
Heyder Omer
Rexne an tolhilanîn?!
Beriya
demekê, hevalkarê hêja Qado Şêrîn hevokine, ji warê
zimanewanî de jihevketî bûn, ji min re bi rê kirin ( ez
bawer im, ku ne ji min tenê re bi rê kiribûn ), û weha
xwastibû, ku nerîna xwe diyar bikim.
Min kurtegotarek nivisand, nerîna xwe xuya
kir, û di ber re jî çend nimûne nîşan kirin.( biner: H. Omer:
Nivîsîn berpirsiyarî ye. Tirej. Net ).
Gava min ew gotar ji bo weşanê bi rê kir,
hêviya guftugokirina pirsgirêkên, ku min nîşan kiribûn, di
bala min de bû, ji ber ku em hemî li gel wan têkildar û
hevpişk in. Lê tiştê qet ne di bîriya min de ew bû, ku ew
gotar û boçûnên min dê, di destên camêrekî de, bibine
sedema cengekeke donkîşotî, û min bi hebûna ewqas jehra, ku
di sîng û dilê wî camêrî de, ji çar salan de kom bûye û hîna
jî berdewam e, hayedar bike.
Ev camêr helbestvanê bi nav û deng
(!!); Hoşeg Broka ye. Gotareke dirêj, bin sernavê ( Hebû
nebû tiştek ji peyvê mezintir nebû!!)
de,bi ser du beşan de par vedike, û di
malpera ( tirej.net ) de diweşîne.
- 1 -
Gava deqên nivîsînê ji destên nivîsevanan bi
derdikevin, û dighînin xwêneran, hîngê dibine milkên wan,
pêre jî her kes dikare nerîn û boçûna xwe, li ser wan
nivîsînan diyar bike. Lewre jî pêdiviya herî pêşî ew e, ku
nivîsevan bi bêhna fereh bendewarê wan boçûnan be, ji ber ku
xwendina berhemên wêjeyî, guftugokirina wan, diyarkirina
huneriya wan, ravakirina wate, raman û naveroka wan dikarin
ji hêlekê de, di navbera nivîsevan û xwêner de, bibin
nîşanên rastbûn û diristbûna hevgihîştinê, û ji hêla din de
jî dikarin, hem bibin avakerê çêja hunerî û rexneyî, ya
cemawerê xwêneran, û hem jî dikarin bibin hêvanê hişyariya
wan ya wêjeyî..
Lê divê ji bîra nebe, ku tayekî zirav,
hin caran, dikeve navbera rexneya zanistî û têkiliyên
kesayetî, pêre jî rexne di ser keviyeke zirav re derbas
dibe. Eger ew ta biqete, an
rexne ji ser wê keviyê bişimite, delameta xwe ya zanistî
wenda dike, nikare erkên xwe, wek avakerê rewşa wêjeyî,
bi cih bîne. Lewre jî cemawerê rexnevanan weha diçin, ku
divê rexne ji berheman bi dûr de nekeve, belê her tim çavên
xwe li hemî alîyên wan bigerîne, bê ku bikeve bin bandûra
hestên xweyîtî, yên ku, di vê pergalê de, mîna kurmê ku ji
darê ye, darê dikuje, dikarin rexnevanan ji rê bêxin, û dûrî
lêgerîna zanistî bihêlin.
Tevî ku gotara camêr H. Broka, ji sernavê
xwe de ta dawiya beşê duwem, helwesta wî, ya ne rexneyî,
diyar dike, û şêweyê derbirina wî ya pêkenokî şilf û tazî
dide xuyakirin jî, lê min bawer nedikir, ku mirovê rêza xwe
û ya pênûsa xwe bigire, dê ewqas jehir di sînagê xwe de
bicivîne. Bi ser de jî boçûneke wî, di beşê yekem de bala
min kişand, ku dê ji rêbazên rexneya zanistî bi dûr de neçe.
Di vî beşî de weha dibêje : Em
nivîsandina wî ( a min ) ya bi Erebî li aliyekî
bihêlin, çimkî mebest ji lidarxistina vê nivîsê xwendina
aliyê wî, yê bi kurdî ye.
Ev boçûn dide xuyakirin, ku xwediyê wê dê
berhemên li pêş wî hen in, tevbide, durv û naverokên wan
bide ber pêdiviyên guftugowa rexneyî, û serkeftin, an
têkçûna wan berheman, li gor rêbazên rexnê, diyar bike, da
xwediyê wan, beriya xwêneran, sûdê ji wan nerîn û boçûnên
rexneyî werbigre.
Lê mixabin evî camêrî, ji dêvla vê pêdiviya
zanistî, ji destpêke de, dest bi awayê pêkenokî kir, pêre jî
awayê hizr û ramana wî, ya herêmî, sayî diyar bû, û nema
dikare vê yekê veşêre. Dibêje :
"…
hewl daye "pirtûka
Zeynebê"
, "
pirtûka Cebelî"
, "pirtûka
Delêl"
, "
pirtûka çemê Efrînê "
, "
pirtûka çiyakî sipî "
, "pirtûka
Nebî Hûrî"
, "pirtûka
xetê"
, û "pirtûka
darên zeytûnê"
, li bîra ximaveke kurt û kurmancî, bîne"
.
Evê hizra herêmî ye cankuj , ew ji rê xist,
û berê wî, ji dêvla avahiya gotar û lêgerînên min de, ber bi
kesayetiya min de kişand. Lê gava tiştek li pêş xwe nedît,
ku bibe mijara pêkenokiya wî, ya erzan, çû li nav
hevpeyvînên, ku bi min re hatine kirin, geriya, û gihîşte wê
yekê, ku H. Omer xwehez e. Deyaxên vê boçûna wî jî hinek
bersivên min in.
Eger ev pirsana ( Te kînga, çima, û ji bo çi
dest bi nivîsînê kir ?. Ta niha çend berhemên te çap bûne ).
Eger ev curepirs ji Broka bêne kirin, gelo bersiva wî dê
çawa be ?.
Rêbazên avakirina hevpeyvînan, wek min di
gelek kovaran de xwendine, an ji weşanên dengdêr bihîstine,
ji bo danasîna hevpeyvîner, an pirseke welê pirs dikin, an
jî, di pêşgotina hevpeyvînê de, wî bi xwendevanan û guhdaran
didine naskirin. Ew danasîn hemî çalakiyên wî tîne zimên.
Kovara EL-Erebî, ku li Kuwêtê
derdiçe, li nav hemî welatên Ereban bi nav û deng e, bi
hezaran nisxeyên her hejmarekê çap dibin, beriya çend salan
goşeyekî domdar ( Rû bi rû ) tê de hebû, her carê du
nivîsevan, du rewşenbîr, an du ramyar bi hev re dipeyivîn,
desteya kovarê ewana bi dirêjiya du-sê rûpelan bi
xwendevanan didane naskirin, hemî çalakî, berhem, û xebatên
wan tanîn zimên.
Hemî hevpeyvînên, ku bi min re hatine kirin,
û bersivên min ji vî awayî bi der neketine,çima ev camêr vê
yekê wek xwehezî dibîne, û li min digre, ku min, an jî
hevpeyvînerê min, gotiye ev pirtûkên min çap bûne, ez endamê
vê desteyê an wê desteyê, vê komîtê, an wê komîtê me ?!.
Eger endametiya min di hin komîtan de ewqas bi wî tehl e, ma
çima sala 1993 xwe di bin siha wê endametiyê de melûl dikir,
ku derfetê jê re peyda bike, da helbesta xwe li mehrecana
helbesta kurdî, li keleha Nebî Hûrî, tevî ku bê vexwendin
hatibû mehrecanê, bixwîne ?!. ( Tengezarê Marînî dikare vê
yekê baş bîne bîriya wî ).
Dîsan evê helwesta kesayetî û herêmî, ya
cankuj, ew ji rê xist, û gava derbas bû hundir gotara
min,tenê li ba du xalên, ku min di hinek hevokên her du
rêzdaran M.Othman û H. Kartal, de diyar kiribûn, berevajî
min çû, têvî wê jî ez wê yekê ji zimanzanan re dihêlim, ku
boçûnên xwe yên zanistî bidin xuyakirin, lê rastçûna min a
hemî xalên din, ku min di hevokên wan her du rêzdaran,
malperên Rojava , Amûdê , û Roj TV de nîşankiribûn,
diçespîne, û gava tiştek di destan de namîne, di ber siha
xwe de dikeve, û bê berprsiyarî bervedêriya çewtçûnan dike,
û dibêje: …lê bi baweriya min gelek malperên din jî hene,
ku ew di vî warî de ne ji wan çêtir çûn/yan jî diçin
sererastkirinê.
Ev helwest dide xuyakirin, ku camêrê me, wek
Ereb dibêjin, dixwaze ne ku tenê di ava herimî ( gemar ) de
nîçîrê bike, lê bi ser de jî hewl dide, ku ava zelal
biherimîne, û dubendiyê bixe navbera min û wan alavên
weşanê. Bervedêriya, ku ji ber Roj TV de dike, hê jî vê yekê
gelekî sayî dide xuyakirin.( Ji kerema xwe, tirej.net, notên
beşê yekem, ê gotara wî biner).Ma gelo ev ne keysebaziyke
erzan e?!.
- 2
-
Ev camêr di beşê duwem, ê gotara xwe de, xwe
diwestîne, û gelek lêkolînên min dişopîne . Lê mixabin dîsan
ji bîra dike, ku gotiye (aliyê nivisandina min a bi kurdî
mebesta wî ye ), xwe nêzîk awayê avakirina lêkolînên min
nake, û ne jî xwe nêzîk rêbazên rexneyî û hunerî, ku deyaxên
boçûnên min bûn, dike, lê hemî quncik û qoziyan tevdide,
dikeve pey çewtiyên rastnivîsîna min; ev aloziya, ku ta îro
di meydana nivîsîna kurdî de çareser nebûye, û min jî hêç li
derekê negotiye ez zana û endizyarê çareseriya wê me, belê
her tim dibêjim em hewcedarên hînbûnê ne.
Kesekî, ku ji çewtiyan şûştî, nîn e, nemaze
jî di meydana nivîsîna kurdî de, lê ev rastiya berz nikare
rê li pêş wî kesî bigire, ku çewtiyek dît, çavên xwe
damirînê, û bêje, dê çi bibe, ma ev çewtiyan li ba gîşkan
peyda nabin?!.Lewre jî xwe sipasdarê vî camêrî dibînim, ku
bala min ber bi hinek çewtiyên rastnivîsîna min de kişand.
Lê gotara wî li ba vê xalê namîne, belê weha diyar dike, ku
ev camêr gelekî ji xwe, û bi zanîna xwe, bi karînên xwe yên
zimanewanî bawer e, heya îro ez pêrgî zanakî ewqas bi
karînên xwe bawer e, nehatime.
Ev camêr li min digre, ku di sazkirina
lêkeran de şaş diçim, û nimûneyan ji nivîsînên min tîne, wek
( çareserdibin, fêrbibe, çêdike…….), ( serdest, bin pê
dikin/dibin…). Ev boçûn sayî dide xuyakirin, ku haya wî ji
boçûnên zimanzanên Kurd, ku nerînên wan hatine pejirandin,
tune ye, ji ber ku, du nerîn di vê meydanê de hene; Celadet
Bedirxan weha diçe, ku divê ev lêkerên hanê bi du beşan bêne
nivisandin, ango: ( Çareser dibin. Fêr bibe. Çê dike….). lê
Qenatê Kurdo, weha diçe, ku hemî zimanên xelkê ber bi
hêsankirinê de diçin, lewre divê em jî zimanê xwe hêsan
bikin, û evan lêkerên, ku ji navekî, an rengdêrekê û lêkera
alîkar saz dibin, pevxînin, û wek peyvekê binivisînin. Her
weha Reşîdê Kurd jî, di vî warî de, nerînek heye; (a), (ya),
(ê), (yê) ji navan bi dûr dixe, wek nimûne, dibêje (pirtûk a
.…, wêje ya….). Gava nivîsevanek evan awayên, ku wan
rêzdaran nîşan kirine, dixebitîne, ew xebitandin haya wî ji
dibistanên rêzimana kurdî, ku balkêş in, werdigerîne, ne
du-sêdilî, an nezanîna wî.
Belkî ev yeka di rêzimanên gelek zimanan de
hebe, wek çawa zimanzanên zimanê erebî, heya îro jî, tevî ku
boçûnên dibistana Besrayê, û Sîbeweyh serdest in, nikarin
boçûneke, ku li gor rêbazên dibistana Kofê ye, şaş û wek
çewtiyeke zimanewanî nîşan bikim. Her weha ev pirsgirêk di
zimanê elmanî de jî rû dide, wek nimûne, îsal nameyek li
hemî dibistanên seretayî hate belavkirin (nimûne; wîlayeta
Niedersachsen), ku divê gelek guhertin di rastnivîsîna
elmanî de peyda bibin, wek ku (ß) ji nû ve bi awayê ( ss )
were nivisandin, û gelek biryarên din jî di wê namê de hene.
Her weha berê jî du caran, sala 1998 û 1999, zimanzanên
Elman biryarên weha dabûn. ( Biner :
Die deutsche Rechtschreibung. Von Prof. Dr: Lutz Götze ).
Hêjayî pesnê bû, ku evî camêrî jî boçûnên
ewan rêzimanzanên, ta îro li ba cemawerê nivîsevanên Kurd
hatine pejirandin, banîna bîriya xwe, ( eger tiştên hanê di
bîriya wî de hene) û di dû re jî xwe bida kêlek nerînekê.
Her weha gava ev camêr mînakeke din (
serdest, bin pê dikin/dike/ dibe) nîşan dike, û li hember vê
boçûna min kêfxwaş dibe, ku çewtiyeke din bi dest xistiye,
dîsan di ber siha xwe de dikeve, û nizane, ku ( serdest )
di hevoka min de rengdêr e, û ne lêker e.
Ji hêla peyvên nêrza û mêza de, wek çawa
hemî nivîsevanên Kurd dizanin, ku ev yeka hîna jî çareser
nebûye, em jî li kêlek wan dimînin, û dibêjin heya ev yeka
çaereser dibe, gelek caran çewtiyên curbecur dê li ba me
peyda bibin, û wek nimûne, her hinek dê bibêjin (sîngê min)
û hinek jî dê bibêjin (sînga min), hinekê bibêjin ( wê/vê
çaxê), û hinekê bibêjin ( wî/vî çaxî ).
Lê tevî vê baweriyê jî, mirovê ku pêrgî
çewtiyan were, û çavên xwe bigire, ji ber ku li ba pirên
nivîsevanan peyda dibin, dê gunehan li xwe û li zimên jî
bike, lê eger lê hat, û kesekî bala me ber bi wan çewtiyan
de kişand, tevî ku ew jî ji wan ne şûştî be, em nikarin
bêjine wî: Çima tu derziya bi yaqa xelkê ve dibînî, û
şûjina bi yaqa xw e nabînî?!. Kesê, ku vê helwesta hişk
bigire, divê yaqa wî paqij û bê şûjin be. Ma gelo yaqa
helbestvan û lêkolînerê bi nav û deng (!!), yê ku ji
helbestê heya bi lêkolînê dibeze; Hoşeng Broka, bê şûjin e
?!..
Zimanê kurdî, wek em hemî dizanin, gelek
aloziyên rastnivîsînê û peydakirina têrman û têgehan hene,
lewre jî heya kevir tol dibe, û digihe şûna rast, gelek
peyvên nuh, ku li gelek deveran ne nas in, dê di nivîsînên
nivîsevanan de peyda bibin. Ji ber vê yekê jî ez weha diçim,
ku mirov têrm û têgehên nuh di nivîsînekê dîtin, pêre bide û
bistîne, ji hemî waran de bixe ber roniya guftugowê, ji ber
ku qada zimanê me hîna jî ji bo zayandin û çêkirina têrman û
têgehan xakeke şûvkirî ye.
Camêr H. Broka li ba hinek têrmên, ku min
xebitandine, radiweste, û bi awayê pêkenokî, ku berhema
hizra wî, ya herêmî ye, pêre dide û distîne.
Zimanê dayik.
Camêr weha diçe, ku min ev têrma ji zimanê erebî
wergerandiye, û dibêje, zimanê kurdî vê yekê napejirîne,
çiku ziman nêr e, û dayik mê ye. Lê nizane ku wî bi xwe bi
yaqa wergerandina yekser, ku bi erebî dibêjin ( wegerandina
tîpane) girtiye, û dibêje, wateya vê têrmê dide xuyakirin,
ku ziman dayik e, lê nizane, ku peyva dayik wateya
xwe, ya ferhengî hêştiye, û yeke dine nuh standiye, ew jî
netew e; ango mebesta zimanê dayik, zimanê
netewî ye. Lê eger mirov bi a camêr H. Broka bike, û
bêje Zimanê dayîkê, hîngê, wek ez dibînim,
peyva dayikê ji wateya xwe ya ferhengî bi dûr de
naçe, û ziman jî dê hîngê bibe ê dayikê, pêre jî mirov dê li
hember zimanê Kurdên, ku diyên wan ne Kurd in, şaş û matmayî
bimîne. Bi ser de jî, beriya me gîşkan helbestvanê kurd Feqî
yê Tîran, Gotiye"
Welat bav e, ziman dê ye"
.( Biner: Feqî Teyran: Tenbûr.
Weşanên Ronahî. Siwêd, 1976. Rûpel, 11).
Çima ev camêr boçûna Ereban, ku peyva (الأم
) ango dê,bi awayê mecazî, ji bo wateya
"kok"
, "Mak"
, dixebitîne, dipejirîne, û boçûna me, ya mecazî wek kêmasî
û nezaniyê dibîne?!.Camêr dibêje:"…
lê wişeya (الأم)
li ser asta têrma (الـلـغـة
الأم ) di ferhengên zimanê Erebî (weha
Erebî, ne erebî)
de wek wateya "
kok",
"
Mak"
…..tê şirovekirin"
. Ma gelo xebitandina mecazê di zimanê kurdî de qedexe ye,
an, eger H. Broka qayîl nebe, ev ziman mecazê naxebitîne?!.
Gelo ew dixwaze, ku zimanê kurdî her di qunaxa ( Hissî ) de
bimîne?!. Ma nizane, ku mecaz giringtirîn rolê di meydana
pêşvebirina zimanan de distîne, pêre jî wateyên bingehîn, ên
gelek peyvan ji bîra dibin, û tenê wateyên mecazî
dimînin?!.Wek nimûne, çend mirov ji milyonên Erebên îro
dizanin, ku wateya peyva erebî (الـعـَقــْل
–hiş ) di bingeha wê de (الـربـْط
– girêdan, best) e, lê wateya xwe,ya bingehîn, bera daye, û
ya mecazî girtiye.Tevî vê jî, evê yekê ji zimanzanan re
dihêlim, ku nerînên xwe diyar bikin.
Her weha li ba hinek têrmên din, ku min
bikar anîne, radiweste, wek ( Zimanê guvaştî ), û
pêde diçe,ku ev têrma wergera peyvên erebî (
عـَصَـر،
العـَصْـر –(
كـَبـَس ، الكـَبـْس ye, nikare
mebesta, ku dixwazim hilgire.Pêre jî dîsan dikeve ber dava
wergerandina yekser, (wergerandina tîpane ), ku nikare
peyvan ji wateyên wan, ên ferhengî bi dûr de bixîne.
Min ev têrma ( guvaştî ) bi wateya peyva
erebî (الـمـكـثـف
) xebitandiye. Ev peyv di zimanê erebî de
gelek wateyan hildigire, wateya wê li gor cihê, ku tê de
bikar tê, sayî dibe; eger bi avê re, an bi her tiştê, ku tê
vexwarin re bête xebitandin, wateya ( Tîr ) dide. Mirov
dibêje: Ev dew, an dimis, an zêt tîr e, lê eger di warê
erdnîgariyê de bête xebitandin, hîngê wateya ( Pirr ) dide.
Ereb dibêjin (
كـثـافـة الســكـان في مـكـان ما)
ango (pirrbûna rûniştevanan li cihekî), û pêre jî yekser
wateya tengbûn û biçûkbûna wî cihî diyar dike.
Eger em bêne ba peyva ( guvaştin ), ku
camêrî gotiye wateya her du peyvên erebî (
كـبـس ، عـصـر
) dide, dîsan rast naçe, ji ber ku her yekê ji van peyvan
wateyek heye, ya yekem wateya ( guvaştin ) hilnagire, belê
ji bo tiştên, ku av tê de nîne, bikar tê, ya din jî bi tersî
wê ye, ji bo tiştên, ku av tê heye, bikar tê. Gava, wek
nimûne ( caw tê guvaştin ),ew caw şil bûye, (guvaştin) avê
jê dike der, û cêw bi bingeha wî ve dihêle, ango tiştê
biyanî, ku ne ji bingeha cêw bû, jê dike der.
Her weha diyar e, ku gava peyva ( guvaştin )
di warê zimên, nemaze zimanê helbestê de, wek rengdêrekê tê
xebitandin, dide xuyakirin ku her peyvên ne sûdedar in ji
zimanê helbestê hatine bi dûr xistin, û zimanê wê bi ser hev
de hatiye guvaştin, ta ku tenê peyvên sûdedar ma ne.
Ez bawer im, ku hemî zimanên zindî vê yekê
dipejirînin, û rê li pêş peyvan vedikin,ku gelek caran
wateyên xwe yên ferhengî bihêlin, û wateyine din, bi awayê
mecazî, hilgirin, û carine din jî peyvek dikare, ji hevokekê
ta yeke din, wateyên curbecur bide, wek nimûne, peyva (gor),
ku ev camêr gelek caran dixebitîne. Pêre jî mirov dikare
ewan her du peyvên kurdî û erebî bi awayê mecazî, ji bo
wateyên,ku ne ferhengî ne, bixebitîne.
Tevî çûn û hatinê, tevî ger û ( fetla ) li
derdora peyva (guvaştin ), ku min, li gor boçûna wî, şaş
bi kar aniye, camêrê me vedigere ba boçûna min û
dibêje: "Bê
guman, li asta mecazî jî, mirov dikare heman guvaştinê
bikarbîne"
.
Bi ya min be têrma, ku camêr H. Broka xwe di
ber de gelekî westandiye, ferheng tev dane, û gîhaye wê
yekê, ku (kurt ) an ( kurt û puxt ) cihgirtî ye, ku ji
dêvala ( guvaştin ) bête xebitandin, nikare wateya
(guvaştina mecazî) hilgire, ji ber ku ( kurt ), di vê
pergala, ku ew nîşan dike de, wateya ( îxtîsar, îqtîsad ) a
erebî dide, belkî wek rengdêrekê ji bo zimanê helbesta
kilasîk, ne a nûjene pexşane, sûdedar be, ji ber ku
berztirîn taybetmendiya vê helbestê ew e, ku peyvên wê
hindik in, çiku peyvên ne sûdedar napejirîne, lê wateyên wê
pirr in. tevî vê jî dîsan ez dê li benda boçûnên zimanzanan
bimînim.
Dîsan camêrî li min girtiye, ku li gor
rêbazên zimanê erebî, ez lêkera ( diwênîne ) ji peyva (wêne)
çê dikim. Ez venaşêrim, ku min boçûnek (îctîhad ) berdaye
holê, lê ta kîjan radeyê dê cihgirtî be, bersiva vê pirsê li
ba zimanzanan dimîne, ne li ba H. Broka.
Eger ev camêr vê boçûna min çewt dibîne,
hêja bû, ku ez û kesên din jî hayedar bikirana, lê bi xwe jî
neketiba wê çewtiyê. Çima ev camêr dixwaze boçûnên xwe bi
darê zorê bi me bide pejirandin û di heman demê de heya
qirikê di wê çewtiyê (?) werdibe?!. Çima nerîna me kêmasî
dibîne, û bi xwe jî peyveke biyanî bi ser lêkereke kurdî
dixe, gotinekê jê dafirîne, û dibêje
"konkrêtkirinê,
têrmînlojîkirinê, standartîzekirinê, problemtîkiyane"
û.h.w... tevî vê jî, bi ya min be, heya ev peyvên biyanî
hinekî ji qalikên xwe bi şûn de bihêlin, û piçekê bikevin
rastnivîsîn û rastbilêvkirina peyva kurdî de, divê (i)yek di
nabera (k) û (r), (p) û (r) yên ( konkrêtkirinê) û
(problemtîkiyane) de hebe, çimkê kirasekî nuh
wergirtine.Eger boçûna wî ew e, ku divê peyvên biyanî di
qalibên xwe de bimînin, çima kumik dide ser (e) ya (
konkret) a biyanî?!. Xwazî zimanzanên me vê yekê jî ji me re
sayî bikin, ka ta çi radeyê rast e!.. Bi ser de jî camêrê
zana her tim (e) ya peyva (erebî) bi awayê mezin (E)
dinivisîne, tevî ku vê peyvê wek rengdêrekê dixebitîne, ne
wek navekî.
Çima ev camêr, bi bandûra tênegihiştina xwe,
li me digre, ku em di bin siha sîstema zimanê erebî de
milxwar in, û di heman demê de dikeve ber dava
wê sîstemê?!. Wek nimûne, bêtirî 20 caran peyva
erebî (mentiq مـنـطـق-
) bikar tîne, û bi ser de jî hevoka xwe dixe hundir sîstema
zimanê erebî, û dibêje "Mebest
ji lidarxistina vê nivîsê…Li pey
têgihiştina vê xwendinê ji zimanê kurdî re
"û
.h.w..
Bikaranîna daçekê her du derbirin jî, heya
qirikê, xistine sîstem û çêja derbirina zimanê erebî.Bi ser
de jî nivîsîn tê nivisandin, lê ne bi awayê normal, û ne jî
bi yê mecazî, nayê lidarixstin. Eger mirov çavên xwe li
hember vê boçûna Broka damirîne, dîsan çêja derbirina kurdî
nabêje "mebest
ji lidarxistina vê nivîsê",
(ger bibe jî, derbirin gelekî jar dibe) belê dibêje (
mebesta lidarxistina vê nivîsê). Her weha lêkerên (
têgihiştin û xwendinê ) jî li gel bireserê sererast
(yekser),bê alîkariya daçekan, tên xebitandin. Çima camêrê
me (têgihiştin),di hevokekê de, bê daçek xebitandiye, û di
heman hevokê de jî daçek bi (xwendin)ê re bikar aniye?!.Eger
zimanê axaftina normal vê yekê bipejirîne jî, bi baweriya
min, yê nivîsînê vî derî li pêş derbirinê, venake.
Gelo kî şûjina ber yaqa xwe nabîne, em lê ev
camêrê pozbilind, ku bi kesî qayîl nabe?!..Eger, ji ber
xebitandina boçûnên zimanazan ( C. B , Q. K , R. K ) de em
du-sêdilî hatine xuyakirin, lê camêrê me dê çend dilî bête
xuyakirin, gava bê ku xwe bi ser boçûneke zimanzanekî de pal
bide, hin caran nîşana (-) bixe navera her du beşên
peyvekê, (xwendin-êşan, endîşe-lidarxistinê ) û hin
carên din jî wê nîşanê bavêje, û weha dinivisîne (
serêşan, konkrêtkirinê, standartîzekirinê)?!.Bi ser de
jî hebûna wê nîşanê di navbera peyvên vê mînakê (
ji-nuh-ve-xwendin ) de, ne tenê hebûna şûjinekê, belê ya
dirêşekê jî diyar dike.
Her weha camêr li ba helwesta mine ramyarî,
ku dibêjim ( Helbestvanê kurd dê çawa çavên xwe li hember êş,
azarî û sitemkariya sitemkaran damirîne, û di hestên xweyîtî
de melevaniyê bike?!.) radiweste, û dibêje ev yekeke
kilasîkî ye.
Eger ev boçûna min kilasîkî be, gelo lê
nûjenî çî ye?!. Aya kê gotiye ku nûjenî dîwaran dixe navbera
helbestvan û cemawer?!. Kê gotiye ku nûjenî helbestvanan ji
civakên wan dibirre?!. Kê gotiye ku nûjenî li dervayê
dem,dewran û rewşa mirovaniyê dimîne?!. Eger nûjenî berhema
mirovaniyê ye, teqez dê nikaribe ji wê bi dûr de biçe.
- 3 -
Her weha xuya ye, ku kesek ji çewtiyan ne
şûştî ye, belê mirovê çalak û xebatker dê her bikeve ber
dava çewtiyan, pêre jî dilsoziya toreyî, dilsoziya sincî,
dilsoziya hevalkarane weha pêdivê dibîne, ku eger mirov
çewtiyên kesên din dîtin, divê çavên xwe li ser wan
danemirîne, lê bi awayê dostanî, bi armanc avakirin û
diristkirinê, wan çewtiyan nîşan bike, û eger rexneyek lê
hate girtin, sor û mor nebe, û xwe di ser rexnê re negire.
Mirovê xwe di ser rexnê re bigire, an tûrikê wî dagirtî ye,
an jî nezan e. Gelo H. Broka ji van her duwan kî ye, û xwe
li kû derê dibîme?!..
Ez naxwazim hemî quncik û qoziyên gotara vî
camêrî tevdim, û hemî nerînên wî guftugo bikim, lê bawer im,
ku her kesê ev her du gotarên wî xwendine, ji xwe pirs kir;
gelo çi di navbera H. Broka û H. Omer de qewimiye, ku evî
camêrî evqas kîn hilgirtiye?!. Ji ber ku helwesta wî, wek
xuya ye, sînorên rexneya zanistî bi paş xwe ve hêştine, û
rahiştiye şûrê tolhilanînê.
Dîsan ez bawer im, her hevalkarê, ku di
civîna, ku PEN a kurd beriya çar salan li bajarê Mûlheimê,
li kêlek bajarê Kölnê, girêda bû, amade bû, dê zanibe çima
ev kîna cankuj di sîngê vî camêrî de dikele.Wê hîngê, min
rexneyeke zanistî li helbesta wî girt, mixabin ji dêvla ew
berê dan û standinê ber bi guftugokirina boçûna mine rexneyî
de bide ( xebitandina kesayetî û bûyerên dîrokî di helbestê
de), nemaze jî dora 28 nivîsevanên ji her çar beşên welêt
hebûn, civîna wan ji bo tevdana wê boçûnê gelekî hêja bû,
mixabin , wek çawa her du gotarên wî sayî didine xuyakirin,
rûwê wî sor bû, mor bû, şîn bû, reş bû, tehl bû, tirş bû, û
hêrsê wî bilind bû,pêre jî ji bîra kir çawa helbestên xwe,
sala 1993 li mehrecana helbesta kurdî, raberî min dikirin,
da ez li gor nerîna xwe, ya rexneyî, ên hêja vebrêjim, û
kire qêrî: "Heyder
Omer xwe kiriye rexnevan, êdî bila zanibe ka 72 ferman çî ye?!".
Bê ku haya xwe jê hebe,ku zarokên Kurdan jî, ji ber
pirrcûtin û dubarekirina gotina (72 ferman), dizanin kînga û
çima ev têgeh ketiye hundir zimanê me.
Xwazî ev camêr gotina pêşiyan, ku dibêje
"Ti
darên, ku serên wan gihîştine asîmanan, nîn in"
wek derman, her tim bîne bîriya xwe..
...................................
Veger
>>
tirej.net/com/org