
Azer Osî
Tenahî
Tenahiyê
ji tenahiya xwe netirs
li pê te tiştek tune bû.
Û tu ….
Ne mîna min, li pir deran diyar dibû.
Tenahiyê!
Ma ne, te hişt….
Ji min payîz xemgîn bibe
Û yar işqa min ne pîve
Û şev jî, li min sar bibe.
Tenahiyê
Bi tenha te hiştin
Tu dima.
Û mîna te, bi tenha min hiştin,
ez dimam.
Tenahiyê
Li te geriyan, gêj dibûn
Lê ta ji min hat, min nehişt
Û min…li asoyan te veşart.
Û raza te di gewriya min de ma.
Tenahiyê
Tistê bû…zû ji bîra te diçû
Û tu ji ser hişê xwe ve çû.
Zû bi zû
Te dest peland.
Te bi min kir
Û bi evîna min veda.
Ji te cefilî, hilpekî
Ne tebitî,
fir dida
û ji nişkave, ji asîmanê dilê min firya.
Tenahiyê
Çi hebû,
Û çi gunehên min hebûn
Min bêriya te dikir
Bi te dêşiyam
Min te xwest û yar dixwest
Bi pêjna min re tu dihat.
Lê, wekî hinan te jî kir
Û te min û yar ji hev qetand
Û dilêm dûrî min dixist.
Tenahiyê
Tevî kirin
Tu bi kêrî xwe dihat
Têde tu hosta dibû.
Ji te re, ew hesan dibû…
Ku tu…
Min fêrî tenahiya xwe bike
Û têde min jî pîr bike.
Tenahiyê
Di her derê de, min dida
Û wekî min jî, yar dida.
Min hezdikir, jê hezdikir
Û bi xwe xwedê
Wekî min! jê heznekir.
Têde sergerdan dibûm
Mest û dîn û har dibûm
Û min ne digo:
Ez westyam.
Tenahiyê
Te wekî xwe
Bi min nekra
Tu bi tenha nedima.
Wê cihê min jî
Yê te ba
Û navê te
Navnîşana min bima.
...................................
Veger
>>
tirej.net/com/org