
Qado Şêrîn
Ne tenê bi
pênûsan,
belê bi lêv û serê memikan jî helbest têne nivîsandin.
-Dema laş daxêve
afirandin diraweste,
-Dema sênga boz tê
dîtin bawerî tên guhertin.
-Ez laşê xwe ji bo
pêşxistin û nûjeniya çanda kurdî pêk tînim.
-Helbest ne tenê
bi pênûsan tên nivîsandin, belê bi lêv û serê memikan jî.
-
ez xwe bi hemû serokên kurdan nadim
- dema laş daxêve
pênûs dirawestin.
-dema laşê jinan
dîlana xwezayî dikin xelat û şehnazî bê nirx dimînin.
-jin bi
laşê xwe dikarin dasîtanan binivîsin.
-
helbest bi laşê min ve şîn tên.
* Berî çend şevan nivîskara navdar Kokê bû
mêvana xewna berî berbangê û min ev hevpeyivîn pêre kir.
Xêrhatin:
Wek jineke kurd, wek helbestvaneke kurd, wek diyeke kurd,
wek xatûneke kurd, wek xwedî zimanekî xweş û şêrîn, wek
laşekî spehî û nazik, wek xalxalokekê, wek nûjenvana
helbesta kurdî û wek gula helbestvanan tu li ser serê min î
zelût hatî û di ser çavên min ên sor re hatî, ax ne tu
nizanî ez çiqas bi dîtina te kêfxweş û şad im, min bawer
nedikir rojekê ji rojan te bibînim, gelekî bi xêr hatî. Ez
ji te hez dikim.
Kokê:
spas, ji ber ez jin im te ewqasî pesnê min da, mane wisa ye?,
bê guman ko ez ne jin biwama te ewqase gotinên xweş ne
digotin, dêmek te çavên xwe bera min daye, min zanîbû ew
awir ne vala ne, piştî hevpeyivînê emê hevûdu li ser avê
bibînin. Ê hina navê wan derdikeve û hinan qûna wan
derdikeve.
Pirs1:
berî tu bibî helbestvan tu çibû?, te çi dikir?, te dema
xwe bi çi diborand?, tu dikarî di derbarê jiyana xwe de bi
kurtî baxêvî..?.
Kokê:
berî ez bibim Kokê û evqas xirecir li dor min peyda bibe ez
ne tiştek bûm, min zarok ji kurdan re çê dikirin, min dema
xwe bi xwedîkirina mirîşk û rûniştina li ber rêzefilmên
ereban diborand. Min motik dixistin bin mirîşkan, min qirêja
bin pez paqij dikir, min bi heftokan dilîst, min sê dan av
ji bîra şor tanî. Dema ez zaro bûm min xefk û dav li ber çûk
û çivîkan vedidan. Min bê dilê xwe mêr kir, bavê min ez bi
darê zorê dam, min ji yekî din hez dikir, ax kuriko ez qet
te ji bîra nakim. Xefk û davên wî vala nediman, tim çûk ji
min re digirtin, min ji goştê çûkan pêve nedixwar, gelekî ji
min hez dikir, hîn jî hevdîtina pêşî tê bîra min, du caran
maçî min kir û destê wî di nav memkên min debû û digot: ez
ji te hez dikim. Wê çaxê em di kadîna mala xaltîka min de
bûn, jixwe diya min carekê em di wê kadinê de girtin û ji bo
wisa ez nedam wî. Ax min çi bêrya wê kadînê kiriye.
Pirs2:
naxwe tu tim di kadînan debû yî, kadîna bîranînan?
Kokê:
belê, lê ne tim, rojane du-sê saetan, tu dikarî bêjî ko ez
tim bi ka bûm. Ta niha û piştî çend zik zarok jî ew kes ji
bîra min ne çûye, her ko mêrê min bi min re radizê ew tê
bîra min, ko neyê bîra min ez kêfxweş nabim, ez wek perçak
qeşê me.
Pirs3:
çima we hevûdu ne revand?
Kokê:
min jê xwest û got; kuriko wer em hev birevînin, lê wî
newêrîbû, ji kuştinê ditirsiya, digot: wê bav û birayên te
guh û pozê min jêkin.
Pirs4:
navê wî çi bû û niha rewşa wî çi ye?
Kokê:
navê wî Tewaro bû û niha dîn bûye, bi çolan dikeve û kirasê
xwe diçirîne, bi keran re radizê, wan hembêz dike jê weyê ez
im, kera hembêz dike û dibêje: Koka min wele ji te hez dikim.
Ax ax çi gunehe..dilê gawiran pê dişewite.
Pirs5:
tu bêrya wan rojan dikî?.
Kokê:
niha na, ez bi jiyana xwe li van welatan razî me, vaye wek
tu dibînî ez bûme helbestvaneke navdar, hemû nivîskar,
rewşenbîr, rewşenkîr, rexnevan û textikvan bejna xwe ji laşê
min re ditewînin, hemû li dor min digerin, min jinên wan li
ber çavên wan reş kirine, ma wê çi bi min bê ko ez
ramûsanekê bidim wan, tiştek ji min naweşe, dako rêncberiya
min bikin, dako helbesteke min serast bikin, dako helbesteke
min wergerînin zimanê çûka, dako nivîsin xwe bi nav û wêneyê
min belav bikin, ser bi ser, ramûsanek bi helbestekê, hemû
razîbûna min ji bo ramûsanekê dixwazin, bê şêwra min narin
destavê, ko ez Messengera xwe vedikim, xwezî tu bi rih û can
bî û tu bibînî bê çend kes û hemû jî nivîskar in, bi min re
chat dikin. Berî çend rojan nivîskarekî ji min re namek bi
E-mail ê hinart, têde nivîsandibû; dema ez bi jina xwe re
radizêm ez te li bîra xwe tînim, û ev ji bo min serkeftineke
bê hempaye, ev tê wê wateyê ko laşê min mîna helbesteke
afesanî xweş û bilind e û bi rola xwe radibe. Ma helbest
tenê bi pênûsan tên nivîsandin, belê bi lêv û serê memikan
jî. Berî demekê helbestvanekî rih dirêj helbestek xwe li ser
pişta min nivîsand û li bin danî: bila beramberî vê
kêfxweşiya dîrokî be, ango ser bi ser..bila ji te re
be..diyarî te..bi navê xwe belav bike. Jixwe pişta min a
fireh û gewr têra nivîsandina dasîtanekê dike. Piştî em şer
û cenga sîng û beran bi dawî tînin, ez pişta xwe didimê û ew
êdî dest bi nivîsandinê dike, helbestên ko li ser pişta min
têne nivîsandin xurt û bilindtirin ji yên ko li ser pelan
têne nivîsandin. Ma ev ne xizmete di ber çanda kurdî de?, ma
kes wek min heye ko xizmeta çanda kurdî dike?. Her yek bi
şêweyekî xizmeta canda xwe dike, û ez bi laşê xwe vê xizmetê
dikim. Bi gotineke xweş ez xwedî malper, rojname û kovaran
dîn û kor dikim.
Pirs6:
ev tê wê wateyê ko tu ne jin biwa
tu ne dibûyî helbestvaneke navdar, bi wateyeke din, ko tu ne
xweşik û spehî biwa tu ne dibûyî navdareke kurd?.
Kokê:
şek û guman di vê yekê de nîne, jixwe ko ez ne xweşik û
spehî biwama kesî silav jî li min nedikir. Xêra xweda bi min
kir ev laşê spehî da min, lê ev tenê ne bese, şêwe pêwiste,
çilo û çawa tê laşê xwe wek alav pêk bînî. Ma kî Salihê
Heydo, Mele Palo, Qado Şêrîn, seydayê Dilbirîn, Şêrîn Remo û
Ehmedê şêx Salih nas dike, kî Nesrîn Têlo û Diya Ciwan nas
dike. Dema laş daxêve afirandin diraweste, dema sênga boz tê
dîtin bawerî tên guhertin. Lê ne hemû jinên xweşik û spehî
dikarin wek min bin, şêwe û zanebûn jê re gereke, jixwe kes
wek min nizane mêran bixapîne, ez çavekî yan ramûsanekê li
ser baskên ba didim wan û di dûv re tiştekî ji wan dixwazim,
îca ew kiye yê ko daxwazên min pêkneyne. Bi gotina xweş tu
dikarî maran ji qulan derxînî, ez jî du gotinên xwe ji
nivîskaran re dibêjim dibin pepûk û her tiştî ji min re
dikin. Ez laşê xwe ji bo pêşxistin û nûjeniya çanda kurdî
pêk tînim. Dema nivîskarekî kurd ji laşê min têr bibe, bê
guman dê bikaribe bêtir binivîsîne, laşê min ferhenge, ma
îca ev ne di xizmeta çanda kurdî de ye..gelek caran li ser
laşê min helbest hatine nivîsandin, ta niha jî şûna pênûsan
li ser pişta min heye…
Pirs7:
tu dikarî çîroka helbestvaniya xwe bibêjî?, tu çilo û çawa
bûyî helbestvan?.
Kokê:
çîrok dirêje, bibore nikarim hemî bêjim, lê piçek ji vir û
piçek ji wir û piçek ji dera han ez bûm helbestvan, gotinek
ji vî û hevokek ji wî û wergerandinek ji yê din ez bûm
helbestvan. Hinan helbestên xwe bi ramûsanekê bi navê min
belav kirin. Laş û zimanê min î xweş û şêrîn ez kirim
helbestvan, di vê dema dawî de Messenger jî baş alîkariya
min û vê yekê dike, nivîskarekî Microfon û Camera digital
ji min re kirî, tu dizanî ji bo çi ne. Yekî nivîskar ez
kirim helbestvan, lê piştî bîn bi min ket lingê xwe li qûna
min xist û çû, ji wî weyê kesî din nîne, ez niha ji wî
navdartirim, ji min diqehere, dexseyî min dibe, ko ez di
Televizyonan de derdikevim diteqe, dibehece, celta lê dixe,
jixwe dîn û har dibe dema ez ji bo mehrecan û simînerean
tême vexwendin, wî baş alîkariya min kir û ez qenciya wî ji
bîr nakim, wî ez kirim helbestvan, lê wî jî baş sûde ji vî
laşê xweşik û nazik wergirt, têra jiyana xwe di cugrafiya vî
laşî de çêra û gevizî. Ev yek çîrok û serpêhatiya Jean-Paul
Sartre û Simone De Beauvoir tîne bîra min. Tu li çîrok û
serpêhatiya me binerî tê bibînî ko ez û Simone De Beauvoir
mîna hev in, wê bi laş û pênûsa xwe dinivîsand, ez jî bi laş
û ziman dinivîsim, ma îca cudahî di ku deye. Ez laş wek alav
û hewcedariyeke giyanî û ji bo berjewendiya xwe ya kesane
pêk tînim, her wisa ziman û şêweyê têkiliyan..
Pirs8:
rojnamevanekî Swedî ez ragihandim ko tê nêzîk xelata
Nobel wergirî, ma raste?.
Kokê: raste, ma çima ezê wernegirim û ev laşê
spehî û xweşik ê min e, ev zimanê xweş û şêrîn ê min e, hemû
nivîskar û bi hemû şêweyan ji min re dinivîsin, hemû merovên
xelata Nebel wergirtine bi nivîs û mivîs, bi pirtûk mirtûkên
xwe wergirtine, lê ezê ji we re bidim diyar kirin ko ezê bi
laş û zimanê xwe wergirim, dema laş daxêve pênûs dirawestin,
dema laşê jinan dîlana xwezayî dikin xelat û şehnazî bê nirx
dibin, jin bi laşê xwe dikarin dasîtanan binivîsin, ez jî bi
laşê xwe dinivîsim. Laşê min helbesteke
dirêêêêêêêêêêêêêêêêêêêêêêêêêêêje, na romaneke dirêêêêêêêêêje.
Nêzîk ez û serokê komîteya organîzekirina xelata Nebel li
hotela Mesmes li gel hev dirûnên, min xefkek yazde diran li
ser sînga xwe li ber vedaye, hun ê bibînin ez ê çi bikim û
çi nekim, hun ên bi hişê xwe diramin û bi pênûsê dinivîsin,
lê ez bi laşê xwe diram im û hin din dinivîsin. Berî sê
hefteyan nivîskarekî navdar reşbeleka romaneke xwe da min û
got: bihayê vê şeva xweş û dîrokî bila ev roman ji te re be..
Pirs 9:
tu dikarî navê wî bêjî?
Kokê:
bibore ez nikarim wî bi nav bikim, kurd e lê bi kurdî
nanivisîne, bê rih e, li gelek welatan geryaye, tewtewe ye,
ji bo wergirtina xelata Nobel di rêzê deye. Te ew nas kir?,
ma mamik e..şil dikim, rep dikim, bi nav dikim lê ji te re
nabêjim.
Pirs 10:
ji bilî helbestan tu çî din ji bo çanda kurdî dikî?.
Kokê:
bi ramûsanekê û sê gotinên evînî hunermend û
stranbêjê navdar Şiva Ter CD yek ji helbestên min derxist.
CD ya wî bi helbest û gotinên min gelekî nav da. Wekî din ko
nivîskarê kurd ê navdar Şîşa Tenûrê ko mehê carekê sînga min
a gewr û nazik tewaf neke nikare binivîse û du gotinan deyne
ser hev, ma ev ne şêweyek ji şêweyên nivîsandinê ye, ma ne
gereke ew helbest li min û wî bên parvekirin, wek du
hevparan li hevûdu belav bikin.
Pirs11:
diyare tê di dîroka wêjeya kurdî û cîhanî de bibî simbol
û nimûne?.
Kokê:
çima na, ji bo me kurdan serkeftine ko jineke kurd bibe
nîmûne û simbol, bi taybetî ji bo jina kurd. Dema navê Kokê
bê gotin, dê her kes bizanibe ew jina ko bi laş û zimanê xwe
bû helbestvaneke navdar. Navê min dê bi vî şêweyî bikeve
ferhenga simbolan. Kokê: jineke kurd bû bi laş û zimanê xwe
bû helbestvanek navdar û helbesta kurd ji qonaxekê bir
qonaxekê.
Pirs 12:
ji bersivên te diyare ko laşê te rola afirandinê dilîze?.
Kokê:
çima na,
helbest bi laşê min ve şîn tên, helbest ji laşê min diweşin,
laşê min mêweya helbesta ne, laşê min afirandin bixwe ye,
laşê min afirandinê belav dike, laşê min hêza afirandinê
dide gelek nivîskar û helbestvanan, laşê min jêdera nûjeniyê
ye, ko ne ji laşê min biwa dê ewqase malperên kurdan
birawestiyana,
Pirs 13:
Tu berî demekê li bajarê min bû lê
tu nehatî ba min, çima tu carekê nabî mêvanê min jî, mane
qaşo ez jî nîv nivîskarek im?.
Kokê:
Tu nivîskarî, lê emê nirxê te nizanibin ta
ko tu nemrî. Lê çima ez nayême ba te, ew çîrokeke dine,
ezbenî ez nayêm ba te ji ber tu Wiskiya ALDI didî merov,
yaho hema ji bo min şûşeyek wiskiya Chivas Regal
bikire da ko ez bi bişkojên memikên
xwe helbesta dawî li ser dîwarê oda te ya razanê binivîsim.
Pirs 14:Çi
cudahî di navbera nivîs û berhemên mêr û jinan de hene?
Kokê:Du
memik û laşekî nazik hene. Wêne û nav hene, messenger heye
Pirs 15:Te
di hevpeyivîneke xwe de gotiye: “ez xwe bi hemû serokên
kurdan nadim“ gelo mebesta te ji vê gotinê çi ye?.
Kokê:
Ez helbestvan im, nivîskar im, nûjeniya
wêjeya kurdî me, afirandinê dikim, lê ew çi ne, her yek
dikare bibe serok, jixwe 40 melyon serokên me hene, lê çendê
wek min di nav me kurdan de hene, her kes dikare bibe serok
lê her yek nikare bibe wek min, ji ber vê yekê min wisa got
û ew serok hemû dê bimrin lê ezê zendî ta û ta di dîroka
gelê xwe de bimînim.
Pirs 16:
Li dawî gelek spas ji bo vê
derfeta dîrokî ko te ji çaxê xwe da me û xwendevanan.
Kokê:
Ez jî te spas dikim li ser vê hevpeyivîna
vekirî, eşkere û demuqrat, fermo ji te re rûyê min, bi lêvên
xwe ramûsaneke germ li ser çap bike, serkeftin para we be..
11/11/2005
...................................
Veger
>>
tirej.net/com/org