
Hasan Kaya
MA ÇI MA?
Çima
Ma çi ma
Derî nexim li ser rûyê bajarî
Çi ma
Ma çi ma
Çima neçim, ma çi ma?
Çima
Tenê ma
Li ser lêva bajarî kilîta polayî
Çûna hata bê ser û ber… lal
Civîn hişbûyî
Kolan lal…lampe lal
Cade û mal tev bêmecal
Tenê me
Vêga… hergav
Dest me de, tenê ma: bîranînêd paşilên endekoyî
Û ayetên ku me li ser sûretên hev xwendin
Soz û deng
Di nav diranên destar de bûne ba
Hêvî û xwezî
Di bin bêjingê de zîwan û heba
Gurpe gurpa sînga xortaniyê
Li ber deriyê jiyanê stewandî û arzeba
Nostaljî tizbiyekî kehrîbar e
Di qesrên hestemî de vêga
Utopya
Banûya ku dê li me bibûya mêvan
Ew sêva Haciyan
Kanî, ma ma?
Dima,
Dima ji ber haveynê serhildêriya Meman
A ku li zêwa enternasyonalê belav dikir me
Lê ma ma?
Ma gelo ma
Li ser ciwangewriyê eşq û reqs û sema?
Sotîneriya şoreşa nifşê me…ma ma?
Çi ma
Çima
Ma çi ma?
Çima negirim derikê bajarî
Serî danaynim ser paxilan û negrîm
Ma çi ma
Û çima nexwînim
Li ser te heft “reben û weytî”yan
Çima
Ma
Çi ma?
Çima,
Dil nespêrim basimbaran
Û cefayan
Çima nekim şkeva li ber deriyê hicrik û dêran
Çi ma… ma çi ma…. Çima
Stenbol
...................................
Veger
>>
tirej.net/com/org