
Dijwar Naso
LAVA MIRNê
Mêweya
xweş ya demê
Kerwan-gêra heyînê
Bextewara
Lêv serxwşa mey nab
Heyveka
Salvegera rû- hevrimêşa min
Ji dûr
Ji nêz
Te di bînim
şayike wekû kevirê di nav nerma ya Diclê de,
Serxweşim wekû seqlan
Gava di himbêza wê de
Xwe vedimrîne
Dem sala vedqetînim , ji pişta çiyayê
Te yî têr mirin
Ku ji gazinan rizya ye
Bê ku pêrgî evîna xwe bi be
Carekê,
û
Ji bihna wê têr ramîsan bi be
Cengek Avgul li ser riwê xewîn hêviyan belav bikim
Bê ku Nîrvana li zikmakiya
Zeredeşt bibane
û
Pêrgî Agirê pîroz bi be
Parsa Ava kanya sipî bike
Ji pîrekî belengaz
Tobedar yê bike xwesteka xwe
û
Ronî lava bikin....bo
Azadiya mirnê.
12/9/2004
Amûdê
...................................
Veger
>>
tirej.net/com/org