminên me wek Îsraîl perçe bikin.
Di vir de me xwest berhevdaneke berbiçav di
navbera rewşa têkeliyên partiyên Kurdistana Îraqê bi
partiyên Ereb re, û têkeliyên partiyên tevgera me li
Kurdistana Sûriyê re bidin xûyan kirin ta ku, em bizanibin
ku, çiqas tevgera Kurdistana Îraqê û hukumeta herêma
Kurdistan bi têkelîyên xwe bi hêzên erebî û yên kêmnetewên
din re li Îraqê û li kurdistanê xurt in û li ser wê bingehê
jî, îro hevpênasîn û destkewtinên netewî li Îraqê û li
kurdistanê ta radeyeke bilind; ango ta radeya federaliyê
tête pejirandin. Bi ser da jî, hin Ereb li Îraqê hene, wek
prof. Munzir El-fedil mafê serxwebûna Kurdistanê jî bi
sanahî dipejirînin û yên wek wî li wir pir in, û ewanan di
dîroka pêwendiyên gelên Ereb û Kurd de nimûneyên geş in .
Dêmek em di vê berhevdanê de jî dibînin ku,
tevgera me herdem bi tirs û bi çavên lêgumankirî li van
Erebên demokratîxwaz temaşekirine. Em naxwazin xwendevan
weha têbigînin ku, em li vir Erebên demokratîxwaz li Sûriyê
bêguneh dikin, bê guman na, lê divya bû,û hîn jî gelekî
pêwîst e, nûner û rewşenbîrên Kurd doza kurdî bi hemî aliyên
xwe ve, bê tirs, bê şerm, û bi serbilindî ji siyasetmedar û
ronakbîrên Ereb re li ser cilê raxin . Ji ber van
sersedemên li jor yên bi lez destnîşankirî, em dibînin li
Sûriyê kesaytiyên Ereb mîna prof.Munzir Elfedil belkî ne bi
qaserî tiliyên destekî ne.
Vêca çawa ev partî û hêzên demokratîxwaz an
yên navê demokratîxwezan li xwe dikin li Sûriyê niha ji her
daxwezeke gelê Kurd re bi sanahî di daxuyniyekê de bêjin
erê!.
Wek em hemî dizanin, piştî ku, Dr.Beşar
El-Esed jî bê vîna gel dibe serkê komara Sûriyê, ewî hin
sozên pêkanîna demokratiyê daye miletên Sûriyê, di vê
navberê de hin hêzên kurdî û erebî bi hevre têkelî çêkirin,
hevdîtin û civînên hevbeş li Heleb û Şamê li ser doza
demkoratiyê û doza kurdî pêkanîn.wek em zanin bêhna hukumeta
El-Esed pir zû ji têkoşînên demokratiyê teng bû, û dîsan wek
Ereb dibêjin “ Helîme dîsan vegeriya adetên xwe yên berê “
ewî gelek çalakvanên Kurd û Ereb xistin zîndanan. Lê li vir
helwesta dewletê niha ne mijara me ye, lewre emê dîsan
vegerin ser pêwendiyên Kurd û Ereban li Sûriyê. Têkeliya
hêzên kurdî û erebî hîn berdewam e, lê wek me goti bû, dema
hevnasîna wan pir kurt e, û ewanan bi hev re di”Ragiyandina
Şamê“ de wek me li jor nivîsiye;gihan hin xalên
hevbeş.
Hin partî û kesayetiyên Kurd
dibêjin,pejrandina mafên gelê kurd di “Ragiyandinê
“ de kêm e. Em li vir nirxbuhayê didin van nirîn û daxwazên
dadmend, li gor mafên gelan, destur û rêbaza”
Yekgirtya Miletan”, em jî nirînên van têkoşer û
welatpêrêzên serbixwe dipejrînin.Lê, pirsa me ya giring ew
e, eyan ev partiyên ku, li bin vê daxûyanê morkirine, nizanî
bûn ku, mafên gelê me yên rewa li Sûriyê çine ? Bi ya me be,
ewanan jî weke yên din, mafên me baş zanin û ewan mafan di
bernamên siyasî de zelal kirine. Lê pirsa xwe davêje holê,
dîsan ev e¸çima ev partiyên me hamî daxwazên gelê me di “Ragiyandinê”
de bi cihnekirine ? Eyan ewanan pirsa kurdî li Sûriyê, wek
hin kes dixwazin carna bêjin, firotin? An ewanan nikanî
bûn hemî daxwazên me bi wan hêzên erebî bidana pejrandin ?
Berevajayî wê, an hêzên hevkar hîn nikanin an naxwazin li
doza me, wek em dixwazin, binêrin?.
Em di vê nirînê de ne, ku partiyên me nikanî
bûn her daxwazekê bi wanan bidana pejrandin, ji ber ku ev
hêz, partî û kesayetiyên Ereb û welatparêz yên ku, niha
dixwazin bi nûnerên gelê Kurd re diyalogan bikin, hîn serên
wan ji netewperestiya erebî ya asoteng nehatine paqij kirin,
lê pêwîst e, em bêjin jî, ne ew tenê pirsa me ji hemî aliyan
ve, napejirînin, lê hîn gelek rêxstinên din erebî ji bilî
awerteyekê an du awerteyan, û xwe wek opozîsiyon dêjmêrin,
dîsan gelê me wek neteweke serbixwe û li ser axa xwe
Kurdistanê dijî û mafê çarenûsî an autonomî napejirîne. Di
vir de pêwîst e nûnerên gelê Kurd diyalogan bi van hêzên
Ereb re bibirin an berdewam bikin?. Bê guman di nirîna me de
pir pêdivê ku, hevdîtin, diyalog, û civînên hevbeş werin
berdewamkirin, û ewanan daxuyaniyên hevbesş bi hev re
derxînin, û eger daxwziyên me hemî îro di wan “Ragiyandin
an daxuyaniyan de “ netên çespandin, ev netê vê
wateyê, ku tevgera me siba an du siba hin mafên din yên gelê
Kurd di daxuyaniyên duhatî de neterxîne.Dêmek pêkanîna mafê
gelê Kurd ta radeya çrenûsiyê bi daxuyaniyekê an bi du sê
ragiyandinên hevbeş çareser nabe, û tu pirsgirêkn demokratî
an netewî di demên kurt de, û di çend civatan de dîsan
çareser ne bûne. Pêwîst e em hemî ji xwe pirs kin, eger
nûnerên partiyên me li bin vê “Ragiyandinê “
mornekirana û piştên xwe bidana van hêzên Ereb, dê kî pirtir
ziyanê bibîne ?Bê dudilî em dibêjin;dê tevgera kurdî pirtir
û pirtir ziyanê bibîne, û dîsan dê tevger wek berê tenê di
nav xwe de bixebite, û pirsa kurdî di tenayetiyê de bihêle.
Eger tevgerek çiqas rewa û dadmend be, û di
tenayetiya xwe de bijî, an li dervayî hevkêşeya siyasî
bimîne, hêviyên serketinên wê pir û pir dûr dibin û belkî jî
ewa ne gengaz be.
Ev nirînên ku, dibêjin;divê em kurd yekser
hemî mafên xwe yên rewa ji hêz û gelê serdest bistînin, an
jî, eger me nikanî bû, divê em piştên xwe bidin wan û em
herin li kolanên kurdî tenê xebatên xwe berdewam bikin an
tenê dengên xwe li gelî û newalên Kurdistanê bilind bikin,
bi baweriya min, di wê hîngê de, em xwe bi xwe sedemên
şûnketina tevgera xwe hîn pirtir dikin, û dîwarên bilind li
ser riya xebatên xwe ava dikin,
bi gotinek din, ev tun baweriya li dijî hişmendiya siyasî,
yasa û şêwaza diyalogan e. Gava em dibîjin; “Ragiyandina
Şamê “ gaveke erênî ye, ev netê vê wateyê, wek me
berê jî nirîna xwe derbirî ku, kêmaniyên wê di derbarê mafên
gelê kurd e, nîn in, an ewê vîna gelê kurd derbiriye. Eger
em li bernamên siyasî yên partiyên tevgera xwe temaşekin,
emê di wir de bi kêmasî, armancên gelê me yên nîzîk bibînin.
Lê, ewan armancan bi şêwazên suhrebazî an bi darê zorê di
gava yekemîn an duwemîn de jî bi pêk nayên,eger bêhna me ji
van aloziyan teng dibe, lê mixabin bê sud e,tenê berxwedan û
berdewambûna diyalogan derman e .
Gava cemawer û siysetmedarên Kurd ji serokê
herêma Kurdistanê kek M.Barzanî pirsîn;ji bo çi we wek
nûnerên Kurdistanê di diyalogên Bexdadê de hemî daxwazên
gelê Kurd neçespandin ?.Serokê berêz weha bersivand û
got:”Me ev kanî bûn, kî dikare pirtir bike, bila bifermin
...”Em jî bi navê xwe dibjin;eger kî ji partiyên me dikane
hemî armancên me an piraniyên wan yekser bi hêzên Erebên
demokrat yên têkar bide pejirandin,bila bifermin. Di wê
hîngê de, dê gelê Kurd gelek bi wan hêz û siyasetmedarên
jîrtir û xurtir xwe bextewar bibîne û rolên wan di dîroka
siyasî de payebilind binerxîne. Di vir de jî bi qaserî ku,
em lome û rexnên xwe arastî hêzên kurdî dikin, em hîn ji wan
pirtir dixwazin rexnên xwe arastî hêz û kesayetiyên Ereb
jî, û bi taybetî yên ku, bi navê demkoratiyê an şaristanyê
dipeyivin, bikin, û bêjin wan ku, pêwîst e, ewanan jî ji
bermayên netewperestên kevneşopî xwe rizgar bikin, li doza
me bi çavên pêşverû û demokratiyeke rastîn binêrin, bi pir
gavên erênî bervên xwe bidin doz û partiyên gelê me, ji ber
ku , eger pirsa gelê me li Sûriyê wek netewek serbixwe,û
xawenî hemî mafên rewa îro çareser bibe, dê di ayinde de, ji
bo berjewndiyên herdu gelan gelekî baştir be. Lewre jî, li
vir em pêşda pêşniyarên xwe ji partî, hêz û kesayetiyên Ereb
re dikin ku, ewanan di daxuyanî û ragiyandinên duhatî
de,zelaltir li ser mafên gelê Kurd li Sûriyê rawestin, û di
serî de pêwîst e weha bête nivîsîn “Welatê Sûriyê yê du
gelên bingehîn e, ango yê Ereb û Kurd e, û lewre jî mafên
herdu gelan li Sûriyê di her tiştî de wek hev in û nûnerên
her du gelan bi taybetî û bi hilbijartinên demokrat encumena
gel hilbijêrin û destura welêt li gor vîna herdu miletên
sereke û kêmnetewên din bête pêşkêşkirin.”. Ragiyandina
van pênasînan kanin di rêya demokratiyeke rastyeqîn de
bibin hîmekî xurt û asoyên pêşketinên dîyalogan bi nûnerên
netewa Ereb re vekirî bihêlin, û berî her tiştî tovên
hevbaweriyan di nav herdu gelan de bi wan pênasînan têtê
çandin.
Herweha “Ragiyandina Şamê “di
cihekî din de dibêje “Divê serbestiyek giştî li welêt
hebe, jiyana siyasî divê li gor yasaya hevdemî ji bo
partiyan bête kirin, pêwîst e ragiyandin û hilbijartin li
gor yasayên hevdemî bête rêxistin ta ku, azadiyê, wekheviyê
û keysên wekhev ji hemiyn re bi cih bîne ...divê mafê
xebatên siyasî ji hemî hemwelatiyên gelê Sûriyê re hebe ...û
her weha pêdivê guhartin ji bingeh de li Sûriyê çê bibin,
û serastkirinên perspankirî an beşane,an bi plan û mebestên
xerap ji aliyên me de netên pejrandin..” Di van
gotinên jorîn de dîsan bêhna demokratiyê û azadiya mirovan
ta radeyeke bilind jê tê.“Ragiyandina Şamê” li
dijî hêrişên derve û guhartinên ji derve jî radiweste, bê
guman mebesta wê hêrişên Emêrîka ye, em jî dibînin ev bi
awakî gelemper daxwazeke dadmend e, lê “Ragiyandin
“ ji bîr nake jî ku, hevgirêdana faktorên hundir û derve di
hemî pêşvecûnên siyasî de li cîhanê rastiyeke obyektîv e .Li
gor em ji vê nirînan têdigînin, yanê partî û rêxistinên
Ereb û Kurd dixwazin sudê ji guhartinên cîhanî bibînin, lê
ewan dixawzin serxwebûna Sûriyê û yekîtiya welêt ji destên
derve biparêzin. Em bawer dikin tu welatparêzê Ereb an kurd
jî naxwaze Sûriyê ji aliyê tu welatê biyanî de bête
dagîrkirin û perçekirin, lê ev netê vê wateyê ku, partî û
rêxistinên Ereb û Kurd ji heyama siyasî ya cîhanî, ji
helwestên welatên demokrat, an ji piştvaniyên welatên
demokratîxwaz, “komela Netewên Yekgirtî,” an “Encumena
Asayiş” yên di qada navnetewî de rewa tên pejrandin, bi
awayên aştiyane sudê wergrin, çimkî mixabin, eger hin
têkariyên derve li ser rewşa me li Sûriyê nebin, hêz û
partiyên me li Sûriyê nikanin bê hin alîkariyên rewa, doza
demokratiyê û pirsa netewa Kurd çareser bikin.
Di vir de dixwazim nirînên xwe bi bersiva
berêz Ismail Omer, serokê PYDK biterxînim,di 27.10.sala 2005
an de, ango piştî “Ragiyandina Şamê “ sê
serokên partiyên kurdî, berêzan I..Omer serokê PYDK, Nezîr
Mistefa serokê PDK “ (ELPARTÎ), Hemîd Hac Derwîş serokê PDPK
bûbûn mîvanê paltaka kurdî, beşdarekî ji mamoste I.Omer
weha pirs kir; di sala borî de hevdîtinek Ereban û Kurdan li
Emerîka bi berpirsiyarên Emerîkî re pêkhat û wek me guhdar
kiriye, ku partiya wejî hati bû vexwendin, lê win li wir
beşdar nebûn, ji bo çi? Berêz I.Omer weha bersivand:” Şêweyê
amedekirin û rêxistinê ji bo wê hevdîtinê li Emerîka ji
aliyê beşdaran de ne baş bû,lewre em jî neçûn wir, lê pirsa
me kurdî li ku derê be, eger li Emerîka be an li welatên din
ewropî be, em diçin wir “.
Ev bawerdana berêz I.Omer ji me ra dide
diyarkirin ku, siyasetmedarên me di tektîk û stratîcîyên xwe
de serbixwe ne, û ewanan jî dixwazin hêdî hêdî xwe ji
siyasetên kevneşopî rizgar bikin.Ev tun guhartinên çawayetî
di helwest û tektîkên siyasî de li nik me cihên pesnê ne û
nîşanên berdewamiya pêşketinê ne . Herweha jî di
Ragiyandinê de hin xalên din giring hatine zimên,
mîna:1- pêwîstbûna pêkanîna bernameke hevbeş û serbixwe ji
hêzên opozîsiyon ta ku, ewa jî gavên bergeha guhertinê amede
bike. 2-Pêwîst e kongireke niştimanî bête amedekirin û hemî
hêzên ku, dixwazin guhartinê bikin, û ta kesên ji dewletê jî
yên ku, vê guhartinê dixwazin, bila di wê kongirê de beşdar
bibin.3-Divê komelek damezrêner bête hilbijartin, û ewa
destureke nû ji welêt re ava bike ta ku, ewa jî
intêgrasiyoneke welatparêzî û terxwendina pirînzîpa
hemwelatî pêk bîne. Û hin xalên din.
Em li vir nirînên xwe li ser xala sisiyan
pir bi neyinî derdibirin,çimkî pêwîst bû di vir de careke
din navê gelê Kurd û mafên wî yên netewî bihata dubare
kirin ta ku, di demên duhatî de, netewperestên keysebaz bi
hin bêje û wateyan li gor nirînên xwe şirove nekin.Em
hêvîdar in di daxuyanî an di ragiyandinên duhatî de ev
kêmasî û hin kêmsayên din dubare nebin, û hêzên
demokratîxwaz di hevkariyên hevbeş de, gavên xwe bi gelê me
û nûnerên tevgera me re rast û pîvanên wekhevî û rastgo
bavêjin .Ji ber ku, tenê bi hevkariyên dilsozane, û
hevbaweriyên rastyeqîn dewleta Sûriyê kane ser riya
şaristaniyek bajarvanî biçe û gelên xwe ji hemî nexwaşiyên
siyasî, regezperestî, şovenî, aborî û civakî biparêze .
Di ser van hemî kêmasiyan de, wek me berê
goti bû, em dîsan dubare dikin ku, “Ragiyandina Şamê
“li ser riya hevkariya hevbeş gaveke xurt û awarte
ye û em bi hêviyên geş çavdêriya gavên hîn xurtir û
berferetir dikin.
1.11.2005
...................................
Veger
>>
tirej.net/com/org