Gotar

  Hevpeyvîn

  Qilçix

  Navdarên Kurd

  Helbest 

  Çîrok

  Şano

  Lêkolîn û Rexne

  Rêziman  

  Wergerandin

  Mûzîk 

  Hunermend

  Keskesor

  Zarok

  Lîsk

  Navên kurdî

  Kevnetor

  Metelok

  Tu dizanî..!?

  Weşan

  Lînk

  Karîkator

  القسم العربي

  Nivîskar

  Erşîv



Têkilî 


Kevnetor


Kulîlkên kurdan

 

 


Şano


 

 

 

 


Dildar Ismaîl
Kanî welat

                 

Şano vedibe….pêdkevin ronahî û hêdî hêdî derbas dibin ser şanoyê ………..

Bavê kawa : ax ax çi bêjim çi ne bêjim qet nizanim çi dibînin çi nabînim bê hiş dimînim.

Kawa :yabo dengê te tê ti çi dibê jê.

Bavê kawa : êjî nizanim li xwe binêre tê zanibê

Kawa: ez dînim ezê li xwe binerim.

Bavê kawa : heyfa te ê dîn ezim ku mi biyate kir ez hatim bi çi aqilî ez nizanim.

Kawa : çima qeyî ti poşman bûye yabo

Bavê kawa : poşman bûme û hew.

Kawa :ma çi ji te kême ti wilo dibê jê.

Bavê kawa : çi ji mi kême. Gelek ji me kême.dunya ne xwarin û raketin û perene

Kawa : na yabo ti divirde şaşbûyî ,bê pere mirov çiya yek ji bo çi dijî ku pere nebe.

Bavê kawa: ku mirov bê rûmet bê windabê. Dest li ber parsê bê , pere wê çi bikin.

Kawa: rûmet çiye li kûjan bazarê difroşin

Bavê kawa : li kujan bazarê .erê erê dunyayê.

Kawa: ev der uropaye ne ew xaniyê ketîne

Bavê kawa: uropa ya xwediyê xweye ne ya min û teye

Kawa : ya kêbê îro heye korîma sipê kirî û ya baş dev ji va tiştê vala berde

Bavê kawa : tiştê vala...... ew serê te valaye ku ti nizanê çi dibêjê

Kawa :ez zanim ez çi dibêjim va ti bi çavê xwe dibînê çawa xelk pêş dikevin

Bavê kawa : xelk zanene û welatê waye ji xwe wê xweşkin ..... lê ka bêje ew zimane te ê dirêj ,

ka te çi ji welatê xwere kiriye .

Kawa : welat çiye ti çi bixwazê li vir heye

Bavê kawa : heyv li xortê weke te ku xwe ji bîr dikin ji kû hatine û têne guhertin bi hesanî

(azad derbas dibê û diçê riwê bavê kawa )

Azad : roj baş mihvanê delal ti bixêr hatî, ser çav û herdo serê min ji vir heya welat

Bavê kawa : gelekî bi xêr lê qeyî mirov bi di seriyaye

Azad : bibhurêne birastî gava mi bihîst ti hatiye ez bilez hatim ku te bêhn bikim ne bihna te , bihna welat û ew

gundê dayikê ku ez lê çêbûme bêhna civat û tevgera gund ji te tê.

Bavê kawa : xwiyaye di gutinê tete riya te û kawa ne yeke qet ti nehatiye guhertin.

Azad : na apê delal teliyên desta newek hevin .

Bavê kawa : gelek sipas ji tere û sed heferim ji xortê weke tere .

Azad : yê başbê herê kuderê wê başbê ,lê yê pîs wê pîs bimînê heta bimrê .

Bavê kawa : ma ka xortê weke te .

Azad : ji mire bêje apo rewşa welat çiye milet çawa jiyana xwe dibhurîne bavê kawa

Bavê kawa : heyfa navê kawa ku mi li vî kurî kir

Azad : apo jê berde yên weke kawa pirin . û jê xerabtirin lê kes bi wa nizanê

Kawa : kemilî...........xwediyê welat hat    xwediyê gotinê qelew.

Azad : heme tê wilo bimînê ti bimrê kes nabê rehme li tebê

Kawa : mi ji wa qebûle bere kes rehmê nekê

Bavê kawa : dev jê berde ew jî nizanê çi dibêjê

Kawa : ez nizanim çi dibêjim ji xwe ê zanê ezim . de li halê wî meyzê

daye peyî karê vala ne tiştekî pêş dixin û ne tiştekî paş dixin .

Azad : tiştê em karin eve were keremke ka bê tê çi pêk bînê , ne bi gotinê valaye gelekê wek te

ziman dirêj û qure hene , dunya ne rojek û didoye , mirov ne windabê ew bese . başe qeyî ti renge xwe nabinê .

Bavê kawa : xwedê hemrê te dirêjkê birastî xortê weke te kêmin.

Azad : na wilo ne bêje xortê welat parêz pirin ê xwe winda nakin li ser hêviya dijîn

Kawa : malaminê çi hêvî hêviyê hemû derew ku her yekê bi êdî dikenê

Azad : dunya hemî reng têde hene ê baş jî pirin û ê weke te jî wê hebin

Kawa : başe ê weke mi jî hene ma ez çawa me

Azad : ma ti çawayî ez çi bêjim ez nizanim

Bavê kawa : ez zanim ti çawaye ti kerekî bê teriye

Kawa : na yabo mi ev hêvî ji te ne dikir...... ez wilo me

Bavê kawa : ma te çiyê hêviya hiştiye ti wiloye û ji wilo xerabtirî mi jî di ku kurekî min heye,

bere wê şevê ez çûba aş çêtirbû......

Azad : dilê xwe ne êşîne ê ji kawa kambax tir hene lê kes bi wa nizanê

Kawa : ma ti çiqa qureye ti va gotina ji kû tênê ez nizanim zimanekî dirêj

Bavê kawa : bese ...wele ti ne şerim dike û ne fedîdike .

Azad :apo dev jê berde ka rewşa ê ti ji nav wa hatî çawane çi dikin çi nakin

Bavê kawa : lawo ma ezê çi bêjim jiyanek zore gel têde di jî û rewşa malawe birastî dayika te,

herdem nexweşe û her gav dibê jê xwezka ez berî bimrim ez kûrê xwe azad bibînim û hew .

Azad : wek ti dibînê ne bidestê mine û weke ti zanê her roj digirtin ser malê ,rojek xweş nebû û ez nikarîbûm ti karî

bikim mi jî berê xwe da riya bê veger heger ez li welat hêdî hêdî dimirim li vir rojê  sed carî dimrim û rewiş eve .

Kawa : rewşa helawçiyaye ....heta ti bidê peyî tiştê vala wê rewşa te, ev bi mîne .

Bavê kawa : wele ku te xwedîtibe te wilo ne digot

Kawa : ez xwe dibînim ez gelekî xweşikim

Bavê kawa : başe ku ti xwe bibînê ez ne behwerim

Azad : dev jê berde dunya ne rojek û didoye , wê rojek werê û wê poşman bibê û wê li serê xwe bixe 

ev ne ciyê meye ,û nabê welat ji mere û nabê bengih

Bavê kawa : berê hatiye gotin (şam şekire lê welat şêrîn tire)

Azad : ax ax    ji kerba xerîbiyê lê ka ew roja ez vegerim bibînim wan sikaka wan kalê delal

wan dost û hevala   biramîsim destê dayika xwe .heye bibînim  ji mire bêjin bi dengekî bilind ,

heye vegerim bibînim welatê xwe (perde tê girtin bi sitrana daiykêre ) 

(xilasdibê sitran perde hêdî hêdî vedbê azad rûniştiye muzîka xemgîn dibê jê )

(derbas dibê bavê kawa)

Bavê kawa : ti çawaye azad bê deng nav çar dîwara

Azad : ma ezê çawabim apo keremke rûne

Bavê kawa : welo ez ji rûniştinê haçiz bûme

Azad: ma emê çi bikin eve karê me razan û rûnêştin nav çar dîwara

çar dîwarên bê deng li mi dicivin eve rewşa em tête dijîn

Bavê kawa : ka welatê xelkê û ka welatê me her kes welatê wî bi wî şêrîne

Azad : kanî welat em dibê welat û welat nîne

Bavê kawa : welat wê çê bibê ,kes bê welat namînê miletê kurd şîndibê û mafê mirova geşdibe

Azad : ma ka ew roj heya werê em vegerin û bibînin rizgariya kurdistan li her çar parçan.......

û bi ser bilindayî em tev bijîn.

Bavê kawa : bawerbike ew roj wê werê kes bindest namînê

Azad : ma heya kengî emê bê welatbin şepirze û belengazbin li bin destê neyara

Kawa : neyar..... neyar çiye ha ev ji riha bavême kême ê biteriya xwe bileiyzê wê weke te lê werê

Azad : xebera teye ti mabûyî te jî yeke xwe got

Kawa : gotinê min herdem rastin

Bavê kawa : çawa nerastin hemrê te buhirî te ti derew ne kirin

Kawa : xwiyeye rastî tehle vê heyamê ................

Azad : ti ji ku rastî û drewê ji hev zanê

Bavê kawa : ê weke te bere bimrin .bi rûmtire

Azad : birastî emê hemû bimrin dunya ji kesîr namînê lê mirinek bi rûmet û ser bilindayî

wê gavê bere em bimrin bere em bimrin ……..

 

           hatiye nivîs miha 7 -2000

...................................
 
Veger >>
                                                                                tirej.net/com/org

 

kurdi@tirej.net
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ tirej@tirej.net ]vebûna malperê 01/12/2002