
Şiyar Alûcî
Beranberîk di navbera Ey Raqib a resen (Sorî)
û a kurmancî
wek
ku em dizanin komara Mehabad di sala 1946 an de hate
damezrandin, û diviya bû ku sirûdeke wê taybet hebe, weke
her komara li ser riwê gerdûnê, ji ber vî hawî Yûnis Réûf
Dildar sirûda Ey raqîb a terazûkirî bi zaravê sorî amade
kir, li ser bingeha (10- 11) movikan, ji şaxa ristên têvel.
Piştî ku komara Mehabad hate xwar, ew sirûd di dilên kurda
de sax ma, û bi zaravê kurmancî jî hate nivîsandin bi
parastina şêweyê terazûya (10 - 11) movikan û hinek guhertin
di gotinan de, bê ku wateya sirûdê bête guhertin. Me di evê
gotarê de wek beranberîkê di navbera Ey raqîb a Sorî û Ey
reqîb a Kurmancî de çêkiriye :
Ey
raqib her mawe qewmê kurd ziman
nayşikênê , danayê topê zeman
ey
reqîb her maye qewmê kurd ziman
naşikê û danayê bi topê zeman
أيها المستعمر
حلَّ عنا فلم يبقَ لنا سوى لغتنا التي لا تزول بنكبات الدهر.
Jihev veqetandina
van malikên rabûrî jî wilo ye :
ey\
ra\ qib\her\ma\we\qew\mê\kurd\zi\man
))
nay\şi\kê\nê\da\na\yê\to\pê\ze\man ))
li
vêde di her du ceman de 11 movik hatiye sazkirin, lê di a
kurmancî de bi vî rengî movik hatine sazkirin
ey\re\qîb\her\ma\ye\qew\mê\kurd\zi\man
na\şi\kê\û\da\na\yê\bi\to\pê\ze\man
))
di cemê pêşîn de
11movik hatiye sazkirin lê di cemê paşîn de 12 movik hatiye
sazkirin , li vêde dê çêtir ba ku 11 movik- weke ya sorî-
hatiba sazkirin , ji ber ku me karî bû tîpa pêwend(û) ye ,
rahiştibayê û me li şûna wê bêhnokek danîba, dê bûba :
Naşikê, danayê bi topê zeman
kes nelê kurd mirdiwe kurd zindiwe
zindiwe qet nanewê alakeman
kes nebê kurd dimirin kurd jîndibin
jîndibe qet nakeve ala kurdan
(عَلمُنا و علمُ
الكردِ )
alakeman û ala kurdan)=)
wek
wate
(zindiwe - jîndibe ) tîpa (Z) û a (J) gelek guherîn di
navbera wan de di zimanê kurdî de heye weke
:
(ezber û jiber ) . gotina ( nanewê= natewe) .
Lawê
kurd hestaye ser pê wek dilêr
sa be
xûn nexşîn deka tacê jiyan
Lawê
kurd rabûye ser pê wek şêran
ta bi
xwîn nexşîn bike tacê jiyan
لقد نهض الكردي
كالأسد لينقش تاج الحياة بدمائه .
Ê me
roley midya w keyxwesrewin
dîn
mane , ayîn mane kurdistan
em
xortên midya û keyxwesrewin
dîn îman û ayîn man her niştiman
dîn îman û ayîn man kurd û kurdistan
نحن فتية
إمبراطورية ميديا وكيخسرو , ديننا وعقيدتنا كردستان
li
aliyê Sorî di van du ceman de sirûd bi 10 movikan hatiye
sazkirin : Ê\ me\ ro\ley\ mid\yaw/key\xwes\re\win.
Dîn\ ma\ne \ ay\în\ ma\ne\kur\dis\tan. yûnis di cemê pêşîn
de ji bo terazûya sirûdê bi cî bîne tîpa pêwend (û)ye kiriye
(w)ye, lê di aliyê kurmancî de cemê pêşîn bûye 10 movik û ê
navîn bûye 11 movik û cemê paşîn bûye 12 movik, û ev tiştê
ha ne belave di nav rist û helbestên kurdî de .
Ê
me roley rengê sûr û şoreşin
seyr bike xûnawiya raburdu man
Em
xortên rengê sor û şoreşin
seyr bike xwînatiya ma darijand
نحن فتية
الثورات والانتفاضات, فانظر إلى ماضينا الدموي
li
vêde diyare ku ya Sorî 11 movike, û ya kurmancî cemê wê yî
pêşîn 10 movike û ê paşîn 11 movike :
em/xor/tên/ren/gê/sor/û/şo/re/şin
seyr/bi/ke/xwî/na/ti/ya/me/da/ri/jand
lawê kurd hazir û amadeye
giyan fidane, giyan fidan , giyan fidane
xortê nuh tev hazir û amadene
can fidane can fida her can fida
di
beşê sorî de cemê pêşîn 10 movike û cemê paşîn jî deh movike
lê vegerandina (giyan fidane ) di cara sisyan de ji bo
heminkirinê ye, lê di a kurmancî de 11 movik di herdû ceman
de hatiye sazkirin; diyare ku a kurmancî di evan herdû ceman
de xurttire ji a sorî bi terazûya xwe û bi wateya xwe,
xebitandina gotina (xort) ji dêvla (law) . ek wate (
giyan=can ) di dawiya gotara xwe de em dikarin bêjin ku
sirûda ey raqîb a sorî bi rengekî çak hatiye nivîsandin, lê
bi zaravê kurmancî dê çêtirba ku bêtir guhdan li terazûya wê
bûba .
...................................
Veger
>>
tirej.net/com/org