
Mem Bawer
SÎSÎFOSÊN JIYANA KERKOTE
Huner ne rast e,
rastî jiyan e.
Helbestkar gava ku helbesta xwe
biafirîne û hunera xwe bike, mîna komelnasek, derûnîzanek,
wênesazek û feylesofek zanîna vê cîhanê û derûniya mirovan
divê serobino bike, peyvên veşartî û arkaîk ji binê hişê xwe
û yên mirovan bi her hawî derxîne û wan peyvan divê bi
pûxteya felsefeyê perwerde bike. Peyv bizirê helbestê ne û
helbest bingeha edebiyatê ye, hişê helbestê jî felsefe bi
xwe ye. Piraniya feylesof û nivîskarên navdar ên ku em wan
nas dikin, kêm zêde bi helbestê eleqedar bûne hemû tovên
fikr û hestan, li ser besta helbestê zîl tên.
Feylesofê navdar Jean Paul Sartre, di
nivîsek xwe de wiha dibêje “Gava ku min got ez ê dest bi
edebiyatê bikim, min bi helbestê dest pê kir, paşê ez
têgihiştim ku helbest karê feylesofa ye, min dev ji helbestê
berda, ez bûm feylesof.” Ji gotina Sartre jî diyar e ku
helbest piçekî karê feylesofan e, ji ber ku her duyan jî bi
derûniyên xwe yên şerpeze, ji jiyana rojane dûredûr,
cîhaneke xeyalî û têra xwe zindî afirandine. Hin feylesof jî
ji hêza helbestê ew qas bawer bûne ku di dema xwe de bi
zimaneke helbestkî tinazên xwe bi siyasetmedaran û karê
dewletan kirine. Feylesofê yewnanî Arîstophanes, di dema xwe
de ev yek bi aweyekî qerfi û rexneyî bi berhemên xwe aniye
zimên. Ozanên latînî Ovidius û Neavius hingî ku di civaka
xwe de pêşengtiyê kirine ev her du helbestkar ji sedemên
helbest û rexneyên xwe ji ser axa xwe hatine
sirgûnkirin.
Helbestkar û feylesof gelek dişibin hevdu û
ev dinya bi her hawî, giyanê wan diêşîne. Di nava civakê de
pêşeng in ew, avangard in, hemû guherînên nû bi wan dest pê
dikin û berdêla wan guherînan ew bi xwe di kizîniya dil de
hîs dikin. Feylesofê yewnanî Hesîodos jî, di dema xwe de, bi
helbestên xwe yên dîdaktîk gelê xwe perwerde kiriye. Em bala
xwe bidin gotinên pêşiyan û biwêjan mijara wan felsefe ye û
ji fikr û şîretek pêk tên û felsefeya rêber helbest jî ne
dûrî civakê ye, bi alikariya giyanê peyvan helbest vê
dinyayê şîrove dike û dixwaze li gorî felsefeya xwe û
naveroka xwe wê biguherîne.
Helbestkar felsefeya jiyana xwe bi rêzik û
helbestên xwe ava dikin. Helbest xwîna vê jiyanê ye,
qirêjiya vê jiyanê bi helbestê tê şûştin, helbestkar, peyvan
li moxila jiyanê dixin û wan peyvên xweşik û spehî, ji nava
peyvên qirêj û keremkotî yeko yeko dineqînin. Helbestkar
êşên xwe parzûn dikin û tahmeke xweş didin êşên xwe, ew êşên
xwe bi dilgermî hembêz dikin. Em hemû dizanin ku helbestkarê
Ûrisan Sergey Yesenîn, beriya ku xwe bikuje helbesta xwe ya
taliyê li ser neynikekê bi xwîna xwe nivîsandiye.
Her helbestkar divê ku bibe feylesofê xeyal
û derûniya xwe û her feylesof divê ku bibe helbestvanê
mîtolojiya xeyalên xwe. Beriya nivîsê gotin hebû, peyv hebûn
û helbest hebû. Hemû dastan bi formata helbestê hatine
nivîsandin. Homeros dastan, dîrok û mîtolojiya yewnaniyan
kiriye helbest û rêz bi rêz honandiye. Em bala xwe bidinê
çîrokên La Fontaîne û zargotinên kurdan piraniya wan bi
şêwaza helbestê hatine nivîsandin.
Dastana mezrabotan Gilgamêş, dîrok û
helbesta xwedayên dilxezeb e, ku li hember şerê nemiriyê bi
helbestkî hatiye qalkirin. Ehmedê Xanî evîna bi navûdeng ya
kurdan di nava hevîrê felsefeya jiyana xwe de ecilandiye,
dastana Mem û Zînê bi şêwaza helbestê honandiye û kirasê
xewn, xeyal û çanda kurdan lê kiriye. Melayê Cizîrî
felsefeya xwe û evîna xwe bi helbestê aniye zimên, tê gotin
ku mele li hember xweşikahiya xwezayê rûdinişt û helbestên
xwe ji ber dixwend. Em hemû helbestkar dizanin ku beriya ku
helbestek bê nivîsîn di mejî de hêma divitvitin û ew hêmayên
ku ji binê hişê helbestkar derdikevin jî zû bi zû nayên
jibîrvekirin. Em bala xwe bidinê, dîroka kurda di nava
dengên dengbêjan de veşartiye. Wexta ku kesên dagirker
zimanê nivîskî qedexe kirine, dengbêjan hemû dîrok, çand,
dastan, helwest, şer û pevçûnên kurdan kirine kilam û di
odeyên nîvronî de bi dengên xwe yên şewat wan dastan û
helbestên kurdan vedigotine. Em bala xwe bidinê evînçîrokên
kurdan; Siyamend û Xecê, Dewrêş û Edûlê, Cembelî û Binevşa
Narîn û serhildana Mala Eliyê Unis dastan in, çîrok in û
têra xwe jî helbest in. Ger ku dengbêjan çîrok nekirina
helbest û bi kilamkî nexwendana wê zû bihata jibîrvekirin.
Helbestê, deriyê gotinên xwe heta dawiyê
vekir û bi sedsalan wan gotinan di zerzemîna
mejiyê xwe de bar kir û anî heta roja
îroyîn. Helbest di nava zikê xwe de çi dihewîne çi nahewîne?
Di destpêkê de em dikarin bibêjin ew çanda kesan, biwêjên
wan, banekên wan, hêviyên wan, daxwazên wan, têkçûyînen wan
û xeyalên wan bi rêya guh, mejî û binhişîn û bi baskên xwe
yên pola, heta vê rojê bar kirin û hatin ber destên me.
Carinan bû qîrîneke bêxwedî helbest, yan jî
di şevên tarî, tenê û bêstêrk de bû nalîna hezkiriyên
dilşikestî, peyv serobino kirin, rihê xwezayê kola, bi
têgihan re kap avêt, bi xwedê re kete qayîşê, bû ol, bû
gotin, bû ilm, bû felsefe. Dastanan, efsaneyan, çîrokan,
leqmatikan, biwêjan, gotinên pêşiyan, zargotinan ji ber kir
û bar kir roja îroyîn. Di dengê dengbêjên dengkal de bû
lorîk û di qirika wan de, bi kuxikeke ziwa û loriya. Carna
jî kete xewa şêrîn û xilmaş di nava mejiyê dengbêj û
helbestkaran de.
FELSEFE Û ÇAND
Li ser çanda Japoniyan rewşenbîrê bêhempa
Shûîşî Kato wiha dibêje; “Her çand bi zimanekî cuda xwe
vedibêje û ev vegotin jî li her şaristaniyek (li her
welatek) bi aweyekî cuda xwe tîne zimên.” Berhemên ku bi
wî zimanî tên nivîsîn, bi çand, banek, biwêj, zargotin,
leqmatik, çîrok û xeyalên wan rihê xwe têr dike û felsefeya
jiyana wî gelî û wî welatî diafirîne. Ger ku çand û
felsefeya jiyana welatan cuda nebûya tiştên ku bihata
nivîsandin dê gelek bişibiyana hevdu.
Lê belê gava ku em bala didinê, her kes qala
evînê dike, her kes qala tenêtiye dike, her kes li ser
penaberiyê dinivîse, lê belê her kes gava ku helbest û
berhemên xwe diafirîne, ji felsefeya jiyana xwe, ji çand û
folklora gelê xwe, ji têgihên felsefeyê, ji xewn û xeyal û
hêviyên xwe sûdê werdigire û ew xewn û xeyal û felsefeya
jiyanê, hemû hêmayên helbestkar diafirînin.
Aragon di gotareke xwe de wiha dibêje
“Pûxteya helbestê bahoze.”Di pûxteya helbestê de jî her
bahoz hêmayek û her hêma hewceye ku tofaneke bi hêz
biafirîne. Rastî jî di helbestê de hêmayên lawaz parsûyên
helbestê wê bişikîne û helbestkar piştî ku helbesta xwe
weşand êdî ew helbest ne ya wî ye, ji ber ku wan hêmayên
helbestê her xwendekar wê li gorî xeyal û jiyana xwe watedar
bike û her xwendekar helbestê her cara ku bixwîne heman
helbestê wê ji nû ve binivîsîne.
Hebûna mirovan û mirovahiyê li ser fikirîn û
hestiyariyê hatiye avakirin. Hestiyarî yan jî felsefe, ji
van kîjan kêm bibe di helbestê de, pûxteya helbestê mîna
nanê bêxwê û bêtehm dimîne. Me gotibû divê ku helbest
pûxteya xwe û rihê xwe bi felsefeyê têr bike, lê dîsa jî
dikarim ve yekê bibêjim ku giraniya felsefeyê zêde be di
helbestê de, wê çaxê em dikarin bibêjin ku, dê helbest tevî
hestiyariya xwe di binê barê felsefeyê de bieciqe û tesîra
wê ya li ser rihê mirovan dê kêmtir bibe, ji ber ku hest her
gav zora fikran dibin, ev yek di evînê de jî wiha ye, her
kes bi hişê xwe dikare, lê bi dilê xwe nikare.
Helbestkar gava ku qala derûniya kesan bike
û li ser hestiyariya mirovan rêzikên lîrik rêz bike, hay ji
wî hebe û ji rastiyê dûr nekeve, dê çêtir be. Bila çewt neyê
fêmkirin, ne ku ez dibêjim bila mijara helbestên wî bi
tevahî realîst û lîrik bin, lê gava helbest û mijareke
surealîst binivîse jî divê ku ew helbest û hêma mîna goşt û
hestiyên mirovan têra xwe zindî û berbiçav bin, bila mîna
bişirîna rûyê zarokan ji dil û eşkere bin. Helbestkarê
fransewiyan yê surealîst Paul Valéry, di gotareke xwe de
weha dibêje “Rastî, ew e ku gava ku kalokek li ser kerê
be û ji hêlekê de were, divê ku em nebêjin lawo de ka
binihêrin çi şowalyekî hêja ye.” Em dizanin ku di zimên
de peyv zorê didin me ku em bifikirin. Her helbestkar jî
gava ku qala felsefeya jiyana xwe bike bivê nevê hin rêbazan
bikar tîne. Helbestkar gava ku hêmayên jiyana xwe biafirîne
ji peyva ‘mîna’ sûdê werdigire, ji ber ku şibandin piranî bi
saya vê peyvê çêdibin. Wekî din, ya hestên însanî li alav û
tiştnan tên barkirin, an jî tiştnê alav û xwezayê li mirovan
tên barkirin. Helbestkar hemû rêbazan neceribîne di hunera
xwe de, wê çaxê em dikarin bibêjin ku, dê zimanê wî di nava
sînor û xelekên teng de bifetise, gava ku hin rêbazan
biceribîne jî, divê ku ji rastiya vê jiyanê dûr nekeve.Me di
destpêkê de gotibû bizrê helbestê peyv in, ez dixwazim bi
gotinek Mallarmé vê angaşta xwe xurtir bikim. Rojekê
hevaleke Mallarmé ku bi xwe di dema xwe de wênesazeke navdar
e û yekcarna jî bi helbestê eleqedar dibe, ji wî re vê yekê
dibêje, “ Ev karê helbestkariyê çi kareke dojehiye
birako, ev bû çend roj in ku mejiyê min bi fikran tije ne,
lê belê ez nikarim tu tiştek binivîsîm” dibêje. Mallarmé
bersiva wî dide “ Birakê Degas, helbest bi fikran nayê
nivîsandin, bi peyvan tê nivîsandin.”dibêje.Rast e
helbestkar divê mîna lêkolînerek tevbigere, peyvên xwe ji
nava zimanê heyî yeko yeko bineqîne û hewceye ku wan peyvan
bi pûxteya felsefeya jiyana xwe perwerde bike.Ez di vê
baweriyêde me ku, wê gavê dê bi ser bikeve. Gava ku
helbestên xwe saz bike jî , hewceye ku ji reng , bêhn û
dengên vê xwezayê sûdê werbigire, ji ber ku ev her sê têgih
hezar sal jî di ser de derbas bibe ji bo mirovan heman tişt
îfade dike. Helbest bê muzîk be jî parsûyên helbestê zû
dişikê û zû tê jibîrvekirin. Lê belê muzîk di dawiya
rêzikan de be jî çênabe, hewceye ku her helbestkar bi
hostetî muzîka xwe di nava rêzikên xwe de bimehîne û hewceye
ku helbestên xwe, bi rihê xwe û bi xewna xwe binivîse.
POETÎKA
Û SÎSYPHOS
Hemû helbestkarên cîhanê xewn, xeyal û hest
û binhişînên mirovahiyê, bi poesîsa helbestên xwe rave
dikin. Poesîs ne bi tenê rihê helbestên wan e, rihê cîhana
bextreş bi xwe ye û ev bextreşî jî dibe para helbestkar bi
xwe.
Di mîtolojiya yewnaniyan de qralekê wan yê
bi navê Sîsîfos (Sisyphos) heye. Sîsîfos her carê kevirekî
girover û têra xwe giran hildigire û wî kevirê giran ber bi
jorê çiyayekî bilind ve digindirîne û hildikişe jor. Her
gava ku nêzî lûtkeya çiyê dibe, ji hal dikeve, kevir ji
destên wî dişiqite û ber bi jêr ve digindire; û ew tê jêr
dîsa kevirê xwe hildigire û bi qiyameya çiyê ve hildikişe
jor. Sîsîfos dizane ku ew kevir wê tu carê neçe serê wî
çiyayî… Wê çaxê hûn ê bibêjin çima her carê wî kevirî
digindirîne. Ji ber ku ev trajediya wî ye. Û hin xwedayên
dilxezeb naleta xwe lê barandine. Helbestkar di vê jiyanê de
piçekî dişibin Sîsîfos, ji sedema helbestê jiyana wan
serobino dibe, sirgûn dibin, tên kuştin, çermê wan tê
gurandin, bi salan ji welatê xwe dûr dikevin, penaber û
zikbirçî dimînin, lê dîsa jî dev ji helbestnivîsandina xwe
bernadin. Hemû hêma û felsefeya vê jiyanê şîrove dikin,
helbestkar avangard in, pêşeroja zimanê xwe û gelê xwe ji
sed sal berê ve texmîn dikin. Ehmedê Xanî jî ev yek his
kiriye û mîna helbestkarekî hoste evîna mem û zînê bi
bendên kurdî sazandiye. Her helbestkar piçekî Sîsîfos e,
trajediya vê cîhanê dijî, di vê jiyanê de. Lê belê her
helbestkar çi qas trajediya xwe bijî jî, ji wê trajediyê hez
dike û dixwaze fikrên xwe, hunera xwe, hestên xwe û derûniya
xwe, bi mirovan re par ve bike; ev parvekirin û fêmkirin
piçekî barê wî sivik dike û bêhna wî derdikeve, her
helbestkar dixwaze bê fêmkirin. Ez bawer dikim ku helbest û
hêma û felsefeyên tevlihev, şolî û razber, wê kesan aciz
bike û ev yek jî ji bo helbestkaran wê xeternakiyeke gelekî
mezin be. Feylesof û helbestkar di vê cîhanê de mîna
Gilgamêş li nemiriyê û avbengiya vê jiyanê digerin, her du
jî dixwazin bibin nemir û berhemên xwe jî li ser vê bingehê
ava dikin. Her çi qas bi vî hawî bişibin hevdu û me gotibû
felsefe hişê helbestê ye jî divê ku helbestkar rêzik û
bendên xwe li ser hestiyariyê ava bikin. Helbestkar ji bo ku
xwe bide fêmkirin divê ku mîna zimanzanekî/ê be, bi peyv û
zimanê heyî qîma xwe neyine û divê şev û rojên xwe bike yek
û nêçîra peyvan bike, peyvan biafirîne, hêmayan saz bike û
di nava zimanê heyî de zimanê xwe biafirîne. Wekî ku Sartre
jî dibêje “bo mirovên ji rêzê, yên ku di jiyana rojane de
dipeyivin, peyv ji bo van kesan kedî bûne êdî, lêbelê ji bo
helbestkaran peyv hîn kovî ne.”Ez li ser gotina Sartre
im. Ji ber ku hin peyv jî di xewa mirinê de ne, helbestkar
mîna efsûnbazekî bi sêhr û hilma rihê xwe divê pif bike dilê
wan peyvan û rih bide wan.
Helbestkar divê ku li ser qalibên helbestê
felsefeya jiyana xwe biafirîne. Min berê jî gotibû û ez
aniha jî dibêjim; Karê feylesofiyê û karê helbestê zêde
tevlihev bibe, ev yek ji bo helbestê xeternak e. Ji ber ku
helbest wê ji qalibên helbestê dûr bikeve û dê bêhna
helbestê ji peyvên helbestkar neyê.
Çavkanî:
1. Poetikaya giriş, Tzvetan TODOROV, Metis
2. Denemeler, Hilmi YAVUZ, Boyut
3. Felsefe Tarihi, Prof. Macit GÖKBERK, Remzi
4. Felsefe Dergisi, sayı 8, Yıl;1979, Tarih Bilinci, Afşar
Timuçin
5.Dilin Gücü, Nermi UYGUR, YKY
...................................
Veger
>>
tirej.net/com/org