
Husên Dûzen
Pirsgirêka zaraveyan hîn nehatiye çareserkirin.
kesê jar, kesê brîndar nikare rexneyan hilîne.
Hevpeyivîna:
Malpera Tîrêj
* pirsgirêka
zaraveyan hîn nehatiye çareserkirin.
* bi xêra Mîr Celadet Bedirxan gelek gavên bingehîn hatin
avêtin.
* ev wesyeta Mele Mistefayê nemir e.
* li başûr nêta tu kesî nîn e di demeke kurt de dest
bikaranîna alfabeya latînî bikin.
* û bila deng
neçe kesekî, navbênâ min û helbestê jî ewqas tune ye.
* kesê jar, kesê brîndar nikare rexneyan hilîne.
* ew bixwaze dikare nivîsên ku qet nehêjayî weşanê ne jî
belav bike.
P1- Tore neynika
jiyana gelan e, heya çi astê toreya kurdî ev pêk aniye?
H. Dûzen: Di hemû warên jiyana
mirovên kurd de rastiyekê her bala min kişandiye; jiyana
jixweve, ya bê tevlibûna faktorên derve, baş meşiyaye û kêm
zêde dimeşe jî. Di vî warî de Kurd ne kêmî cîranên xwe ne.
Gava em dêhna xwe didin stranên Kurdan ên gelêrî ev yek pirr
zelal diyar dibe. Bi salan re gelek destanên Kurdan ên evînê
ku ji yên cîranan ne kêmtir in hatine pê. Lê ku Kurd
dixwazin bi teherekî hevdem jiyana xwe biguherin an ku hewl
didin berhemên nûdem pêk bînin,gelek caran nikarin bi kesên
din re bikevin qayişê.Xebatên wan î modern li dû yên gelên
din in. Mînakên nûdem î biserketî yan qet tune ne ger ku di
warinan de hebin jî ew pirr lawaz in; li paş ên cîranên xwe
ne.
Ev tişt ne bes di warê kilamên gelêrî de
wisa ye: Di siyaseta wan, rabûn û rûniştina wan a rojane,
bikaranîna demokrasiyê de jî wisa ye. Ev bi tevahî xwe
derdixe pêş bêyî ku mirov bandora stanilîzmê û fikrên din î
dîktatoriyel ku van 20/30 salên dawî bandoreke pirr mezin li
ser Kurdên bakur û bi taybetî jî li ser siyaseta wan hiştiye
bide ber çavan.
Divê ev tiştên ku ez dibêjim neyên
famkirin ku ez xebatên di warê wêjeyê yên van salên dawî ê
bi taybetî jî gelek berhemên ku li surgunê hatin afirandin
nabînim. Min tenê xwest ku ez destnîşan bikim ku serkeftin
her tiştekî îzafî ye; divê her pirsyara li gor “çi” û jê jî
giringtir li gor “kîjan” pîvanê pê re were bersivandin.Ku
mirovên Kurd û bi wan re jî wêjeya wan bixwaze kabên xwe
biavêje nav yên gelên din û bibe beşeke ji civaka hemdem a
dunya îro, divê bê zanîn ku hîn riyeke dirêj li ber
nivîskarên wejeya kurdî ye.
P2-Astengiyên zimên
ji aliyê vekîtê bi taybetî bi du ebcediya tê nivîsandin
{Latînî, Erebî} ta çi radeyê ev yek bandora xwe li gelê me
dike û ji aliyê zaravên cuda çine?, çi bandora du ebcediyan
li wêjeya kurdî heye?
H. Dûzen: Bêguman bikaranîna du
an gelek alfabeyan hin astengiyan bi xwe re tîne. Eger hemû
kurdan bi yek alfabeyê binivîsanda dê qewsikek di nav dan û
standina wan a bi hev re kêmtir ba. Belkî jî bi riya
berhemên çandî ji aliyê manevî de jî nêzîktirî hev bibûna.
Lê ez bawer nakim ku pirsgirêk ev tenê ye an
jî ev pirsgirêka bingehîn be. Ji hêla erdnîgarî de sînorên
di nav Kurdan de qewsikekî pirr girîng e.
Jê pê ve pirsgirêka zaraveyan hîn
nehatiye çareserkirin. Hîn jî newêrin nîqaşekê li ser vekin
ka bê Zazakî zaraveyekî Kurdî ye an zimanekî serbixwe ye.
Piştî Hewarê ji aliyê Kurdên bakur û yên
Başûrê Rojava ve gelek berhemên wêjeyî derketin. Nivîsandina
bi kurmancî û alfebeya latînî gihîşte radeyeke pirr girîng.
Di hêla standartkirina Kurmancî de bi xêra Mîr Celadet
Bedirxan gelek gavên bingehîn hatin avêtin. Di destê me de
rêzimaneke birêkûpêk heye.
Lê mixabin li başûrê mezin kesên ku bi
Kurmancî dipeyivin nedan ser vê riyê. Li wir zaravayê
bingehîn soranî ye. Di dibistanan de soranî tê xwendin.Ji
kêm zêde 200 kovar û rojnameyên ku bi kurdî derdiçin çend
rûpel ji wan bi alfabeya latînî tên çapkirin. Qederê ez
zanim kovareke bi navê Nûbûn bi latînî derdiçe û kovara
Êkitiya Nivîskarên Duhokê “Peyv” jî beşek ji rûpelên xwe ji
nivîsên bi elîfbaya latînî re vediqetîne. Ji ber ku ev
wesyeta Mele Mistefayê nemir e tu nêta kesekî ku li ser
nîqaşê jî bike xuya nake.
Ev jî pirsgirêkên ji alfabeyê mezintir
derdixin pêş.
Min payiza par di dema pêşangeha pirtûkan
a navnetewî de li Frankfurtê derfet dît ku ez bi wezîrê
rewşenbîrî li Slêmaniyê Fatah Zaxoyî re sohbet bikim. Wî ji
min re got ku wan dest pê kiriye ku hêdî hêdî elîfbeya
kurmancî jî bi kar bînin.Hîngê min bawer kiribû ku rewş li
ba wan ev be dê gavên ku li hêla Behdînanê bên avêtin hîn
bihêztir bin, bêyî ku em ji wan bixwazin ku elîfbeya erebî
ji îro heta sibe rabikin.Lê di gera min a Adara derbasbûyî
li başûr ez bûm şahid ku nêta tu kesî nîn e di demeke kurt
de dest bikaranîna alfabeya latînî bikin.
P3- Tu çawa helbesta
kurdî {kilasîk û nûjen} li başûrê rojavayê kurdistanê bi
taybetî û li kurdistanê bi tevayî dinerxînî?
H. Dûzen:Li hemû welatan wêje
pêşî bi helbestê dest pê kiriye, geş bûye û piştre pexşan
bûye forma wêjeyê ya sereke; her çûye eleqeya ji bo helbestê
kêm bûye, hejmara kesên ku helbestan dinivîsîn kêm bûye, her
ku çûye pexşan pêş ketiye. Û di nav teherên pexşanê de jî
romanê xwe daye pejirandin. Ez bawer dikim ku kêm zêde
wêjeya hemû dunyayê di van radeyan re derbas bûye an dibe.
Gelo di wêjeya Kurdî de jî ev pêk hatiye?
Ez dibêjim erê. Gava ku em li
helbesta Kurdî a klasîk mêze dikin em gelek mînakên
biserketî dibînin. Piştre herçûye berhemên biserketî kêmtir
bûne.
Lê di nav van 20 salên dawî de eleqeyeke
mezin ji bo pexşanê xwe nîşan da. Û wek li gelek welatan
pêşî gelek kurteçîrok jî hatine nivîsîn, lê her çû romanê
xwe wek teherekî wêjeyî yî nûdem derxistiye pêş. Van salên
dawî gelek roman hatin nivîsîn; gelo ew çiqas biserketî ne,
yan jî çend nivîskarên pexşanê xwe gihandin standartên
navnetewî? Ev tişt pêwistî lêkolînên taybet e.
Û ez bawerim ji bo ku pirsyara we karibe
bê bersivandin, divê xebatên taybetî li ser helbestê jî
çêbibin. Ez dizanim ku gelek kes
helbestan dinivîsînin. Lê çend ji wan hêjayî nirxandinê ne?
Min bi xwe di vî warî de tu xebat nekirine. –û bila deng
neçe kesekî, navbênâ min û helbestê jî ewqas tune ye.
P4-Ger û lêkolîn û rexne
wêje û çanda gelan zengîn dikin, ma di nav me kurdan de tu
vê yekê çawa dinerxînî?
H. Dûzen:Ez bawerim mebesta
“ger” di pirsê de “gername” ye ango ew vegotina li ser ger û
rêwîtiya kesekê/î ye.
Min berî bi
çend rojan gernameyeke pirr xweş xwend. Ew gername berê di
malpereke internetê de çend caran ber bi çavê min ketibû, lê
ji ber ku min ew jî mîna yek ji gelekên din ku min xwendibûn
û poşmam bûbûm texmîn kir min ew pişhtî bi weşandina wê bi
salek û nîvekê xwend. Sernivîsa wê “Başûrê Kurdîstanê” bû.
Hesenê Metê bi zimanekî xweş ew gernameya xwe vehûnaye. Berî
bi çendakî wek pirtûk bi navê “gername” li Stockholmê derket.
Ez bi xwe di nav wêjeya kurdî de pêrgî
gernameyên biserketî nehatime.
Lêkolîn di
nav Kurdan de? Dana bersîvên pirsên wisa pirr dijwar e. Ji
bo ku mirov bersiva vê pirsê bide divê mirov lêkolînên ku
hene bi rexnegirî di ber çavan re derbas bike û ku mirov vê
bike hertim tirsek heye; gelo mirov bipeyvên xwe kesekî
neêşîne? Wek gelek berhemên din lêkolîn jî
pirr in. Lê Lêkolînên bingehîn, yên ku bi metodên zanistî
hatine kirin, yên ku ji bo bidestxistina encamên zanistî
pirs avêtine holê û bi metodek û xebatên ilmî encam
derxistine pirr kêm in. Hin kesên ku bi aweyên bi lez hin
agahdariyan komî ser hev dikin û ku ji bo pirtûkekê bes bin
çap dikin. Mixabin ev xebatên wisa dibin sedemê ku ev forma
xebatê belav bibe û ew kesên ku nêta wan a lêkolîneke
zanistî hebe jî dikevin ser vê riya hêsan.
Kêm zêde heman tişt ji bo rexneyê jî dikare
were gotin. Di civakên wek a kurdan de kesayetî ji ber
sedemên diyar brîndar in. Ev tişt ji sosyalîzasyona wan tê.
Û kesê jar, kesê brîndar nikare rexneyan hilîne. Ji bo ko
kesek bikaribe rexneyan tehemul bike û ku ji wan fêr bibe
divê kesatiyeke xurt be. Ez bawer im sedema bingehîn a
geşnebûna rexnegeriya wêjeyî di nav kurdan de ev e. Gelek
kesên ku dil dikin di vî warî de tiştinan binivîsin jî an ji
bo ku kesekî neêşînin qet dest pê nakin an jî ewqas bitirs
dinivîsin ku wek sîstemekê rexnegîri di wêjeya kurdî de
nikare cihê xwe bibîne.
P5-Win çawa toreya kurdî
di celebên -helbest, çîrok, roman, rexne û wergerandinê de
dinerxînin?
H. Dûzen: Ji ber ku piraniya
kurdan wê wek teherêkî wêjeyê nabînin ez dixwazim ji keça
jinbavê “wergerê” dest pê bikim. Eger destûr hebe ez
dixwazim li vir jî bi epizodekê dest pê bikim. Beri bi neh
deh salan di bin pêşengiya Feqîr Ehmed de li bajarê
Almanya´yê Kölnê komeleyeke nivîskarên kurd hatibû
damzirandin. Hingê serokê wê Komeyeleyê jî Hisên Hebeş bû.
Feqîr Ehmed zaf hewl dida ku kongreyekê pêk bîne ji bo ku
koma rêvebir bê guhertin. Du caran bangî me kir da em biçin
Köln´ê lê kongre nikarîbû bê li darxistin, ji ber ku wî roja
kongreyê li gor salnameya xwe ku wî çêkiribû û hemû mehên wê
30 roj bûn diyar dikir. Lê ew kesên ku diçûn wir jî li gor
salnameyên fermî diçûn, lewra li hev rast nedihatin. Dawiya
dawîn em rojekê li hev kom bûb; Û min dît ku Feqîr bi dengê
xwe yî bilind dibêje “Nabe heval kî kar bike, ew ê bibe
serok. Û ev çi ye, hinek hene berhemên xelkê wergerandine bi
navê xwe çap kirine,wisa nabe, ew çi ye werger merger nabe,
yan tu nivîskar î tuyê binivîsînî an tu ne niviskar î!” Di
wê kêliyê de min dît bê Husên Hebeş çawa soro moro dibû, û
digot “Ev çi peyv in ma ne ez serok bûm, we çawa bêyî min ez
ji serokatiyê derxistime?” Tu nabêjî sedemeke ku bêyî ku
hayê Husên Hebeş jê hebe wergereke wî yan yeke endamekî din
ê koma rêvebir bû; li gor Feqîr Ehmed û çend kesên din î li
wir amade werger ne wêje bû, lewra xwe mafdar dîtibûn ku bê
helbijartin kaka rêvebir ji ser karê wê daxînin.
Min wan rojan antolojiyeke kurteçirokên
Kurdî bi Almanî amade dikir. Û baş dizanîbû bê werger çi ye.
çi megre min hemû kurteçirokên ku heta hîngê bi Kurdî
derketibûn xwendibûn û gelek caran jî hêrs bûbûm, ji ber yên
ku bi kêr dihatin di nav wan de kêm bûn.
Lê ez jî di wê civînê de qiçqiçîm û bê deng
mam. Mixabin ez çiqas dêhna xwe didim çalakiyên wejeyî yên
Kurdan hîn jî wan dîtinên xwe yên di heqê wergerê de
neguhertine. Bawer dikim di vir de tirsa nivîskaran jî zaf
heye. Ew ditirsin ku mînakên din yên ji niviskarên biyanî
bên nas kirin û berhemên wan bi çavekî din bên nirxandin.

Husên Dûzen ( di ciwanî û por
reşiya xwe de).[dema zêrînî](sernivîser).
P6- Toreya
biçûkan{zarokan} li nav nivîskarên kurd pir kêm û li paş e,
gelo ji çi ye?, çawa nivîskarên kurd dikarin biçûkan
perwerde bikin bê ko ji wan re nivîs û berhem hebin?.
H. Dûzen: Ev pirs zaf giring e û
kêm kes li ser vê babetê radiwestin. Ew tiştên min di
bersîvdana pirsa yekemîn de gotin li vir jî derbas dibin;
herçî beşê çîrokên gelêrî ne pirr cîrokên zarokan jî di nav
wan de hene û tu çi bigrî hemû çîrokên dinyayê yên bi nav û
deng di nav kurdan de jî bi zimanê wan bela bûne.
Lê di warê wêjeya biçûkan a modern de
birastî jî kurd pir li paş in. Ez bawer im her kurdeke an
kurdekî-yên ku bi zarokên xwe re bi zimanên biyanî diaxivin
ne tê de-her xwestiye ji zarokên xwe re kilamên zarokan
bibêje an li çîrokan geriyaye û an nedîtiye an jî kêm tişt
bi dest xistine.Ez bi xwe jî li kilamên zarokan geriyam. Min
gelek kovar pirtûk tev dan. Mixabin ez rastî kêm kilaman
hatim ku li gor pedegojiya zarokan hatibin nivîsnadin. Piştî
demekê naseke min ji Swêdê ji min re got ka li malpere Tîrêj
mêze bike, di wir de keseke bi navê Itîdal heye . Kilamên wê
ne xerab in. Xwedê jê razî be bi rastî jî kilamên Itîdalê
dive her zarokê kurd li wan guhdarî bike.Piştre min ji
hevalê xwe Arşevê Oskan bihîst ku piraniya wan kilaman ji
pênûsa Ferhadê Içmo derketine û ku du pirtûkên wî yên
helbestên zarokan hatine çapkirin (Landik 1 û Landik 2).
Gelek pirtûkên zarokan li Swêdê di van 20
salên dawî de hatin wergerandin bo Kurdî. Lê mixabin di
destpêkê de werger zaf xerab bû. Weşanxaneyên wek Apecê
bêtir serê xwe bi wergerandineke ku li wan pirtûkan bê êşand.
Mixabin hîn jî mirov pêrgî wergerên ku ewqas xerab in ku
bikêrî xwendina ji bo zarokan nayên tê.
P7-Çi rola rewşenbîrê
kurd li gelê me heye, rewşenbîr kî ye û gereke çi bike, ma ê
nivîskar dibe ko rewşenbîr be?
H. Dûzen: Di vê pirsê de ez
bersiveke neyînî dibihîzim; bi min wisa tê ku pirsyar
dixwaze bi dizî bibêje ku nivîskar nikare bibe ronakbîr.
Dibe ku mebesta pirsyarê ew be ku nivîskareke/î ku kar û
barê xwe yê niviskariyê cidî têbigihe, ji xwe nikare bi
watiniyên yekî rewşenbîr re rabe. Ku mebesta bi rastî jî ev
be ez dixwazim bibêjim: Rewşenbîrî ne pîşeyek e, ew bêtir
helwesta elîteke ji zanayên civatê ye ku pêwist be her gav
bi berpirsyariya xwe re radibin. Berî her tiştî ew zana û
wêrekên civata xwe ne rewşenbîr. Kesê rewşenbîr ew kes e ku
her tiyê zanînê ye; dengek ji hundurê wî jê re dibêje ku ew
divê her li ser derdora xwe agahdar be, lewra her sibe
tishtê ku berî her tiştî dest diavêjê xwendina qeflek
rojname ye. Xwedî wijdan e, bi pereyan nayê kirîn, bi zorê
nayê tewandin kesê rewşenbîr. Îca ku rewş ev be bêguman kesê
nivîskar jî dikare xwediyê van taybetiyan be. Û ne dûrî aqil
e ku ji hemû kesên din bêtir nivîskar nêzîkî bicîhanîna van
pîvanan e. Lê hin nivîskar di rewşin taybet de dikarin ji
aliyê hinera wêjeyê ve berhemeke biserketî biafirîne bêyî ku
helwesta kesekî rewşenbîr nîşan bide. Lê li gor ezmûnên
dîrokî bi gelemperî tevahiya berhemên nivîskarên wisa jî
kulek dimînin. Hermann Hesse diyar dike bê çawa nivîskarên
bi rastî tên nas kirin:“Ku hûn...bixwazin hunermend û
nivîskarên rastî nas bikin, hûnê bikaribin bibînin ku ew
kesin wisa ne, ku hewcedariyeke wan a bêpîvan ji bo
serxwebûnê heye û kesek bixwaze wan mecbûrî kirinike ne li
gorî wijdanê wan e bike, ew tavilê dev ji kar berdidin. Ew ê
ne bi zor û bertîlê, ne jî bi mewkiyên bilind bên kirîn û ew
ê ji dêvla ku xwe bidin bi kar anîn, ... xwe bikujin. Ji van
tiştan hûnê bikaribin wan nas bikin”. Gelek caran guftûgo li
ser dibe bê divê helwesta rewşenbîr an nivîskar li hemberî
siyasetê çawa be. Bi ya min ne elîta rewşenbîran ne jî
hunermend an niviskar ne ew kesin ku her roj tevli kar û
barên siyasî bibin. Divê helwestan wan diyar be ku hat û
pêwistî bû divê bi wêrekî derkevin raya giştî bi dengekî
bilind helwesta xwe eşkere bikin û piştre dîsa vegerin ser
karê xwe. Umberto Eco li ser ronakbîran dibêje: “Ronakbîr bi
kêrî çareserkirina kirîzan nayên, ew bi kêrî derxistina wan
tên...Watiniyeke rewşenbiriyê jî ew e, ku mirov ji aliyê
siyasî ve êrişî neyarên partiya xwe neke, lê belê li dijî
hevalbendên di partiya xwe de derkeve.” Ez dibêjimm ji hemû
gelên din bêtir pêdiviya Kurdan bi nivîskarên xwedî
helwesteke rewşenbirî heye. Mixabin mirov nikare bibêje ku
nivîskarên kurdan hejmareke berbiçav ji nivîskarên xwediyê
van xweseriyên li jor derxistine.
P8- Internet dergehekî nû li tore
û nivîskarên kurd vekiriye, tu tecrubeya xwe ya taybet bi
malperên kurdî re çawa dinerxînî û wekû nivîskarekî tu çi ji
malperên kurdî re dibêjî?
H. Dûzen: Internetê derfeteke baş da kedkarên
wêjeya Kurdî. Di van çend salên dawiyê de gelek berhem bi
riya malperên Kurdan belav bûn, gelek nîqaşên balkêş hatin
kirin. Wek bê çawa di jiyana reel de çapemeniya Kurdan
nikare bi berpirsyariyên çapemeniyê wek hêza 4.rabe di
malperan de jî gelek karên ku bên kirin hîn hene.Piraniya
malperên kurdan bi kesekî ve girêdayîne ku ew kes nexwaze
nivîsek çap nabe an ku ew bixwaze dikare nivîsên ku qet
nehêjayî weşanê ne jî belav bike. Û ku li
hesabê wan kesan bê dikarin bi neheqî kesan sucdar bikin. Lê
tiştê herî xerab jî ew e ku gelekên ji van malperan bê
xwendin; nivîsên ku ji wan re tên belav dikin. Ev dibe
sedema ku gelek çewtiyên rêzimanî jî belav bibin. Ez dibêjim
çi dibe bila bibe lê divê rê li ber vê helwestê bê girtin.
Di 20.12.2004an
de min bersiv nivîsandin. (Ev bersiv roja 07.11.2005 careke
din hatine xwendin û çend serastirinên biçûk di wan de
hatine çêkirin.(H. Duzen)
...................................
Veger
>>
tirej.net/com/org