
Kamîran Simo Hedilî
Pêxemberê jibîrçûyî
Dengbêj
stranekê bibêje!
‘ne lo, lo
ne jî lê, lê’ be
bila
bi stêra berbangê re
bêhna evînê
ji bayê wê werê
ne derew
ne jî rast be
bi awirên xeyala min azad be
di rastiya jînê de dîl be
dengbêjê deng xweş
straneke wisa
ji aqilkêmiya pirsên min re bêje!
Derya pirsên aqilê kêm, ez ji çûna nav
civatê dûr kirim. Lê civat tê min, dibe ku hûn bêjin ’
çawa dibe
civat bê te? Ma mala te hewqasî mezine’?
Naxêr mala min nîne, ez hê nebûme xwedî mal. Bi mêhvanî li
jûrekê (odeyekê) dimînim, dilê xwe bi min neşewitînin.
Ez mêhvanekî qure me.
Gelek caran xwarina min tê jûra min, yan jî,
ji bo ku ez tûre nebim, bi dengê nizim gazî min dikin, ji bo
xwerek xwarinê. Li vir ez ne xwarinê û ne jî vexwerinê
nakirim. Kirê jî nadim. Ez mêhvanekî wisa qure û tiral im.
Lê jûra dane min, ne mezin e. Firehaya wê metreyek û çil û
pênc santîm e, dirêjiya wê, sê metre û nîv e. Hemû kesê ku
ez ji wan pirsê dikim, ew têna jûra min. Hin ji wane bi xeyd
radibin, lê ji min re ne xem e. Ez bi kêmaqiliya xwe, pirsan
ji wan dikim. Ew tûre bibin, an nebin ew zanin. Lê xirabiya,
van pirsên aqilkêm, por bi serê min ve jî nehiştiye.
Ne tenê ew tûre dibin. Ez jî, nêzikî
meymûnan kirima, bi serê min ve çend mû mane. Çav ji berê
ve, ne gelekî ronî bûn, lê pirsan xiraptir kirine.
Ji bo wê gelek caran ez pirsê, ne ji
xwediyê pirsê dikim. Pirsê ji yekî dikim li yekî dî dinêrim.
Civat di bin simbêlan de bi min dikene. Xem
nake bila bikenin, ez derewên wan, yeko, yeko li nav çavên
wane didim. ’Mêhvan çawa, di jûra te de bi cih dibin’? Hûn
dipirsin û hûn jî bi aqilê min dikenin.
Lê ger mirov hostayê axaftinê be
nabe kenokê nenasên pozbilind
difikirim
bi şev û roj
çar hezar sal paş û pêş
ez kî me?
ez ne ji bo
xwe me
ez ne ji bo xwe bim
lê kî ji bo min e
ez ji bo xwe bim
wê gavê ez kî me?
difikirim
bi şev û roj
çar hezar sal paş û pêş
Ji kerema we pêjna piyekî, li paş deriyê
jûra min tê. Ez derî vekim, paşî em suhbeta xwe bidomînin.
-Fermo, fermo ez li hêviya yekî, weke cenabê
te biaqil bûm. Civata min, heta niha civata nîv zana bû. Min
nediwerî pirseke ji wane bikim, tenê dipeyîvîm. Ew jî, weke
gelekî zana bin, di bin simbêlên xwe de, bi min dikenîn.
-Li paş min jî, tu vêga dibêjî derwêşê gêj,
ne wisaya ?
-Nexêr, ez di rûyê zanan de pirsên xwe
dipirsim.
Lê ji nîv zana ditirsim û ji wan pirsan
nakim.
-Nîv zana çawan e?
-Tu nizanî? Xwelî
li serê min be. Min jî tu zana dizanî.
-Zanîn û nezanîna min ne karê te ye, tu nîv
zana ji min re bêja!
-Baş e, baş e, tûre nebe ez dibêjim.
Yên ku zanin nizanin, pêwîstiya we bi
perwerdê heye
pêwîste
mirov wan perwerde bike.
Yên nizanin
ku nezanin, gêjik in pewîste mirov pirsan ji wan neke û ji
wan birevê.
Yên zanin
ku zana ne û bi rastî ku zana bin, pêwîste mirov pirsan ji
wan bike û li wan guhdarke.
Vêca nîv zana te naskirin?
Feylezofê min Zerdeşt. Ez zanim, keyfa te ji
pêxemberiyê re tê. Ji bo wê, te rêbaza pêxemberiyê, kire
bela serê cîhana me.
Ji te re çi bêjim? Feylezof yan pêxember?
-Tu çi dibêje bêje, ji min re ferq nake. Lê
tu dikarî bêjî ku ev gotinên min, ne wisa ne?
-Çi gotin?
-Gotina nezanan, nîvzana û zana
-Ji min re ne xeme, gotina kê dibe.
Dixwaze ya pêşiyên Çîniyan be, yan ya
pêşiyên me be. Ferq nake, gotineke tijî aqil e.
-Tenê pirsên xwe mîna camêra bike.
Ez ji pirsên te yên ku nepirs tûre dibim.
-Nexêr ez
te tûre nekim. Ka tu bêje ji min re,
feylezofê min.
’difikirim
bi şev û roj
çar hezar sal paş û pêş
ez kî me?
ez ne ji bo
xwe me
ez ne ji bo xwe bim
lê kî ji bo min e
ez ji bo xwe bim
wê gavê ez kî me?
difikirim
bi şev û roj
çar hezar sal paş û pêş’
-Min got: pirsên camêran ji min bike.
-Pirsên camêrane ezbenî, bêje ez kî me? Çima
tu, min bi min, nedê naskirin? Xwedêgiravî, tu hem feylezof
û hem pexemberê min î.
-Baş e, tu gelekî dixwazê, ez ji te re
bêjim.
Di dema
hûn di xew de
Û stêran rê li we birîbûn
rojê pişta xwe dabû we
weke çiyayekî nivistî
hûn di pêşbirka dîlîtiyê de
min dirêjkirine destên xwe
yên germ
bûna
ava jiyanê ya sar
di piyan de geriye
lê
Hê hûn, li xwe negeriya bûn, we ez dîtim.
Baweriyên weha tev nava wan pûç û sivik in.
Bi erzanî têne kirîn û firotin. Loma we, ji
baweriya min, ronî nedît û we riya xwe rast nedanî.
-Tu tûre dibî, an nebê ez pirsa xwe bikim.
Çawa dibe, ku hê em li xwe negeriyabûn? Ku em li xwe
negeryabane, tu nedibûyî.
Me li gelek deran, yezdan afirandibûn. Dîn
çêkiribûn û me hikûmdarî dikir.
-We çi hikûmdarî dikir? Tu xwe wisa gelekî
zana dibinî, de ji min re bêje? Ka we li kuderê ev hikûmdarî
dikirin?
-Xeyda te ji min re ne xeme, ezê rastiya ku
zanim bibêjim. Me, Uruk, Amad, Amêdî û Amûd avakirin û li
wane Xweda afirand, dîn çêkir û dewlet bi rê ve bir. Bi
destê dewletên me dîn û huner çû Anatoliya û Misrê. Bi Sûmer,
me bingihê hemû dîn û dewletên li paş me hatin, danî.
em bûbûne kaniyên
bêhempa yê gerdûnê
me ne dixwestin
govendgirtina mijgulan raweste
ji hezkirina jiyanê em mişt bûn
bi nêrînên
baweriya zarokiyê paqij bûn
bi salan avdana
çem û rûbaran em şa bûn
me ronahî direşandine
ser dîrok û mirovahiyê
Me ji Kêlaşînê hate Hemedanê dewleta
Mann, bi rê ve bir. Bi împertoriya Medan me gelên
herêmê ji zilmê rizgar kirin. Tu ji nav vê dewleta pêşketî,
çêbûyî.
-Raweste,
raweste, we Xwedayên ku dimirin diafirand. Xwedayên we jî,
weke we mirov bûn. We ji wan re dîlî dikir. Mirov, mîna
ajêlan dikirîn û difirotin. Çi ajêlên we yên baş hebûn, we
ji Xwedayên xwe re dikirine qurban, de bêje we çi Xwedan
afirandibûn?
-Xwedayên,
kê ji yên me çêtir bûn? yan pirtir bûn? Me Xwedayê rojê,
şevê, hatinê, mirinê, evînê, aştiyê, şer û xweşikiyê bi
kurtî hemû xwedayên me hebûn. Me ew afirandibûn û wan, em bi
rê ve dibirin.
-Min çi kir? Min ev hemû, formek da wan û
min Xwedayên ku mirov bûn mirandin.
Min got: Ahûra Mazda mirov ji sûretê xwe
afirandiye. Mazda mîna henasa mirov nêzîkî mirov e. Mirov bi
xwe Xwedayê xwe ye.
Tiştên jiyanê didin, ji we re gotin.
Ro, hewa, av û ax
Xwedayê şev û rojê ji we re gotin.
Yanî Xwedayê ku çêyîtiyê dike û diafirînê û
yê ku xirabiyê dike û ne afirînê.
Min got: di nava her mirovî de, hem Ehrîman
û hem Ahûra Mazda heye.
-Te bi vê, felsefa çêyî û xirabiyê, mala
mirovaniyê xira kir. Li paş te çi dîn û felsefên ku hatin,
ev ji xwe re bingeh girtin û çi xirabiyên ku dibin surûştî
dîtin.
-Ji bilî van, min ji we re, ramana azad,
kiryara azad anî.
Min ji we re got, xwedayê we mir.
Lê we li min da û ez koçber kirim.
Rast e, heta wê demê, we, gelek pêşveçûn
çêkirin. Lê pewîstiya we, bi ramana nû û kiryara nû hebû. We
ne ramana nû pejirand û ne ji bi kiryara nû re gav avêt. We
xwe bi dîn û rêvabirina, dîlîtiyê ve girêdabû.
-Hemû cîhan bi wê şêwê, bi rê ve dibirin.
-Te çi ji cîhanê ye? Min dixwest rê nîşanî
hemû cîhanê bidim.
zelaliya baweriya min
û dilovaniya min
ji her tiştî re
Yêzdanî dikir
hemû roj
ji min re pîroz bûn
zanîna pêxemberiya min
wisa gotibû
rastiyeke pîroz bû
gotina Xwedê bû
lê we dijmintiya min kir
we şevên
min dizîn
firotine
bêxewiyê
rojên min
firotine
bêkesiyê
we xwe kir
giyanê
nepakiyê
we dizî
ew zanîna
jiyana pîroz
ronahiya
şahiya hesretê
min ji
pakiya giyanê kevokan derxistibû
ev şahiya
kovanan
we refek
kundên
bê oxiriya
jiyanê
şande ser riya min
firandin ew hesreta min a
mişt ji hezkirinê
min peyman dabû
ku nefretê nas nakim
dema we
ev peymana min bihîst
we hawîrdorên min
ji pizrikên zoxgirtî dagirt.
We dixwest, nefreta xwe bi min bidin
pejirandin.
Bi neçarî ez koçber bûm.
-Tu çawa dibêjê ku me berdaye te û te koçber
kirî?
Me bawerî bi te anî û me Pêxemberê aştiyê li
Hemadanê kuşt.
-Paşî împeretoran dînê min, ji xwe re kirine
baweriya serkeftinê. Bi şûr we pejirand.
Ne bi riya ku hûn bifikirin û li min guhdarî
bikin û bipejirînin. Şûr li ser serê we hatine hejandin,
paşî we pejirand.
Ew jî, ne dînê min bû. Bûbû dînê dewletan û
zilma xwe pê dimeşandin. Tu têgihiştî?
Di dema, dînê ji destê min derketî de we
pejirand.
De bêje, we kîjan pêxember di rûyê min de
kuşt?
-Manî pêxember, me li Hemdanê bi darê ve
girêda, heta ku mir jî, me av nedayê.
-Dîno, min ne kuştina mirovan bitenê,
kuştina ajêlan jî qedexe kiribû.
We çawa yekî ku xwe, weke şagirdê min didît,
kuşt?
- Bi serê xwe me nekir, bi fermana Magên ku
te ji xwe re, wekîl danîbûn. Fermana kuştinê bi Behramê kurê
Şehpor dane pejirandin, wî jî fermana kuştinê da û me kuşt.
-Baş li min guhdarke û li çavên min binêre,
da ew roviyên ku di mêjiyên te de dileyîzin rawastin. Ez ê
ji te re bêjim û pirseke dî, ji min neke îşev.
Yekem: Min Tu kes nekire wekîl, ji xwe re.
Duyem: Min Behramê kurê Şehpor nedî û min ew
nedipejirand. Ji wî pirtir, min ji birayê wî yê biçûk Hurmuz
hez dikir.
Sêyem: Ew zikmezinên Magan bi navê min zikê
xwe dijî dikirin. Tiştên ku min nedikirin û min nedihişt
bawermendên min jî bikin hemû dikirin.
Çarem: Ez ne mîna te û yên weke te bûm, xwe
di quncikên odeke wisa biçûk de vêşêrim û quretiyan bikim.
Pêncem: Min xwe neveşart, li dijî kujerên
Turan, di heftê û heft saliya xwe de, min şerkir û hatime
kuştin.
Tu têgihiştî? Meymûnê keçel, rabe dengê derî
tê. Mêzeke kî ye û dev ji min berde, Ahûra Mazda sebrê bide
yê ku tê.
-Ku ez, we wisa tûre dikim, çima hûn her şev
têne mêhvandariya min?
-Min got, pirseke dî ji min neke. Rabe derî
veke!
Xwe tûre neke pîrê min
di êvarên
hatina jibîrkirin de
di ramanê de
ez te dibînim
di nav rojên nû de
di kolanên bi befir
di agirên pîrê Laleş de
weke kevoka spî
bêdeng
di nav gihê de
te dibînim
di başî û rûvekirina
heyvê de
di qolinc û şahiya zayîna dayikê de
di nav zelaliya
rondikê de
te dibînim
di ol û felsefê de
di xwendina pirtûkê de
di nav şêrîniya awazê de
di êtûna evînê de
te dibînim
pîrê min
te
-Xwezî bi mêhvanên weke te, hem mêhvan e hem
fermandar e.
Xwe tûre neke ez rabûm.
...................................
Veger
>>
tirej.net/com/org