
Arşevê Oskan
Serpêhatiya Nr (19)
Li
welêt, birayê minî mezin endamekî giring yê partiya kominist
bû, rojê deh heval derbasdibûn û deh ji malê derdiketin.
Rebena jina wî ya nexwendî, di nav niqaşan de perîşan bûbû,
rojê deh caran misînê çayê dida ser êgir û di ber suxra re
ne dighaşt. Lê mêrê wê, wek avê bi mijarên siyasetê de diçû
û dihat, ew gotinên wî rojê deh caran dûbare dibûn. Pirtûkên
Markis û Lenîn hemû jiberkiribû, carnan jî ji cem xwe nerîn
didan. Jinikê jî, serê xwe bi bavê zarokan mezin dikir, yê
ku serî lê rût û bêpûrt bûbû û lêvên wî yê mîna lêvên
keçikan sor dikirin. Birayê min, her ku dem di ser re derbas
dibû, di kar û barê xwe de bilindtir dibû. Ew rojnemeya
mezin, ku bi erdebî, bi xêza mezin, li bin wêneyê
damezirvanê wê, yê ku miribû (Nîdal Al-şaib) yanî tekoşîna
gel nivîsibû. Li hundirê wî komkirî bûn, ew wêneyê serok
awirên tûj didan mirov.
Rebena jina wî, keziyên xwe yên hûnayî jêkir
û porê xwe berda ser milê xwe. Kitana sipî û hirbiya rengîn
ji serê xwe avêt û kevanekî heyvînî da pêşiniya xwe. Cilên
wê, ne wek yê taxa me bû, xwe kir wek jina Gorbatşof. Wê jî
dest bi wiskî û kişandina cixarê kir, ew piçikê hişê hebû jî,
ji serî firiya. Li bajêrê me Qamişloka
evînê, gelek partiyên Kurdan yên evîndar hebûn, hingî pirbûn
mirov navê wan jibîr dikir. Birayê min, tim ji min re digot:
„Kuro bi zarokê van partîzanan re nemeşe ha, wê serê te bi
fikrên şofînizma kurdî xirab bikin, wê te hînî
nejadperistiyê û pitepitê bikin, wê te hînî zimanê kurdî
bikin, ku nan û dew di vî zimanî de tune ye“. Her ku ez
mezin dibûm, gotinê wî jî, di serê min de
şax vedidan. Navê
Kurd û Kurdistanê, li ber çavên min reş bûbû, mîna navê
Israîlê.
Di roja reş
ya bîranîna komkujiya Helebçe de, hemû partiyên Kurd cawên
reş li ser deriyên xwe daliqandin, birayê min pir bi wan kêm
aqilan dikeniya. Ew cawê reş tenê li ser deriyê me û herdu
malên hevalên me „Bavê Nîdak û Bavê Muxlis“ nehatibû
daliqandin û tim digotin: van bêbavê partizanên Kurdan, dana
çekên kîmawî dixin sutiyê bavê me yê mezin, Rûssiya. Min û
çend xortên wek xwe, heya ji me dihat, me laqirdî û henekê
xwe bi wan bêhişan dikirin.
Hingî birayê min fikir û ramanên romansî, di
serê min de çandibû, ez nema bi jiyana li Qamişloyê
razî bûm, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsî û serêkaniyê, li ber çavên
min bûn mîna kozikên mirîşkan. Xanîkî bavê minî kevin hebû.
Ew xanî, ji min û bav û diya minî kal û pîr re mabû, min
xanî da ber bazarê, tenê sêsed hezar tê de hat. Ez birayê
biçûk yê delalî bûm, gotina min li cem dê û bavê min nedibû
dido. Modêlek cilan, yan şikandina por nedima, ku min berî
şamiyan dighande Qamişlo. Min dihişt devê ciwanên taxê li
min jihev here. Keçek di taxê de nema, ku min çavên xwe jêre
neşikand.
Rojekê ji rojên zivistanê, li serê min xist,
ku ez bi wan pereyên xênî derkevim dervî welêt. Min baş
dizanîbû, ku bav û diya min gotina min naşikîn in. Berya wê
demê min gelek qaçaxçî naskiribûn. Min ji bavê xwe re got:
çend roj ji temenê we mane ku hûn bimirin, tiştek ji we
xirab nabe, pêdiviya we bi xênî û peran nema ye. Lê yê min,
paşeroj li bendî min e. Min ew xistin binê odeyeke biçûk û
ew pere dan qaçaxçî û min berê xwe da Rûsiyaya pîroz, ya ku
navê wê, ji ser zimanê me nediket. Li wir ez du mehan hatim
girtin û wan ez xistim zindanê. Her ku min digot birayê min
hevalê we ye, kesayetek mezin e, bi gotinên min dikeniyan,
wekî ku ez dîn bim, lê pirsa ku ji min dikirin: ev
komisistiya ku mala me wêran kiriye, gihiştibû welatên we jî?.
Min got: birayê min û jina xwe guliyên xwe bi ser we de kur
dikin, çima hûn min nadin xatirê wan!!??.
Wer hasil, piştî çar mehan bi rê de, ez
gihiştim Almaniya û li Lûbekê peya bûm. Bi gihandina xwe re,
min pêncî euro li erdê dît, ez li wan daqûl nehatim û min
got: ma ez ji bo pêncî euroyî hatime Almaniya. Rast e, min
beriya niha bihîstibû ku li Almaniyayê pere li erdê rijiyan
e, lê ji vî awayî bêhtir in. Piştî sê mehê min li kampa
penaberan qediyan û ku serê min li dîwarê gorê ket, ku meha
mirov tenê çil euroyî didin, ez li wî pêncî euroyê erdê
poşman bûn.
Ev bûye du salên min, mafê rûniştinê û kar
nadin min, ez nema zanim ezê çi bikim. Dikim û nakim nikarin
hînî ziman bibim, ku bi zimanê wan jinekê peyda bikim, da ku
bi min re bizewice. Zimanê wan, di vî guhî re derbas dibe û
di yê din re derdikeve, ne zimanê insanaye yahoo.. ya herî
xirab ew e, ku ez nema karim vegerim welêt jî, ne ji ber
hikumetê. Ez dizanim birayê min û hikumet qûna di derpêkî de
ne, lê ji ber ku tiştekî min li wir nema ye. Ez pir pir
poşman bûm e, ku ez hatim Almaniyayê, lê mala birayê min ne
ava be, hema ji min re digot: „tu bûye xort û tu bi jiyana
xwe azad e, wek xwe bike, Idiyolojiya partiya me, wisa
nivîsiye“.
...................................
Veger
>>
tirej.net/com/org