Gotar

  Hevpeyvîn

  Qilçix

  Navdarên Kurd

  Helbest 

  Çîrok

  Şano

  Lêkolîn 

  Rêziman  

  Wergerandin

  Mûzîk 

  Hunermend

  Keskesor

  Zarok

  Lîsk

  Navên kurdî

  Kevnetor

  Metelok

  Tu dizanî..!?

  Weşan

  Lînk

  Karîkator

  القسم العربي

  Nivîskar

  Erşîv



Têkilî 


Kevnetor


Kulîlkên kurdan

 

 


Helbest


 

 

 

 


Ho
şeng Osê
Nameyek Lezgînî ji do re

 

Piştî silavan……

Tu çawa yî ?

Ma tu hîna weke xwe yî ?!

Sibe na dusbe…

mîna cejneke ji gewriya xwe birîndare

ji xewê bîstikên şîn pars dike

ez li vir im.

Her êvar, serê xwe datîn im ser çoka rewrewkê.

Biqasî çar goristanan, razayî diram im.

Biqasî çar payizan, xewnên min, min dimêjin.

Bişkokên şevê, yeko….yeko

ji têkçûnên xwe û te re vedik im.

Berî gencîneyên te, stêrkan, morî û zîvên wan talan bikin

li ser pêjna min ya li qeraxa wateyan westiyayî û matmayî, birijînin.

Berî ku Adar tola xwe ji Eylûlê bistîne.

Hîna xwîna helbestê germe.

Ew xwîna helbestê ku ji sawêrên Xwedayên basik şikestî, berî limêja şeveqê, hatiye stendin.

Sawêrên Xwedê û yên Kurd û kew û kundan yek in.

Lê, sawêrên kewan bi yê kurdan ve kilîtkirî ne.

Lewra, ax sozdaye ku sibe na dusbe, tola agir ji avê bistîne.

*    *    *

Sibe na dusbe…

Mehrecana mirina havînê ye.

Hejîr û tirî sêwî bûne.

Kuştiyên peyvên fedyok

mîna berfê, li ser tayê dumana dilbijokiyê, rêwîtiya xwe berdewam dikin.

Li bin siya awazên genim û pembo, gunehên hev dijmêrin.

Di nav bera çar mirinan de, straneke bi stiriyên şîn, bo te dibêjin.

Stranên bi strî… welatên bê peyv û heyv in.

Awazên bê dengin.

Xemên meyandî ne

û pencereyên ji xewnên firindeya re vekirî ne.

Di stranên bi strî de…

Bihn, bi zimanê rengan diaxivin

û rengan bi zimanê giyanê şervanekî Kurd, dikenin û digirîn.

Li ser sosreta çemê ku di himbêza bakurê xeman de razaye

diaxivin û digrîn.

Bakurek heye…

Di nav bera têkçûnan de ruxiyaye.

Bakurek heye, di nav bera çar başûran de derizîye.

Bakurek heye, kêla goristana xwe ye

ala serhildana xwe ye

hogirê xwîna xwe ye

tolhildêrê peyva xwe ye.

Başûrek heye…

Dengê xwe ji pêjna xwe nasnake.

Başûrek heye, xwekujê xwe û agir e.

Başûreke din heye…

Bakurê xwînê ye

Pîrozgeha dîna ye

birayê sê xwişka ye

xuşka sê bira ye

dotmama sê hezar kewa ye

Pismamê sê hezar şoreşa ye.

Ne li wî başûrî

li başûrekî din, li hêviya te me

sibe na disbe.

*    *    *

Sibe na dusbe…

Salvegera sê hezaremîn ya kuştina min e.

Û hîna dem û cih, li kêla min digerin.

Ez jî…

Li ser pişta "demilqeran"

li pezkoviyê ku min kuştî, digerim

da ku lêbûrîna xwe jê bixwaz im.

Berî ku Sîpan tewana xwe, bi qêrîna Xecê bipêçe

û bi şûrê zivistanê

bîranînên xwe û yên payizê bikuje.

Rûwê min, mîna qulingekî sêwî

li nav kolanên tenahî û mişextiyê wenda bûye.

Gewriya min…

Bûye dergûş û hêlana peyvên nepenî.

Peyvên nepenî…

Lavêjên poşmaniya Xwedawenda ne.

Peyvên nepenî û bihna kenê te, cêwî ne.

Cûdiyê ku di newqa Dijlê de

çar hezar birîn bişkivandiye

soza kuştina Dirbêsiyê daye Dêrikê

sibe na dusbe.

*    *    *

Sibe na dusbe

Ezmanê heşta sayî ye.

Giyanên sor…

Bêy ku soza vegerê bidin, bê xemên zemînê jixwe kin

çûne nêçîra ponijandinên hîv û çûkên Cotmehê, li ezmanê pênc ê.

Giyanên şîn…

Razayî, lavêjan dixwînin

û gunehên hev dijmêrin.

Dixwazin tolaziyên xwe, bi ezmaneke ji gir pîne bikin.

Giyanên kesk…

Tinaz û qerfên xwe, bi pîrozmendan dikin.

Xweziya xwe, bi gunehkara tînin.

Ji giyanên sor şerm dikin

û dijberiya xwe bi giyanên zer re berdewam dikin.

Giyanên sipî…

Tenê ji havînê ditirsin

û ji adarê fedî dikin.

Giyanên zer…

Ji du tiştan hez nakin

Ji rengê xwe û ji tenahiyê.

Nifiran li wê roja ku Xwedê

wan tê de kiriye zer, dikin.

Sûnda kuştina Xwedê dane.

Lwera, her payiz, li ezmanê duda, kozik û çeperên xwe vedidin.

Giyayên zer, çavnebar in.

Dijatiya giyayên kej û yên şîn dikin.

Giyanên kej…

Hîna koçer in.

Li nav ezmanan, ji stranên xwe re, li welatekê biqasî çar bihostan,ji kenê qurenfilan, digerin.

Hîv û rok, nikarin pesnê ronahiya xwe bidin

dema ew difirin.

Carna, dibin ewr û carna, zingil. 

Carna, dibin cejna binefş û perperîkan.

Û carna dibin her tişt, ji bilî xwe.

Giyanên kej…

Serwerên giyanên reng û denga ne.

Li ser pireke ji hêviyên miriyên çav vekirî

miriyên çirûsk û pertewan, derbasî buhuşta xwe dikin.

Miriyên bê gor

di gel Tebax û Tîrmeh ê seyranê dikin

û di gel Mijdar ê, li ezmanê yekem, Sebata par dilorînin.

Giyanên reş…

Evîndarên ronahiyê ne.

Helbestên xwînê yên bê tîp in.

Sawêrên zeytûnan, mîna alê hildidin.

Zagon û yasayên şevê, binpê dikin.

Gumanên Xwedê, bi tenahiya wî har dikin.

Û kişwera şahê cinan, li ezman ê hefta, ava dikin.

Ne tenê xewnên sipîndarên kezîkur û şengebiyên perîşan û bexreş, şirove dikin.

Lê, yên welatê mirinê jî, ew ê sibe na dusbe, şirove bikin.

*    *    *

Sibe na dusbe…

Şîna tîpên serhildêr e

li ser koç kirina welêt, ji helbestên xwînê, bi dawî nayê.

Helbestên xwînê û helbestên agir

keçên xemgîniya axa Mezobotamya ne.

Helbestên xwînê…

Ji saw û sawêrên kew û pezkoviyan hatine hûnandin.

Helbestên xwînê…

Demsalên binavbûyînê, li bin pêlên dînbûn û zaroktiyê ne.

Helbestên xwînê…

Mukurhatinên xwê, li pêşiya pêjna min û te ne.

Li ezmanê heşta, sibe na dusbe, tê xwendinina helbestên xwînê dubare bike.

*    *    *

Sibe na dusbe…

Baweriya min bi min û te û sibe

nema tê.

Hema îro were..

ne sibe na dusbe.

 

10/6/2003

 Şam

...................................
 
Veger >>
                                                                                tirej.net/com/org

 

kurdi@tirej.net
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ tirej@tirej.net ]vebûna malperê 01/12/2002