Gotar

  Hevpeyvîn

  Qilçix

  Navdarên Kurd

  Helbest 

  Çîrok

  Şano

  Lêkolîn û Rexne

  Rêziman  

  Wergerandin

  Mûzîk 

  Hunermend

  Keskesor

  Zarok

  Lîsk

  Navên kurdî

  Kevnetor

  Metelok

  Tu dizanî..!?

  Weşan

  Lînk

  Karîkator

  القسم العربي

  Nivîskar

  Erşîv



Têkilî 


Kevnetor


Kulîlkên kurdan

 

 


Rexne


 

 

 

 


Hoşeng Broka

Hebû nebû
tiştek
ji peyvê mezintir
nebû!!!
 (1/2)

 

I

Berî demekê, di serencama gera xwe, ya „bi Kurdî” de, li nav kolanên „Kurdên Xwedê“, yên ji Internetê heta bi Internetê, li „taxa www.tirej.net“ ê , ez pêrgî „rexnenameyeke“ vekirî, ku ji hêla rêzdar Heyder Omer, bo taxa „tirej.net/com“ ê, hatibû hinartin, hatim.

Ev „rexnenameya“ vekirî, di beşê „lêkolîn û rexneyê“, yê „taxa tirej.net/com“ ê de,  li jêr sernivîsa „Nivîsîn berpirsyarî ye“ http://www.tirej.net/index.2395.heyderomer.htm , hatiye weşandin.

Di „Rexnenameyê“ de, ku xwediyê wê bi „pêwîstiya nivîsandina berpirsyaran e“ dest pê dike, û bi heman „pêwîstiyê“ jî berê „rexnenameyê“ dide kutakirinê,  rêzdar Heyder Omer wek „aliyê rexnegir/rexnekar“ û nivîsandina bi Kurdî jî, bi gelemperî, ligel destnîşankirina çend navên cihêreng (ku bi Kurdî, çi kêm çi jî zêde, çûne xwe- û yên-din-lidarxistinê), wek „aliyê rexnekirî“/yan jî „aliyê cihê rexnekirinê“, tê xwendin.

Heyder Omer, li gora xwendina min ji dengûbasên navê wî re, yek ji navên çiyayê Kurmênc, yê  berz û xwedîrol e, ku hewl daye „pirtûka Zeynebê“, „pirtûka Cebelî“, „pirtûka Delêl“, „pirtûka çemê Efrînê“, „Pirtûka çiyakê sipî“, „pirtûka Nebî Hûrî“, „pirtûka xetê“ û „pirtûka darên zeytûnan“, li bîra ximaveke kurt û kurmancî, bîne.

Li seranserî ezmûneya xwe ya „nivîsandina bi Kurdî“(em nivîsandina wî ya bi Erebî li aliyekî bihêlin, çimkî mebest ji lidarxistina vê nivîsê, xwendina aliyê wî, yê bi Kurdî ye) Heyder Omer wek aliyekî berpirsyar, di rêvebirina çend kovar(wek PIRS, PÊNÛS û PÊL) [1], seko, mihrecan(wek mihrecana helbesta Kurdî) [2] û saziyên çandî(wek xelata Osman Sebrî)[3] de, cih girtiye.  

Jixwe hevpeyvîna Lukman Polat bi Heyder Omer re, http://www.tirej.net/index.2297.heyderomer.htm http://www.geocities.com/mehname2005/65/diyari4.html 

wek xwendineke destpêkan e, dide diyarkirin, ku jiyê navê wî yê bi Kurdî, wek „xwefêrkirin“, „xwexwendin“, û „yên-din-xwendin“ (ku paşê dê hilperike qonaxa xwe- û yên-din-nivîsandinê), digihêje dora 35 salan [4].

II

Bi mentiqê vê ezmûneya xwe, ya „35 salan e“, ku Heyder Omer, li seranserî wê, Kurdî û Kurdî, çûye xwendin û nivîsandinê, berê „rexnenameya“ xwe dide „nivîsandinên bê berpirsyarî“ û ji xwedanên wan, yên ku „rûmeta zimanê Kurdî binpê dikin“[5], pirs dike „gelo çima ew bê cefa derbasî qada nivîsîna kurdî dibin?!.. Ma ev ziman evqas erzan e?!“[6], û paşê wek „rexnegirekî“ ku „ji sala 1971“ ve, serî li xwehînkirina bi zimanê Kurdî, dabe[7], ji wan nivîskarên ku „dilsozên zimanê xwe ne“, hêvî dike, ku „nelezînin û hinekê xwe bi vî zimanî re, biwestîn in“[8].

Herçiqasî ev „Pirs“ û „hêvî“, berê mentiqê nivîsandin û xwendinê, ji „rexnenameyê“ bihtir didin „şîretnameyê“, lê ligel vê yekê jî, mirov dikare wan „pirs û hêviyên“, ku ji şîretan heta bi şîretan in, heta radeyekê, wek „xîretnameyekê“ beramberî zimanê Kurdî, li qelem bide.

Lewre, bi gotina Omer „mafê çu kesî tune, ku zimanê çil milyon kes, zimanê miletekî hilweşîn e“[9]. 

Di „rexnenameya“ xwe, ya li jor destnîşankirî de, Heyder Omer hewl daye ku „bêberpirsyariya nivîsandina bi Kurdî“ wek kêşeyeke „rexnekariyane“ di destnîşankirina hindek navên bi Kurdî de(wek Ibrahîm Mehmûd, Hûseyin Kartal û Merwan Osman“, bixwîn e.

III

Bê guman, ev kêşe, anku nivîsandin wek „helwesteke berpirsyarane“, çi beramber bi „xweyîya nivîskaran e“, çi jî beramber bi „xweyîya xwêneran e“, di kokê de, kêşeyeke rexnekariyan e, a bi serê xwe ye.

Wexta ku Heyder Omer „rexneya toreyî û lêkolînê“[10] wek „berpirsyariyeke nivîskaran e“, layîqî navê xwe yê bi Kurdî, ku ji „35 salan û wêdetir e“, dibîne, elbete wê „rexnekirina“ vê „nivîsandina nexweş“ û „ne berpirsyaran e“, ji her kesî pêştir, mafê aliyê nivîsandina wî be.

Li vir(eger em mentiqê vê „rexnenameyê“, li ser asta xwendinê,  wek  bingeha „nivîsandineke berpirsayaran e“, werbigirin), mirov dikare Heyder Omer, wek „xweyîyeke rexnekariyane“, ku berê wî li „nivîsandina baş, sax û bawermend e“, û yên din(navên destnîşankirî) wek „ xweyîyên rexnekirî“, ku berê wan li „nivîsandina xerab, nexweş û gunehkar e“, bixwîne.

Ji bo ku ev xwendin jî(xwendina min) nebe „zimanhalê“ aliyekî li dij aliyên din(jixwe  zimanhal û aliyên, ku li dar in, têra çar hezar sal Kurd û Kurdistanên din jî dikin), û ji bo ku ev xwendin ji „bergirînameyekê“ û wêdetir, aliyê hewldana lidarxistina „guftûgonameyeke“ piralî be, ez dixwazim hindek „problemên nivîsandina bi Kurdî“, ku rêzdar Heyder Omer di ravekirina wan de, heta radeyekê[11], rast çûye, destnîşan bikim:

- Nivîskariya bi Kurdî(û bi kurmanciya jorîn bi taybetî) ji „helwesta berpirsyaran e“ bihtir, daketiya asta „bêberpirsyarî“ û „bêhelwestiyê“.

Ev rastiyeke bi Kurdî  a berbiçav û eşkere ye. Nîşana vê yekê ya herî beloq jî, kolanên „Kurdên Xwedê“ yên internetî ne.

- Navê Ibrahîm Mehmûd yê bi Erebî, bilind û hilî, nikare gunehê navê wî yê bi Kurdî, „nûhatî“ û „virnî“, bişo.

- Berpirsyariya navên ku di Kurdî de(çi kêm çi jî zêde) mezin çûne belavbûnê, beramberî xwêner, mezintir e.

Lewre ciyê rexnê ye, ku nivîskarekî mîna Hûseyin Kartal, di yek nivîsê de, peyva „beş & parçe“ ku herdu jî nêrza ne, hincara nêrza û hincaran jî mêza, bi kar bîne.

Herweha ciyê rexnê ye, ku helbestvanekî wek Merwan Osman, wişeya „fêrkirin“ bi wateya „fêrbûn“ bi kar bîne.

- Dezgehên ku bi Kurdî weşanê dikin, heta radeyekê beramberî  bareya „nivîsandina ne-berpirsyaran e“, berpirsyar in.

*          *          *

[1] Di vê derbareyê de, hem li ser asta berpirsyariya aliyên weşanê , hem jî li ser asta nivîsandin û belavkirina berhman di wan de, Heyder Omer  di hevpeyivîneke xwe de (ku Lukman Palat ligel kiriye), ku di www.tirej.net  &  http://welcome.to/mehname   , hatiye weşandin, bi berferehî diçe behsa pirtûk, gotar û lêkolînê xwe yên „rexneyî“.

Ji bo agahiyên berferehtir, vegere bersiva diwemîn pirsa, ku di vê hevpeyivînê de, cih girtiye:

http://www.tirej.net/index.2297.heyderomer.htm http://www.geocities.com/mehname2005/65/diyari4.html

[2] Hevpeyivîna Elî Cehfer bi Heyder Omer re:

Kovara Havîbûn, hj 6, weşanên ASTA/Havîbûn/Navenda lêkolînên Kurdî, Berlîn 1999, R. 138.

[3] Heman jêderê raborî, R. 139.

[4] Di hevpeyvîna li jor destnîşankirî de, di derbareyê pirsa Lukman Polat de: „Te kengê, çawa û çima dest bi nivisandinê kir?“ Rêzdar Heyder Omer weha diçe bersivê: „Ev pirsa we çîroka wê destpêkê tîne bîra min. Li destpêka sala 1971ê, hîna ez xwendekarê zanîngehê bûm, min dostekî Suryanî li Helebê hebû, pirtûkfiroş bû, car caran ez diçûme pitûkxane ya wî, pirtûk didane min, bo bixwînim, û lê vegerînim. Carekê min jê pirskir: Ma tu dikarî pirtûkine din ne erebî ji min re peydabikî?. Gote min: Wek çi zimanan?. Min newêrî bigota zimanê kurdî, ji ber ku qedexe ye, loma jî min gote wî: Wek zimanê suryanî. Vê yekê danûstandinên me kişande ser zimanan, nemaze jî hîngê min zimanê suryanî, wek zimanekî rojhilatê yê kevin, li zanîngehê dixwend. Piştî demekê, gava baweriya min bi dilsoziya wî xurt bû, min hinek pirtûkên kurdî jê xwast, çendek roj derbas bûn, wî camêrî gazî min kir, û pirtûkek şanî min kir, û got: Ev pirtûkeke kurdî ye. Min lê meyzand, dît ku ew Mem û Zîn a E. Xanî ye, lê bi tîpên erebî ye.”

[5] Heyder Omer: nivîsîn berpirsyarî ye, 

http://www.tirej.net/index.2414.heyderomer.htm

[6] Heyder Omer: heman jêder raborî.

[7] Hevpeyivîna Lukman Polat bi Heyder Omer re: 

http://www.tirej.net/index.2297.heyderomer.htm

http://www.geocities.com/mehname2005/65/diyari4.html

[8] Heyder Omer: nivîsîn berpirsyarî ye,

http://www.tirej.net/index.2414.heyderomer.htm

[9] Heyder Omer: heman jêderê raborî.

[10] Heyder Omer: (Vêca min rexne ya toreyî û lêkolîn (lêgerîn) da pêş xwe, û xwast para xwe bixim hindur vî warê nivîsînê, ku hîna, li nik me, ji ber kêmaniyan, dikule) „ji bersiva pirsa yekemîn ji hevpeyivînê:

http://www.tirej.net/index.2297.heyderomer.htm

http://www.geocities.com/mehname2005/65/diyari4.html

[11] Dibêjim heta radeyekê, ji ber ku xwediyê „rexnenameyê“ rêzdar Heyder Omer, hincaran berê xwêner ji xwendina mentiq bihtir, dide xwendina nerîna(yan jî navê) xwe.  Tenê bo nimûne:

Di derbereyê hevokeke rêzdar Hûseyin Kartal de, xwediyê „rexnenamayê“ weha dinivîsîn e:  "Di peyvê de em yekdeng in" . Rastî ew e, ku bernavê ( em ) li pêşiya hevokê ba(Heyder Omer).

Bi ya min(tevî ku ez naxwazim derbasî xirecira di navbera „bernav“ û „mernavan“ bibim) herdu hevok jî durist in. Cudahiya di navbera herdu hevokan de(li gora çêjwergirtina min ji peyvê re), tenê leystika ziman e, ku di hevoka Kartal de, cih girtiye.

Herweha di hewldana xwe ya(xwedêgiravî) „sererastkirina“ hindek hevokên rêzdar Merwan Osman de, xwediyê „rexnenameyê“, li şûna hevokek  xweşiktir, hevokek „sist“ ava dike:

-  Piştî dehên salan ji dûrxistin, pûçkirin û gemkirinên bê sînor……(Merwan Osman)

-  Piştî dehên salên dûrxistin, pûçkirin û gemkirinên bê sînor… (Heyder Omer) sistiya vê hevokê jî(li gora xwendina min) di (ê) ya „salên“ de, diyar dibe.

Herçiqasî ku têbîniya Heyder Omer, ya di derbareyê metoda sererastkirina nivîsan de, di „Rojava.net“ û „Êvar Baş“ a „Amude.com“ de, heta radeyekê di cih be jî, lê bi baweriya min gelek malperên din jî hene, ku ew di vî warî de, ne ji wan çêtir çûn/yan jî diçin sererastkirinê.

Herweha di derbareyê televîzyonên bi Kurdî de, aya çima „rexnenameya“ Heyder Omer tenê dikarîbû „gunehkariyên“ Roj-tv ê  û „rojnamegerên wan yên çendmehî“, bixwîn e?

Ji bo ku ez wek „Roj-tv ê-perestekî“ neyêm xwendin, dixwazim bibêjim, ku min li ser „Medya-tv ê ya berî „Roj-tv ê“, ku heman sazî ye, projeyekî berfereh li jêr navê „sosyolojiya ragihandinê“ amade kir. Wî projeyî, wek lêkolînekê di „sosyolojiya ragihandinê“ de, bi piştgiriya zanîngeha Bielefeld li Elmanya û Medya-tv ê, dora 11 mehan dom kir.

Di lêkolînê de, pir diyrdeyên serincrakêş, li ser asta  sosyolojiya zimên: „zimanê nûçeyan“, „zimanê filmên zarokan“, „zimanê laş“, „zimanê hunerê“ û kartêkirina van zimanan(ku carcarn roleke nehênî ya nehêvîkirî, dileyîstin) li ser „ceyografiya temaşevaniyê“,  .....htd., derketin holê.

Ligel astengiyên, ku televîzyon(Medya-tv ê) rastî wan dihat, bê guman kêmûkasî û şaşîtiyên li ser astê sosyolojiya ragihandinê jî(li gor ku ji lêkolînê re, diyar bûn), pir bûn.

Piştî 11 mehan ji lêkolînê, mixabin, proje bi biryareke „kurt û kurmancî“ têk çû. Çima Ew proje hat û rû da....ez baş dizanim wek ku çawa zanîngeha Bielefeld jî baştir dizane, lê çima proje çû......tenê  Xwedê û , „Kurdên wî yên biryarê“ dikarin bersivê bidin.

Bi herhal, di  baweriya min de, rewşa televîzyonên din, yên  Kurdî, kêm zêde, ne ji rewşa Roj-tv ê çêtir e. Her televîzyonek bi Kurdî (ku ji navê „serok“ heta bi navê „serok“ e, û ji „cenabê wêneyê“ wî heta bi „cenabê wêneyê“ wî ye), „rojnamegerên“  xwe(carcaran jî „rojnabarên“ xwe) di temtêla wêneyê „serokê xwe“ de, dibe dartaşkirinê.

Lê çima xwediyê „rexnenameyê“ ji nav hemî  televîzyonên bi Kurdî, tenê Roj-tv ê wek „televîzyoneke nexweş“ û „li derveyî pîvanên rojnamegeriyê“ , li qelem dide?

Ma gelo, li ser heman asta ku rêzdar Heyder Omer Roj-tv ê, û “nexweşiya” wê û „rojnamegerên wê yên nexwende“, xwendiye, aya heta radeyekê, mirov nikare bibêje, „ma bavê kîjan televîzyonê ji bavê ya din çêtir e“??? Gelo çima çavên „Rexnenameya Omerî“ „nexweşiyên televîzonên Kurdên din“ û „nexwendeyîya hindek rojnamegerên wan“ jî, ku haha Kurd û Kurd diçin heman şaşîtî û kêmasiyan, nabîn in?!!!   

hoshengbroka@hotmail.com  

...................................
 
Veger >>
                                                                                tirej.net/com/org

 

kurdi@tirej.net
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ tirej@tirej.net ]vebûna malperê 01/12/2002