
Jan Dost
Bîranînên
kerekî
Hawara mirîşkan
Ez
mirîşkeke Kurd im, bûye du meh derbeder bûme û mehkûma çar
dewleta me.
Ez berê li Bayezîdê bûm cîrana Ehmedê Xanî
bûm û kêfkêfa min bû, dîkê ku dil diketimê yekser min ew
diajote pîna xwe û Mem û zîn jê re dixwend û ......; lê
mîratê nizanim êşeke xedar ji me re ji ku hat. Û qetliama me
destpêkir. Em nexweş dikevin me dikujin ev çi edalete yabo!!
Ma niha ku insan nexweş dibin wan dikujin yan wan dibin
nexweşxane yan û wan derman dikin!!
Neyse van tirkan em qirkirin, lê ew nêzîkî
mirîşkên xwe yên istenbol û Enqerê nedibûn, belkî hûn
bipirsin bê çawa mirîşka Kurd ji ya Tirk nas dikirin!! Pirr
hêsane ! mirîşka Kurd dibêje qa qa qa qîq û ya tirk dibêje
ka ka ka kîk!! Yanî ev tîpa Q li me bûye bela de ji Alfabe
ya me bavêjin vê tîpa gennî lo.
Ruh şêrîne kero, ez rabûm min xwe li sînor
qeliband û hew min dît ez li Mehabadê me, lê rewşa mirîşkan
li wir ne çêtir bû. Divabû ez fêrî farisî bibim û desmalekê
li serê xwe bigerînim, lê ez negiham fêr bibim qetliamê li
wir jî serê xwe hilda, rabû ez reviyam û min berê xwe da
Silêmanîyê. Min dît ku ez xwe li cem elokên mam Celal bi cî
bikim ji her tiştî qenc tir e, lê elokekî ji wan bela xwe
di min da ! min serê xwe jêre danexist û gotê: ka ka ka ka
şerm bike, ez mêvana we me, penabereke Kurd im, zulm û zora
Tirk û Farisan ne bese e qey? Kumika xwe gijj kir û teriya
xwe kire baweşînk û got: elo lulû lû û... tu mirîşka bi êşê
ketî!! Hey casûs qîza casûsan tu hatî nav me daku êşê
belav bikî ne?! Û êrîşî min kir. Ew elokê mam Celal bû,
têra xwe qelew bûbû, ez jê sivik tir bûm û min berê xwe da
herêma Behdînan.
Li wir qetliam dîsa dest pê kirin!! Kuro ma ev çi şanse!! ez
bi ku de diçim li qetliam û kuştargehan dilikumim, ma min çi
bi xwedê kiribû loooo!!niha serjêkirin bûya xem nedikir, bes
ew me dixin tûrikan û bi saxî me dihavêjin koncalan û me
dişewitînin, yanî kê wilo li kê kiriye ha! Welleh min
nema tiştek ji qûna bi zelq ya vê dunyayê fêm kir!! Hela
tirk û farisan em kuştin, ê we kurdan çima hûn me dikujin?
Ma ne em jî weke we kurdin qurbana we bim!! Lê baş bû herdu
idare û hikûmet bûne yek, xelk pê biliyan min jî fersend dît
û min ji wir jî baz da, binêrin fêda yekîtiya Kurdan heta li
mirîşkan jî heye!! Qaçaxçiyekî ez derbasî bajarê Qamişlo
kirim. Min got( weke ku dîkekekî me yê dengnexweş digot):
Qamişlo bajarê evînê ye dê li wir ji xwe re dîkekî li gor
dilê xwe bibînim û di bin baskên wî de bisitirim. Bes van
bêbavê Beesiyan tam ne dane min, min hîn çavê xwe li dîk axa
digerandin qetliama me li wir jî dest pê kir, ez mecbûr bûm
xwe êdî veşêrim. ez di bextê te û xwedê de me Kerê Reş min
rizgar bike, niha hêka min tê û newêrim bikim, tu dizanî
bê em milletê Mirîşkan çi deng û qêrîn bi me dikeve dema
hêka me tê. Îca welleh ez dikim bibehicim, de zû tevdîrekê
bike berî ez bibim Beesî û ji wan re hêkan bikim! Mirîşka
stûrût Qamişlo 60 ê meha Zelqbarîn sala 9000 î ji bûyîna
yekemîn mirîşka stûrût di dîrokê de.
...................................
Veger
>>
tirej.net/com/org