
Xebat Şakir
Bûn Çar êl
Em
li pêşya gûnd, li ber tîrêja rojê ku li ber ava bû û
hênkaya danê êvarî rûniştîbûn, ez, mirad , derbas û segvan .
Baş guh bidin min ji bo ez vê serpêhatyê ji
wer bêjim.
Aşît, xerbî,
dêwan û koçer çar bira bûn di zarokîya xwe de û heya bûn
xort pir ji hev hez dikirin.
Aşît karê wî dizî û nêçîr bû, wî digot
mêranî di dizî û nêçîrê deye, serê xwe ji pirsgirêkên malê
qet ne di anî, di got nanê îro hebe sibe tê xêr pêre hem jî
pir ji zikê xwe hez dikir.
Xerbî mirovekî
hînî kar bû, ji kar pir hez dikir, ji sibê heya êvarê kar
dikir û dixwest bi xwêdana enya xwe debara xwe bike, gava ji
nava zevîyê dihat wî li mal jî kar dikir heya wextê xewa wî
dihat, ew ne diçû ti cîyî ger karê wî tê de tuneba.
Koçer zêde bi
karê malê, sewal û dewaran ve mijûl dibû, wî serê xwe ne ji
dizî, nêçêr û ne jî ji zevîyê di êşand, ger te temenê kîjan
pezî, yan dewarî jê bi pirsya wî zanî bû û her sewal û
dewarek navek lê kir bû, wekî din kej, hirî, sîrik û penêr,
mast û dew nîvişk û lorik ev karên koçer bûn, wî karê xwe
pir bi hostayî dikir haya wî ji dinyaê tunebû ji bilî sewal
û dewarê xwe.
Van herçar bira jiyanek pir xweş bi hevre
derbas kirin bê ser êş û dil êş. Rojekê xerbî ji xwe re
fikrî û raman di serê xwe de birin û anîn rûnişt û bi darikê
di destê xwe de ber xwe di kola û carna darikê xwe sekinand
û bi xwe re diaxifî, carina dengê wî pir bilind dibû, hêdî
bese ma heta kengî emê kar bikin û Aşît wê di nav me de wek
teralekî bimînê weleh hêdî nema tê bijirandin, cotê xwe
vekir û da hev û qantirên xwe dan ber xwe û berê xwe da
malê. Dît ku pez hîn li male û koçer di nav livînê de
nexweşe, çû li bin serê birê xwe rûnişt û destê xwe danî ser
serê wî, germa wî pir zêde bû, tayek wî digire û yek wî
berdide .
Xerbî li dora xwe nerî ji alîkî ve dengê
pezê ku di mal de mayî bê av û bê êm û ji alîkî ve li
birayê xweyî nexweş dinerî .
Xerbî pir hêrs bû û berê xwe da sewal û
çavê xwe girt û devê xwe vekir, xwedê wê çawa bi vî teralî
re bi qedê û here serî.
Ma nikarî bû vî sewalî jî êm bikê, yan ji
dêvla birê xwe ve derêxê çolê hawarrrrrrrr .
Bû niç niça wî û çû cem koçer, li bin serê
wî rûnişt û li halê wî pirsî, destê xwe avêt lihêfê û baş
girt ser birê xweyî nexweş, li nav her du çavên koçer dinere
û bi serde melûl bû .
Koçer çavê xwe vekir dî ku va birê wî li bin
serê wîye, pêre beşişî bi dengekî melûl jê pirsî; xwedê xêr
bike bira çima tu îro zû hatî mal, hêrs di rûyê tere xweya
dike, te û hina kirye şer bira ?
Na wele ez û kes bihev neçûne lê wele ji kul
û derdê birayê te ez hema dikim biteqim, kuro lawo haya wî
ji bayê felkê tune, em bimirin bimînin li ba wî wek heve,
weleh nema pêre debar dibe karê vê malê tev li ser milê min
û teye, tu dibê qey aşîto ne ji vê malêyî, bi xwedê nema
pêre debar dibe, yan ezê di vê malê debim, yan ew, biratya
me û aşît buye ya quling û rêvî, ew tenê li kêfa xwe di gere.
Koçer li ber dilê birayê xwe dida û tifaq jê
xwest lê gotinê wî nediketin serê xerbî û wî her digot xwedê
mezine heya ew îro werê emê higî zanibin bê em çend bira ne
.
Aşît wek her car derbasî odê bû dest vala û
bê nêçîr çû rahişt cerê avê û têr av vexwar hat rûnişt û li
şîvê pirsî, vê tevgera Aşît hîn bêtir Xerbî hêrs kir û dîna
xwe da Aşît ku wî ne li berê xweyî nexweş pirsî û ne li
sewalê ku ji sibê de bê êm û av di malê de mane, Xerbî berê
xwe da aşît û got; ma wê heya kengî bi tere wa bi qedê ti
karekî divê malê de nakî û te xwe li ser serê me kirye mezin,
wele îro yan ezê di vê malê debim yan tu.
Kuro ev çi pelpela devê teye wele bi wî, yê
ku ez û tu dane cîhanê, ez rabim dinanekî di devê te de
nahêlim yawo ez evim qîma te hat ser çava, qîma te nehat,
oxir û felekê te yên xêrê bin, ma emê piştî te ji nêza bi
mirin, ev îro çend roj tu di bê qey me nanik xwariye û te
alîyek, xêra yabû ? hirmeta te ji mezinê te jî re nema .
hersê bira ji
hev cuda bûn, û halê xerbî û koçer pir xweş bû, bûn xwedî
cot, sewal û mal û ji xeynî rehma xwedê ne hewcyî ti tiştî
bûn, lê aşît roj bi roj belengaz di bû û ti kar jê ne dihat
zikek têr 12 biçî diqedand.
Birayê mirad pêşya ne ji valayê gotine,
ne malê ji kurê qencre bike û ne ji kurê pîsre .
Derbas bira evê ku hûn niha wan dibînin ku
hin bûne xerbî û hin bûne aşîtî û hin bûne koçer û ji
hinare dibêjin Dêwanî. Ev her çar bira bûn û zarwê yek dê û
yek bavî bûn, va îro bûne çar ÊL .
2.8.2005
Oldenburg / Elmanya
...................................
Veger
>>
tirej.net/com/org