
Arşevê Oskan
Serpêhatiya Nr
(18)
Piştî ku welatekî Ewropî vîzayê bide
mirovekî û ew mirov, di dema xwe de vegeriya welatê xwe û ev
vîza zêdetirî carekê, li pasa wî dubare bû. Wê Ewropî jî,
îdî baweriyê bi wî mirovî bînin. Yê min jî, hûn hemî min
nasdikin, ku temenê min di huner û stranên kurdî de buhiriye.
Bêyî ku ez sed hezarekî Sûrî, di bêrîka xwe de bibînim. Yanî
hezar û nîvek euro ye haa.. bila serê
gelê Kurd ji min re sax be, ma ev hale lo.. tevî ku li her
malê kasêtên min hene, di gel ku di erebeyên dewlemendan de,
qîreqîra min e, ji mal heyanî dawiya rêvçûna wan. Ew jî, bê
hindî xwe serê xwe li ber deng û awaza mûzîka min dihejînin.
Diçin tomargehan, bi sedên lêreyan CD yên min dikirin û ku
ez xwe bidarvekim, wan pereyan di ruhê min de nadin. Yahoo..
ku min li ser rêkê dibînin, li xwe danînin ku li kêleka wan
siwar bêm, tê bibêje qey bêhna genî ji min dihat. Li min
nedisekinîn. Ez jî, bê mineta wan li mikrobasan siwartêm û
têm bajêr.
Agirê xwedê bi mala van xwedanê dawetan
keve, van cahil-mahilên ku nû derketine dibin şahiyên xwe.
Wana jî, hemû stranên min dibêjin, lê ya ku ez kuştime û
nehiştime, ji min re dibêjin: stranên te, bikêrî şahî û
dawetan nayên û dengê te tenê ji bo salon û guhdarîkirinê
ye, ne ji bo dîlan û semayê ye. Rehme li bavê we, ma ev
gotin e?, yanî hunermendê stranê dîlanê nebêje û xelk li ber
nedin lotikan, bila ji birçîna bimire ne?. Ma qey ez ne wek
Ednan Seîd û Merwan Sebrî û Ronîcan im jî lo. Wey xwelî li
serê min be, yan li serê vî miletê bê serî be, yê ku qîmetê
mûzîka min nezanin. Piştî ez mirim, wê bibêjin: rehma xwedê
lêbe, hunermendekî pir zîrek û hêja bû. Bi hezaran wê bi
cenazeyê min re bimeşin, wek rehmetiyê Mihemed
Şêxo û.... na bila wê
hingê, rehma xwedê ne li min û bavê vî miletî be.
Ez serê we neêşînim, min jî carekê vîza
şengen li ser paseporta xwe xist û ez hatim Almanya, min
çend şev-mev çêkir, min wan stranên xwe yên salên heftêyî de
sitra, wanê ku ciwan û yextiyaran, pîr û rindikan jê
hezdikirin û bi taybet yên temenê wan, di ser çilî re. Mala
we û wî ava be, berya wan şevan bi deh-pazdeh rojan Sirwanê
Hecî Berko, di malpera xwe ya bi nav û deng de, hinek
rêklam-miklam ji min re çêkir. Wêneyê minî herî xweşik û
çeleng, li ser rûpela despêkê xist û bi min re jî çend
wêneyên hunermendên ku di temenê zarokên min de, li binya
min daliqand. Ji wan şevan, bêje min hinek pere qezenc kir,
lê ne wek min dixwest.
Yaoo min got qey, ev gelê me yên li Ewropayê
dijîn û bi taybet li Almaniyayê, ji qal û qîlan xilas bûn e,
çima tu nabêje ilûmên ser tenûran li vir in, na welah
heftxwezî bi ser tenûran. Çima ku ez çend şevan çûm mêvanê
jinbiyekê, ji bavê xwe şerm û fedî nekirin û qebhetek bi dûv
min xistin. Heyanî di civînê partiya xwe de, qal û behsa min
kiribûn. Ma qey pirsa min, ji ya Kurdistanê giringtir bûbû.
Hema min çi kiribe jî, min wek wî tekoşerê partiya wan ne
kiriye. Ji bo demekê hat û li vir asê bû, rojê navekî bi dûv
xwe dixe, ji bo ku li vir rûnê. Ma qey raste tekoşer-mekoşer
in. Hema bi şerf û namûsa min, ne bi ya wan, li navê xwe
tenê digerin. Ev ji bilî tolaziyên li dûv pîrekan dikin. Bi
navê xwedê, heger wî zanîba Almaniya ev Almaniya ye, wî li
welat rojekê jî, serê xwe ne dêşand. Ez di wê baweriyê deme,
ku li wî temenê xwe yê çûye poşman bû ye.
Lê ji bo ku zarok û jina min, li min neyên xezebê û ji qal û
qîlên vî miletê derewçîn xilas bibim, ez nema têm Ewropa û
ew çend euro yên ku min ji qûna şevan dida hev, nema ji min
re gerek in. Heger ji bo wê jinikê be jî, ez dikarin bi
dizî, carê telefonê vekim û li halê wê bipirsim, da ku ji
min re nebêje: hey dengxweşo, tu xayinî!!! .
...................................
Veger
>>
tirej.net/com/org