
Arşevê Oskan
Serpêhatiya Nr (16)
Xisleteke
(Adet) minî nebaş heye, ku ez tucarî kesî di odeya xwe de
tehmûl nakim, dixwazim herdem bi tena xwe di xênî de bijîm,
ku hevalek bi min re dijî rojekê, mehekê, du mehan... ez ji
ber wê rewşê nexweş dikevim. Ew heval ji çi miletî be, ji
kîjan welatî be bila bibe, heger ji êla min be jî, ez wî
tehmûl nakim. Bi ser vî halî de, hevalek hat û xwest deh
rojan bibe mêvanê min. Hingî xwîna min li ser wî havalî
keliya, bê hindî xwe min ew xwesteka wî pejirand. Li ba min,
bi tenê taximekî xewê zêde heye, tenê ji bo kesekî ye, heger
bû du kes, divê ez berê yê sisyan bidim cihekî din.
Yan jî, wî li ser kenebeyê razînim. Ji
xwe li ser textê min û di nav nivîna min de, heyanî ji min
tê, ez nahêlim kes razê, heger şaşiyek
çêbû û yek raza jî, bê guman wê bi tenê be û
divê roja dinê ew nivîn ji bêhna wî bên şuştin.
Hevalê min ji başûrê Kurdistanê, ji herema
Helebçe ye, yê ku min got deh rojan bû mêvanê odeya min. Li
erdê nivîna xwe raxist, li ser merşika ku li nîvê odeyê cî
digirt, ya ku bi nexşeyên kilasîkê Îranî hatibû tevinkirin û
serî davêt xewê, xewa giran.
Temenê hevalê min li dora sîh salî bû, yanî di dema
komkujiya Helebçe de, temenê wî li dor deh salan hebû. Di
şevbûhêrkan de, Min jê dipirsî; ku çîrokên wan salê heştêyî
ji min parveke, wî jî ew çîrokên rojên reş, yeko yeko ji min
re dihûnand, bi rûyekî bi tirsê re strayî.
Di awirên wî de, min li termên qurbaniyan
temaşe dikir, li ser wî zimanê wî yê lerizok, movikên bûyerê
hemû dihatin xwendin.
Piştî şev qar dibû, em her yek diçûn ser
nivîna xwe û piştî hinek avjeniya di hinek pêlên bîranînan
de, em di xew de diherikîn. Hevalê min bi gelawêjê re, di
nav xewnan de vedigevizî, geh diqîriya û geh dinaliya û di
nav de, girîkî bi şewat dikir. Carnan jî, ditirsiya û bi ken
xewna xwe bi dawî tanî. Ez jî, bi wê vegevizandina wî re
hişyar dibûm û min li rewşa wî dinêrî, mîna feylesûfan hezar
çîrok jê derdixist. Çira hûrkirîbû, bi zorê min gewdeyê wî
didît, dîmenê rûyê wî ji min re ba# diyar nedibû, lê tiştê
ez dizanim, di nav nivîna xwe de bibû komikek û gulover bûbû.
Hevalê min, bi soraniya mîna bilbilekî
diaxive, gelek caran min xweziya xwe bi zimanê wî tanî, lê
erebiya wî gelek qels û lawaz bû. Ji sala notî de, têkilî ji
Ereban birîbû û li vir li Almaniyayê fêrî zimanê turkî bûye.
Li cem kurdekî bakurî dixebitî, hemû Kurdên fêrmê bi turkî
diaxivîn. Wî jî, ew kêmasî li ser xwe qebûl nekir û xwe fêrî
zimanê turkî kir, di navbera du salan de. Almaniya wî jî,
qels lawaz bû, ji ber ku hemû karê wî, bi zimanê turkî
derbas dibû... yanî nîv erebî û nîv elmanî û nîv turkî. Wan
lawaziyan zimanê kurdî jî nîvco kiribû, mirov dikare bibêje;
ku piraniya Kurdên me, di her tiştên xwe de wisa nîvco mane
–heger em bi mêranî li xwe mikur bên- jiyanek nîvco,
jiyaneke derizî, jiyanek nîvmirî.... h.w.d.
Her şev wê karê min û mêvanê min ev baya, dibe ku ew mêvanê
herî diruste ji nav Kurdan. De were û vî miletî tehmûl bike
û derdekî ji xwe re çêke û xewê şevan li xwe biherimîne. Ji
bo ku ev xortê ciwan li ber xwe nekeve, min çîroka xewnên wî
jê re nedigot, lê dema ku li serê min xist û min xwest ez vê
serpêhatiya xwe binivîsim, min jê pirsî, da ku mijara nivîsa
min dewlemend û watedar be. Bawer bike ji min, hema ez
nêzîkî xewnên wî dibûm, ji ber ku şevekê, min jî xwe di nav
morana xerdelê de dît, lê xewnên wî mejiyên mirovan
ditevizand. Dema ku ji min re li xewnên xwe mikur dihat,
digot: carnan çiyak ji qeşê bi ser min de diherifî…carnan jî,
ez di bin pêlên deryake ji pitrola reş de, dihatim kelandin…
carnan jî, li asoyekî tarî difiriyam û ji nişka ve diketim
devekî ji agir û dihatim daqurtandin.
...................................
Veger
>>
tirej.net/com/org