Gotar

  Hevpeyvîn

  Qilçix

  Navdarên Kurd

  Helbest 

  Çîrok

  Şano

  Lêkolîn û Rexne

  Rêziman  

  Wergerandin

  Mûzîk 

  Hunermend

  Keskesor

  Zarok

  Lîsk

  Navên kurdî

  Kevnetor

  Metelok

  Tu dizanî..!?

  Weşan

  Lînk

  Karîkator

  القسم العربي

  Nivîskar

  Erşîv



Têkilî 


Kevnetor


Kulîlkên kurdan

 

 


Keskesor


 

 

 

 


Mesûd xelef

Ez û Cejin û xiyaneta yara min

 

 Vaye cejneke dî jî hat, vaye cejnekî dî jî kenê xwe bi ser şînên min de barand û tu ne ahtî, bibûre ku careke dî dereng mam lê ne bi destê min û van gotinên mine, tu dizanê ku min çend caran xwest ku ber bi teve bibezim lê taviyên barana ji janên min avis ez dereng dihiştim, vaye wê cejin bibhure û hîna tu wekî xwe di nava gomana de jiyan dike, çend caran min ji tere got tenê ji dilê min bawer bike, ev cîhan têra xewnên me nake, lê te her li dengê pist pista wan rojên berî hezar salî ku li beyarên evîneke ne dîtî hatbûne kuştin gudarkir, ji xwe tu caran te hesnekir bû, bihêle bira ev gotin jî îro werine nivîsandin û derdên xwe birijînin nava pêlên vê şeva xemdar, cejin hat dilê min, erê cejin hat û tu çûy, te xwe ji hemi cejinan di veşart ji ber ku tu net u bûy, hîna tu zarokeke kalî, hîna te xwe nasnekiriye biçe cana min û ji wêneya xwe bipirse berî ku tu xwe bixemilînê ji bu cejinê, tu kiye.

Di wê baweriyê de me ku wê dîsa tenê çend gotinên xapînok serdana dilê te bikin, ji xwe ew gulên di nava textê razana tede û te bi lastîk û tayan bihevekirine ji te bêzar bûne, ji ber ku tu bi xwe binav gulî, lê hîna tu şîn ne hatiye û ne jî rojekî ji rojan tu yê bi bihin bê, ne bêje di vê cejinê de wê werê û li paş wan kavilan nesekine, ji zû ve van helbestan tu jibîr kirî berî ku tu bêjê min ji bîr bike.

Gelek cejin bihurîn, gelek roj hatin û cûn hemî jî her û her bê te bûn. bira ev jî ne bi te bê, poşman nebe, vêcarê jî poşman nebe, lewma te hesnekiriye ku tu poşmn bibe, cejina xwe bi ser ciya de bibarîne, cejina wî pîrozbike ku tu pêre jiyan bike. Tenê tu goleke xiyaneta cejinanî, tenê tu şeveke dizkuji, tenê tu parcek gostî xapandina hestanî, ne girî û ne soje û ne bêje waxxxx, tuyê bibîne, ev ewrê ku heskirina min
dîtin,wê barana nifiran bibarînin, ku tu vê carê hesbikê û ne bêje na na.
Cejina te pîrozbe, lê çawa û bi çi rengî, nikarim wê jî bêjim vê carê nikarim bêjim , dema tu guhdar jî bike ew gotin ne ji tere ne , ew gotin ji heskirinê re ne, ew gotin ji pîroziya cejina heskirinê re ne, ew gotin tenê ji gulaên bê tawan re ne, ew gotin ji kenekî savare ye.

Bira ev cejin jî bibihûre, wekî wê azadiya ku di qirikan de mir û kesî av bi ser de ne vexwar, can çend cejin dibûne qurban û çend heskirin wê bi wan çavên te bişewtin, wî kirasê xwe ji maçen gunihbar bişo da ku tû di daweta baranê de bibê buka vî welatî.

Caran dibime mêvanê wan çavên te yên ku xwe ji bîr dikin, lê dema ku tê bira te navê te tu dibê bahozeke ji agir û dixwazê ku vîgerestêrkî bişewtînê, vaye cejineke dî jî hat û hîna te biriyara ku tux we bikujê ten e daye, di heskirinê de tu tirsûnekî, were em bi hevre destên xwedê maç bikin ku me bikê qurban ji zarokên vê cejinê re belkî tu sax bibê ji wan birînên ku bi salaye tu derdên wan dikişinê, bira vê carê dilê te ji te bê ne ji dîwarên herifî bê can, ev cejin cejina meye ne ya kesiye, çavên xwe ne gire bira vekirî bin heta ku tîrêjên rojê derkevin û di mizgeftan de nimêja cejinê were kirin wê demê kevokekê bifirîne asîmanan û namekî bi nigên wê v eke, li ser wan rûpelan kurte romana heskirina me binivîse, têde bêje îro cejin bu ..îro kêferat bû îro min heskirina xwe windakir, îro min heskirina xwe kire gorî dareke hişk , kire gorî dereweke mezin ku min ji heskirinê re got.

Tu yê gelek bigirî, gelek gelek bigirî da ku tu ji bîr bike, gereke tu bigirî, ji kevokan re bigirî, ji gulan re bigirî, ji avê re , ji axê re, ji bu ku tu xwe bide lêbûrandin gereke tu bigirî ey delala ku ji heskirinê re ne bu rewneq. Hîna ev jiyan bi xeman dagirtiye û hîina te xem nexwarine, wê were pêş te, tu yê bibînê bê çawa cîranê te gulan bi sêdarê ve dike, tu jî li wir bi tenê tu yê cejinê pîroz bike û kulan bijimêrê û nimêja mirinê bike, ew jî wê xwedî li te dernekeve, tu yê her bi tenê be , tu yê ristikekê ji xeman bi sikura xwe ve cêkê, wê her kes bêje û her kes wê li ber lingên te heskirineke nû biçîne, da tu jî di kirasê xwe de were bijartin.

Helbestvanekî ji gulê heskir berî çend hezar sal, nizanî ku gul îro sore û sibe pembeye, helbestvan rabû  û dilê xwe da ber xenceran, û gulek li ser qiraxên dilê xwe neqişkir da ku dem û dewran rengê wê jê nebe, û di cejinê de diyarî gulê kir, bira ev dil jî diyarî te be di vê cejinê de pistî ku xwediyê wî hate kuştin..
 

  Bi hêviya ku te ji min heskir bê rojekî ji rojan

 Bira ev roj derbas bin, qet bawer neke ku tu ji van bîraninan rizgar bibe. Wê her aşopê min li pêş te be, di be ku te çend mac û çend gurzeken firotbine min, ew jî ne xeme, wê ew her nîşana xiyanetê bin di robarekî ku bi ava xiyanetê hate avdan, na na jibîr neke wan rojan, ew lîstikên nîv derew nîv rastî, lê dîsa jî kêfxweşim ku min çend kêliyan ji te heskir, û serxweş dibim dema ku tê bira min bi hêviyekê te ji min heskir, wê roj û sal derbasbin bi ser payizê de wê zivistan maçên te yên derwîn ji laşe min bibin, wê tenê şona birînên te bimînin, tu yê her alek ji alên heskirineke bêbext bê, ji te mezintir di lîstikên hekirinê de vî bajarî nedîtiye û ne wê bibînê, bikene gelek gelek bikene, lê tu yê bihayê wî kenê ewqas bisojê dema ku em bi hevre xwe tazî kin û gunihên xwe ji xwedawenda heskirinê re vebêjin.

Di be ku xiyanet çend kêlî bin û dibe ku çend sal bin lê ma wê kî ji te bawer bike dema ku te ji çemên xiyanetê vexwar û sermest buy da ku di daweta evînê de wan xwarinên tehil û şor pêşkêşî min bikê.

Wê werin ber çavê tê w rojên ku tu bi hesreta çend gotinên pak bimînê, tu yê wan jî nebînê, lewma tu tewanbara vê cîhana tawanbarî di wextekî de ku wê dilên me hemiyan li ber wî xwedayî tazî bin, ne wekî niha wê mekiyacên qerisî werine şiştin û tu li wir bi tenet u yê bimînê.

 Heskirineke tazî 

Bira ev roj derbas bin, qet bawer neke ku tu ji van bîranînan rizgar bibe. Wê her aşopê min li pêş te be, di be ku te çend mac û çend gurzeken firotbine min, ew jî ne xeme, wê ew her nîşana xiyanetê bin di robarekî ku bi ava xiyanetê hate avdan, na na jibîr neke wan rojan, ew lîstikên nîv derew nîv rastî, lê dîsa jî kêfxweşim ku min çend kêliyan ji te heskir, û serxweş dibim dema ku tê bira min bi hêviyekê te ji min heskir, wê roj û sal derbasbin bi ser payizê de wê zivistan maçên te yên derwîn ji laşe min bibin, wê tenê şona birînên te bimînin, tu yê her alek ji alên heskirineke bêbext bê, ji te mezintir di lîstikên hekirinê de vî bajarî nedîtiye û ne wê bibînê, bikene gelek gelek bikene, lê tu yê bihayê wî kenê ewqas bisojê dema ku em bi hevre xwe tazî kin û gunihên xwe ji xwedawenda heskirinê re vebêjin.

Di be ku xiyanet çend kêlî bin û dibe ku çend sal bin lê ma wê kî ji te bawer bike dema ku te ji çemên xiyanetê vexwar û sermest buy da ku di daweta evînê de wan xwarinên tehil û şor pêşkêşî min bikê, Wê werin ber çavê tê w rojên ku tu bi hesreta çend gotinên pak bimînê, tu yê wan jî nebînê, lewma tu tewanbara vê cîhana tawanbarî di wextekî de ku wê dilên me hemiyan li ber wî xwedayî tazî bin, ne wekî niha wê mekiyacên qerisî werine şiştin û tu li wir bi tenet u yê bimînê.
 

  Heskirin ne tawane, tawan ew e ku mirov derewan li heskirina xwe bike

Min îşev jî xem bi bayê evîna mere berdan da ku careke din payizeke hişik bi tere jiyan nekim, gelek li te geriyam .. gelek li şopa te geriyam heta ku dil ji barê heskirina te westiya . tu yê gelekî bigerê her ku ew stêrk birijin wê tixûbên heskirina te werin talan kirin… uu tu yee bi tenee bimineem wee tenee hevokeen xiyanetee serdana tebikin, tu caran cejin nabin ssadii li ser leeveen te,
 
Di çim ji van waran û tenê heskirina te bixwe re dibim.. tenê ew barê kerwaniya mine.. uu tu tenee lassekii bee hest bee cejin tu yee bimiine
Dizanim ji bu te bihar u havîn û her demsalek normale.. lewra heskirina te jî normalîteke mezin bû di çaxê normaliya vê jiyanê de..

Gotinekê bêje û here, bê veger here da ku careke din ew axaftinên şewitî newin dûbarekirin.

Rastiyeke vaca bû ew şevên bi dizî, ji xwe kesî bi dizî evîn ne bihurandiye, na ne wisa bû bawerke ne wisa bû ku te di kêliyekê de asîman parçe kirin û navê xwe te jibîrkir, vêce qet lêbûrîna nexwze ger te rojek ji rojan lêbûrîn xwest j
î here û ji heskirinê lêbûrîne bixwaze.

Kê gotiye hêvî hene… kê gotiye mirov gereke bi hêviya jiyan bike. Hêvî xwarinke xave, û destekî şikesityie tû caran dirêj nabê di vê çaxa ku herkes hêviyan dike herkes bi hêviyekê jiyan dike û wan hêviyan her dirastî û xewnan de dûbare dike, min qet bihêviya ku ji te hesbikm hesnekir ji ber ku min ji te heskir. bi hêle normale… ew hêvî jî normal bû li def te.. vêce em lomeyan ji xwe bikin û wan hizrên ku me pê bawer kir û çavê korane li pey meşiyan û meşiyan can.

...................................
 
Veger >>
                                                                                tirej.net/com/org

 

kurdi@tirej.net
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ tirej@tirej.net ]vebûna malperê 01/12/2002