
Kerem Berhîm Yûsiv
Wergerandin ji kurdî
Asoyên bedew bo doza kurdî vedike
Her milet
ser bilind e bi pirtûkxaneya xwe a ku her sal nivîskarên wî
miletî pirtûkekê nû lê zêde dikin, wiha derfet vekirî dimîne
li pêşiya nifşên nû yên her miletî daku ew nas bikin bapîrên
wan çi bo wan hiştine, li kîjan deverê pirtûkxaneyê kêmasî
hene, bo cih wê dagirin, û li kîjan deverê dewlemend bûn
heye, bo lê vegerin, çiqas sal bibûrin her tişt ji milet kêm
dibe, tenha pirtûkxaneya wî wek xwe dimîne û vala nabe .
Lê êşa her miletî teqez bi zimanê wî hatiye nivîsandin,
dîroka wî ya rast bi zimanê wî hatiye nivîsandin, li vir
xalek giring heye, û ew çima nivîskar an wergervan hewl nade
ku miletê xwe bide nasîn, bi adet û irfên wî, qencî û
neqenciyên wî ….
Bi hemû tiştên wî yên ku rastî bo nivîsandina ser milet
pêdivî ne .
Raste dema ku em bi helbestvanên miletekî ne bihîzin, mirov
dibêje ev milet hove û bê heste, lê dema helbestên
helbestvanekî ji zimanê wî bêne wergerandin bo zimanekî din,
helbet qezenc ne li wî tenê dibe lê li miletê wî jî dibe .
Di demek wiha giring de, nivîskar û wergervanê kurd bi
alavî wergerandî ye, nemaze kesê kurd ê ku hêzek
wergerandinê nik wî heye û ew dema fêrbûna zimanekî din li
gel zimanê wî yê bingehîn lê ferze dibe .
Dema nivîskarê kurd, karê leşkerî di vê demê de bê hode
dibîne, nivîskar dikare rahêjê êşên xwe û kendalan hilîne
ser doza xwe, raman, azer û êşên xwe bi xwe re bibe
seyranekê bo zimanekî din, daku kesên nû lê binêrin, da ku
kesên din fêm bikin .
Anuha yek ji wan riyên ku dozê li pêş dixe, ew e rastiya
dozê ye, rastiya dozê helbet carna dighêje radeya karê
leşkerî, lê carin din, mîna ev dema ku em têde dijîn bi
pênûsê jî dibe, nivîskar û wergervanên kurd roleke giring
dikarin bilîz in, û ev rol ne kêmtire ji rola gerîla û
pêşmergeyan, lê di gumana min de ew ji riya çekî zehmettire,
çimkî eger wegerandin ne rind be, an rind be bandora wê bi
qencî û ne qencî heye, û her wergerek ne kêmtire ji şevek
pasevaniyê û têkoşînê, eger em nebêjin ji jiyanek têkoşênê .
Doza kurdî bi şêweyekî bed tê nasîn li nik gelek kesên ku tu
agahiyên wan ên berfereh li ser kurdan nînin, di vir de tu
gunehê van kesan nîne ku li ser van nerînên bed bimîn in,
çimkî guhertina vê nerînê ji kurdan tê xwestin û ne ji wan .
Riya wergerandinê riyek hêsanî ye, eger astengî li pêş
vekirina malek kurdî di nav gelek miletan de hebin, di vê
yekê de werger dikarin roleke baş bilîz in, û ne giring e ku
pirtûk ji kîjan beşê wêjeyê be , çimkî girinbûn di gihandinê
de ye û ne di beşan de ye .
Dema zehmetî di karê wergerandinê de peyda bibe, mirov
dikare mîna girûpekê li ser heman karî kar bikin, ji me tê
xwestin ku em li deryê miletan bixin, bêjin wan em hene,
wêjeyek me heye, dîrokek me heye û em jî mirov in xwedî
şaristaniyekê ne, û em ji ber wê ne bifedî ne .
Di gumana min de, dîroka her miletî mîna pirtûkekê li
devereke reş e, û kesên wî miletî, bi berevaniya xwe dikar
in mûman vêxin, pêşî bo nasîndana miletê xwe, û di dûv re bo
rakirina reşahiyê û ne nasîna şaş ser miletê xwe.
Bijî mûmên vêxistî, bijî mûmên vêdikevin, bijî destên ku bi
pênûsa xwe re dibin heval.
keremyusiv@hotmail.com
...................................
Veger
>>
tirej.net/com/org