Gotar

  Hevpeyvîn

  Qilçix

  Navdarên Kurd

  Helbest 

  Çîrok

  Şano

  Lêkolîn û Rexne

  Rêziman  

  Wergerandin

  Mûzîk 

  Hunermend

  Keskesor

  Zarok

  Lîsk

  Navên kurdî

  Kevnetor

  Metelok

  Tu dizanî..!?

  Weşan

  Lînk

  Karîkator

  القسم العربي

  Nivîskar

  Erşîv



Têkilî 


Kevnetor


Kulîlkên kurdan

 

 


Rexne


 

 

 

 


Ezîz Xemcivîn
Pirsek ji nivîskar Evdile Koçer

  

Biraderê hêja Evdile Koçer

Gelek silav hêvî dikim tu di rewşeke baş de bî.

Biraderê hêja min xwest çend têbîniyan ji te re berçav bikim li ser nivîsa te a ko di malpera tirej.net de hatiye belavkirin www.tirej.net/index.2466.evdilekocer.htm , tev ko ez dizanim pirê nivîskarên kurdan rexnan li ser xwe na derivînin, û her yek ji me xwe dibîne Eflatonê dema xwe beramber kêm in ewên ko bi rexna misoger û sayî şa dibin.. heger tu ji evan nivîskarên dawî bî ez ê gelekî dilxweş bibim…

Birayê hêja te babeteke balkêş dest nîşan kiriye bi hêvî me tu pir nivîsên wisan ber çav bikî da ko her kes li ser nivîsa Kurdî û armancên xwe ên serekî rastnivîsîn û rastxwendinê bikin…

Birayê hêja ez hêvîdar im ko tu jî li ser nivîsên xwe baş birawestî û berî tu ewan belav bikî, berî her tiştî heger tu karibî xwe ji bandora peyvên biyanî rizgar bikî; gelo gotinên Kurdî ên şêrîn, delal û bi watedar nikarin bikevin şûna ewan peyvên biyanî?

Heger ewê watê bi xwe bi cî nekin jî divê Kurdî bi kar bînin; ta ko serastkirina zimên em pê hest bibin ko erkeke li ser milê min û te divê em mercên rastnivîsînê bi cî bînin, peyvên Erebî, Tirkî, Farisî ji nivîsîna xwe bi dehê mitran dûr bixînin..

Bela ji te re nebe raman ko ez felsefakê li ser te dikim, Xwedê neke ko ez wilo bim, lê ez ji te û nivîsîna te hez dikim. lewra dixwazim ko nivîsîna te saxlem bi zimanê Kurdî be, û heger tu li ser bingehê rêzmanê jî biçî, wê tirazûya hevokan serast û şayik bête xwendin..

Ez niha dikarim peyvên biyanî di nivîsa te de berçav bikim

 

Evdile Koçer

Êşa Nivîsa Kurdî

Ji dewrên qedîm bigire heta îro, hêjayî û qîmeta ‘gotinan’ li ba me her zêde ye. Lê dema ku gotin kete ser kaxiz/kevir/pelçim/ferş û li gelek derên tarî û nenas geriya qîmetazêdetir bû. Gotinên ku bi pî û destên ‘nivîs’ê şewqa xwe dan gelek deveran, kir ku tîpên nivîsê bike pîroz...

Tîpên nivîsê wekî şewqa xewnekê wekî xeyaletên pêxemberan ji jor de ketin nav civaka me! Gotin bi hebûna nivîsê re bêtir li civakê geriya, nivîs bi saya gotinên ku wekî mifteyên derî û çiyayan vedikir re çêtir giringiya wê hate fêmkirin.

Nivîs, carna di nav şibaka ‘nivîştiyek’ê de ji civakê re bû xewneke xweş; carna li ser kêl an jî dîwarekê bûn kodên hebûna wê civakê; carna jî –wekî belavbûna dînan!- berê civakê guherand.

Lê her çi be, ‘nivîs’ li ba me kurdan her pîroz ma! Pîrozweriya wê jî tê beramberî vê gotina ku wekî eynikekê rojhilat nîşan dike: “Li welatê koran, yê ku xwedî çavekî be dibe kral!”

Helbet sedema herî mezin polîtîkayên serdestan û nezanîna civakê ye! Lê tişta herî ecêb jî ev e ku; hêj gelek nivîskarên kurd bixwe jî ‘nivîsa kurdî’ pîroz dibînin! Dema ku rewş wisa be, helbet ti kes newêre serê xwe bixwe nav gotin û hevokan û halê nivîsa kurdî binirxîne.

Ev pîrozbûn, dihêle ku nivîsa kurdî ji xwe re ‘frankeyştan’an biafrîne û zirarê bide hebûn û pêşketina nivîs û edebiyata kurdî! Ev pîrozbûn rê li pêşiya berjewendîperestên kurdî vedike û gotinên kurdî birîndar dike. Ev pîrozbûn, dihêle ku binyat û qurmê nivîsa kurdî birize û êdî hevokên kurdî nemeyên.

Heger hûn dêna xwe bidinê, hûnê bibînin ku gelek kes behsa pîrozbûna “nivîsa kurdî, kovara Hawarê, Ehmedê Xanî, çand û zimanê kurdî...” dikin, lê mirov nikare fêr bibe ka çawa, çilo û çima? Helbet qîmetdayîna van jixwe tişteke baş e, lê di devê me de dibe sloganeke siyasî. Ev slogan û kultura pîrozkirinê gelek caran serê xwediyê xwe jî dixwe.

Heta ku nivîsa kurdî di nav hêlekana pîrozkirinê de biçe û bê, em ê fêr nebin ka ji bo çi nivîsa kurdî –ji xeynî polîtîkayên serdestan!- bi pêş nakeve. Û dê ti kes ji me re nebêje ka zimanê kurdî û fonetîka wê, çiqas ketiye ber xezeba polîtîkayên asîmîlasyonê! Ji ber ku tiştên ku li gorî sosyolojiya civakê dibin ‘pîroz’, wekî pizotê agir in û ti kes newêre zû bi zû destê xwe bidiyê. Ji ber vê pîrozweriyê jî, rê li ber pesinandinê bêtir vedibe.

Nivîsa kurdî êşa pesinandin û nenaskirinê dikişîne û ji ber vê yekê jî zû bi zû nikare kirasê xwe biguherîne. Nivîsandina bi kurdî bo gelek nivîskaran têra her tiştî dike, lê ti kes serê xwe zêde li ser naveroka nivîsan, maneya gotinan, kodên hevokan, û bi giştî çireya hemû nivîsê naêşîne. Mixabin ev rewş û pîrozweriya henê, bi tenê bi kerî berjewendîperestên (an jî nezanîn-perest!?) kurdî tê.

Divê mirov gotinên xwe vekirî û eşkere bibêje: îro nivîsa kurdî di berîka kurdan de maye û hêdî hêdî ji semyanê xwe dixwe. Camêrek radibe bi kurdî dinivîse(!) û di ser de jî bi haleke şîzofrenîk mineta xwe li civaka me ya evdal û reben dike; an jî kurdek bi tirkî/erebî dinivîse, lê çawa ku bi kurdî binivîse xwe li ser civaka kurd ferz dike.

Tiştên pîroz her dem nabin elametên xêrê. Kum û şewqeya pîroz carina gurîbûna hin kes û civakan jî vedişêre.

Nivîsa kurdî jî di bin vê ‘pîrozweriyê’ de êşeke mezin dikişîne. Ji ber ku nivîs li ba me ne bûye adeteke rojane; ti danûstandin û têkiliyên me hê jî bi nivîsê nayên kirin... Ev jî dibe sedem ku nivîsa kurdî bivênevê pîrozwerî û tabubûna xwe biparêze.

Ji kultura nivîsê bigire heta derzîdankekê, tiştek çiqas ku li civakekê bigere, ewqas bicî dibe û tê qebûlkirin. Û ewqas jî dibe malê civakê... Tişta ku di nav pêlên jiyan û civakê de negere, her dem di nav rîtûelên xeyal, fantazî û ûtopyayan de maneya xwe dibînin. Pîrozwerî û tabubûna wan bêtir tê erêkirin.

Li civakên pêşketî rewşa nivîsê gelekî cudaye. Berî her tiştî nivîs li rojava pişta civakê ye; heyîn û neyîna wê ye. Ji agahiyeke biçûk bigire heta organîzasyonên mezin, li ser kultura nivîsê digerin û ji xwe re rê dibînin.

Lê gelo li ba me çawa ye?

Li ba me, rewşeke absûrd û trajîk heye: Min bixwe dîtiye ku hin nivîskarên(?) kurd notên xwe bi tirkî/erebî digirin û paşê diqulipînin ser kaxizên kurdî.

Ji ber ku li ba me kurdan wekî gelek tiştan ‘nivîsandina kurdî’ û ‘nivîskariya kurdî’ jî tevlihev bûye. Mesela; kurdeke normal berî her tiştî divê xwendin û nivîsandina kurdî bizanibe û paşê bibe siyasetmedar an mûzîkjen an jî nivîskar! Ji ber ku ev karê duyemîn in.

Mirov dikare nivîsevaniya hemû zimanan jî bike, (helbet bi kurdî jî!?) lê nivîskarî bareke din e. Nivîskar kêm zêde hostayê gotinan e! Gotinên nipûnû diafrîne û datîne ser hişê dinyayê. Bi fikrên biriqî re rê li pêşiya nivîsa kurdî vedike. Nivîskar ew kes e ku bi afîrînerî û çalakiyên xwe ve, bi rabûn û rûniştina xwe ve, bi têgihiştin û vegotina xwe ve rihê civakê diguherîne.

Lê em kurd di nav vê pîrozweriya nivîsa kurdî de trajediyeke mezin dijîn. Dema ku em bi awayekê (bi hemdê xwe, an jî bê hemdê xwe...) dikevin nav meydana nivîsîna kurdî, bêyî ku em serê xwe piçekî li ser tarîxa peyva kurdî biêşînin, bêyî ku em hûşiyên nivîsîna dinyayê tahm bikin û binasin, em kaxizên kurdî reş dikin.

Berî her tiştî pêvoja û qonaxên nivîsîna kurdî bi awir û hişê sosyologekî/ê nehatiye veçirandin. Kodên nivîsa kurdî ji rojnameya Kurdistanê (1898-1902) bigire heta îro, li parçe û welatên cihê li gorî şertên xwe şêwaz digire û dimeye. Hişê xwendevan bi xwendina her kitêb û kovarekê re bi awayeke din diçeliqe.

*******************

Birader Evdile ev peyvên ko min rengê şîn daye wan merov bi piraniya wan dikare wergerîne zimanê Kurdî, taybetî peyvên Erebî, Tirkî û ez di ewê baweriyê de me ko tu bi xwe jî wata wan dizanî, lê çima te wilo nivîsandiye ez jî nizanim?

 

Birayê te

Ezîz Xemcivîn 

Dubey

22/1/2006  

...................................
 
Veger >>
                                                                                tirej.net/com/org

 

kurdi@tirej.net
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ tirej@tirej.net ]vebûna malperê 01/12/2002