
Dr.Ebdilmecît
Şêxo
Dr.Kemal Seyid Qadir şaşiyên pir mezin kirine
Di
vê dema borî de, pir gotar, name û bangewazî ji aliyên
gelek rêxistinên navnetewî, mafên mirovan, rewşenbîr û
nivîskaran ve li ser vê mijarê di weşanan de hatine belav
kirin, hemî jî daxwaza serbestkirina birêz Dr. Kemal.Seyid
Qadir dikin, bêguman em jî dengê xwe bi hemî azadîxwazan ra,
ji bo mafên derbirîna serbest bilind dikin û hêvî ji
hukumeta herêma Kurdistanê dikin, ku birêz Dr. Kemal Seyid
Qadir li gor yasayên dadmend û şaristanî bête dadgeh kirin.
Lê, berî ez vê gotara xwe binivîsim, û dengê
xwe bi azadîxwazên peyvê re bilind bikim, min pêwîst dît, ku
em vegerin nivîsarên Dr.K.S.Qadir, ta ku em jî ne wek pir
pênûshilgirên din bi yêkalî, ango bi yek çavî tenê li vê
pirsgirêkê temaşe bikin. Em bi kêmasî li nama Dr. K. S.
Qadir, ya bi sernavê" Bersivek ji berêz Mesud Barzanî" re
vegerin , ewî nama xwe di malpera" Kurdistan post". de, di
roja 02. 10. 2005 an de weşandiye. Dr. K. S. Qadir di nama
xwe de weha dest pê dike.
"Zor berêz!
Divê ez ji te ra bêjim berêz, çimkî
rêzgirtin li her mirovekî heta mezintirîn tawanbar be jî,
beşeka ji urfên kurdîtî û gelan e. Ez ji nîzîk de bi te
berêzî şehreza bûm. Ez weha dizanim, ku nerxê xwefiroşî li
nik te bi hezar dolarî bi jor de dest pê kiriye. Min li ser
vê babetê berê jî di bin navnîşana "Ez Şêx zaneyekî dinasim
" di Kurdistan post" de belav kiriye, zorbey gelê Kurdistan
li hundir û li dervayî welêt ev hewale bîhîst bûn, û pirên
wan ji kêfxweşiyên xwe, şahî dikirin ji ber ku, zalim ,mirovkuj,
dizekî wek te,tawanbarê casosiyê li ser eşker û diyar dibe…."
We bi xwe bi sedan kes kuştine, çimkî mirov li nik we heywan
e, diyar e mirov çawa li xwe temaşe dike, ew bi vî cureyî jî,
li kesên din seyr û temaşe dike…."
Va ye me dît, ku çawa berêz Dr. K. S.Qadir
dêmokratiya ne rewa û pir durî sinciyên rojnamegeriyê li
dijî berêz, serokê herêma Kurdistanê bi kar anî ye, em
nizanin, kînga û di kîjan ferhenga rojnamegerî û siyasî de
hatiye, ku nivîskar, an siyasetmedar dikane rexnan bi vî
cureyî ne dadmend bike? Ewî bi nirîna me, ne rexne kirine,
lê ewî bi zikreşî hêrişên pir birîndar arastî kesayetiya
serokê Kurdistanê kirine. Em naxwazin bawer bikin, ku
lêkolînerek wek Dr.K.S.Qadir dikane zor bi hêsanî van peyvên
nizim, û pir erzan wek(xwefiroşî, heywan, dizek, casosî) li
dijî serokê gelê Kurdistan di weşanan de binivîse.
Di rastiyê de, em gelek matmayî û namo ma
ne, ku berêz Dr.K.S.Qadir bi van şêwayên ne şaristanî
nirînên xwe, derdibire, û raste rast, ango yekser rêbazên
rexnekirinê bi tundî zamdar dike
Dr.K..S.Qadir hîn dinivîse;"….Ez di 02. 09.
2005 an de vegerîm Kurdistan û min baylozxana Nemsa li
Umanê ji bo çûyina xwe agahdar kiri bû ,û min bi wan re got;
ku gîrogireftege li ser casosîkirina Mesud Barzanî bi riya
Viyana ji bo KG B ye.
Ez nizanim, ku niha, peywendiyên we ta çi
radeyê li gel dezgeha casosî ya rusî ma ye, lê ez zanim, ku
niha win ji bo dezgeha casosî yên emerîkî û israîlî kar
dikin…Piştî ez hatim Hewlêrê, min dixwast te bibînim, lê
dîtina te bi sedema piroseya desturê, dijwar bû, lê bi min
re hat gotin, ku ez kanim li gel Mesrur Barzanî, kurê Mesud
Barzanî, berpirsiyarê dezgeha paristinê danîşim….Min Mesrur
Barzanî tawanbar kiri bû, ku ewî gewadî ji min re, bi riya
keçekê kiri bû, ewî berê, bi zorê destdirêjiya namusa wê
Keçê kiri bû, û va ye ez dîsan dubare dikim, ku Mesrur
Barzanî bi karê gewadî rabû ye…Ji ber vê jî, Mesrur wek
lêpirsirawê dezgeha parastinê, rastexwe ango yekser
serpereştî hewala kuştina min di buhara 2000 î de kiriye…
Mesrur Barzanî dibêje; her kesê, ku li ser me nivîsiye, ew
raya xwe dinivîse, û em rêkê li derbirîna azad nagrin,..
maşala li dêmokrasiya binemala Barzanî, yên.mirovkuj …Ez
dîsan dubare dikim, ku tu û li gel nûnerê xwe yê taybet li
Ewropa Dr. Pîrot Ehmed casosên K G B bûne, …ew ji ber
destdirêjiya xwe li ser zarokekî li nexweşxweneyekê li
Viyana şermezar bû, û çû Kurdistanê, niha jî ew li dezgeha
parastinê efser e ..".
Birêz Dr. K. S. Qadir di vir de li ser
peywendiyên berêz M. Barzanî li gel K G B dipeyve, û wî bi
casosî tawanbar dike. Em nizanin ta kîjan radeyê Dr. K. S.
Qadir kane vê tawanê giran biçespîne !, lê em dixwazin li
ser vê xalê bi du kurtenirînên xwe derbibirin. 1 –Gelek
siyasetmedar, an lêkolînerên rêzaniyê baş dizanin,
kuYekîtiya Sovyeta berê, û pir welatên din, siyasetên xwe bi
giştî û yên dervayî bi taybetî bi rêve dibirin û hîn jî weha
dibin; ew dikanin bi riya nûnerên partiyên destlatdar yan
karmendên dewletê, siyasetên xwe birêve bibin. 2- Ewanan
dikanin jî siyasetên xwe bi riyên karmendên xwe li
balyozxanên xwe li welatên din bi rêve bibin û peywendiyên
xwe bi derve re girêdin.Vêca car, caran, hin karmendên
dewletê li hundir û li balyozxanan, endamên dezgehên
parastinê ne jî, li dawiya dawiyê, dezgehên parastinê jî ji
bo berjewendiyên hukumetên xwe û parastina wê ji şerxazên
xwe dixebitin. Yanê eger endamekî K G B ( dezgeha parastinê
li Sovyetistana barê û Rusiya ) bi navê dewleta xwe û wek
karmendek fermî bi kîjan siyasetmedarî re rûne, ew ji mafên
wî kesî ye, ev li alîyekî, li aliyê din jî, eger
siyasetmedarek ji vî welatî, an ji wî welatî peywendiyên
siyasî li gor berjewendiyên partiya xwe, an dewleta xwe, û
wek nûnerê gelê xwe bi karmendek balyozxanan re danîşe, ev
civîna ne tawanbarî û ne casosî ye, û ne jî xiyanet û
xwefiroşî, ye.
Eva bi awakî gelemperî, lê li nik me
Kurdistaniyan, rewşeke me din pirtir nemaze heye, û yek ji
taybetmendiyên me, ku em hîn bê dewlet û baylozxanên
serbixwe ne Lewre jî, nûnerên gelê Kurd bi xwe biryarê
wernagrin, ku ewanan bi kîjan mirovî re, an bi kîjan
karmendî vî dewletî an wî dewletî re bicivin, her dewletek
bi xwe nûnerê xwe destnîşan dike, vêca, eger ew mirov ji
kîjan dezgehê dibe, bila bibe, em wek Kurd an mîna nûnerên
Kurdan dixwazin" nên bixwin, kê hevîr straye, an kî, dê
hêvîr amede bike ne giring e". Ji ber ku, em dixwazin nên
bixûn û jiyana xwe berdewam bikin. Em bawer dikin, ku berêz
Dr.K. S. Qadir, xawênî du belgenamên doktoriyê ye,(yekem
pisporê yasayê, û duhemîn, pisporê siyasetê), ji me baştir
van şêweyên têkeliyên siyasî zane, lê ji bo çi ew gavên
fereh di ser zanînên xwe re davêje, û peywendiyên siyasî û
dîplomasî di giloverekî pir teng de diçarçewîne û bi asoyên
ne durbînî biryarên xiyanetê, xwefiroşî û nokertiyê !!!
dermafê berêz serokê herêma Kurdistanê M. Barzanî bi hesanî
derdixîne.
Bi ser vê de jî, em bawer dikin, ku Dr. K.
S. Qadir di derbarên peywendiyên siyasî de nehêniyên nû
eşkere nekirine, çimkî eger berêz kek Mesud Barzanî berê jî
wek serokê P. D. K. û niha jî wek serokê hukumeta herêma
Kurditanê peywendiyên xwe bi navê P.D K. an bi navê gelê xwe
bi karmend û dîplomasiyên welatên biyanî re ava kirine. Bi
baweriya me, ta roja îroyîn, tu kesî an tu partîyek
kurdistanî ji çar perçeyên Kurdistanê, berêz kek Mesud
Barzanî bi xiyanetê an xwefiroşîyê tawanbar nekiriye,
bervajûya nirîna Dr.K. S. Qadir, kek M. Barzanî herdem bi
rasteqînî û dilsozî vîna gelê Kurd li hundir Kurdistanê, û
li dervayî welêt derbirî ye, û di dema, ku ew wek serokê
herêma Kurdistanê di perlemana Kurdistanê de hate pejirandin,
gelê Kurd li her çar perçên welatê me, û li dervayî welêt
dilxweşiyên xwe derbirîn, û nameyên pîrozbayê ji serokê
herêmê re şandin.
Bi nirîna me, berêz Dr. K.S. Qadir bi van
nirîn û hêrişkirinên xwe, yên ne rewa ne tenê kesayetiya
serokê herêma Kurdistanê birîn dike, lê ewî bi ser da jî
derûniyên hemû niştimanperweran li çar beşên Kurdistanê
birîn kiriye, lewira jî , ez hêvîdar im, eger berêz Dr. K.S.
Qadir, bi xêr ji zîndanê azad bû, divê ew di nameyeke vekirî
de lêborîna xwe ji perlemana Kurdistanê û gelê Kurd bixwaze,
çimkî ne perlemana Kurdistanê û ne partiyên beşên din û ne
jî cemawerê Kurdistanê peyvên (xiyanetê, casosiyê,
xwefiroşiyê, mirovkujiyê, heywan,) li ser serokê xwe û
pêşmergeyê qehreman dipejrînin. Dr. K. S. Qadir hîn di nama
xwe de weha berdewam dike"… Bi rastî, tu ji binemala we, ne
yekem casosê Rusiya bû, peywendiyên casosiyeta binemala we
ji Rusiya re hîn di dawiya 1900 î, sedî nuzdehem de dest pê
kiriye, di dema Rusiyayê Qeyserî de, Rusan hûn li dijî
dewleta osmanî bi kar anîne, û piştî, ku Sovyetistan jî hat
damezrandin, peywendiyên we bi Rusan re berdewam bû.
Ev cimûcoleyên çekdarî di salên siyan, di
sedsalên bîstan de, yên ku nav li wan bûne, şoreşên Barzanî"
di rastiyê de şoreş nebûn ji ber ku, ewanan hewaleyên
Sovyetistanê, li dijî Êngilîz li Iraqê bûn , û leşgerên
Sovyetistanê yên casos û pispor di wê demê de li navçeya
Barzanî bûn…. Bi min xweş e, ku min bi riya berêz Ebdil
Musewer Barzanî, amozayê Mesud Barzanî, Keçeke Mile Mistafa
Barzanî ji dayikeke rusî nas kir. Ez naxwazim li ser
peywendiyên ne şeriî ( olî) ya Mile Mistefa bi jineke Rus re
rawestim…Lê ev keça, li ser binemala Barzanî, serçaveke
zanyarî giring e, dayika vê keçê dîlbera Mela Mistefa û
karmenda K G B bû, eva Keça bi riya dayika xwe li ser pir
aliyên jiyana M. Mistefa agahdar e, pêwîst e dîroka kurdî
di vê babetê de careke din bête nivisîn…. Eva keça du
heftan li Viyane mîvana min bû, ewê bi min re got, ku Mile
Mistefa sê salan li akadêmiya K G B li Mosko xwendiye, û ewî
peywendiyên xwe ta aşbetaliya sala 1975 an bi vê sazumanê re
nebirî bû û nûnerên wê sazumanê li Kurdistanê bûn…… ..
Dezgeha K G B di salên şêstî û heftî bi riya
Yêvgênî Brîmakov, yê ku bi navê rojnamevaniyê li Îraqê bû,
lê di rastiyê de,ew li wir berpirsyarê dezgeha K G B bû. Ewî
guftogoyên sala 1970 î di navbera Mile Mistefa û rêjîma Bes
de saz kiriye…. Ez hêvîdar im, ku zanayên siyasî û
dîrokazanên Kurd vê efsaneyê ta dawiyê binivîsînin, ku eyan
binemala Barzanî pêşewê tevgera gelê Kurd e.? Di rastiyê
de, ew binemala casosî ji Rusiya û Sovyetistanê re kiriye, û
niha jî ji Israîl û Emerîka re dike, û ewî hîç tu karên din
nekiriye. ".
Eger em balên xwe bidin peyvên Dr. K. S.
Qadir, ku dibêje; rojnamenûs Yêvgênî Brîmakov, serokê K G B
li Îraqê bû. Di rastiyê de Dr.K.S.Qadir bi xwe nirînên me li
jor li ser pir karmendên welatan diçespîne, û ew bi xwe
rolên wan wek me goti bû, bi du alî an bi sê alîyan xuya
dike 1-Rojnamevanî, 2- Siyasetvanî, 3- Û endamê dezgeha
paristinê.
Wek me berê jî goti bû, berêz Dr. K. S.
Qadir awayên têkeliyanên siyasî û dîplomasî têklaw dike,
diyar e, di ferhenga siyasî ya Dr. K. S. Qadir hemû cureyên
têkeliyan bi hukumetên cîhanê re qedexe ne û ew mixabin
nizane an naxwaze zanibe, ku hemû gelên cîhanê, ji berî
zayinê û ta niha jî, têkeliyên xwe li gor berjewendiyên
hevbeş bi hev re girêdidin, di dîroka gelan de nimûneyên
weha gelek in.
Dîrokzan dikanin pir baştir bersiva Dr. K.
S. Qadir di vî warî de bidin, lê em jî dixwazin hinekî bala
we ber dîroka peywendiyên Rusiya, û Brêtaniya bi Kurdan re
bikşînin.Peywendiyên Rusiya bi Kurdan re hîn di seretaye
sedsala 19 an de dest pê kirine, ango, di dema, ku Curciya,
bakura Azerbecanê, û rojhilata Ermêniya ketin çarçewa
împiratoriya Rusiya, F. Engilîs di wê demê de goti bû," Bi
rastî, Rusiya beramberî Rojhilatê roleke pêşketî dilîze." Lê
pisporê dîrokê Xalid Muradovîc Cetoyêv dinivîse; tevî
çarçewkirina van gelan, ango zepkirina wan, lê dîsan siroşt
û riweşta vê zepkirinê, pêşketî bû. Dîrokzan X. M. Cetoyêv
hîn berdewam dike û dinivîse; nîzîkbûna Kurdan bi gelê Rus
re ji ber van sedeman bûn: 1 –Kurd bê mafên netewî bûn 2
–Dewletên Turk û Îranê, zordarî li Kurdan dikirin.3 –Ji ber
ku, Rusiya ji aliyên aborî û çandî de ji Turkiyê û Îranê,
pêşketî tir bû.
Lewra jî, di dema şerê ( Rusiya û Îranê) û
şerê ( Rusiya û Turkiyê)de nûnerên gelên li paş Qafqazê (
Ermen, Ezerbêcan, Corc, û beşek ji Kurdan li rex leşgerên
rusî, li dijî hêzên Turk û Farisan şer kirin. Van gelan
xebat û hêrişên hevbeşî li dijî dijminên hevbeş kirin û
evan têkoşînênên bi hev re, bûne sedemên nîzîkbûna van
miletan bi hev re,û baweriyên wan miletên bindest bi gelê
Rusiya pirtir çê bûn. Dîrokzan X. M.Cetoyêv nimûneyekê bi
bîra me tîne, û dibêje; di dema Rusiya û Îranê, salên 1804-
1813 de û hîn di şerên pey wê re li dijî hev şer dikirin,
hemwelatiyên Corc, Ermen,û Ezerbecan alîkariya hêzên rusî
dikirin,û herweha Kurdan jî li gor hêzên xwe yarmetiya
lêşgerên rusî kirin, û pir Kurdan jî, di wê demê de
hemwelatiyên rusî wergirtin, wek nimûne, di 18. 11. 1805 an
de 400 malbetên Kurdên Kurdistana Îranê xwe tev Rusan kirin,
û ewanan hemwelatiyên rusî wergirtin, û di vî şerî de jî,
pirên Kurdên Ardelanê ( Îranê) nexwastin li rex Îraniyan
şerê lêşgerê rusî bikin. Herweha gelê Kurd wek hemî gelên
din jî di wê demê de li gor sudên xwe, yên netewî bizavên
xwe dikirin, vêca li nik Dr. K. S. Qadir evan peywendiyên
sudar û kêrhatî bi xwefiroşî an bi xiyanet tên binav kirin,
û hemî jî, bi binemala Barzaniyan ve tê girêdan? Bi rastî li
nik me, evan nirînên çewt cihên vepirsîn û lêkolînan e,
çimkî berêz Dr. K S. Qadir dîrokê li gor nirînên xwe, yên
subjêktiv şirove dike, em hêvîdar in, ku mêjonivîs di vî
warî de bersiveke berferehtir bidin Dr.K. S. Qadir û raye
giştî.
Wek tê zanîn, Kurdistan li gor peymana
Sayiks – Pîko di sala 1916 an de ,cara duhem parve dibe,
başura mezin û Îraqê dikevin bin nîrê Êngilîz û Rojavayê
Kurdistanê û Sûriyê dikevin bin nîrê Sûriyê. Piştî şoreşa
Oktoberê li Rusiya di sala 1917 an de, û damezirandina
Sovyetistanê, dîsan pir gelên cîhanê û di nav wan da jî,
gelê Kurd, hêviyên xwe bi dewleta Sovyetistanê ve girêdan û
bi her awayî dixwastin têkeliyên xwe bi welatê sosyalîst re
ava bikin, çimkî Firansa û Êngilîz li Rojhilata Navîn jî wek
dewletên dagîrker û Împiryalîst hatibûn nasîn. Di vê demê de
nemir Şêx Mehmud Berzencî, navdar û hêzdartirîn kesayetiyek
olî û ramyarî bû. Ewî rêvebiriya tevgera netewî li başura
Kurdistanê dikir, Şêx Mehmud li gor pêşketinên bûyerên
siyasî û heyamên wê demê bizava xwe ya rêzanî dikir, ewî
peywendiya xwe bi destlatdara dagîrker re li Bexdadê kir , û
di sala 1918 an de eşkere ji dewleta Êngilîz daxwaz kir, ku
ewa daxûyaniya hevbeş di navbera xwe û Firansa de, ya ku di
sala 1918 an de hatiye ragîhandin, bi çi bîne û wê têxe
rojevê. Di wê daxûyaniya hevbeş de wisa hati bû, ku ev herdu
dewlet dixwazin gelên, ku di bin destên Osmaniyan de bûn,
rizgar bibin, û hukumetên taybetî ji wan gelan bêtin
damezrandin. Em zanin, ku hukumeta Êngilîz zû banga Şêx
Mehmud bihîst, û ewê dixwast tevgera netewa Kurd bi
pêşengiya Ş. M Berzencî hembêz bike, û Êngilîz eva parola
hilda hola siyasî" " Di bin sîwana Êngilîz de, Kurdistan ji
Kurd re " û Mêcer T. Sî. Noîl li Sulêmaniyê bû ye rawêjgarê
Şêx Mehmud.
Êngilîz di wê demê de li Rojhilata Navîn di
borandineke siyasî ne hêmen û ne aram de têper dibû, ji ber
vê jî, ev rengê çareserkirina pirsa Kurd li Kurdistana
Îraqê, ji bo wan çareserek ne hemdemî bû. Yanê baş hate
diyarkirin, ku siyaseta dewleta Êngilîz û helwesta wê li
beramberê gelê Kurdistan rêzaniyeke keysebaz bû, û ewa
dewleta li gor berjewendiyên xwe, bizavên xwe yên siyasî li
navçeyên dagîrkirî bi rêve dibir. Bi kurtî, Êngilîz siyaseta
Ş. M Berzencî nepejirand, ji ber ku, Şêx Mehmud herdem
dixwast siyaset û destlateke serbixwe pêk bîne, lê Êngilîz
xwest, ku Ş.Mehmud ji xwe re bike peya. Lê ewê nikanî bû.
Dîrokzanê gewre. M. Lazarêv dinivîse, "… Kurdan xwe ji
Birêtaniya ve nîzîk kirin, ta ku ewanan kanibin bi
alîkariya wan.
Pirsa xwe di qada navnetewî de bidin zanîn û
bi mafê çarenûsa gelê Kurd were nasîn, û mebesta Kurdan ne
ew bû, ku ewanan xwe bi dest Êngilîzan de bikin
leystik…,".piştî .ku Êngilîz dît, ku S.M. Berzencî ne
leystik e , û ew daxwaza çaresera doza kurdî bi tewawî dike
,vêca rê li pêş dewleta Êngilîz nema, ewê ji nû ve pir
destlatdarî û berpirsiyarî ji destên Ş.Mehmud Berzencî
vegerandin, û destlatdariyên wî herdem kêm tir kirin. Li
dawiyê Ş.M.Berzencî dest bi şerê çekdarî kir û di 23 gulana
1919 an de, Êngilîz ji Sulêmaniyê derxistin… Paşê dewleta
Êngilîz dîsan Kurdistan zep kir… Dewleta Êngilîz ji
berferehbûna bandura Belşevîyan li Kurdistanê û li Turkiyê
hîn pirtir ditirsîyan, ji ber vê jî, ewê yekcarî dest ji
ramana Kurdistanek serbixwe li Îraqê berda, çimkî ewê bawer
dikir, ku li dawiya dawiyê, ev Kurdistana serbixwe dê Sudê
li Sovyetistanê bike.. Ş.M. Berzencî di 10. 10. 1922 de
hukumeteke kurdî bi heyşt şalyaran damezirand. Di vê demê
de Ş. M. Berzencî namakê ji pêşengê şoreşa Oktoberê û serokê
Sovyetistanê B.Î. Lênîn re dişîne, ew di namê xwe de pesna
şoreşa Oktoberê dike, piştvaniya xwe û gelê Kurdistanê ji
Lênîn re dide xûya kirin, û bi ser da jî, hêviya alîkariya
dewleta Sovyet ji Kurdistanê re dike.." Em nikanin hîn
pirtir li ser dîroka nûjen rawestin, û paşeroja bizavên Ş.
M. Berzencî di vir de hûnin zimên, çimkî mebesta me tenê ew
bû, ku em hevkêşeyên siyasî di wê demê de, bidin ronîkirin,
û van bûyerên nirxbuha bi bîra lêgervan û pisporê yasa û
rêzaniyê Dr. K. S.Qadir hûnin, ku çawa nemir Ş. M. Berzencî
peywendî bi dewleta Êngilîz ya dagîr ker re li pênavî
berjewendî û çareserkirina bizava Kurdistanê pêk anîne, û
piştî dewleta Êngilîz hêrişên xwe birin ser Kurdan, siyaseta
dewletê li dijî azadiya Kurd û Kurdistanê eşkere bû, Ş.M.
Berzencî dixwze peywendiyên xwe bi dijminên Êngilîz re
girêde.
Di encamên van rêzkên jorîn de, em nikanin
bawer bikin, ku nemir Ş.M. Berzincî nokerê Birêtaniya an
nokerê Sovyetistanê bû. Çimkî ewî peywendî li gel nûnerên
van her du dewletan kirine. Em di vê lêgerîna xwe de dîsan
dighînin vê baweryê, ku berêz Dr. K. S. Qadir di nirînên xwe
yên siyasî de zor çewt û berûvajî rastiya dîrokê çûye..
Em hemî di dîroka nûjen de dizanin, ku rola,
Sovyetistanê di damezrandina komara Kurdistanê ( Mehabadê )
di 22. 10. 1946 de, erênî bû. peywendiyên serokê komarê,
nemir, Qazî Muhemed û hevalên xwe yên nemir jî, bi rêvebirên
siyasî û leşgerî yên Sovyetistanê re hebûn. Serdarên komara
Kurdistanê jî, têkeliyên xwe li gor pîvanên hevkêşiyên
siyasî, û li gor berjewendiyên kêşa kurdî bi dewleta Sovyetê
re ava kirin. Kî ji dîrokazanên Kurdan an jî dîrokzanên
gelên biyanî, an siyasetmedarên kurdistanî, ta niha gotine,
wekî serok Q. Muhemed - xayin û xwefiroş bû, an casosê
Sovyetistanê bû?- Bê guman tenê, dijminên gelê Kurd herdem,
peywendiyên nûnerên gelê Kurd li her çar perçên Kurdistanê
bi rêxistin û dewletên biyanî re şermezar dikin, û wan
têkoşeran bi casosî ango bi xwefiroşî didin pênasîn, lê
peywendiyên serdarên hemû welatên Ereban û yên Turkiyê û
Îranê bi dewletên cîhanê re wek Emerîka, Sovyet, Birêtanya,
Îsraîl, Çîn, û -komara Şeytistan -re rewa dibînin. Em
tênagînin ji ber çi sedemên hişmendî, berêz Dr K.S.Qadir
têkeliyên serokê nemir M. Mistefa Barzanî û serokê herêma
Kurdistanê bi dewletên biyanî re, bi xwefiroşî û casosî
dizane? ?
Wek Em zanin, di berhemên dîrokî yên zanistî
û objektîv de tawankirina rêvebirên Kurdistanê ne hatine. Em
dîsan vegerin ser nemir M.Barzanî, ewî di 15. 11.1947 an de
bîrnameyek bi zimanê rusî ji Baqîrov, serokê giştî ya
partiya kumunîst li Ezerbêcanê û berpirsê karûbarên gelên
Rojhilat re dişîne û tê de dibêje;"Gelê Kurd di bin siya
dêmokratiyê û di bin serpereştiya mamosta û serokê mezin
Stalîn de ye, zordestiyê li ser Kurdan rakin, û rêya
têkoşînê li pêş vî gelî vekin.." Dîsan M. Barzanî ji Baqîrov
re dinvîse, "Em hatin Sovyetistanê, ta ku em dengê gelê
bindest, gelê Kurdistanê, bi gelên wê bidin bihîstin…" Em
naxwazin dûr û dirêj li ser rewşa. M.Berzanî û hemî hevalên
wî, yên piştî rûxandina komara Kurdistan, derbazî
Sovyetistanî bûbûn, binivîsinin, lê em dikanin bêjin piştî,
ku Stalîn di sala 1953 an de dimre, rewşa siyasî hinekî tête
guhartin. M.M. Barzanî bi xwe diçe Mosko û bi berpirsyarên
dewleta Sovyetistanê re dicive, li dawiyê ew li gel serokê
Sovyetistanê Xiroşov rudine, û ew ji wî re dibêje;" …min û
hevalên xwe ve şerê heft welatan wek Emerîka, Birîtanya,
Îraq, Turkiyê, Îran, Ezerbêcan û Uzbêkistan kirine, paşê em
bi serkewtin gihane vir…"
Piştî van hevdîtinên serkewtî, pêwendiyên
M.M.Barzanî bi pêşengên Sovyetistanê re xurt û çaktir bûn,
ewî li Mosko di akadêmiya siyasî de xwendina xwe kiriye, û
dewleta Sovyetistanê bi wî re ne weke- xwefiroşê- gelê xwe,
lê belê mîna pêşengê gelê Kurd danûstandin dikir. Em sed ji
sedî bawer dikin, ku berêz Dr. K.S.Qadir dîroka Kesayetiya
nemir M. Barzanî xwendiyê, lê em nizanin, ku ji bo çi ewqas
lêgervanê berêz Dr. K.S. Qadir bi reşbînî dîroka bizava
kurdî û raperîna Barzan ( 1931 .- 1932 ) û şoresa Barzan
(1943 -1945 ) û bi taybetî mêjoya serokê nemir, nîşana
welatparêziyê, M. M. Barzanî, zor bi hişkî tune û reş dike
!! ?
Dr. K. S. Qadir hîn di vê namê dibêje;" Ew
kesê, ku xiyanetê li miletê xwe bike, exlaqê wî nikane hebe,
diyardeya dizîn, kuştin û êşkencekirina xelkê,
destdirêjîkirina ser namûsên afretan ji aliyên kesên
binemala we de zor hêsan in…Nuhad Barzanî biryarê te, bi
tawanî bê exlaqî nimûneyek e ….û ta niha çend jin li ser wî
hatine kuştin, ez dikanim ji te pirs kim, ku kek ( K )
sekrêtêrê te yê taybet û yê biryarê te Nuhad Barzanî bû? Ji
bo çi Nuhad Barzanî ewqas li Elî Ebdela, endamê mektebê
siyasî xisti bû, ji ber ku, berêz Elî Ebdela bi Nuhad re
goti bû; dest ji keça xizmê min berde … diyar e, win jinên
Kurdistanê hemû bi jinnên xwe dizanin..Ez amade me navên
endamên mektebê siyasî û komîta navbendî, yên partiya te,
yên kevin bêjim, ku Nuhad Barzanî û Nêçirvan Barzanî bi zorê
destdirêjiya sêksî li ser kurên wan kirine, û eger ez niha
navên wan zarokan bêjim, ez ditirsim, ku ewanan xwe bikujin.
Ez naxwazim li ser tawanên we yên eşkere rawestim, yên ku
hemû Kurdistan dizanin, caşeyetîkirin ji Îranê, û Turkiyê
re, û xiyanetkirina 31 Tabaxê, lêdan, seroşiwênkirina
hezaran,û bi hezaran êşkencekirin,dizîkirinên yekser bi
milyaran …..û heroj îhanê xelqên vî bajarî dikin ...".
Va ye em dîsan dibînin, çawa Dr.K.S.Qadir
carek din dubare û sêbare dike, û peyvên wek" xiyanet, bê
exlaqî, dizîn, kuştin û êşkencekirina xelqê, destdirêjkirina
ser namusên afretan.."bi binemala Barzaniyan ve, dizeliqîne,
Em nizanin çawa berêz Dr. K. S. Qadir van agahdariyên
nehênî, yên li jor binavkirina, zane,?? Ma gelo mirov kane
bi hêsanî van tiştan bawer bike. ?Em bawer dikin, ku
Dr..K.S. Qadir pir rind zane, ku azadiya peyvê ta kîjan
radeyê gengaz e,ew baş dizane, li gor yasayên welatên
ewropî, eger mirovek bi mirovekî derewçîn re raste rast
bêje; tu derewçîn î, ew mirov xwe di warê derunî de birîndar
dibîne, lewra jî ew dikane mafê xwe di dadgehê de, ji wî
bistîne, lê dewsa, ku ewî ji derewçîn re bigota, tu derewçîn
î, li gor êtîka civakî , ewî kanî bû ji derewçîn re bigota
;,gotinên te li dijî rastiyê ne. Lê eger mirov hîn bê belge
û bi awayên ne sincî vêbextiyên siyasî û civakî li
kesayetiyên rûmetdar û serdarên gelê xwe bike û bi mebesteke
ne naskirî rûya dîroka têkoşerên wek nemir M..M.Barzanî,
berêz Mesud Barzanî, berêz Nêçîrvan Barzanî, berêz Mesrur
Barzanî û gelek jin û zarokên Kurdistanê reş û bin pê bike,
di baweriya me de, çê nabe, ku nivîskarê van peyvan, bê
dadgeheke dadmend, serbest bibe. Eyan eger Dr.K.S.Qadir
tawanên weha ne belgekirî û wişeyên ne ciwan dermafê
rawêjgerê Nemsa di weşanan de belav bikira, dê ew neçûba ber
deriya dadgehê????
Dr. K. S. Qadir hîn dinivîse;" Eger ez li
post û peran bigerim, pêwîstiya min bi te nîne, ji ber ku,
ez zanim ev kara çawa dibe, hêsantirîn rêk li Îraqê û li
Kurdistanê, ji bo pêkanîna van armancan, pêwîst e ew destên
xwe bidin dezgehên casosîyê, yên Emerîka, Birîtanya û
Îsraîl, wek ku niha hukumeta Îraqê dike, ez dikanim navên
çend şalyar û berpirsyarên Kurd bêjim, ku ewanan bi riya
casosiyê post wergirtine, û hinek ji wan berê casosê dezgeya
( STAST ) ya Almaniya Rojhilat bûne.. te bi xwe rojnamenûs
BotanTehsîn şand cem min, ta ku ew, min bi baregeha C I A li
Hewlêrê binasîne… Min bi Botan re got; tif li C I A û bavê C
I A, ez qet xiyanetê li xelkê Kurdistanê nakim… ez yek nanî
û çaya kurdî bi hemû duniyayê naguhêrim… Berêz ! Eger ez
hatim Kurdistanê, û min niha çi di namê xwe de gotiye, ezê
li wir jî dubare bikim, eger çi ji destê we derdikeve, û bê
minet kêm nekin.. û ew pilana, ku we li dijî min hûnaye,
ewa bi sernakeve…. şerm li xwe bike, baştir e, an li şûna
xwefiroşî, xwe bikuje, merdanetir e….. xwefiroşî her
xwefiroşî ye, eger mirov çi laşê xwe bifroşe an wijdan û
zemîrê xwe bifroşe, ew hemî wek hevin.
Ez dixwazim vegerim zanîngeha Selah – Dîn,
lê ne ji bo postê, yan ji bo sê, çar dolarên dizînî, yên ku
te, bi navê xelatkirina serok, wek hevalê xwe Sedam dida
mamosteyên zanîngehê …., û li gel hemî hêzên xwe, tu
tirsunekî, û tu ji çûktirîn pênûs, mîna pênusa min ditirsî,
eger bi bîra te tê, di 22. 04. 2002 an de min tu û birayê te
Dilşad û kurê te Mesrur û nûnerê te li Viyana M. Remezan li
Viyane dîti bûn. Min yekser ji te pirs kir, ji bo çi te li
Hewlêrê biryara kuştina min derxisti bû? Yekser rengê te zer
bû,… paşê te lêborîna xwe ji min xwast, û te gote min, em
agahdar nînin…Lê min gote te ne xêr, ev pirsa, peywendiya
xwe bi te û Dr. Pîrot re heye..û min destê xwe ber te de
dirêj kir, û gote te, ez ji ber xatirê Mila Mistefa lêborîna
te dipejrînim." "…. Ez piştî du heftan dîsan hatim
Kurdistanê, û min serdana te kir û di dema min bi tera got;
Emerîka agahdarî hemî tiştan ne, tu pir ture ango bêhnteng
bûyî….tu casos, nezan û tirsonekî.."…"….. Piştî serdana te
bi rojekê, ez çûm nik Nêçîrvan Barzanî, ew mirovekî heta tu
dixwazî, bê ast, derewçîn, û bê kultur e. Ewî ji min pirsî,
kî li paş vê pirsgirêka te ye ?
Min weha bersivand; berî maweyekê mirovekî
îsraîlî li Viyana hate nik min, ewî jî, di salên şêstî û
heftiyan de ji bo çend salan rawêjkarê casosî li nik Mile
Mistefa Barzanî bû, û efserek zor payeberz di dezgeha
Mosad de bû.
Ewî gote min; tu me ji bo pirsgirêka xwe
tawanbar dikî, lê bi qaserî, ku ez şehrezayê siyaseta kurdî
me, û ez çend salan li Kurdistanê jî jiyame, ez dibêjme te,
ku destê rêjîma Îraqê di vê pirsgirêka te de heye. Ji ber
ku, Mesud Barzanî bi hêzî peywendiyên xwe li gel rêjîma
Îraqê heye. Ez bêdudilî dibêjim, ku Mesud Barzanî
peywendiyên xwe bi kêşa te re hebû, lê biryara kuştina te ji
destên wî derçû bû, û Îsraîl jî agahdar bû…" "…. Pişt
re, Nêçîrvan Barzanî.. gote min; ewê bi zûtirîn kat,
tawanbaran bide ber dadgehê…Lê ta niha jî, min tiştek ji wî
nebîhstiye…"……
" Zor berêz!
Ez zanim çavbirçîbûna te ji peran û destlatê
re, bûne sedem, ku tu tuşî xiyanetê û casosiyetê bûyî, û ez
dizanim tu kirin serokê herêmê, ta ku, tu xiyaneta miletê
Kurd bikî, ji ber ku, te maf ji milet wernegirtiye. Dezgeyên
casosî yên Emerîka û Îsraî, Yekitî neçar kirin, ku ewan bi
seroketiya te qayil bin, û niha jî ewanan xerîkin ( mijulin
), ku Nêçîrvan Barzanî birazî û zavayê te, wek serokê
hukumeta yekgirtî li ser me ferz bikin…..We Kerkuk, Sencar,
Xaneqîn, Mexmur û navçeyên din firotin.
Zor berêz!
Li dawiyê, gava ez carekê vegerim
Kurdistanê, ez hêvîdar im, ku ez te bibînim, lê ezê pêşda
jî, perleman, serkomar û wezîrê derva yên Nemsa agahdar
bikim, û hemû meseleyên xwe bi ciwanî careke din ji wan re
bibêjim…..".
Em di vir de dîsan dibînin, ku Dr. K. S.
Qadir hemû cureyên peywendiyan bi nûnerên dewletên biyanî
re, bi xiyanet û casosî tawanbar dike. Di vê derbarê de
dixawzim careke din bêjim û biçespînim, ku ne hemû têkelî û
peywendî bi tawan û gunehkarî tên pênasîn. Rêvebirên
Kurdistanê, di pêvajoka bizava kurdî û ji bo berjewendiyên
gelê Kurdistan, herdem têkeliyên xwe bi dewletên dirawsê û
cîhanê re hebûn û hîn jî hene. Evan peywendiyên siyasî ji bo
gelê Kurd û ji bo siyasetmedar û rewşenbîrên kurdistanî ne
li pişt perdan bûn. Rawestin li vir, li ser vê mijara giring
bi ferehî, belkî ne di cîhê xwe de be, lê pir pêwîst e, ku
em van rastiyan tenê wek mînak di ber çavan re bi lez derbaz
bikin.Baregehên P. D. K. û Y. N.K û hin din, yên başura
mezin li Şamê bûn, û peywendiyên nûnerên herdu partiyan li
gel dewleta Sûriyê ji bo berjewendiyên bizava Kurdistanê
hebûn, û bi ser vê de jî partiya Y.N. K. bi seroketiya berêz
Mam Celal Talbanî di sala 1975 an de li Şamê hate
damezrandin, û ne tenê partiyên Kurdistanê li Şamê bûn, lê
pirên partiyên gelê Îraqê jî li wir bûn. Vêca kînga
lêgervanekî Kurd an nivîskarekî Ereb yên dêmokratîxwaz evan
peywendiyên rewa, tawanbar kirin ??
Serokê P K K berêz Ebdela Ocelan bi salan
li paytexta Sûriyê bû, û alîkariya siyasî û leşgerî ji bo
berdewambûna bizava leşgerî û siyasî li dijî dewleta Turkiyê
ji destlatdara Sûriyê werdigirt. Em bawer dikin, pir diyar
bû, ku nemir Dr.E .R. Qasimlo, û pir hêzên din Îranî bi
dewleta Îraqê ya dîktator re hebûn, û ewan jî li gor pîvan û
hevkêşyên siyasî li Rojhilata Navîn sûd û kêrhatiyên xwe
werdigirtin. Dîsan evan têkeliyan li nik lêgervan,
siyasetvan û rojnamevanên azadîxwaz û dêmokratîxwaz, tucarî
ne bûn cihên gumanên xerap, an evan peywendiyan bi xwefiroşî
bi nav ne bûn. Di gorepana cîhanî de jî, evanan peywendiyên
xwe bi pir dewletên cîhanê, wek Emerîka, Birêtaniya, Rusiya,
Firansa, û h. w. re hebûn, û niha jî rola Emerîka, û Êngilîz
di azadîkirina Îraqê de bi giştî gelek zelal e û helwestên
wan niha ji bo azadxwazên Îraqê û Kurdistanê pir nirxbuha
ne. Berêz serokê komara Îraqê Mam Celal Talebanî, û berêz
serokê herêma Kurdistanê pir caran di konfirnasên
rojnamegerî de, ji Emerîka û Êngiltera pir spasdar bûn, û
gelê Kurdistan eşkere serokê Emerîka C. Buş bi gulan pêşwazî
kir. Peywendiyên Kurdistanê û Îraqê bi Emerîka, Êngilîz û
hevalbendên wan re, dijminên Kurdistanê û dêmokratiyê ture
û bêhnteng dikin. Ewanan bi hemû hêz û tiwanên xwe şerê
hukmeta nû ya Îraqê dikin. Em bi rastî pir û pir ji
helwestên Dr.K.S.Qadir matmayî dimînin, gava ku berêz
Dr.k.S.Qadir bi heman rengan li dijî van têkeliyên siyasî
radiweste, û piraniyên serdarên Îraqê û Kurdistanê yekser û
ne yekser noker, xwefiroş û casos derdixîne …!
Li aliyê din, bi milyonan kurdistanî û ji
her çar beşên Kurdistanê bi hukumeta herêma kurdistanê û
serokê pêşmerge berêz M.Barzanî û serkomara Îraqê, têkoşerê
navdar Mam Celal Talbanî ,xwe serberz û dilşad dibînin.
Me pir dixwast bizanibin, ku çawa berêz
Dr.k.S.Qadir peywendiyên xwe li gel- keça nemir Mile
Mistefa Barzanî – û Mensur Barzanî durust kiri bûn ? û eger
ev keça rast heye, ji bo çi ewa xwe niha diyar dike ? Ji bo
çi ewa naçe nik birayên xwe ?astengên wê çine ?Ma gelo ev
xanima çima xwe ji Kurdan bi dûr dixe? pirs û vepirsînên me
hîn ji vê pirtirin, lê di sebaret vê xanimê de, em li vir
radiwestin .
Dîsan me zor dixwast bizanibin çawa
peywendiyên Dr.k.S.Qadir bi wî mirovî îsraîlî û efserê Musad
re peyda bûne, û ew li ser çi bingehê bi hev re bûne nas?
lê mixabin li nik me zanyarên belgekirî di vê derbarê de
tunenin .
Me gelek têbînî û nirînên xwe berûvajî
Dr.K.S.Qadir xûya kirin, lê ev netê, vê wateyê, ku em
piştvaniya dengên azad nekin, û eger em piştvaniya derbirîna
serbest jî dikin dîsan netê vê wateyê, ku em sînorên
derbirîna azad nas nakin, û her tiştên gelemper bi
kesayetiya xwe ve girêdin, yanê çênabe mirovê hişmend û
siyasetmedarê ronakbîr nirînên objêktiv ji baweriyên xwe
yên subyêktîv re bike, dîl û yexsîr.
Li dawiya dawiyê, em jî wek pir heval û
dêmokratîxwazan hêvîdar in, ku hukumeta Kurdistanê li gor
yasayên dadmend û mercên şarastanî Dr.K..Qadir bide ber
dadgehê û ta ku ew jî bi xwe û riyên bervedêrên xwe
berevaniya xwe serbest bike û her kesek mafên xwe yên rewa
wergire .
* Ev nivîsara me berî serbestbûna Dr.K.Qadir
hatiye nivîsîn ,lê nirxên naveroka wê di cihên xwe de
dimînin .
Çavkaniyên kêrhatî
1-Lêkolînên kurdî zanistî, Xalid Muradovîç,
M.A..Hesretiyan bi zimanê erebî, wergervan Dr.Î.Hesaf.,1993.
2-Barzanî û bizava azadîxwaza kurdî, Mesud
Berzanî, bi zimanê erebî ,1997.
3-Kêşa kurdî, û sêstêma cîhanî ya nû, Selah
Bedir Dîn, bi zimanê erebî ,1993.
4-Kurd û welatê wan Kurdistan, pirs û
bersiv, Dr.Zuhêr Ebdilmelik, bi zimanê erebî,1999.
...................................
Veger
>>
tirej.net/com/org