
Qado Şêrîn
Qaşo
homo jî mêr in!
-rojbaş..
Bi ken Wisa
got piştî ji danîşgeha kêleka min rabû û li Nijmegen ji
Tirênê peyabû, min ji guhê xwe bawer nekir û ji xwe pirsî: -çilo
ev a por zer û çav kesk bi kurdî dizane yahoo?. Ji bo ez xwe
razî bikim min bersiva xwe jî da; dêmek hevala yan jî jina
kurdekîye, dibe hevûdu berda bin jî, ax ji destê min çû, lê
ez mam behetî.
Ez û mêrekî
Holendî beramberî hevûdu rûniştîbûn û em daxêvîn, axaftina
me jî germ û ne normal bû, mêr dûr be ji van deran Homo bû,
li dor min gerya û ne geriya, kir û ne kir ko min bike
hevalê xwe, nikarîbû min razî bike, dema ji nepejirandina
min bê hêvî bû destê xwe dirêjî bêrîka çakêtê xwe kir û
qeflek pereyên €20 derxist û yek ji wan bi hêviya girtinê re
dirêjî min kir, dema min jê re diyar kir ko ez van tiştan
nakim, madê wî tal bû û xwezya wî di ber de ma. Wek ez
dizanim li van welatan kesek ewqase pere di bêrîka xwe de na
veşêre û bêrîka xwe nake bankek piçûk, merov di bankan de
pereyên xwe hiltînin, dêmek wî ji bo yên weke min bi pereyên
xwe bikire, bêrîka xwe kiriye mîna bankekê. Min ji dest wî
negirt. Jina Holendî jî di bin çavan re li me temaşe dikir û
bi me dikeniya. Mêrê Homo ez vexwendî şahiya bûyîna xuşka
xwe kirim, jixwe ew li ser riya çûna ba wê bû, min lêborîn
jê xwest û min derew lê kir û got:- diya min bi tenê li mal
e. Dema li Arnhem peyabû bi ken re kerta xwe da min û destê
min guvaşt, ta ko Tirên bi rê neket ji ber pencereyê ne
liviya, ta ko min ew didît destên wî bilind bûn û carnan bi
wateya telefon bike di bir ber guhê xwe. Min li kerta wî
temaşe kir û xwend- navê wî Jan ter Horst e, navnîşan û
telefona mal û destan jî li ser bûn, ne diyar bû ew çi karî
dike, dêmek ji bo nêçîr û van tiştik miştikan ev kert çê
kiriye, min bi ken di nava xwe de got:- gelo vî kesî kerta
xwe daye çend kesan, ileh carekê tora wî ber bigre..
Wê rojê ez
ji Dordrecht vedigeriyam malê, ez li rawestgeha bajêr li
benda Tirêna xwe bûn, dema jineke dengxweş bi microfonê bang
kir û rêbiwar agahdar kirin ko tirêna biçe Amsterdam dê 15
xulekan dereng bê, û ya ko biçe Roosendaal dê 20 xulekan
dereng bê û ya ko biçe Zwole dê 30 xulekî dereng bê, ji xwe
ya dawî tirêna min bû, ezê bi wê tirênê ta bi Zutphen biçim
û li wir ezê bi tirêneke din ta bi gundê xwe biçim. Min di
ber xwe de got: ev çi bela van tirênan e îro?, Jan ter Horst
ber bi min ve nêzîk bû û pirs kir: bibore te çi got?, dema
ez berî wî li tirênê siwar bûm hat û li beramberî min rûnişt.
Wê demê ez
gelek caran diçûm Dordrecht ba hevalekî kevn û tije gotin û
qerf, û ba hevala xwe ya ji min bi gelekî dirêjtir, jixwe
piştî çend mehan û ji bo qama min î qut dev ji min berda. Di
dûv re min çîroka xwe û Jan ter Horst ji hevalê xwe re got,
wî navnîşan nas kir û got ko carekê mêrekî wisa kerta xwe
dabû wî jî, piştî min çîrok hemû jê re got, wî bi ken pirsî:
-qûn jî jê
û pere jî jê?.
-dêmek qûna
wî dixwire.
Ev ne cara
pêşîye ko ez rastî kesekî Homo têm, çi di min de bala wan
dikşîne nizanim, pirca bi laşê min ve bi meymûnekî ve nîne,
tiştekî balkêş di min de nîne, îca çi xwîna min bi wan şêrîn
dike ez jî nizanim, ta bi jinan ji min hez nakin tako bi wan
re neaxêvim, jixwe jin ne wek mêra ne, li yekî xweşik û
spehî û bi pere digerin, her sê şert û merc jî di min de
peyda nabin. Li gel ko ez wisa me jî ez qet bê dostik û
hevalk nema me, dema ez bi wan re daxêvim ez wan bê hiş
dixînim, wek tu derziya bencê li wan bixînî, ez wan gêjo
mêjo dikim, carekê hevalekî tiştek ji min re got: - tiştekî
xweşik di te de nîne û dilê jinan ji te dixele, lê hema ko
tu bi wan re daxêvî bi te ve dizeliqin, bi te ve dibin
benîşt wek gena bi pez bigre.
Dema ez
gihaştim malê, kertek ji Dorin di posta min de bû, ez
vexwendî şahiya rojbûyîna xwe kiribûm, Dorin dostikek min î
kevn bû, ji min pir hez dikir, du sehên wê hebûn, ji ber ko
min ji wan hez nedikir dev ji min berda û yekî xwe î din dît.
Dema ez gihaştim rawestgeha Apeldoorn keçeke bîst û du salî
li benda min bû, hingî xweşik û spehî bû te fedî dikir lê
binerî, du sê caran hêzeke dînitî hat min ko dest bavêjim
memikên wê, ez bê hiş xistim, min jê pirsî:
-hevalê te
heye?
-na û
çênabe jî,
-ez karim
nas bikim çima?.
-yekemîn
car ez bi biyaniyekî re razam, ez gelekî êşandim, wê rojê
min biryar da ko ez bes bi mêran re razêm.
Li ber derî
min Dorin hembêz kir û sê caran çûm rûyê wê. Şahiya xwe di
saloneke piçûk de çêkirbû, peyala Vijnê di destê min debû û
di nav mêvanên wê re hêdî hêdî dimeşiyam û min çavê xwe li
yeke bi tenê û xweşik digerandin, jinekê peyala xwe li ya
min da û pirsî:
-tu li
kesekî taybet digerî?.
-na, noş.
Wê jinê anî
ziman ko du zarokên wê hene û bavê wan di dawiya şeveke
payîzî de ji meyxanê vegerya malê û wê şevê di nav nivîna wê
de raneza, piştî lê pirsîbû, wî diyar kiribû ko bûye Homo.
Di dema ko ez û wê daxêvîn mêrekî simbêl boq ber bi min ve
hat û peyala xwe li ya min da û got:
-noş.
-noş.
-tu mêrekî
balkêşî!.
-bibore, ez
têde negihaştim.
-ez Homo
me, ez bi gelek mêran re razame, ez hest dibim tê ji hemiyan
mêrtir û bêtir min kêfxweş bikî, eger tu bixwazî, te çi got?.
-min got ji ba min biqeşit.
-ezê ji bo her carekê hezar Euro bidim
te.
-tu
melyonekî jî bidî ez van tiştan nakim.
Min wisa got û ji ba meşyam û çûm ba Dorin, min jê re got:
-mêvanên te
ne normal in?.
-her çûkek
bi refê xwe re difire, wisa got û çû di guhê yê Iranî de kir
pistepist, ê ko ji nêr û mêraniya wî deng mabû, wekî din te
nizanîbû ko mêr e, jixwe dema dimeşya te nizanîbû ev mêr e û
ji jinan sêksîtir bû.
Jin û mêrên
Homo berevajî hev in, bi kêmanî ji bo min û bi min re, ez
hez nakim dilê wan ji xwe bihêlim, lê nikarim tiştekî ji wan
re bikim, ne ez karim bazdim ser wan ne jî wan bera ser xwe
dim. Jan ter Horst daxêvî û jina Holendî guhdarî dikir, wî
digot:
-manen zijn
beter dan vrouwen( mêr ji jinan çêtirin).
-neeee,
vrouwen zijn de beste voor seks ( naaaa, ji bo sêks jin ji
mêran çêtirin).
Her yekî ji
me nerîna xwe digot, min wek merovekî xwezayî û ji jinan hez
dike û wî wek merovekî nexweş û ji mêran hez dike, ango qûna
wî dixwire.
Ez têde
nagihêjim çima ewqas merovên ne xwezayî rastî min tên, ev
hest bi gulê re jî çê dibe dema mêşên hingiv li dor digerin,
lê diyare ew pir bûne. Ez bîst û yek salî bûm û hîna ez
diketim çavan, ez hîna dihatim xwarin, min li bajarê Dêra
Zorê dixwend, îca ko tu li Dêra Zorê bî gerek car caran tu
herî ser çemê Ferat. Li Dêra Zorê û li ser çemê Ferat pira
daliqandî heye, bigir hezar mitir heye û taxa Hewîqa bi
Cinêne ve girê dide û tenê ji bo çûn û hatina merova ye,
berê turumbêl jî di sere diçûn û dihatin, dema turumbêlek
diket ser pirê ya din li aliyê din li bende dima. Ber êvarî
bû, dinya pir xweş bû, ez jî li ser pirê me, min destên xwe
danîne ser hesnên pirê û li ava Ferat temaşe dikim, ji
tevaya pirê mêrek kiras spî û bi Igal hat û li kêleka min
rawestiya, xwe nêzîkî min kir û destê xwe bi nazikî danî ser
destê min û firkand, nava min qetiya, dema min destê xwe
kişand, destê xwe kir bêrîka kirasê xwe û qeflek pereyên
500L derxist, mêrantî ne hat min ko tiştekî bibêjim, zimanê
min pûç bû, çogên min sist bûn û bi tirs ez ji ba çûm û min
rêya malê kir toz, kut kuta nava min bû.
Li Holenda
û piştî min ziman tewa kir min xwendineke din ji bo kar
xwend, bigir ez tenê mêr di nav pêncî jin î de bûm, ta bi
mamosteyan jin bûn ji bilî yekî, hema tu dikarî bêjî ew jî
jin bû ji ber ew jî Homo bû, şerê min û wî tim li dar bû,
min jê re digot:
-pêdiviya
vî welatî bi anîna zarokan heye..
Wî digot:
-zarok
guneh in, gerek em wan çê nekin..
-tu li ser
wan ditirsî ji bo nebin wek te, ma hevalê te heye?, min
pirsî.
-na, lê
hene yên bazdin ser min û kurmê min bişkînin..
Dema wisa
got li ber çavên min bû wek marê reş, û min nema têkiliya
wek merovekî xwezayî pêre kir. Axaftina wî Jan ter Horst anî
bîra min, axaftina wî hişk û zuwa bû lê ya Jan ter Horst
nazik û birêz bû û qoqê wî kewara bîranînan bû, tiştek ji
bîra wî nediçû, li ser zaroktiya xwe ya yek salî daxêvî, di
nav axafina xwe de gelek caran gotina”merovan bi ji
bîrkirinê kêf kirine’’ tanî ziman, yê wî tiştek ji bîra wî
nediçû, dema ji min pirsî:
-waar komt
u vandaan ? ( tu ji ku hatiyî?).
-ik kom uit
koerdistam. (ez ji kurdistanê hatime).
Wek yekî ji
min bawer neke dema min got ez ji kurdistanê hatime. Wî got:
- yekemîn car min kurdek li Chicago dît,
sol boyax dikir, min jê pirsî:
-tu ji çi welatî hatiyî?, (Where do you
come frome ?).
-ez kurd im (bi ingilîziyek şikestî got),
-navê welatê we çi ye?.
-kurdistan
e..
-kurdistan
li ku dikeve?.
-li nîvê
dunyayê dikeve.
-tu ji wir
ta bi vir hatiyî dako tu solan boyax bikî?.
-ev qedera
me kurda ye, ta niha em rêncberiya merov û merovantiyê dikin,
em Tajî ne.
- tu kurdê
duyemînî ko rastî wî têm, gelo mebesta wî ji ‘’ em Tajî ne’’
çi bû?
-ta niha em
wek tajiyan ne ji xwe re nêçîrê dikin, di pêşerojê de em
dibin xwedyê tajî û tajî dê ji me re nêçîrê bikin.
Hingî min
pesnê kurdistanê jê re da soz da nêzîk here bibîne û ji min
re diyariyekê bîne eger ez bibim hevalê wî û hefteyê carekê
bazdim ser.
Çi cara min
merovekî Homo didît, min bi qestî li zikê wî dinerî ta ko ji
min dipirsî:
-tu çima
ewqasî li zikê min dinerî?. Mamosteyê min û Jan ter Horst ev
pirs ji min kirin, bersiva min jî di her du caran de ev bû:
-ma tu ne
avisî?. Mamostayê min di şêweyê axaftina xwe de de hişk bû û
ji ber vê yekê min jî rêz jê re nedigirt.
Carekê û hingî ez tengirand im, min jê re got:
-ez merovê Homo mêr nabînim!. Ez bi
sedema vê gotinê di dawiya salê de ceza kirim û li ber navê
min danî ’’ zor e tev li civaka Holendî bibe’’. Jixwe
ji ber vê hevokê ta niha min ceza dikin û kar nedane min.
Di pêşî de
min ev yek bawer nedikir, min bawer nedikir mêr, zilam, bavê
zarokan û simbêl boq Homo bin, ta ko min ew di televizyonan
de dîtin, mêr û mêr bi hev re dizewicin, gustîlkan dixin
tiliyên hev, devê xwe dixin devê hev û lêvên hev dimijin. Ko
kalkê min sax biwa û ev yek bidîta dê wî jî wek min bawer
nekiribiwa, dê bigota: batil..batil..batil..ev çi bê edeb û
bê heya ne yaho..dawya dinyê ye. Dema min ew di televizyonan
de didîtin min bi tinazî ji xwe re digot: gelo kîjan ji wan
dê avis bibe, dibe ko her du jî avis bibin. Ka zilamên berê
û ka yên niha, boqê simbêlan li ser wan e û qûnde ne. Hin ji
wan zarokan bera ser xwe didin. Dema ez li welêt bûm dostekî
çîroka xwe bi efserê xwe re ji min re got, mûyê serê min
rabûn, min bawer nekir, lê wî ev yek piştrast kir dema ji
min re got ko ew ji ber vê yekê tê xelatkirin û her heftî ji
leşkeryê tê malê. Efserê wî jê xwestibû pêre razê, pêşî wî
ev yek red kir, lê efser ew bi tawanbariyeke mezin
tirsandibû û jêre gotibû ko ew ê wî bi têkiliya bi Israîl re
tawanbar bike, jixwe cezaya vê yekê li gor destûra leşkeriyê
kuştin e, êdî ew mecbûr mabû ko bazde ser efserê xwe yê ko
niha wezîr e, dostê min jê xwestibû ko bi Kondom bike lê
efser nepejirandibû. Berî demekê ji min re hate ragihandin
ko dostê min li Keneda ye. Wezîr ji bo serdaneke fermî dostê
min jî bi xwe re dibe Keneda, li wir derfetê bi dest dixîne
û direve ba polîsan û gilî û gazindên xwe bi wan dike û di
derbarê çîroka xwe de ta bi derziyê vedike, yekser mafê
rûniştinê werdigre, lê berî du sê rojan ji min re hate gotin
ko bavê wî yê kal girtine û kirine zindanê ta ko kurê wî
vegere.
Min qet
bawer nedikir mêr mêran bera ser xwe din, min bi çavên serê
xwe nediye, lê min bi guhên serê xwe guhdarî li wan kiriye,
her şev dengê wan dikeve her du qulê guhên min, dema bi hev
dikin tu dibê qey şer dikin û ji ber dengê wan xew nakeve
çavên min. Min berî du rojan telefona polîsan kir û gilî û
gazindên xwe gihandin wan, min got ez ji ber dengê wan
nikarim razêm, wî got:
-ji mafê
wan e, bibore em nikarin tiştekî ji te re bikin.
-lê min
aciz dikin?.
-çênabe tu
aciz bibî, ko wisa nekin kêfxweş nabin, ev merov in nexweşin,
bibore tenê di vê yekê de em nikarin tistekî ji te re bikin.
Min bi hêrs
bihîstok di rûyê wî de girt û min ji xwe re got:
-destê tu
nikaribî pê ramûsîne.
Cîranên min î
aliyê din jî du jinên quzde ne, jixwe ko her du bi hev dikin
tax hemû li ser dengê wan şiyar dibe, îca ya baş ez mala xwe
ji vir veguhêz im, “ne di nav tirban de razê û ne xewnên pîs
bibîne...
11/11/2005
...................................
Veger
>>
tirej.net/com/org