
Evdile Koçer
Êşa Nivîsa Kurdî
Ji
dewrên qedîm bigire heta îro, hêjayî û qîmeta ‘gotinan’ li
ba me her zêde ye. Lê dema ku gotin kete ser
kaxiz/kevir/pelçim/ferş û li gelek derên tarî û nenas geriya
qîmeta wê zêdetir bû. Gotinên ku bi pî û destên ‘nivîs’ê
şewqa xwe dan gelek deveran, kir ku tîpên nivîsê bike
pîroz...
Tîpên nivîsê wekî şewqa xewnekê wekî
xeyaletên pêxemberan ji jor de ketin nav civaka me! Gotin bi
hebûna nivîsê re bêtir li civakê geriya, nivîs bi saya
gotinên ku wekî mifteyên derî û çiyayan vedikir re çêtir
giringiya wê hate fêmkirin.
Nivîs, carna di nav şibaka ‘nivîştiyek’ê de
ji civakê re bû xewneke xweş; carna li ser kêl an jî
dîwarekê bûn kodên hebûna wê civakê; carna jî –wekî
belavbûna dînan!- berê civakê guherand.
Lê her çi be, ‘nivîs’ li ba me kurdan her
pîroz ma! Pîrozweriya wê jî tê beramberî vê gotina ku wekî
eynikekê rojhilat nîşan dike: “Li welatê koran, yê ku xwedî
çavekî be dibe kral!”
Helbet sedema herî mezin polîtîkayên
serdestan û nezanîna civakê ye! Lê tişta herî ecêb jî ev e
ku; hêj gelek nivîskarên kurd bixwe jî ‘nivîsa kurdî’ pîroz
dibînin! Dema ku rewş wisa be, helbet ti kes newêre serê xwe
bixwe nav gotin û hevokan û halê nivîsa kurdî binirxîne.
Ev pîrozbûn, dihêle ku nivîsa kurdî ji xwe
re ‘frankeyştan’an biafrîne û zirarê bide hebûn û pêşketina
nivîs û edebiyata kurdî! Ev pîrozbûn rê li pêşiya
berjewendîperestên kurdî vedike û gotinên kurdî birîndar
dike. Ev pîrozbûn, dihêle ku binyat û qurmê nivîsa kurdî
birize û êdî hevokên kurdî nemeyên.
Heger hûn dêna xwe bidinê, hûnê bibînin ku
gelek kes behsa pîrozbûna “nivîsa kurdî, kovara Hawarê,
Ehmedê Xanî, çand û zimanê kurdî...” dikin, lê mirov nikare
fêr bibe ka çawa, çilo û çima? Helbet qîmetdayîna van jixwe
tişteke baş e, lê di devê me de dibe sloganeke siyasî. Ev
slogan û kultura pîrozkirinê gelek caran serê xwediyê xwe jî
dixwe.
Heta ku nivîsa kurdî di nav hêlekana
pîrozkirinê de biçe û bê, em ê fêr nebin ka ji bo çi nivîsa
kurdî –ji xeynî polîtîkayên serdestan!- bi pêş nakeve. Û dê
ti kes ji me re nebêje ka zimanê kurdî û fonetîka wê, çiqas
ketiye ber xezeba polîtîkayên asîmîlasyonê! Ji ber ku tiştên
ku li gorî sosyolojiya civakê dibin ‘pîroz’, wekî pizotê
agir in û ti kes newêre zû bi zû destê xwe bidiyê. Ji ber vê
pîrozweriyê jî, rê li ber pesinandinê bêtir vedibe.
Nivîsa kurdî êşa pesinandin û nenaskirinê
dikişîne û ji ber vê yekê jî zû bi zû nikare kirasê xwe
biguherîne. Nivîsandina bi kurdî bo gelek nivîskaran têra
her tiştî dike, lê ti kes serê xwe zêde li ser naveroka
nivîsan, maneya gotinan, kodên hevokan, û bi giştî çireya
hemû nivîsê naêşîne. Mixabin ev rewş û pîrozweriya henê, bi
tenê bi kerî berjewendîperestên (an jî nezanîn-perest!?)
kurdî tê.
Divê mirov gotinên xwe vekirî û eşkere
bibêje: îro nivîsa kurdî di berîka kurdan de maye û hêdî
hêdî ji semyanê xwe dixwe. Camêrek radibe bi kurdî
dinivîse(!) û di ser de jî bi haleke şîzofrenîk mineta xwe
li civaka me ya evdal û reben dike; an jî kurdek bi
tirkî/erebî dinivîse, lê çawa ku bi kurdî binivîse xwe li
ser civaka kurd ferz dike.
Tiştên pîroz her dem nabin elametên xêrê.
Kum û şewqeya pîroz carina gurîbûna hin kes û civakan jî
vedişêre.
Nivîsa kurdî jî di bin vê ‘pîrozweriyê’ de
êşeke mezin dikişîne. Ji ber ku nivîs li ba me ne bûye
adeteke rojane; ti danûstandin û têkiliyên me hê jî bi
nivîsê nayên kirin... Ev jî dibe sedem ku nivîsa kurdî
bivênevê pîrozwerî û tabubûna xwe biparêze.
Ji kultura nivîsê bigire heta derzîdankekê,
tiştek çiqas ku li civakekê bigere, ewqas bicî dibe û tê
qebûlkirin. Û ewqas jî dibe malê civakê... Tişta ku di nav
pêlên jiyan û civakê de negere, her dem di nav rîtûelên
xeyal, fantazî û ûtopyayan de maneya xwe dibînin. Pîrozwerî
û tabubûna wan bêtir tê erêkirin.
Li civakên pêşketî rewşa nivîsê gelekî
cudaye. Berî her tiştî nivîs li rojava pişta civakê ye;
heyîn û neyîna wê ye. Ji agahiyeke biçûk bigire heta
organîzasyonên mezin, li ser kultura nivîsê digerin û ji xwe
re rê dibînin.
Lê gelo li ba me çawa ye?
Li ba me, rewşeke absûrd û trajîk heye: Min
bixwe dîtiye ku hin nivîskarên(?) kurd notên xwe bi
tirkî/erebî digirin û paşê diqulipînin ser kaxizên kurdî.
Ji ber ku li ba me kurdan wekî gelek tiştan
‘nivîsandina kurdî’ û ‘nivîskariya kurdî’ jî tevlihev bûye.
Mesela; kurdeke normal berî her tiştî divê xwendin û
nivîsandina kurdî bizanibe û paşê bibe siyasetmedar an
mûzîkjen an jî nivîskar! Ji ber ku ev karê duyemîn in.
Mirov dikare nivîsevaniya hemû zimanan jî
bike, (helbet bi kurdî jî!?) lê nivîskarî bareke din e.
Nivîskar kêm zêde hostayê gotinan e! Gotinên nipûnû diafrîne
û datîne ser hişê dinyayê. Bi fikrên biriqî re rê li pêşiya
nivîsa kurdî vedike. Nivîskar ew kes e ku bi afîrînerî û
çalakiyên xwe ve, bi rabûn û rûniştina xwe ve, bi têgihiştin
û vegotina xwe ve rihê civakê diguherîne.
Lê em kurd di nav vê pîrozweriya nivîsa
kurdî de trajediyeke mezin dijîn. Dema ku em bi awayekê (bi
hemdê xwe, an jî bê hemdê xwe...) dikevin nav meydana
nivîsîna kurdî, bêyî ku em serê xwe piçekî li ser tarîxa
peyva kurdî biêşînin, bêyî ku em hûşiyên nivîsîna dinyayê
tahm bikin û binasin, em kaxizên kurdî reş dikin.
Berî her tiştî pêvoja û qonaxên nivîsîna
kurdî bi awir û hişê sosyologekî/ê nehatiye veçirandin.
Kodên nivîsa kurdî ji rojnameya Kurdistanê (1898-1902)
bigire heta îro, li parçe û welatên cihê li gorî şertên xwe
şêwaz digire û dimeye. Hişê xwendevan bi xwendina her kitêb
û kovarekê re bi awayeke din diçeliqe.
evdilekocer@yahoo.com
...................................
Veger
>>
tirej.net/com/org