Gotar

  Hevpeyvîn

  Qilçix

  Navdarên Kurd

  Helbest 

  Çîrok

  Şano

  Lêkolîn û Rexne

  Rêziman  

  Wergerandin

  Mûzîk 

  Hunermend

  Keskesor

  Zarok

  Lîsk

  Navên kurdî

  Kevnetor

  Metelok

  Tu dizanî..!?

  Weşan

  Lînk

  Karîkator

  القسم العربي

  Nivîskar

  Erşîv



Têkilî 


Kevnetor


Kulîlkên kurdan

 

 


Helbest


 

 

 

 


Azer Osî
Dîdevanî

     Silav

Di vê payîzê de,

ger di ber serê tere,

bayek hat û li temberîka teyî genimî, da û xist

bizan ew ba, bayê mine.

Yan te dît…………..

Ku pelên zer, yên mîna pinpinîkên biharê,

Bi ser tede difirin

Bizan ku ew, silavên dilê min

Tînin.

 

Dîdevanî

Êvar di Çavên tede radizê

Ez jî mîna sitêrkên Şevê

Dibim dîdevanê Çavên te.

 

Welat

Dibe ku Welat

Li ser masa te, bibe hêlîn.

Têde ez …

Ji raza Çavên te,

raza welat nas bikim.

Û tû….

Cihê min û xwe,

di wê hêlînê de,

ava bike.

 

Peyv

Di dîlana sermestiyê de,

Çemê peyvan radiweste,

û Çemê ahînan dest pêdike.

 

Lêva te

Lêva te….

Kaxezek bê demsale

û lêva min…

pênûsa her demsalê ye.

Yek bê ya din

Nedibû.

 

Bê vexwendin

Li vir nehiŞtin

Ku ez …

Ta bi siya te hembêz bikim.

Ma li wir…

û bê vexwendin

tê bê

û li ser termê min

sirûda evîneke bê lêxistî

bask Şikestî

bixwîne.

...................................
 
Veger >>
                                                                                tirej.net/com/org

 

kurdi@tirej.net
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ tirej@tirej.net ]vebûna malperê 01/12/2002