
Dîlan Zêbo
Xemgîniyek di navbera xatir xwestinê û pêşwaziyê
de
Hertişt
di pêjna êvarekê de dilivî
Salê… rondikên xwe di destmala rêwiyekî de vedişartin
Heyamekî saar… daw û zendikên xwe hidimaştin
Xuristê … Porê xwe bi istêrkên sipî dixemiland
Wêneyên bidarxistî… hêdî hêdî zora min dibirin
Tariyê… jana min ya dawî dipêça
Pela 12e… li bende henaseyên tiliyên min yên bêzar bûn
12pel…12êş…12şahî…12têkçûn
Ez… matmayî mame!
Kîjanê ji wan ji bexçika
bîranînên xwe bavêjim
Êşê?
Na! ew rengê mine
Şahî?
Jiyane
Têkçûn?
Fêrbûne
Na!… Na!…
Ew pişkên
min in xûyên minin
Ez wan nas dikim, min ew dîtine, bînkirine, maçkirine,
hembêzkirine
Ez bi wan re ketime gengeşiyan,
her yek ji wan perçak
ji jiyana min e
Na… ew hemû yên min in.
Dara
çinarê…
reprût
şilftazî
li piş
pencerê
rawestyayî
Bi nêrînên pirsan li min mêze dike û carnan jî gazincan dike
Çima
findên sersala te vemirîne?
Çima
awazên stranên te lal in?
Ma
tenayetî miriniye!
Ro… yeke lê germahiyê û ronahiyê dide cîhanê
Erd… yeke zayînê diafirîne
Duh rengê minî zêrîn xatir ji min xwest, îro seriyên
şiqinên
min sor bûne, ez li benda gupikekê me ku vebê
Berî kêlîkê Sînikekê zilek di navika min de danî, ezê
biparêzim da ku ba wî nepekîne
Sibeh… Rojek din hiltê û salek nuh destpê dikê gerek ez bi
ken û hêviyan pêşwaziya
wê bikim.
31.12.2005
...................................
Veger
>>
tirej.net/com/org