Gotar

  Hevpeyvîn

  Qilçix

  Navdarên Kurd

  Helbest 

  Çîrok

  Şano

  Lêkolîn û Rexne

  Rêziman  

  Wergerandin

  Mûzîk 

  Hunermend

  Keskesor

  Zarok

  Lîsk

  Navên kurdî

  Kevnetor

  Metelok

  Tu dizanî..!?

  Weşan

  Lînk

  Karîkator

  القسم العربي

  Nivîskar

  Erşîv



Têkilî 


Kevnetor


Kulîlkên kurdan

 

 


Hevpeyivîn


 

 

 

 


Hepeyivîn li gel
Heyder Omer
Endamê Komîta 
"Xelat a Osman Sebrî"
Hevpeyivîna:
Elî Cefer

 

 

Heyder Omer li herêma Çiyayê Kumênc, sala 1952ê ji dayikê bûye, xwendina seretayî li gundan derbas kiriye, a navend û amadeyê jî li bajarê Efriînê; navenda herêmê kuta kiriye, û di dû re derbas zango ya Helebê bûye û sala 1974ê xwendina ziman û wêje ya erebî kuta kiriye. Di pê re jî derbas zango ya Şamê bûye, û sala 1978ê xwendina perwedeyê kuta kiriye. Dora 20 salan, li welêt û derveyê welêt bûye mamosteyê zimanê erebî. Ev bû şeş saline li Elmanyayê dimîne, û mamotestiya zimanê erebî, di dibistanên elmanî de dike.
Gava li welêt bû, şopa wî di tevgera rewşenbîrî û wêjeyî kurdî de berbiçav bû; gelek lêkolînên wî, nemaz di warê rexneya wêjeyî de, di rojname û kovarên kurdî û erebî de, li der û hundirê welêt, hatine weşandin.
Pirtûkên wî bi her du zimanên kurdî û erebî çapbûne.Li vê dawiyê pirtûka wî
" Osman Sebrî helbesvan û nivîsevan" sala 2004ê çap bûye.Ger derfet lê were, em dê vê pirtûkê jî bikin mijar a hevpeyvînekê. Lê vê carê "Xelat a Osman Sebrî"  û çalakiyên sedsaliya wî dê babeta vê hevdîtina me be.

 
Heyder Omer

- Xelata O. Sebrî nîşana wefadariya Kurda ye. Sîmboliya wê dikare bi qasî vî nirxê mirovane be.
- Eger
"Komelgeha Kurdên Sûriyê li Berlînê" nebûwa, sedsaliya O. Sebrî dê bê deng desbas biba.
- Sarbûna saziyên Kurdan, di tenga bîranîna sedsaliya O. Sebrî re, kêmasî ye, dikare rûwê tevgera me ya wêjeyî wergerîne.
- Xuyaye em Kurd zû tên, lê dereng digihînin.

-Wêje, çand, û raman deyaxên polîtîkê ne. Guhnedana van  diyardeyên rewşenbîrî dengvedana nezanînê ye.


Elî Cefer


Pirs:Mamoste, roj baş.Va ye çend sal in,di ser demezirandina Xelat a O. Sebrî re têper bûne. Kengî û çawa komît wê  ava bû ye?. Endamên wê kî ne?. Ta niha kî hatiye xelatkirin?. Dengvedana wê çawa ye?.

H. Omer: Roj baş bira !. Sala 1998ê gelek rewşenbîr û wêjvanên me, em li mala, ku rehmelê O. Sebrî bi şûn xwe de li Şamê hêştiye, ji bo bîranîna 93ê saliya wî, civiyan, û gotarên curbecur hatin xwendin. Birêz Dr. Ebdilmecît Şêxo û min, me hizra damezirandina vê xelatê berda holê. Pêre jî bala hemî beşdaran kişand, û erêkirina wan wergirt.Di dû re dîsan Dr. E. M. Şêxo û min, em li gel hinek wêjevan û rewşenbîran, ji bo pêkanîna komîtekê, têkildarbûn. Pêşniyara me li ba me du kesên din; Diya Ciwan û Dilawerê Zengî, deng veda. Her weha gava em li gel birêz Hoşeng; kurê O. S têkildar bûn, wekî ew jî bibe endamê Komîtê, ewî boçûna me pejirand. Di dû re jî em li gel birz Pro.Dr. Cemal Nebez têkildar bûn, û me pêşniyar kir, ku bibe serokê Komîtê, ewî jî erê kir û Dr. Xeca Yeşar, wek endam pêşniyar kir. Dêkmek pêşî komît ji van kesana, bi serperştiya rêzdar Pro. C. Nebez, hate avakirin.

Berî van du salên çûne, rêzdar H. Sebrî, xwe ji komîtê kişand, ji ber ku boçûna wî ew bû, ku ew wek kurê O. S şûna xwe di komîtê de nabîne, lê dê her tim alîkarê wê bimîne. Helwesta wî hate pejirandin, û her du rêzdar M. M. Ehmed û Dr. Memo Cimo bi ser komîtê ve hatin zêdekirin.

Xelat bi navê "Xelat a O. Sebrî ji bo dostaniya gelan" hatiye bi navkirin, û her sê salan carekê ji bo kesekî biyanî, ku xebata wî ji bo gelê kurd berbiçav e, tê pêşkêşkirin. Cara yekê, sala 1999ê civaknasê tirk ê navdar Îsamîl Beşikcî hate Xelatkirin, lê ji ber nîrên taybet, xelat sala 2000î, li Stanbûlê kete destên wî. Cara duduwê sala 2004ê xanim Danielle Mîterrand hate xelatkirin.

Tevî ku daxuyaniya demezirandina vê xelatê, cara pêşî, ewqas deng veneda, lê di dû re, nemaze piştî xelatkirina Î. Beşikcî, ewê bi awayê erênî, di nav gelê me de deng veda. Hîngê gelek rojnameyên kurdî û tirkî jî ev yeka bi manşêstên mezin diyar kir. Dîsan gava Xanim D. Miterrand hate xelatkirin, xebata komîtê bala alavên ragihandina Kurdan kişnad, û hinekan nivîsar jî bi wê boneyê weşand. Lê mixabin hîç yek jî roja rêwresên xelatkirinê amade nebû.

Dîsan mirov dikare bêje, ku xelatine din ji ber dengvedana erênî ya xebata vê komîtê hatinê damezirandin; wek xelat Cegerxîn berî çend salan li Qamîşlowê, û ya N. Zaza îsal li Şamê, hatin ragihandin.

Pirs: Ev xelat û bihayê wê çine? Kî  pere yê wê ( biha û lêçûn ) dide?.
H. Omer
:
Xelat a O. Sebrî ne pere ye, belê ew sîmboleke ji zêr çêdibe. Wêneyê O. S. li ser hatiye neqişandin,û di bin re hevoka "Xelata O. Sebrî ji bo dostaniya gelan" hatiye nivisandin. Bihayê wê hezar Euro ye.

Komît a me ne sazûmaneke xwedî sermiyanê diravî ye, û ta îro wê alîkarên diravî sinorkirî nîn in. Cara yekê malbata O.S bihayê wê da, lê cara duduwê endamên komîtê dan, û weha jî biryar girtin, ku bi xwe bihayê wê û lêçûna ( mesref ) çûn û hatinên xwe jî bi xwe bidin.

 Pirs: Gelo, tu nabînî sê sal, demeke dirêj e, û bihayê xelatê jî hindik e?!. Hûn, wek komîte, bi wê yekê mijûldibin, ku li şûna sê salan bikin du sal, û bihayê wê jî hinekê bilind bikin?.
H. Omer
:
Bi rastî, kesên biyanî, ku ji xwe berê xebatên berz ji bo Kurdan kirine, mala wan hezarê caran ava be, mirov her tim xwe deyndarê wan dibîne, nemaz e jî gelekan ji wan cefayên dijwar di ber wê helwesta xwe dane. Sê sal li hember vê yekê demeke dirêj e, lê kômît weha çûye. Tevî vê jî he ye, komît li vê biryara xwe vegere, wê careke din binerxîne. Lê ji hêla bihayê wê de, wek çawa komîtê daye xuyakirin, xelat a me sîmbolî ye, ne diravî ye. Xelatgirên me, hema heya îro, ev helwest bi awayê erênî nirxandine. Wek nimûne, Pro.Dr. Isamîl Beşikcî pir caran, hatiye xelatkirin, ewî rêzdarî supasiya xwediyên xelatan kiriyê, lê ew xelatan nepejirandine. Lê gava komîta me li gel wî têkildar bû, û ew jî pê hay bû, ku xelat sîmbolî ye, û ji hêla Kurda ye, bê dudilî pejirand, û kêfxaşiya xwe diyar kir. Vêca bihayê diravî bê nirx dimîne.Her weha ev xelat nîşana wefadariya Kurda ye, hem ji bo pêşiyên xwe, hem ji bo dostên xwe. Sîmboliya wê dikare bi qasî bihayê vî nirxê mirovane be, lê dirav çiqas pir û biha bin, her tim li ber deriyê nirxadina wefadariyê ji hêz dikefin.


Apo Osman Sebrî

Pirs: Hinek çalakiyên wêjeyî di evê sala 2005ê de, ji bo sedsaliya O. Sebrî, berbiçav bûne. Lê, ji ber ku ew mirov kesayetiyeke kurdistanî ye, çima tenê "Komelgeha Kurdên Sûriyê li Berlîn" û li vê dawiyê komkar jî du caran, di vî warî de xebitîne?. Lê medyaya kurdî li gor tê xwastin ew çalakî neşopandin. Gelo ew nehatin agahdarkirin, an sedem çi bûn?. Çima we rêxistin û dezgehên kurdistanî ( li Ewrupa ) yên çandî û civakî nexistin nava vî karî?.

H. Omer: Pirsa we min wek endamekî birêvebiriya van çalakiyan nîşan dike. Lê ev yeka rast nîne. Haya min ji wê yekê he ye, ku Komelgeha Kurdên Sûriyê li Berlîn ji par de xwe ji bo bîrannîna sedsaliya O. Sebrî amade dikir, lewre jî, li gor ku ez agahdar bûme, komîta birêvebir a wê komelgehê li gel pir kesan,û saziyan ji bo vê yekê, têkldar bû, û gelek nameyên pîrozkirina vî karî wergirt.

Ewan rêzdaran li gel min jî têkildar bûn, min boçûneke du xalên wê hebûn pêşniyar kir; komîteke navend li Elmanya ji bo xebatên curbecur, ku divê bêne kirin, bête avakirin, û ev komîte, bi alîkariya dezgehên rewşenbîrî kurdî çalakiyan li gelek bajarên Elmanya bike. Xala din jî ew bû, ku li dirêjya salê, her heyvekê çalakiyek bête kirin. Vêca ez nizanim ka têkildariya wan rêzdaran li  gel kê bû, û berhema wan têkildariyan çi bû. Lê xuyaye pejirandnerên xala duwemîn a pêşniyara min hebûne, lewre jî ewan rêzdaran pirograma xwe, bi piştgiriya 18 sazî û komeleyên li Berlînê hene, ragihand. Çalakiyên pirogramê li tevayê salê hatine parvekirin, lê tenê li Berlînê têne kirin." Komkar  "jî li vê dawiyê bi serê xwe du caran; li Berlîn û Hamburg, di vî warî de xwe da xuyakirin. Hêjayî gotinê ye bêjim, şaxê bakurê Elmanya, yê rêxistina Ewrupa ya partiya yekîtî ya demikrat a kurd li Sûriyê – YEKÎTÎ – li bajarê Kiel,  komeleyeke Kurdan li bajarê Aachen, û Komeleya Hevi (hêvî) li bajarê Leuven – Balçîka – jî di vî warî de beşdar bûn, û ez bi lêkolînên xwe mêvanê her sêyan bûm.

Hêja ye bête gotin ku setelîta Roj tv pareke mezin ji yekemîn sêmînarê, ku roja 09.01 2005 li berlînê bûye, weşand, her weha ew li bajarê Leuven jî amade bû, û bûyerên çalakiyê weşand.

Pirs: Hûn dikarin bi kurtahî wan çalakiyên ta roja îro bûne, nîşan bikin?!.
H. Omer
:
Bi rastî Komelgeha Kurdên Sûriyê li Berlîn berhemdar bû. Ewê  roja 09. 01. 2005 sêmîrek li dar xist, her du rêzdaran M.M.Ehemed û A. Balî li ser jiyana O. Sebrî û xebata wî ya rewşenbîrî û rêzanî axifîn, û rêzdar Kemal Seydo fîlmeke belgeyî li ser jiyana O. S pêşkêş kir, di dû re jî ahengeke mizûk, sema û stiranan li dar ket. Di dû re her heyvê warekî jiyan û xebata O. S mijara lêkolîn û sêmînarekî bû. Xwedî û navnîşanên wan lêkolînan ev bûn: Dr. Sewer û M. Emin Pencewînî: Xebata O. S di warê wêje û Zimên de. A. Balî: jiyan û karê O. S yê siyasî,( bi zimanê tirkî ). Ehmed Deştî: Apo O. S û xebata siyasî. Dr. Gundî: Şirovekirina pirtûka Apo O. S Çar leheng . Heyder Omer: Helbestvaniya O. Sebrî. Ehmed Balayî: Çîrok û gotarên O. Sebrî. Pro.Dr. C. Nebez : Danasîna O. Sebrî ( bi zimanê elmanî ). Her weha çalakiyên Komkar jî pêşengeha pirtûka kurdî û lêkolînên curbecur û helbestxwendin bûn, û yên Kiel, Aachen û Balçîka jî xwendina lêkolînên, ku wêjeya O. S babeta wan bûn.

 

Pirs: Her du rojnameyên kurdî" Dema nû "û" Peyama Kurd ", nemaz ya dawî xwe nêzîk van çalakiyan nekirin, gelo ew agahdar nebûn, an sedem çi ne?.
H. Omer
:
Va ye, careke din hûn min dixin nav rêvebirên van çalakiyan. Bi rastî haya min jê tunye, ka ewana agahdar bûne, yan na. Lê ne tenê van her duwan xwe nêzîk vê yekê nekirin. Vaye Kovara me "Pênûs, û yekîtiya rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê li derveyê welêt", û hemî rêxistin û malperên Kurdan jî wusa sarbûn, tenê malpera ( tirej.net, beşê kurdî [ http://www.tirej.net/index.dokumenta.apoosmansebri.htm  ] ) gelek gotar û lêkolînên curbecur, ku jiyan û berhemên O. Sebrî mijara wan bû weşandin.

Eger beşdarbûna min di gelekên wan çalakiyan de hinekê ser kêmsiya Pênûs bigire, ji ber ku min barê wê jî hilgirtû, ma gelo evên dî, nemaze yekîtiya rewşenbîran çima guh nedane vê babetê?!.. Her weha diyar e, ku eger Komelgeha Kudên Sûriyê li Berlîn nebûwa, sedsalîya O. Sebrî dê bê deng derbas biba.Ez bawer im, ku ev yeka kêmasiyeke mezin bû, dikare rûwekî tervgera me ya wêjeyî bi tevayî wergerîne. Bi ya min be, agahdarkirin, an nekirin, di vê pergala me Kurdan de, ewqas ne giring e. O. Sebrî wêjevan, partîzan û siyasetmedar bûye. Lewre jî divê bîranîna sedsaliya wî di tepela çalakî û erkên, wan ên îsal de cih bigirta. Gelo çima gava O. Sebrî, an yekî din, di civînekê de tê ser zimên, hemî başdarên wê civînê derfetan ji dest hev digirin, û para xwe dixin guftugowê, kesê derfet nekeve destan jî yekser bêhntengiya xwe diyar dike?!.. Bersivê ji we re dihêlim, lê dikarim bêjim: Xuyaye em Kurd zû tên, lê nagihînin,eger bigihînin jî dereng dighînin.

Pirs: Gelek berhemên Apo O. S di weşanên curbecur de weşiyane, û hinek hê nehatine weşandin. Gelo pêdivî bi civandin û çapkirina wan he ye?!. Ev kar di pilana we de, wek komîta xelat a O. Sebrî he ye?!.

H. Omer: Civandin û çapkirina berhemên pêşiyan, ên O. Sebrî jî di nav de, erkeke pîroz e, û xebateke rûmetdar e, û bendewara çalakvanên dilsoz û dilsoj in. Ne tenê ji bo wan kesan, belê berî pêşî ji bo vî nifşê me û yê bê. Da em awayê ramana wan binasin, û bizanibin ka wan çi dane gelê xwe, para wan di şaristaniya Kurd û ya mirovaniyê de çî ye.Eger em bi xwe li xwe xwedî dernekevin, ma kî yê li me xwedî derkeve?!.

Ji hêla me de, wek komîta xelatê, bi rastî ev xalek heya îro nebûye babeta guftugowan. Nizanim pêşeroj dê çi bide pêş me. Lê wek li guhên min ketiye,komelgeha Kurdên Sûriyê dil he ye lêkolînên, ku di wan çalakiyan de hatine xwendin, bide ser hev û çap bike. Ev jî karekî baş û hêjayê pesnê ye. Li gor boçûna wan, eger ev kar bi serket, dê berhemên O. Sebrî jî bidin ser hev, û çap bikin.

Mixabin me Kurdan her tim xwe tenê bi polîtîkê mijûlkirine, tu dibêjî qey polîtîk bi tenha dikare welatan û miletan rizgar bike. Çiqas tu çavên xwe li dinyayê bigerînî, welatekî, ku polîtîkê bi tenha rizgar kiriye, tu bibînî. Wêje, çand, û raman her tim deyaxên polîtîkê ne.Guhnedana van diyardeyên rewşenbîrî dengvedana nezanînê ye.

 

...................................
 
Veger >>
                                                                                tirej.net/com/org

 

kurdi@tirej.net
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ tirej@tirej.net ]vebûna malperê 01/12/2002