
Zubêr Salih
Bêhna Dayika min
Berî
demekê, bêhna Dayika min li Serê min xist, ji ber ku ev bû
çend sal min ew ne dîtibo û êdî min hew karî bû bêhtir
bimînim, ji ber ku tu hezkirin li hember hezkirina Dayikê
tuneye, li serê min xist ez herim bakurê Kurdistanê û dayika
xwe bînim wir da ku em karibin hev bibînin berî mirinekê,
min kar û barê xwe kir da ku ez berê xwe bidim bakurê
Kurdistanê. Min Kerta xwe ya Firokê ji Hannover heta
Istanbolê birî û min Visa Tirka ji bo 20 Rojan li Pasporta
xwe xist û ez pir pir bi kêfim; ezê Dayika xwe bibînim, ezê
ji Hannover bifirim herim Istanbolê û ji wir ezê herim Amedê,
Paytexta Kurdistanê, warê Bav û Kalan. Kêfa min him ji bo
dîtina Dayika xwe û him ji bo çûna bakurê Kurdistanê ye,
him jî ji bo dîtina gelek merevên min yên li wir dijîn û me
hîn hev tu carî ne dîtîye, tevî ko Pismamin û Kurxalin, lê
ew Sînorê di nabera me de ne hiştiye ko em hev bibînin, lê
ya herî giring dîtina Dayka min bû .
Min kar û barê xwe kir û min berê xwe da bakurê Kurdistanê,
ez destpêkê çûm Istanbolê û ji wir çûm Adana û ji Adana 9
seet bi Tirumbêlê çûm Mêrdînê bajarê Qiziltepe yê ko 14 KM
nêzîkî Sînorê Kurdistana Rojava ye, li vî bajarî gelek Mervê
min hene, dema ez gihîştim Qiziltepe gelek ji Mervê min li
benda min bûn, dema em Çav li hev ketin; Hestekî Meriv
nikare bîne Ziman, em çûn Lep û Rûyê hev û em hinekî biser
hevde kelo girî bûn û me hinek ji Derdên Xerîbyê bi wan
Hêsiran re weşandin.
Em wê Şevê ranezan heta li me bû sibe, tevî ko ez pir
westiya bûm, êdî min pirsî ezê çawa karibim Dayika xwe
bînim Bakur ji bo em hev bibîbinin?
Me dest bi karê anîna wê kir, bêtirî Heftîkê me tu rê ne
hişt û me neda ser û tu derî nema û me lê neda, me kir û
nekir ko em karibin wê derbasî Bakur bikin mixabin çênebû,
sedem ji ber ko li Sûrî bê Nasname dijî wek 150000 Kurdên
belengaz.
Ez pir xemgîn û dil şikestî mam, di nav bera me de sînorekî
ji têl, bumbe, esker û cendirman hatiya lêkirin.
Bê çare mam, ez fikirîm ez herim dirbêsiya Serxetê û diya
min jî were Dirbêsiya Binxetê ser sînor û em hev li wir
bibînin, ji vê yekê pêve di Destê min de nema.
Roja din me soz da hev û em hatin ber Sînor, da ko em hev
bibînin, wê di navbera me de esker û Cendirme hebin, lê min
got dîsa xemnake, hema ez rengê Dayika xwe bibînim bese, ez
ji dûr hatime ji bo dîtina wê ez û çend pismamên min û
Hevalekî min jî ji Mêrdînê bi min re hatin û em çûn ber Qapî
yan jî ber derî, dema cendirmê Tirka em dîtin, ji me pirsîn
hûn li vir li çi digerin we xêre?
Pismamê min bi Tirkî jêre got ev Mervê min e ji Almanya
hatiye ji bo dîtina Diya xwe, heger hûn Derfetê bidin bera 5
deqa nêzîkî hev bibin û Silavekê li hev bikin ?!!!
Em hîna vê xwestekê ji cendirme dikin, min dî Dayika min jî
hêdî hêdî ji wê de tê, bi Darê xwe dimeşe û Berçavk li ber
çavê wê ye, da ko karibe ber xwe bibîne, dema min ew dît min
hew karîbû xwe bigrim çavên min ji girî venebûn, ew hîna ber
bi me ve tê, eskerên hêla din hatin pêşiya wê û ew
vegerandin bişûnde, bêhtirî 200 Metrî ew vegerandin.
Min hew xwe girt, min ban li Eskerê Ereb kir û got: ma çi bi
wê pîrê re heye te ew vegerand?
Lê wî li min venegerand û her wî wek xwe kir û nehişt em
nêzîkî hev bibin û ew ji min dûr kir.
Cendirmê Tirka qey Dilê wî bi min şewitî ji min re got:
Sebir bike, ezê bi mezinê xwe re biaxivim, belkî em we
nêzîkî hev bikin, ê min ji girî deng ji min dernediket, lê
pismamê min jê re got: başe, emê li bendî we bin.
Li vir çîroka Şêr û Rovî û Wawîk hate bîra min (dema Rovî ji
Wawîk re got ez nema qebûl dikim kes ji bakur here başûr an
jî ji başûr here bakur bêyî ko Riya xwe bi min bixin!
Rovî ji Wawîk re got: tê bibe eskerê min, em nahêlin kes di
van Sînoran re derbas bibe?
Wawîk ji Rovî re got: tu emir dike serokê min, ma Sînor
berday ne Serokê min? em êdî hew dihêlin kes here bakur û
başûr bê ko Riya xwe bi mexin.
Dibê Rovî çû ji xwere Berçavkek ji binê Qedeha çê kir û da
ber çavê xwe û pişta xwe da lateke mezin û berê xwe da Rojê
û çavê wî ma li Sînor.
Piştî bîstekê Rovî dît ko wa Şêr ji bakur berê xwe daye
başûr, ji xwe re li Nêçîrekê digere, Rovî zû bang kir Wawîk
û jêre got: bilez bighêje Şêr û wî ji min re bîne vir, ka bê
çawa wê here başûr bê ko Riya xwe bi min xe, ma Sînor
berdaye, yan bê Xwedîye? zû wî ji min re bîne, ezê çavê wî
derxim.
Wawîk got: heyran ev Şêre, em nikarin pê!
Rovî got: na, na em karin pê.
Wawîk berê xwe da Şêr, gihaşt ba, silav da û jêre got: Serok
te dixwaze!
Şêr ji Wawîk re got: Serok kîye?
Got: Serok Seroke, tu were tê nas bike bê
kîye!?
Şêr behitî ma, got: gelo ma kes ji min
xurtir heye,
Şêr rabû da pê Wawîk û berê xwe dan cem
Serok, Şêr lê nerî ko Rovî pişta xwe daye Lateke mezin û
berçavk li ber çavê wîne, Şêr pirsî got: kanî Serok Wawîk,
ev Rovî ye?
Wawîk jêre got: reca dikim nebêje Rovî,
ev Seroke!
Rovî ban Şêr kir jêre got: binere ev
Sînor ne bê xwedîye ji îro û pêve çênabe tu wisa here û
were, va min ji tere got û ji min fam bike û tu wek min neke
emê li te xin heta em çavê te derxin.
Rabû Wawîk ji Rovî re got: na, na Rovî
Şêr ne sêleye vê carê wî bide xatirê min, lê carek din ew
bêyî me Sînor derbaske emê wê çaxê lêxin û lêxin emê wî ji
kuştinê berdin!!??
Rabû Şêr ji xwe re got: wey xwelî li serê
min be, Rovî min digre û Wawîk min bera dide..
û ev jî çîroka min û Esker û Cendirmê
Tirk û Ereban bû.
...................................
Veger
>>
tirej.net/com/org