
Evdile Koçer
Bersivek ji nivîskar Ezîz Xemcivîn re
Kekê hêja Ezîz
Xemcivîn
Gelek spas
bo pirs û rexneyên te (
http://www.tirej.net/index.2479.ezizxemcivin.htm ) ên li
ser nivîsa min (
http://www.tirej.net/index.2466.evdilekocer.htm ) a bi
navê “Êşa Nivîsa Kurdî”.
Ezbenî bi
xêra pirsên te ez ê hewl bidim ku li jêrê çend
kurtetêbiniyan pêşkêş bikim.
& & &
Pirs:
“...gelo gotinên Kurdî ên şêrîn, delal û bi watedar nikarin
bikevin şûna ewan peyvên biyanî? Heger ewê watê bi xwe bi cî
nekin jî divê Kurdî bi kar bînin; ta ko serastkirina zimên
em pê hest bibin ko erkeke li ser milê min û te divê em
mercên rastnivîsînê bi cî bînin, peyvên Erebî, Tirkî,
Farisî ji nivîsîna xwe bi dehê mitran dûr bixînin..”
Divê ez di
serî de bibêjim ku dema peyvên biyanî ji zimanekî bêne
derxistin ew ziman sererast û standart nabe û bi pêş nakeve;
gelek caran ew ziman bi vê yekê re rût û tazî dimîne û bi
paş ve jî diçe...
Jixwe ne
mimkun e ku meriv peyvên biyanî ji zimanekî derxîne; heke
mimkun be jî ne rast û tendirust e!
Jı ber ku;
peyvên ku ji sedemên cihê(aborî, siyaset, kultur û hwd.)
têne mala zimanekî din bi wextê dirêj re di nav avahî û
hebûna wî zimanî de li gorî rabûn û rûniştin, deng û awaz û
fesal û herikîna wî zimanî şekil û dirûv digirin û dibin
parçeyek ji wî zimanî; bi kurtasî ew peyvên biyanî dibin
malê wî zimanî jî...
Îro sedî
şêst peyvên ku di ingilizî de hene, tê gotin ku ji zimanê
frensî hatine, lê helbet ew peyv li gorî reng û dirûv û
hevoksaziya zimanê ingilizî têne peyivîn û xebitandin.
Helbet
etîmolojî, yanî ilmê koka peyvan meseleyeke kûr û girantir
e. Kîjan peyv biyanî ne an jî malê zimanê me ne, ez nizanim
ev jî karê etîmologan e.
Jixwe ew
peyvên biyanî ji ber pêdivî û îhtiyaciyekê têne nava
zimanekî din. Yanî kesek ji kêfa xwe re peyveke biyanî
danayne ser zimanê xwe û ew peyvên biyanî jî li gorî dilê
xwe nakevin ser hemû zimanan.
Mesela navê
min wekî ku tê zanîn koka wê ji zimanê erebî ye. Di erebî de
“Ebdellah” tê gotin, bi tirkî jî “Abdullah” dibêjin.
Lê gelo ev
“Ebdellah”a ku bi saya çanda dînê îslamê di kurdî de jî bi
cih bûye, em ê çawa û çilo bi lêv bikin.
Civata kurd
a ku nesîbê xwe ji polîtikayên asîmilasyon û jihevxistinê
negirtiye, bi sedan salan e wiha bangî hev dike, “Evdile” an
jî “Evdila”.
Dema ku
kurdek ji min re dibêje “Abdullah” an jî “Ebdellah” hemû
şûrên polîtîkayên serdestan tu dibêjî qey bi canê min de
diçin û ez hingê fêm dikim ku ew kes ketine ber xezeba
polîtîkayên asîmilasyon û helandinê.
Min vê
mînakê ji bo vê yekê got: Dema ku peyveke biyanî li gorî
hevoksazî û dengsaziya hebûna zimanekî bête xebitandin, ti
tişt bi wî zimanî nayê.
Lê heke em
peyveke kokkurdî jî bi fon û refleksa zimanekî din vebêjin,
a hingê mala me û ya zimanê me xira bû û hewlo hawar..
Erka ku
bikeve ser milê me nivîskarên kurd ev e ku em hemû peyv û
hêmayan li gorî mantiq û hişê kurdîaxêviya civata kurd
deynin ser kaxiza spî.
Pirs:
“Birader Evdile ev peyvên ko min rengê şîn daye wan merov bi
piraniya wan dikare wergerîne zimanê Kurdî, taybetî peyvên
Erebî, Tirkî û ez di ewê baweriyê de me ko tu bi xwe jî wata
wan dizanî, lê çima te wilo nivîsandiye ez jî nizanim?”
Ezbenî,
helbet pirr rihet û hêsan e ku meriv wan peyvên ku tu dibêjî
biyanî ne û divê bibin peyvên kurdî, wergerîne. Lê bi vî
awayî meriv nikare gotar an jî çîrokeke edebî bihûne.
Ji ber ku
edebiyat vegotina rih û hûnandina xeyalan e. Vêca her
nivîskar jî xwediyê vegotin û tevnkariya xwe ya edebî ya
xweser e.
Helbet em
hemû wekî hev difikirin ku divê zimanê kurdî bibe standart û
bi pêş bikeve. Bi kêmanî divê peyvên ku medyaya kurdî bi kar
tîne nêzî hev bin û divê polîtîkaya wan ya zimanê weşanê
hebe.
Dema wisa
çêbe û dê ew peyv di nav rih û rêçikên civakê de jî bibin
yek, a piştî hingê nivîskarê/a ku 20 sal şîrê wan gotinên
standart û wekhev mijandiye dê bireşîne ser kaxiza edebî jî.
Ji ber ku bi wan salên dirêj û bi wan gotinên standart re jê
re hişê vegotineke nû ava dibin.
Di vir de
gotin dikeve ser pişta meseleya ziman û edebiyatê.
Ziman û
edebiyat, weke tevr û bêr destebirakê hev in. Lê ew çendî
nêzî hev bin jî, di karê xwe yê esasî de ji hev dûr in.
Ziman weke
çemekî di nav rihê civakê de diherike û mîna nefelekê ji nû
ve xwe divejîne. Edebiyat jî vegotina rihê civakê ye.
Qalibê
vegotina edebî mixabin di çend salan de nagihe. Bo nimûne:
Di vê nivîsê de jî min pir li ber xwe da ku bibêjim “Wêje”
lê nebû.
Gotina dawî:
Hin peyvên wekî pirr, zêde, gellek an wek, mîna, nola, an jî
welê, wisa, wilo, wer û hwd. ku di ferhengan de û di nav xwe
de maneya wan yek e, lê di ferhenga hiş a edebî û vegotinî
de pir ji hev dûr e.
Vegotina
her peyvê li gorî nihêrîn, awir, fonem û dengê wê yê xweser
e.
Kekê Ezîz,
ez hêvî dikim ku min çend dilop bersiv danîbin ber serê
pirsên te...
Li gel
silavên herî spehî
evdilekocer@yahoo.com
...................................
Veger
>>
tirej.net/com/org