
Arşevê Oskan
Serpêhatiya Nr (17)
Li
vê Almaniya malik wêran, îdî herkes dizane, ku mirovên bê
kar, di dijwariyeke pir mezin de dijî û yên karkir be jî,
mehiya wî têra xwarin û vexwarin û kiriya xênî nake. Yan jî,
divê biçe karê sosyalê, ku her seatek bi buhayê ewroyekî ye.
Te çi zanyarî
ji welêt bi xwe re anîbe, bi qwasî sentekî, bi kêrî wî naye,
tu kî be bila tu ew be… muhendis, dektor yan nivîskarekî
-wek min- zîrek be. Divê tu, li karê restaurant û êmbisan
bigere û hîn bibe, ku tu hînî van karan bû, wê çaxê ji min
bipirse, ezê gelek navnîşanan bidim te. Ew tenê bi kêrî te
tê û hew.
Li vir du rengên kar hene, karê sipî û karê
reş, wekî Alman dibêjin, rengê kesk û zer û sor qet nayên
ser zimanan, di layê xebitandinê. Ku tu karê sipî dike,
buhayê karê te têra kiriya xênî û mesrefa malê nake, ku tu
bi reşî kar bikî, ji sibehê heyanî êvarê, li derdora xwe
guhdarî dikî û mîna cinê ku ji hesin bitirse, dicifile.
Qanûnên Almanan mirovan qazûx dike, heyanî deh salan jî, ji
ber wan qazûxan, bi ser hişê xwe ve nayên. Cezakirina van
bêbavan, bi dana pera ye, xwezî bi lêdan û zindanên welatê
me, ev lêdaneke benckirî ye û zindaneke derî vekirî û
piskologî ye. Karê reş yê vî welatî, tirsa wî ji ya karê
siyaseta li welatê me yî birçî bêhtir û dijwartir e. Vêca wê
çawabe?. Herdu alî jî, zor û dijwar
in. Kê beriya niha çi ji min re, li ser Almaniyayê gotibû,
hemû derew-merew derketin. Insaniyeta
çi, halê çi !!??.
Tu li welatê xwe, endamekî partiyê yê giring,
yan kurê axayekî, yan mêrxasekî bi nav û deng be jî, tu li
vir parsekekî erzan yê deriyê sosyalê ye. Yan jî, divê tu ji
tarî heyanî tarî, kole û bêrol be, ne tu civatekê dibîne û
ne dema te heye, ku tu birame.
Piştî du salan, ez bi hezar çiv û dekan bûm
karkirekî reşî qetranî, li cem Kurdekî, ku di dema xwe de,
şoreşgerekî germ û nerm bû. Dema ku soza kar da min, du
şevan ji kêfa xew neket çavên minî bendewar. Ku xulmaş dibûm
jî, bi dehan min xewnên xwaromaro didîtin. Ez deh rojan
xistim bin kontirola xwe. Ku bikêr bêm, ewê min bixebitîne.
Ku bikêr neyêm, ewê min wek pîvazeke xirabe bavêje. Di wan
deh rojên tecrubeyê de, heyanî ji min hat, min xwe jêhatî
kir, lê ji şensê minî baş re, ku kamîreyek li ser serê
karkiran hebû û wî jî, li odeya xwe li me temaşe dikir.
Piştî wan deh rojên bê pere, ez pejirandim wek karkirekî
fermî li fêrma xwe, lê bi çi buhayî?: min ew bazar pêre
venekir. Rojekê ji serê sibehê de, min perda şermiyê ji ser
rûyê xwe çirand û min mijara buhayê kar pêre vekir. Ji ber,
ku mijara me bi zimanê Kurdî bû, ez raserî wî hatim û xweş
pê de çûm û min cih lê teng kir. Ev cara yekem bû, ku ez bi
xêra zimanê Kurdî, hinek pere xezenc dikim. Tenê gotina ku
li ser zimanê wî dihate dûbarekirin, ku di van deh rojê pêşî
de, min gelek ziyan lê kiriye. Ez baş dizanim, ew ketina wî
li ber min jî, ji lewaziya zimanê wî yê kurdî bû.
Li wê fêrma wî, zimanê hemiyan turkî bû, ji
turkî pêve, tu ziman lê nedihatin axaftin. Yê min jî, hingî
ji şofinizima Turkan heznakim, zimanê wan, mîna sixêfan ji
min re diyar dibe. Bi fort û sixêfên wî zimanî, mala gelê me
bi ser zarokê wan de şewitandine. Carnan hinek karkirên wê
fêrmê, di ber xwe de stranên kurdî distran, lê ku ez bi
kurdî bi wan re diaxivîm, devê wan mitroyekê ji hev diçû.
Her rojek, ji wî karê ku ji min re bûbû armanc û hisert,
dirêj mîna salekê û pan mîna deryakê. Roj bi ser min de
diherikîn, mîna aveke tîr. Min nema bawer dikir, ku dawiya
mehê bê û bi çend derewan, ez wî karî berdim, lê wê pereyê
min, di dawiya mehê de, bide min yan na?.
Ez li weya pir bi guman bûm . Zarokên wî, bi
zimanê turkî diaxivîn û wek avê pêde diçûn, lê nizanîbûn bê
zimanê kurdî çi reng e, dibe ku pê nebihîstibin jî, ji ber
ku dayika wan zarokan Turk bû. Hinekî mafê wan zarokan heye,
ji ber ku zarok bi zimanê dayikê diaxivin û serê xwe bi
zimanê dayikê bilind dikin, lewra gelek nemûneyên wisa li ba
me Kurdan hene.
Li kêleka minî rastê, mirovekî ne wek
mirovan, cîgirê wî bû, her roj tenaziyên xwe bi zimanê minî
kurdî dikir. Roj bi roj zimanê xwe li ser min dirêjtir kir,
heyanî ku kêr gihand hestî. Hema ez li ber wî sekinîm, bi wê
seknê re, wêneyê wî li ber çavên min, bû mîna yê xalê meyî
mezin, Ataturk. Heyanî xwedan huner da destê min, min poksek
li cênîka wî da. Min û yê Turk hev bir û anî, heyanî ku me
xwîn ji hev herikand. Min qet hewl neda, ku doza aşîtî û
biratiyê lê bikim. Heyanî ji min hat, min li ber xwe da, me
behna hev çikand.
Gazî polîsên Alman kir û ez dame dadgehê,
navê terorê bi dûv min xistin, ji ber ku di dema pevçûnê de
sixêf ji simbêlê min re dabû, min simbêl kur kir û min soz
da heyanî ku ez li Almaniyayê bijîm, ez nema simbêlan xwedî
dikim. Lê dîsa jî, devê min ji yê wî pantir ma.
Min texmîn dikir ku di dadgehê de, wê hevalê
minî Kurd, xwedanê fêrmê, min ji yê Turk biparêze û
piştgiriya min bike, lê hêviya min jê nema, dema ku peryê
min kir mîna pereyên şabaşan û hemû qirçomirço kirin. Ew û
karkirên xwe, yên Kurd û Turk û Belgar û Ereb, bi yek dengî
li dijî min sekinîn, ji ber ku berjewendiya wî, di yê turk
de hebû, ez dam dadgeheke bê ser û bin!!!.
...................................
Veger
>>
tirej.net/com/org