
Heyder Omer
Welatperwerî, çand û wêje
Berpirsiyariya sincî û toreyî ye
-1-
Mijara
min ji bo vê hejmarê, ne ev bû, lê piştî gotarên her du
birêzan; Şahînê Bekirê Soreklî, û Tosinê Reşîd gîhan deste
ya kovarê, û min ew xwendin, hundirê wan bala min kişand, û
gotara, ku min amade kiribû dane paş.
Ez naxwazim mofirk, hizr û ramanên wan
her du gotaran, li vir, dubare bikim, ji ber ku ew ji we ve
nêzîk in, teqez we ew xwendine, û pirsgirêkên, ku dilivînin,
bala we jî, mîna ya min, kişandine.
Gelo, di tenga çadê re, wek çawa birêz Ş.
B. Soreklî dinasîne, me ta îro çi kiriye?!.(
mebesta min Kurdên Jêrxetê ye ). Eger me
tiştek kiriye, ka ew çî ye, û diyardeyên karê me çi ne?. Lê
eger me nikiriye, çima?!.
Rast e, pirsgirêkên, ku birêz Soreklî nîşan
dike, kar û barê dewlet û sazûmanên mezin e, me jî ew
sazûman, ji ber sedemên em gîş dizanin, nîn in. Lê gelo, em
dê, heya bidestxistina wan sazûmanan, destbest bimînin,
pişta xwe bidin dîwaran, û li benda dewletên serdest bimînin,
ku bêjine me; va ye me her tişt ji we re amade kiriye, êdî
fermo bi zimanê xwe bixwînin, û binivîsin, çanda xwe bidin
ser hev û tomar bikim, wek çawa birêz T. Reşîd dibêje?!.
-2-
Li şûna sazûmanan, me tevgera rêzanî he ye,
ku çavên Kurdan her tim ber bi wê de ne, wekî ew vî barê
giran hilde ser milên xwe. Rast e, evê tevgerê perztirîn û
hukardartirîn rola xwe, di tenga hişyariya netewî re,
lîstiye. Rast e, ewê bi cefayên hin nemiran berên gelekan
ber bi xwendina zimanê dayikê de daye, li dirêjiya 50 salî
gelek rojname û kovar derxistine, û hemî nivîsevanên me, yên
îro, di wan diyardeyên rojnamegerî re derbas bûne. Kesê ku
vê yekê ji bîra bike an veşêre, di kêlek rastiya berz re
berbas dibe, û wê nabîne.
Tevî ku hemî endamên tevgerê û serkêşên wê
jî dizanin, ku rola wê li ber dergehên vê şûnê tewaw nabe,
belê ev şûn, di vî warî de, gava yekê ye, lê mixabin bi
dil-êşiya bê hempa dikarim bêjim, ku tevgera me ev gav
derbas nekir, bi ser de jî, her çû, bi şûn de ma.
Eger ev boçûna min şaş be, ji dil jî
dixwazim şaş be, kî dikare, wek nimûne, li dirêjiya van 50
salan, navên 15 pirtûkan bêje, ku rêxistinên tevgera me ew
çap û belavkirine?!. Ez bawer im, gava mirov hejmara çend
pirtûkên, ku tevgerê çap kirine bide hember ên ku HAWARê çap
kirin, dê şerm bike, tevî ku hîngê xwendevanên zimanê me bi
qaserî tiliyên destekî bûn, û tenê mirovekî bi ked, cefa û
pereyên xwe HAWAR çap dikir,ta ku ji neçare tiştên mala xwe,
ji bo xatirê wê difirot.
Dîsan kî dikare bêje; va ye vî kesî, wî kesî
ji pêşeng û serkêşên rêxistinên tevgerê ne, ev gotar û ew
gotar bi zimanê xwe ye netewî nivisandiye?!. Kî dikare bêje;
va ye 10 birêzan ji serkêşên rêxistinên tevgerê ne, ku
hejmara endamên komîtên navend bêtirî 200 kes in, bi zimanê
dayik dixwînin û dinivisînin?!.
Bi ser de jî, gava hin kesên, ku çand û
ziman qisaweta wan e, bi hewildanên tekan e, cefayên xweyîtî
û bi pereyên xwe berheman çap dikin, rêxistinên tevgera me
ji bo wan nabin alîkarên belavkirinê, pêre jî nivîsevanê me,
di heman demê de, dibe çapker,belavker û pirtûkfiroş, û
pirtûkên wî di kerton û tûrikan de dimînin, û pereyên, ku ji
qirikên zarokên xwe girtibûn, dabûne çapxanan ber ba diçin.
Dîsan eger ev boçûna min şaş be, ji dil jî
dixwazim şaş be, kî dikare bêje; va ye vê rêxistinê an wê
rêxistinê evqas nisxe ji pirtûka min kirî, an ji min re
belav kir, bê ku ez endamê wê bim?!.(hin caran guhên ker di
yên endamên rêxistina xwe jî yaldikin). Kîjan nivîsevan
dikare bêje; va ye min pirtûkeke xwe, bê pere, wek diyarî da
vê rêxistinê an wê rêxistinê, ku ji xwe re çap û belav bike,
û wê ev diyariya min pejirand?!.
Carekê dostekî, ku endamê partiyekê bû gote
min: "10
nisxeyên pirtûka filan helbestvanî li ba min bûn, ku ez jê
re bifiroşim, lê gava berpisiyarê min li ba min dîtin, gote
min eger te hinek ji wan firotine, here bîne, û li xwediyê
pirtûkê vegerîne"
. Her weha gava nivîskarekî,
beriya çend salan pirtûkeke xwe çap kir, û li gel pirên
rêxistinên me têkildar bû, ku wê belav bikin, tenê partiyekê
ji wî birin, û yên mayîn guh nedanê. Bi ser de jî, piştî du
hefteyan endamê komîteya navend, ya partiyekê eşkere gote wî :
"Hevalan biryar girtine, ku
pirtûkan belav nakin".
Bala xwe bide vê helewstê; (hevala
biryar girtine).. Dêmek pirsa belavkirina pirtûkên
nivîsevanê kurd li tepela birêvebiriya hinek rêxistinên me
guftugo dibe, û helwesta neyênî li hemberê der tê, bê ku ew
siyasetmedarên, ku di ber kuxîna demê, û di keviyeke teng û
tarî re derbas bûne qada xebatê pirsê ji xwe bikin, gelo der
mafê çand û zimanê netewî de, çi di tozik û rêbaza rêxistina
me de ye?!.
Dîsan Sala 1991ê, ez rojekê li Qamişlowê bûn,
hinek dostên min gotin: Îro Ehmedê Palo miriye, dê bin ax
bibe, ka em herin, bibin hevpişkên birêkirina termê wî. Gava
min pirskir, gelo Ehmedê Palo kî ye?!. Gotin: Helbestvanekî
hêja bû, lê mixabin ji ber zora zîvariyê nikarîbû berhemên
xwe çap bikirana. Min pirên serkêşên tevgerê li goristanê
dîtin, hemiyan pesna wî, wek helbestvan didan, û tevî ku ew
mirovekî pîr bû, mirinê her roj li derdora mala wî seyran
dikir, lê wan rêzdaran hemiyan mixabinî diyar dikirin, û
digotin: Ehmedê Palo zû çû, lê kesî negot; çima wisa bê deng
çû?!. Êdî Şahîn .. Bira yê delal !.. Çawa nivîsevanê Kurd dê
bi pereyên, ku ji firotina pirtûkan bên, jiyan xwe bijî, û
xwe terxanî xebata nivîsînê bike?!.Her weha diyar e, ku çand
û wêje li ba me, hîna bê nirx in, û wek Ehmedê Xanî gotiye
"bazar kesad e
".
Eger ne wisa bûwa, me jî mîna gelên din dê
rêza nivîsevan û rewşenbîran bigirta, şûna wan nasbikira, û
ewana li cihên layiq danîna, ji ber ku cefayên
nivîsevanan, berhemên wan, hizr û ramanên wan dê mîna
nîşanên kesayetiya me ya netewî bimînin.
Gava xinizî li helbestvanê Rûsa yê gewre
Poşkîn hate kirin, romannivîsê navnetewî yê mezin,
Dûstoviskî, mîna dînan bi çolan de beziya, û bi şeqaman
bi ser rûwê xwe ket, û kire hawar û gazî:
"Rûsiya
kuştin".
Û li Birîtanyayê Birnardşo dibêje:
"Tenê
qenciyek di dîroka Birîtanyayê de he ye, ew jî ew e, ku
Birîtanya helbestvanê elman Şîller bi 50 hezar cinêh
(pere) xelat kir",
û Karlêl jî dibêje:
"Peyveke
Şîkispîre tenê beramberî hemî ceng, mal û milkê Birîtanya ye,
ji ber ku ew mal û milk hemî çûn, lê Şîkispîr nemir ma"
.
Nimûneyên wisa di dîrok miletan de gelek in,
pirê caran, pirê mezinên wan, li pêş nivîsevanên welatên xwe
destbest rawestiyane, nirxên wan bilind dane xuyakirin. Va
ye serokê Firansayê, yê destpêkên çerxa çûyî; Vînsan
Oriyol nameyê ji helbestvanê Firansa yê mezin Rostan
re dîşîne, weha tê de dinivîse:
"Hemwelatiyekî
firansî ye normal; Vînsan Oriyol, ku serokê komara firansa
ye, vê nameyê ji helbestvanê mezin Rostan re bi rê dike, da
bide xuyakirin, ku ew çiqas bextewar e, ku di çerxa te de
dijî, û gava pê hay bibe, ew layiqe ku rêza te bigire, dê
bextewartir bibe".
Va ye Îskenderê mezin, ku di dema
pêşî de mezinê tevayê cîhanê bû, di dîwana xwe de rûniştiye,
Erîstotalîs li kêleka rastê, û serokwezîr li ya çepê
daniştine. Belê hatibû zanîn, ku hêla rastê ji bo kesên
mezin e, û ya çepê ji bo kesên nirx kêmter e. Gava
karmendekî dewletê, ku dixwaste bi her awayî xwe nêzî
Îskender bike, derbas dîwanê bû, û çavên wî li şûnên
Erîstotalîs û serokwezîr ketin, hema xwe da kêlek mezinê
dinyayê, û gotê: "Çawa
serokê min Îskender Erîstotalîs li rastê xwe, û serokwezîr
li çepê xwe dane rûniştin?!"
. Îskender li wî kesê biçûk nerî,
û gotê: "Serokwezîrê,
ku li çepê min e, dikarim wî bi fermanekê çêkim, bi ser de
jî dikarim di kêmtirê kêliyekê de, bê cefa, serokwezîrekî ji
te jî çêkim, lê kî dikare Erîstotalîs çêke?!. Hûn dikarin
min ji vî cihî bi dûr de bavêjin, şûna min ji min bistînin,
û min wek miliyonên kesên normal bihêlin, lê kî dikare
taybetmendiyên Erîstotalîs, û behre (mewhîbe) ya wî jê
bistîne, û bike mirovekî normal î mîna te û serokwezîr?!.
Serokwezîr berhema min e, min ew çêkiriye, lê Erîstotalîs
berhema xweda ye, xweda ew afirandiye
".
Eger pir dûr neçin, lê çavên xwe nêzîk li
derdora xwe bigerînin, em dê evan helwestên payeblind li ba
cîranan jî bibînin. Gava helbestvanê Ereb Nîzar Qebbanî
wek karmendekî, di balyozxaneya Sûriyê de, li Lundunê
dixebitî, û carekê bêhntengiya xwe li pêş balyoz eşkere kir,
ku siyasetmedarên sûrî berjewediyên xwe dane pêş doza welêt,
balyoz gote wî: "Xemgîn
nebe, ew diçin, lê tu dimînî".
Dîsan di wê demê de, mirovekî Ereb î ji dewleteke din bû,
vîza çûndina Sûriyê wergirt, lê gava navê N. Qebbanî li jêr
Vîzê dît, maliq ma, gelo ev Nizar ewê helbestvan be?!. Lewre
jî destûr xwast, ku derbas cem wî bibe, gava dît, ku ev
Nîzar ê helbestvan bi xwe ye, gote wî:
"Eger
min tu bi çavên xwe nedîtiba, lê ji kesine din bibihîsta, ku
Nîzar Qebbanî karmendê karekî ye, ku her kesek ji
bermayên osmaniyan dikare wî karî bi hêsanî bike, min
bawer nedikir. Ez benî şûna te ne li vir e, û karê te jî
ne ev e, karê te ew e, ku her tim mîna bilbilan bistêrî,
razayan şiyar bikî, riya azadiyê û rizgariyê ji bo xortan
nîşan bikî
".
Corc Cirdaq; nivîskarekî Ereb e,
serpêhatiyeke, ku dengbêj û mizûkzanê Ereb ê navdar Mihemed
Ebdilwehab, bi çavên xwe dîtiye, û jê re gotiye, dinivîse.
Serpêhatî ew e, ku rojekê pêşewayê Misirê Seiُd
Zexlol li ahengekê de pêrgî
helbestvanê navdar Ehmed Şewqî dibe, hema bejna xwe
ber bi jêr de tîne xwarê, û destên wî digre û radimûse, E.
Şewqî maliq dibe, û yekser destên xwe bi şûn de kişîne, lê
ramûsana pêşewa şopa xwe li ser destên wî dihêle. Hîngê
pêşewa S. Zexlol, wek çawa ji kira xwe razî û pê bawer e,
dengê xwe bilind dike, da her kesên amade ne, bibhîsin, û
dibêje E. Şewqî:"
Maliq nemîne ez benî !. Em diçin û hûn
dimînin, êdî ji kerema xwe rê bide çûyînê, da xwe li pêş
mayînê bîne xwarê, û destên wê ramûse"
.
Gelo çima ewan kesên mezin, ewqas xwe li
pêş wan helbestvan û nivîsevanan biçûk kirin?!.
Çima Îskenderê mezin ewqas xwe li hember
Erîstotalîs nizim didît?!. Çima serokê komarekê, ku di
Ewrupayê de bi rûmet tê nîşnkirin, ewqas xwe bextewar dibîne,
ku hemdemê helbestvanekî ye, bi ser de jî lavan dike, da ew
helbestvan helwesta wî bipejirîne?!.Çima pêşewayê, ku di
dilê hemî misriyan de bû, û rojekê serî li pêş dagîrkeran
danenîbû, ewqas xwe li hember E. Şewqî jar û melûl dibîne?!.
Gelo evan helwestan tiştek ji rûmeta wan kêm kir, lê hîn
ewana li pêş civakên xwe mezintir hatin xuyakirin?!.
Evan pirsan tenê bersivek, û ewan helwestan
tenê wateyek he ye, ew jî ew e, ku ew kesana bi rastî mezin
bûn, û pîvanên mêraniya mirovan baş naskiribûn, û dizanîbûn,
ku eger mirov di keftelefta nirxên mirovane de bi ser
nekefe, nikare di xebata ji bo welatan de bi ser kefe.
Gelo haya serkêşên tevgera me ji vê yekê he ye ?!..
Mixabin, diyardeyên heya îro li ber çavan
in, baweriyan diçelmisînin.. Serkêşên tevgera me her tiştî
dizanin, kesê ku her tiştî dizane, bi zanîna kesên din qayîl
nabe, û "xwe
bi bîst, an sedê nivîsevan nade"
pê re jî Dûstoviskî, Birnardşo, Karlêl, serokê Firansayê,
Îskenderê mezin, S. Zexlol û yên din li pêş wî xuya nabin, û
nizane, ku bermayên pênûsan, ji hezarê salan û heya îro,
dinya hejandin û hê jî dihejînin, lewre ji ya xwe namîne,
û dibêje ez her tiştî dizanim, û pêre jî çîroka keça
"Sarmezane"
tîne bîran.
Keçê jî bi zanîna pîrejina navsal, ku temenê
xwe di aşxanê de têper dikir, qayîl nebû, û her got ez
dizanim. Ez dizanim çawa çilo ( pelên rezan ) amade bikim,
dizanim çawa sarman bipêçim, daran, an kefçiyan di binê
beroşê raxim, sarman li ser wan di beroşê de rêzkim. Lê gava
pîrejina navsal, ku xwarin bi jîrbûnî û jêhatî çêdikir, gote
wê: "Tê
sergînekî jî deynî ser devê beroşê, û êgir di bin pêxî da
sarme bikelin".
Keça zane dîsan got: "Ez
dizanim
". Êdî
tewawkirina çîrokê li ba we ye, ka çi tam ji wan sarman hat.
Siyasetmedarên me her tiştî dizanin, ji ber
vê jî, gava du bendî di nav yekemîn partiya Kurdan de li
Sûriyê, di despêkên salên şêstî yên çerxa çûyî de derkete
holê, û xwastin lêkolînê digel rehmelê Dr.N. Zaza; serokê
partiyê bikin, ev lêkolîn spartin du kesên nezan, li gor
yekî ji wan ji min re gotiye, û hê sax e, û pê de çû û gote
min: "Bi
rastî min dizanî ne ez, û ne hevalê min, em ne layiqê wê
yekê bûn, bi Dr re lêkolînê bikin, lê biryara partiyê wisa
bû".
Siyasetmedarên me her tiştî dizanin, ji ber
vê jî, bêbextiya mezin sala 1969ê li O. Sebrî kirin, û
biryara bi dûrxistina wî ji partiya demikrat a kurdî, baskê
çep wergirtin, bê ku xwediyên biryarê karibin qoziyekê ji
bêrîka wî dagrin. Lê berjewendiyên kesayetî ew ker û gêj
kiribûn, nema, ne keda, wî di ber hînkirina zimanê dayik de
bi bîra wan hat, û ne jî berhemên wî ji wan ve hatin
xuyakirin. Pêre jî O. Sebrî bû qurban (Derdên me), ku
beriya 14 salan, wê hîngê, şirovekiribûn.
Siyasetmedarên me her tiştî dizanin, ji ber
vê jî, gotarekê ( tevgera me nexweş e. Ez xwe bi bîst
nivîskarên wek…… nadim. Pênûs, hejmar 12. Payîz 2002
) qiyamet li serê xwediyê xwe rakir, û nema datîne, ji ber
ku nivîsevan tiliya xwe, bi jêhatî, da ser hinek derdan, û
bala siyasetmedaran ber bi sînoriya zanîna mirovan de
kişand, ku çiqas dewlemend be jî, mirov her tim hewcedarê
zêdekirina wê ye, û rêzgirtina nivîsevanan jî pêdiviya
gelperwerî ye. Mixabin dîsan berjewendiyên kesayetî xwe dan
pêş rêzgirtina nirx û wateyên , ku gotarê hilgirtibûn,
nehêştin naveroka wê ya balkêş bibe mijara guftugowan, belê
rê li pêş galgalên vala û bê nirx dûzkirin, ku katên pir û
dema dirêj bibe qurbana zanîna siyasetmedarên zîrek,
û pêre jî gotina, ku rehmelê Reşîdê Kurd, beriya 50 salan,
bi awayê pêkenokî gotibû anîn bîra me.
R. Kurd carekê çûye Şamê, gava piştî çend
rojan vediger Qamişlowê, rehmelê Cegerxwîn jê dipirse:"Gelo
te Dr. N. Zaza çawa dît".
Dibêje: "Bi
kêrî me nayê".
Cegerxwîn maliq dimîne, û dîsan dipirse:
"Çawa?!..".
R. Kurd dibêje: "Ji
ber ku pir zana ye".
Gelo helwesta, ku li hember wê gotarê hatiye gitin, û
dengvedana wê helwestê nadin xuyakirin, ku hê jî di vê çerxa
zanînê de, me pêdivî bi kesên zana nîne ?!..
Lê bi rastî, gava şerê pênûsan û yê xwediyên
wan, di heyamên, ku berjewendiyên kesayetî, ezezîtî û
sitemkariya renga-reng destlatdar in de, tê kirin, mirov
maliq namîne, ji ber ku azadiya mirov dengvedana azadiya
pênûs e. Ev azadî, wek nivîsevanê Misirê, M. Husên
Heykel dibêje, gava pênûs dikefe destên xwediyê xwe, ne yên
karkerê xwe, pêk tê. Her weha hûn jî dizanin çiqas cudayî di
navber xwediyê pênûs û karkerê wê de he ye ..
-3-
Lê, li hêla din, gelo rewşenbîr û
nivîsevanên me rûmeta vî karê xwe diparêzin, yan na?!.Ta çi
radeyê haya pirên wan ji bihayê nirxên vî karî he ye?!.Haya
wan ta çi radeyê ji rabûn û rûniştin, dan û standin,
têkiliyên nivîsevanên miletên din digel hev, û digel kes û
civakên wan, digel toreyên nivîsînê he ye?!. Ta çi radeyê
haya pirên nivîsevanên me ji nivîsevanên gelên din he ye, ku
bi çi awayî rûmeta zimanê xwe diparêzin, û rêza wî digrin?!..
Wek diyar e, gelek pirs, li vê hêlê jî xwe berdidin holê..
Yekemîn nîşana rêzgirtina her karekî, çi kar
dibe bila bibe, bidestxitina alavên, ku ew kar pê pêk tê ye.
Wek çawa pêşiyan gotine:
"Siwarê
hespê xelkê her peya ye".
Dêmek da mirov her siwar bimîne,
divê berî pêşî hespê wî he be, belkî karibe hespê cîranan,
yan yê dostekî xwe, çend caran ji xwe re bi kar bîne, lê ez
bawer im, dê nikaribe her dem xwe bi ser wan de pal bide.
Mirov
dikare vê pendê ber bi mijara me de jî bikşîne. Eger
bidestxistin hêsp; ango alava pêk-anîna kar, ji bo siwârî,
pêdiviya girîng be, da rûmeta xwe û karê xwe li pêş
hevalkaran û civakê biparêze, û bide xuyakirin, ku lîstikvan
û cirîdvanê bingehîn e, eger mirov wusa biçe, ez bawer im,
li hember pêdiviya bidestxistina zimên, wek yekemîn alava
nivisandinê, û yekemîn nîşana rêzgirtina xweyî û ya kar, bi
carekê dudilî nabe.
Ev yeka me
ber bi berhemên di nav destan de hen in de têvedide, gelo
asta zimanê wan ta çi radeyê ye?!..Eger destên piran, ji ber
gelek sedeman, nagihêjine pirtûkan, lê va ye entirnêt îro di
destên piran de he ye. Êdî bila mirov bala xwe bidêyê, ka wê
çiqas tiştên matî bibîne. Asta zimanê gelek nivîsaran pir
nizm e, pirên wan ji şaşiyên zimanewanî tije ne, hevokên wan
di bin bandûra zimanên serdest de milxar in, eger tu wan
hevokan wergerînî bo zimanên serdest ( nimûne zimanê erebî )
tu dibînî wergera wan gelekî hêsan e, lê gava tu careke din
wê wergerê bo zimanê kurdî wergerînî, tu dibînî awayê
avakirina hevokê tê guhertin, û wek awayê, ku nivîsenan cara
pêşî avakiribû, namîne. Bi bandûra van şaşiyan wateya wan
nivîsaran, pirê caran li pêş xwendevanan wenda dibe. Bi ser
de jî tu nivîsarina dibînî, ku helbest yan çîrok nav
lêkirine, lê tu nizanî ka ew helbest e, yan melbest e, çîrok
e, yan mîrok e. pêre jî sayî diyar dibe, ku gelek kesan,
beriya alava nivîsînê, û rêbazên avakirina berhema hunerî bi
destxînin, xwe berdane qada nivîsînê, û alavên çapemeniyê jî
derî ji wan nivîsaran re li ser piştê vekirine.Gelo, çima
gelek kes hen in, dixwazin ji qalikê xwe bi derkefin, û xwe
bi qalikekî din diyar bikim?!.Ma pê hay nabin ev hewldan
çiqas zor û giran e?!. Zanyarê derûnî (pisîkolojî ) yê mezin
Pîyêr Dako gelek nimûneyên hanê, di pirtûka xwe de (
Serkeftinên şînkiriya – tehlîl- derûnî ) berbiçav dike, û
digihîne wê rastiyê, ku hewildana malkambax, û derûnan
dişkîne ew e, ku mirov her dem xwe tersî rastiya xwe bide
nîşankirin.
Ez nabêjim,
ku çavdêriya ramana nivîsevanan divê ye, dem dema hevpevînê
û azadiya ramanê ye, her kes berpirsiyarê ramana xwe ye. Lê
demeke dijwar e, ji ber ku wek tê xuyan, zimanê me, di bin
siya tênegihîştina vê azadiyê de, li hev dikefe, û her diçe,pir
dikule. Lewre jî ez li kêlek çavdêriya zimanê nivîsînê, wek
pêdiviya sereke, dimînim,çimkê nivîsîn, wek dibînim, berî
her tiştî berpirsiyariya pir-alî ye, ku ji berpisiyariya li
hember zimên de dest pê dike, û li navbera her du aliyên
pêk-anîna vî karî; ango nivîsevan û alavên weşanê, parvedibe.
Dîsan li
vir jî, pirê caran nakokiyên malkabax di navbera nivîsevanan
de peyda dibin, pir cefayên wan dadiqirtînin, û rêzgirtina
hevdeş ji navbera wan davêjin. Hin caran tênegihîştina rexnê
û nirxandinê, dibe maka diljihevmayînê, û heyama sar dixe
navbera wan.Lewre mirov heya sed û yekê dêjmêre, û di dû re
boçûneke rexneyî dibêje, tevî wê jî dikefe nav lepên wê
heyama sar de. Nimûneyên vê diyardeyê pir in, hema dixwazim
yekê, ku dostek bi min da wendakirin, ji we re bibêjim.
Di
komcivîneke PEN a Kurd de, ku gelek nivîsevanên her çar
perçeyên welêt he bûn, me hemiyan guhdarî li du helbestên du
rêzdaran kir. Helbestek, bi wayê xwe kilasîk bû, û ya din nû
bû, lê tevî wê jî her du, di mofirkekê de, gîhabûn hev, ew
mofirk xebtandina bûyer û kesayetiyên dîrokî di helbestê de,
bû.
Ez naxwazin,
di vê gotara xwe de, li ba vê pirsgirêka aferînî û hunerî,
rawestim, lê tenê dixwazim bînim bîriya hevalkaran, ku hemî
nivîsevan û rexnevanên cihanê yek boçûn he ye, ku bûyer û
kesayetiyên dîrokî bi du awayan, di helbestê de, hatin û tên
xebitandin, yek ji wan tomarkirin e, û yê din bi kar-anîna
wan ji bo helwest û boçûneke nû ye.
Helbestên
her du rêzdaran hevbeşên awayê yekem; ango tomarkirinê, bûn.
Lê gava min ev nerîna xwe diyar kir, xwediyê helbesta nû, ji
dêvla vê babeta girîng û balkêş, di wê civîna, ku gelek
xemhilgirên van pirsgirêkan tê de hebûn de, bike mijara
gutugoyê, xêr û bêrên dinyayê li we barandin, û kevir û kuç
li min.Pêre jî ev bû bêtirî 3 salan qeşa ketiye navbera me,
û nema dihele.
Hin carên din jî berjewendî û têkiliyên
kesayetî dibin maka wê diljihevmayînê, û têkiliyên nivîsenan
ji sînorên tore û sincên vî karê payebilin bi derdixe, û
dûrî pîvanên rexnê davêje. Hevalkar û xwendevanên birêz
dikarin diyardeya vê yekê di quncikê Qeşmerok, ku di
(malpera amude.com) de ye, û bersiva birêz Mihemed Efîf
Huseynî, ku di (beşê erebî yê malpera tirêj.net) de ye,
binerin û bibînin. Pêre jî bandûra neyênî bi ser tevayê
tevgera wejêyî û rewşenbîrî de tê kişandin, û hema hema
dikare hinek sazûmanên he ne bixe ber dava vê helwesta bê
nirx, ku şûrên xwe bikşînin, û seriyan bifirînin. (
Pêşniyarek di kongira dawî ya Hevgirtina rewşenbîrên kurdên
Rojava li derve de hatibû pêşkêşkirin, ku kongir birayara
zimanbirîna kesên, ku derheqê endamên Hevgirtinê de tiştek
nivisîne, bigre. Lê ji bextê tevgera wêjeyî û rewşebîrî, yê
baş, ew pêşniyar bi ser neket, eger bihata pejirandin, xwînê
bigihîşta kabokan, pijaqên wê jî dê gelek malper sor
bikirana. Lê tevî ku nehate pejirandin jî, pêşkêşkirina wê,
di nav wê civata rewşenbîran de, cureyê pûnijî û asta
têgihîştina rewşenbîrê me sayî werdigerîne, û wêne dike.
-4-
Eger di dû vê panorameyê re, careke din
vegerim ba hevalkarê hêja Ş. B. Soreklî, gelo ew û
xwendevanên delal jî, wê bêjine min, wekî ez reşbîn im?..
Belkî hinek weha biçin, ji ber ku rastî her tim tehl e.. lê
ez bawer im, ku em hewcedarên erzalciyekî ne ( kesê ku li
pêş daîrên hukumetê nameyan ji xelkê re dinivisîne ), ku me
şiyar bike.
Dibêjin gava cîranên mirovekî şer birin
ser mala wî, ew çû giliyê wan li ba hukumetê bike, lê
niznîbû, ne bixwîne, û ne jî binivisîne, lewma jî
serpêhatiya xwe li pêş erzalciyekî raxist, ku nameya gilî jê
re binivisîne. Pîştî name nivisand, tiliya wî boyax kir û
gotê; êdî ka tiliya xwe bi vir vene. Gundiyê reben gotê,
hela bêje min, ka te çi nivisandiye, erzalcî gotê; min halo,
halo, halo nivisandiye. Gundiyê belengaz giriya, û got:
"Weyyyyy…
Ev yeka gîş bi serê min hatiye û haya min jê nayê?!."
. Xuya ye, me (Wey)eke ji wê dirêjtir diva û pêwîst
e, da haya me ji me bê, û em hîn bibin, ku siyaset,
welatperwerî, çand û wêje, berî her tiştî berpirsiyariya
xwedî sinc û tore ye.
* Ev gotar
bersivdana nivîskar e di derbarê du gotarên ko hêja Şahîn B.
Soreklî û Tosinê Reşîd di kovara Pênûs, jimara 19 an de
belav kiribûn, û ji ber ko çapkirin û neçapkirina kovarê
wek heve, li ser daxwaza nivîskar gotar di cîhana Internet
de belav dibe.( sernivîser).
...................................
Veger
>>
tirej.net/com/org