
Alan Jouffroy
Helbesta Andre Breton
Wegêr DUGIR
Navê her pirtûka
girtî ya çi laşî be di xwe de dihêwirîne. Û her laşek jî
pirtûkek e bi ser hemû peyvan û hemû navan de vekiriye.
Hinek kes xewnan û têramandin û evînê bi
kartînin. Peyva xwe dibêjin û peyvbêjiya wan dibe
nivîsandina ko êdî nema ji cih û demê têt hilanîn.
Hin kes dibînin, da ko bi dîtina xwe re
cîhanê hişyar bikin. Dinivîsînin û pirtûkên wan dibin kiryar
û bûyer û rûdan û peyamên dîrokê. Kesine bi gavên daçikyayî
û bi awakî; ko em nizanin ka berbi kûderê ve diçin, bi rê
dikevin. Hevaltî û dilsojiyê, toreyî û bêzariyê nas dikin, û
ti carî hestên xwe ji bîrûbaweriyên xwe; gotinên xwe ji
kirinên xwe cihê nakin. Ji bo şoreşê dijîn, û birîna her
kêlîkekê; çiqasî hêsan be jî, nas dikin. Li êşên xwe xwedî
derdikevin, rabûn û rûniştinên xwe radestî sincên naskirî
nakin. Herwisa çêja xwe jî radestî pîvanên zanistiya statîkî
nakin.
Weko çawan derbasî hundirê surdarî û
matmayînê dibin wisa xwe berdidin kûrahiya anuha û rabirdûyê
jî. Lê her û her û hergîz; çavdêriya nirxine teze û
spehîbûnine nû dikin.
Ji lêbûrînê hez nakin, dijwar û sînordar
in. Em dikarin ji wan hez bikin û em dikarin jî ji wan
bidexisin, em dikarin ji wan bitirsin û wan jî ji xwe
bitirsînin . Wexta ko em pirtûkên wan dixwînin jiyan têt
guhertin. Wexta em bi wan re dipeyivin em sergêjahiyeke
nediyar hest dikin. Em gavên wan winda dikin, da ko em ji nû
ve pêrgî wan bibin, pişt re em dixwazin li wan cîgehên kêm
çûn û hatin, sînorên xwe ji wan re vekin. Ti carî em
naxwazin wan bêhêvî bikin.
Kes in; û di vedîtina rêça xwenaskirinê
de pir zîrek in. Liserrawestana we berbi rastiyê ve
radiperînin, lewra tişta herî hêja ya ko gerek li hemberî
wan bê kirin ew e, ko em li xweyaxwe vegerin.
Em mîratgirên ‘Ez’a wan in. Daxwaza me jî
ew e ko em ramanên wan ên dirindane di her amajeyê de, di
her bêdengiyê de û di her peyivînê de, bi gewde bikin.Civak;
navê helbestvanan li wan dike. Ew bi xwe guh nadin vê
binavkirinê, çinkî peyva helbestvan "tênegihiştinekê durist
dike, bi awayê ko her kes dikare vî navî weko çawan di rojên
çûna dibistanê de çenteyê xwe hildigirt, hilgire".
Di nîvê vê sedsala bîstan de, ko mirov
hewl dide, da ji xapandin û ji ling ji bin şemitandin û ji
ser rê birinên jiyanê rizgar bibe, hêjî hin ji xelkê,
helbestvanan, wek bûnewerine romantîk û bêkêr, dibînin: (Ji
xelkê zûtir hînî dermankirina xêzên nivîsandinê bûne,
tiştine nebûyî û bêkok dinivîsînin, ko mirov wan ji aqil bi
dûr nexe û bi dilekî paqij piştgiriya wan neke, ti carî wan
tiştan bawer nake.) Ew xelkana ji bîr dikin ko
Standhal jî wek Gerard de Nerval romantîk bû.
Helbestvan
xwedanên dûrbîntirîn û hûrbîntirîn û çaresertirîn pirtûkan
in, çinko helbestên wan; ti carî pêwist nakin ko li dawiya
rêzên vegotinê rawestin:
Dikarin
Peyva "helbest " li hevokeke kurt ko di
çeşnê fermana karekî sincî (exlaqî) de
be, bikin. Dikarin wek Loteryamon yek malikê jî di
helbestê de nenivîsînin.
Dikarin
berî hemdemên xwe pêşezanên bûyeran bin; bûyer û rûdanên ko
ji mirovatiyê re balkêş û giring bin, dikarin rastiya li pêş
dîrokê eşkere bikin, dikarin prinsîpên hişyarî û zanînê ango
rêbazan damezirînin; û bi alîkariya sihra wan prinsîpan
bandûrê û akamê li jiyan û li ramana xwendevanên xwe bikin.
Lewra; hemî
tiştên ko wan kesan pêkanîne û pê jiyane û ji jidayikbûna
xwe hetanî mirina xwe pê ramiyane jî navê ‘Helbestê’ lê dibe.
Di nav vê
mezinkoma ko çameyan(qesîdeyan) dinivîsînin; helbestvan kêm
in. Hin ji wan ji bilî nivîsandina çameyê di tu tiştî de
naramin û bi serhişkî li dijberî nivîsandina pexşanê
radiwestin. Helbestvanekî wilo êzingvan e.

Andre Breton
Hin zilam û
hin jin helbestan nanivîsînin, lê ji gelekên ko helbestê
dirêsin nêzîktirî helbestê ne; ji xwedanên "hunera helbestî"
nêzîktir in.
Helbestvan
ji boyî wan zilaman û ji boyî wan jinan dinivîsînin, tenê ji
boyî wan. Çinkî şoreşa rastîn a cîhanê û guhertina dawîn a
jiyanê, tenê, bi wan ve girêdayî ne.
Helbestvan
‘çameyên xwe’ mîna hevdîtinan û bûyeran û dîroka zindî ya ko
pêwist e bê jiyandin, pêşkêş dikin.
Di nêrîna
wan de, pirtûk, ne ji bo istihlakê ye lê sîsikeke
navendiyane ye û tirsnakiyeke rastîn bo gerdûn e. Vekirina
berhemên wan; tenê hema vekirina berhemên wan, karek e, rê
li ber me vedike ko em tiştên xwe yên pêşî û yên dawî li ser
bikin.
Pirtûka-
Entîke, wek ko helbestvan dibîne, bi naveroka xwe û bi wê
sûlava ko berdide hişê xwendevanê xwe, dibe wêneyeke berdest.
André
Breton mezintirîn helbestvanê zindî ye -di sala 1966an de
miriye-; ev jî ji bo wan kesên ko piştî xwendina Novalis,
Nerval, Rimbaud, Loteryamon, Apollinaire, di helbestê de
metiryala ji nû ve afirandineke giştî bo mirov dîtine,
tiştekî bêguman e.
Herwisa bo
wan kesên ko di helbestê de şoreşekê dibînin dîsa tiştekî
bêguman e; şoreşa ko di her kêlîkê de û di her demê û di her
cihî de bigewde dibe da ko helbest bê merbend û bi azadî
diyar bibe.
Tiştekî
bêguman e bo wan kesên ko li dijî helbesta li gorî pîvanên
dîroknas û mamostayan nijinandî, radiwestin; dîroknas û
mamostayên ko di evînê û di êrotîkê de, di karê siyasî û di
jiyana rojane de û di xewnê de, pêdiviyeke bingehîn bo
teqandina her tiştî û hêsankirina her tiştî û dubarekirina
afirandina her tiştî, dibînin.
Bi kurtî,
ji bo wan kesên ko di Firaxên hevlûle de ‘Communicating
Vessels’ wek nimûne, bi taybetî di rûpelê 124 an de ji çapa
dawîn, heman ramanê û heman jiyanê dibînin, bêguman e.
Berhemên A.
Breton wek gaberdekî (hîm, kevirekî mezin) bizavkar ko ti
carî naherife, ji hevdû dabeş nabin. Herwiha dahênaneke
xweristiyane ye; kîjan balende be û rengê perîkên wî çawa
bin jî dikare xwe di movikên vê avahiya hendesî ya surdar û
yekta de winda bike.
Hîmdarekî
wek Breton, di baweriya min de, ti carî namire, tenê di
bareyekê (haletekê) de dikare bê mihandin, ew jî, eger bi
rastî û ji dil navenda rakêşê (cazibiyet) ya ko terazûna wî
di vê valahiya dîrokî ya civata li dijî şoreşê de diparêze,
bê guhertin.
Helbesta
Breton, cara pêşîn, li xewxaneyekê, li rojavayî Fransayê, li
ser mesefa xwarinê, wexta ko ji jin û keça xwe re li ser
şevê dipeyivî, dest pê kir. wexta ko di ciwaniya xwe de
nameyek bo Paul Valery nivîsandibû, û wexta ko digel
Trotiskî li ser ‘Ji bo hunereke şoreşgêr û azad’ imzekiribû,
û wexta ko polîsên ‘Fîşî’ helbesta wî ‘Fata Morgana’ û
pirtûka ‘Antolojya tinaziya reş’ qedexekiribûn û berbi
doravên Antîlê ve çûbû, û wexta ko peyva xwe di kovara
anarşistan de bi ‘Cîhana bêserûber ‘ dest pê kiribû, û wexta
ko di germa cenga Cezairê de bergiriya leşkerên revyayî
dikir, û wexta ko dîsa li xewxaneyekê li rojavayî Fransayê
rûniştîbû û gotarek ji rojnameya ‘Telegram de Elwist’ bi
sernivîsa ‘her roj, Alain Jouffroy, li daristana Holkotê ye,
cîranên xwe yên biçûk dibe dibistanê’ çirandibû, û xistibû
keviya pirtûka xwe ya ko diyarî hevalekî dikir, helbesta wî
dest pê dikir.
Weko çawan
ba hergav, ko bibe baran û mij û seqem jî, ba ye, Breton jî
hergav helbestvan e.
Di nêrîna
wî de; helbest, pêşeroja mirov e.
Çameyên (qesîde)
wî -ko pir kêm belavdikirin û duberekirina belavkirina wan
jî nedipejirand- jêder û palpişta camane ya dîrokekê ne ko
ji dîroka wî berfirehtir in.
Yek ji
stûnên wê cîhana ko xwe bi ser me de diçemîne, dîroka
hevokên Breton e.
Bila
hostayên wêjeyê netirsin, çinkî ev cîhan pir guh nade wan û
ew bi xwe jî vê yekê qet nizanin. Dîsa jî bila nasyarên
helbestê û rexnegirên pispor ên wêjeyê vê yekê bawer bikin:
Ev cîhan, li hemberî hemî viyanên prîmîtîv, raperîneke giştî
ye. Tu sedem nîne ko ew jî xwe tevlî vê sergermiyê nakin.
Çinkî
helbest, wexta ko civatê rexne dike, û bi sergermî, giyan û
lêş, ramanê û rastiya zelal ji hev cihê dike, wê çaxê, bi vê
karîna xwe ya yekane, vekirina xwe, ya bi ser cîhana ko
bêdengiya wê ya kurt helbesteke bêkutayî ye, diçesipîne.
Helbesteke
bêkutayî, ew helbest e ko Sopo û Breton beriya pênc salan ji
jidayikbûna suryalîzmê wê dinivîsînin. Wexta ko di sala 1919
an de li wî dengê dirûnî guhdarî dikir; dengê ko bi tena
serê xwe dikarîbû nivîsandina mêkanîkî biafirîne.
Hemû
helbestên Breton ên ko li pey (Bexçeyên polayê) hatine
nivîsandin, hetanî kêlîka ko di Dîsembera sala 1933 an de
ragihandiye ‘ko dîroka nivîsandina mêkanîkî ya suryalîzmê -
bêtirs dibêjim- dê bibe sosreteke berdewam’ helbestine
ramanî ne, ramanek e û xwe bi xwe, bê mebest, ji bilî
mebesta vedîtina ramanê bi xwe û rizgarkirina wê, xwe davêje
nav êgir.
Piştî wê bi
çar salan, digel wê jî, hevokine kurt ji " Gula berbero " ya
ko di sala 1923 an de nivîsandibû; di sibehekê de dema ko
serê xwe dişûşt, tên bîra wî û li hemberî vê baweriyê radest
dibe:
"Helbestên
avêtî, yên ko ji durvên wan ne razî ye û di nav rûpelên
dîwana " Debançeya por sipî " de nîn in, mîna ko ji cihekî
nediyar hatine. Helbestine bêagahî ne, hestan ranaperînin.
Helbestine di çeşnê hewldanine sergerm û serseriyane yên di
hundirê deryayeke har û tevlihev de ne.
Ew hevokana
peyv bi peyv, wêne bi wêne tên bîra Breton, tên bîra wî û
dizane ko bi evînbaziyên wî re diguncin; evînbaziyên ko di
seyraneke şevînî de, li nêzî keleha San Jack, ew bi
karanîbûn, û di wan de jiyabû.
Li vir, em
dibînin ko sosreta nivîsandina mêkanîkî dikare ji ber xwe ve,
bi derengî be jî, bête guhertin, û bibe hêvî.
Bext (şans),
bextê afsanewî yê ko mirovek bîrtûj bi destdixîne û
digihêjêyê di vir de ye, ko di afirandina çemê peyv û
wêneyan de xwedanê coşiyeke zikmakane be, û nivîsandina
mêkanîkî jî di vî warî de, ji bo bext, dergehekî nîv vekirî
ye, têgihiştina tiştên ko di pêwistiyê de nayên têgihiştin,
e.
Qelaştina
dîwaran e, dîwarên ko takekesiya (ferdiya) neşoreşgêr wan di
navbera mirov û cîhanê de, di navbera aniha û dahatûyê de,
di navbera zilam û jinê de, di navbera rastiyê û xewnê de,
ava dike.
Bi awakî
rasterast, Breton nivîsandina ji bo jiyanê ye, û jiyana
nivîsandinê ye. Nivîsandinek e; çepera asê ya keştiya ko
bêguman dê binavbibe û li dijî bahozê berxwedanê dike,
diherifîne.
Di navbera
prinsîpa nivîsandina mêkanîkî û awayên bikaranîna wê de
tevliheviyek heye. Lê yê helbestvan dizane ko ev prinsîp dê
dûrî hemî awayên asê yên nivîsandinê û dûrî hemî rê û
rêbazan bimîne. Wek kilîta azadiya ramanê ko bêyî wê tu tişt
ji bilî mirinê namîne, dê bimîne.
Breton
bixwînin: Di hevoka wî de, mîna hişmendiya di zelaltirîn
qonaxa xwe de, jiberxweveyî û zikmakayî dipijiqin. Hizrên
xwe yên dadayî û bangên xwe li ser hevokan ferz dike.
Çameya
Breton, bi vê rîtma xwe û bi vê zelaliya xwe û bi vê
payedariya xwe, di hebûna xwe de xwe dispêre yasayeke xweser
û yekane: Dilbijandina herî giranbuha.
Semageriya
giyan ya bi lêş ve girêdayî ye, û semageriya zeynî (zihnî)
jî ji bo bûnewerê mirovî, bi gelemperî, derbasbûna
metirsiyên ko ti carî bawer nedikir ko dê zora wan bibe,
pêdivî ye.
Pêşveçûn,
ji ‘RAZ’ hetanî BAYÊ AVÊ’ ne bi awakî rêkûpêkane ye. Deng jî
hergav ne di yek çeşnî de ne. Malik berya niha nehatine
bihîstin. Matmayîn bi awakî berz amade ye.
Plana pêşîn
a çameyê ya ko rev jê nîn e ew e ko, hewldana yekemîn a
nivîsandina çameyê biryarê li ser her tiştî dide: Li ser
çawa destpêkirinê, li ser rîtm û beşavendê (qafiye- theme),
li ser guhertin û rawestek û bandûrên wê.
Hişmendî û
ramyariya Andre Breton jî ji vê pêk tê ko dizanîbû çawan
desthilata fermanê pêşkêşî wê hewldana yekemîn bike, çinkî
bêyî vê yekê jî, kîjan helbestvan be dikare şansên xwe yên
ji helbestê winda bike.
Helbestvan
e û teorîzanê vê mêkanîkê ye; mêkanîka ko xirecir û
tevlîheviyeke bê veger xistiye rêbazên nivîsandin û ramanên
kevnare de.
Andre
Breton, tenê, di nav helbestvanên şoreşgêr de yên ko li
Fransayê di dawiya sedsala 19 an de ji dayik bûne, dikare
mezintirîn helbestvan be. Breton di sala 1896 an de hatiye
dinê.
Helbestvan
û teorîzanê vê mêkanîzmê, A. Breton, cara pêşîn helbestê- ji
De Lautrèamont û vir de- digihîne rexê dîtir ê babetên
wêjeyî, û cara pêşîn jî piştî Apollinaire bran (burhan) kir
ko helbest ne hema di pirtûkê de têt bi cîkirin, lê pirtûk
jiyan e, kolan e, hevdîtin e, rûdan e, bûyer e, û ji ber ko
ev tişt hemî ne, pirtûk; em bivên nevên dê wisa be, bi
taybetî di wê pêvajoya ko, dem û cî, tê de, wek agahî û
ezmûneyeke berdewam bin; ezmûneya wê rastiya ko hêjî li ser
piyan ranewestiyaye, û rastiya ko xwe ji meşê re amade dike.
Lewra
‘realîzm’ ko hergav şanoya sîbereke hejar bû; îro mezintirîn
xapandinên çandê ye; ji wan xapandinên ko mirov xwe bi xwe
xwe pê dixapîne.
Li hemberî
vê jî, hizir û bîr û prinsîp û teoriyên suryalîzmê ji
berhemên xwe tekûztir û hêzdartir in. Ji vir û pê de,
suryalîzm wek destpêka ramana pêşerojê û wek sînorê ko mirov
nema bixwaze di hundirê hevokên mirî de û di hundirê vê
sîbera çandî ya ko jiyana wî ya hişmendî û zeynî û evînî û
siyasî dixeniqîne, bijî, xwe pêşkêş dike.
Dê ji me re
bibêjin ko suryalîzm berya çel salan li ser piyan e. Emê
bibêjin ko komunîzmê not û şeş salan bendewariya serkeftinê
kiriye, herwiha emê bibêjin ko ji çel û du salan ve em di
çeşnê Komûneke ramanî de dijîn, Komûnek e, û li
Versailleseke dîtir ko roj bi roj çekên wê û nokerên wê
pirtir dibin, dorpêç kiriye. Komûnek ko di rewşa
xweparastinê de be, ti carî bi rêkûpêk nabe.
Ez di wê
baweriyê de me ko azadiya lêş û azadiya awez (aqil) dê 1917
eke taybetî ji bo xwe bi destxînin, û ev 1917 eya han
bêguman dê zora 1879 an -mebest sala Komûna Parîsê ye- bibe.
" kevana
sipî ya ko li ser pişteke reş hatiye nîgarkirin û em navê
ramanê lê dikin" bi tu kesî ve negirêdayî ye, hetanî bi
xwediyê xwe ve yê ko afirandiye jî girêdayî nîn e.
Cîhan û
xwîn û raman, di nêrîna helbestvan de yek tişt in, tu diramî,
(difikirî) dêmek tu di cîhanê de xwînê dirêjî.
Û Bretonê
ko bi awakî mat û balkêş daye nîşankirin ko" de Lautrèamont
û Rimboud du teorîzanên dijwar in" dibîne ko ne hema gerek
her kes helbestê binivîsîne lê li her cihê û di hemî
barûdaxan de û bêyî cihêwazî (istisna) gerek bête nivîsandin.
Eger helbest li cihekî ji cihan rawestiya, eger sînor ji bo
helbestê hatin danîn, dê helbest ji jiyanê bête birîn û
helbestvan bixwe jî di hebûnê de dê raweste. Wê çaxê çareya
yekemîn, bi rastî, xwekuştin e.
Madam raman
li ser piyan e, û dikare bi rê ve biçe û madam nivîsandina
mêkanîkî, eger gotarek e seyr di rojnameyekê de be,
hevpeyivînek e bêdeng hetanî destê sibê bi jinekê re be, yan
jî li ser keviya qutiya cigareyan nivîsandî be yan jî li
girtîxaneyê be, dikare dengê xwe bigihîne, Madam bext
berfireh e û madam hêvî û bêhêvîbûn di mêzênê de ne, tenê
şiyana helbestê dimîne da ko mirov bikaribe di tunebûna
xweşî û evînê de ziyaneke zorbaz nebîne,
Di
xemgîntirîn û dijwartirîn barûdoxên, ko reng e (belkî)
helbestvan di wan re derbas bibe de, rêkewt(sudfe) û bext
hene. Ev pevgirêdana seyr a di navbera pêwistiya xweristî û
pêwistiya şexsî de heye; bi taybetî cihekî hevdûbirînê heye,
cihekî giyanî û cihekî dî fîzîkî hene û di van cîwaran de
xebatkarên Komûnê ramana ko ez li ser dipeyivim, radiperînin.
Di van
cîwaran bixwe de Breton tişta ko nivîsandiye nivîsand û
tişta ko jiyaye jiya. Tişta ko jiyaye nivîsand,: ‘Nadja’,
‘Stûnên 17’, ‘Elewanî Elmustetreqa’, û tişta ko nivîsandiye
jiya: ‘Daxuyanî’, ‘destpêka rojê’, ‘Evîna şêt’, ‘Kilîta revê’,
û di ‘Hejariya realîteyê’ de rastiya ko her tiştî dinixumîne
û tu tiştî cihê nake, dixuye.
Hemî
helbestên Breton û hemî helbestên rastîn wek rêkewteke (korfelaqiyeke,
sudfeyeke) ne subjektîv û ne jî objektîv dikarin bên pênasîn,
rêkewteke ko hilperikînê diafirîne, rêkewtek e, û ‘berê
kûrahiyê’ tê de berbiçav e.
Li vir, li
ser rûpel, wek ko elend bi ingirîn û bi kevokan hatibe
dabeşkirin, wek ko pinpinîkan bi ser çirê de bibarîne; çira
ko jineke evîndar li jêr wê rût û bi dilgermî rûniştiye.
Helbestên
Breton bixwînin, hûn dê demê û şûnê, ji hevdûrketin û
pevgirêdana henasan (nefesan) û ramanê bixwînin. Hûn dê hemî
zîvirandinên dema zeynî (zihnî) bijîn, ko bêyî wê dê jiyan
rêçeke kurt î bê mebest be.
Suryalîzim
wek dergehê takekesiya şoreşgêr, ne dibistan û ne jî
rêbaziyek e, û ne jî dikare bibe formek ji formên derbirîna
çandî.
Gelek
helbestên ko cara pêşîn ji sala 1921 ê de li vir di
‘ronahiya zemînê’ de belav dibin, tu tiştî dernabirin, û ne
jî dixwazin tu tiştî derbibirin. helbestvanê mezin derbirînê
nake lê dibêje û dipeyive. Bi peyivîna wî û bi nivîsandina
wî azadî dibe şepalek û cîhan jî dibe şêrek, dîrok jî hemû
dergehan dihejîne û hemû zindanan diherifîne.
Takekesiya
şoreşgêr, di baweriya min de, "pir jidayikbûna ezê" ye, li
hawirdora wê û carcaran bi awakî nakokane û cihêreng gelek
hişmend û behremendên hevbeş dicivin: San Gost, de Sade, Max
Shternar, de Lautreamont, San Paul û Breton, Antonin Artaud,
Patay, Henri Michaux. Ez dê li xwe mikur bêm, û ji xwe, dê
kutahî jî li vir be, helbesta Breton navê her pirtûka girtî
ya çi laşî be di xwe de dihêwirîne. Û her laşek jî pirtûkeke
bi ser hemî peyvan û hemî navan de vekiriye.
* Alain Jouffroy ko yek ji
hevalbendên Breton bû, ev nivîs di 3 yê temûza 1966an de wek
pêşgotin ji bo pirtûka Breton a bi navê Ronahiya zemînê,
nivîsandiye.
* ji DUGIR
...................................
Veger
>>
tirej.net/com/org