
Xelat Ehmed
Evqas zîqezîq
W. ji erebî:
Silêman Azer
1
Bê
dengin em
Her yek dibin asîmanê xwe de diraze.
biyanîne ji tagirtina neynikan
û aliyin bînefişk ji wan kême
Bînin dî jî bendewarî
Min in hene
Û rehin in ba wan diraxîne
Berî xemkêşî peyala min bipêçe
Û ez bîna baranê winda bikim
Di ahengên asê de
Bêyî ku bînên te gerdena min bipêçin
Û evqas zîqezîq ji derazûnka min werê
Û ez perdeyên çîrokin kevnare dihetikînim.
2
Kulîlk ji devdawa kirasê min kêm dibin
û tiliyên te gift û goyê bi milên min re dikin
nêrgiz didestên min de diçilmisin
û ez di destên te de diçilmisim
ko ronahî bi kirasê min î lodbûyî
kêfxweş dibe.
3
Himbizbûneke kuştar
ev bêdengiya ku tîjikbûye di navbera me de
hindek ba yî din jî
da ez bi ser keviyên peyalê ve bibim
berî xwîna min bipijiqe
mirineke şîn bi ser lêvên minî nazenîn bikeve.
…..
...................................
Veger
>>
tirej.net/com/org