
Heyder Omer
Wêje ya berxwedaner
Gelo,
li ber guveguva dengvedana pêlên derya ya tevgera rexneyê,
ku gelek têor û rêbazên rexneyî, ji sîmbolîzmê de bigrî, di
ba dadaîzmê û suryalîzmê re derbas bî, heya dighînî
binyadgeriyê û hilweşnadinê, û ji berî wan jî formelîtên
rûsî, mirov dikare di ber guveguva wan re wêje ya
berxwedaner bipelîne?!.Pirên van rêbazan guh nadin hemî
kartêkerên aferînê, tenê bala xwe didin şêweyê nivîsînê û
derbirinê, ta ku mirov dibêje qey nivîsîn awayekî pehlewanî
ye, haya wê ji derdora wê, tev hemî nîr û rûdawên civakî,
polîtîkî û kefteliftên mirovane nîne.
Rast
e, awayê derbirinê çendî xweşik be, nikilê pênnûsa aferîner
çendî jîrek be, ku ciwaniya nişkaviyan ji berhevdana
dijberan biherikîne, û hestan li hember wê yekê bilerizîne,
ewqas nivîsîn xweşik dibe, û ciwaniya xwe diyar dike. Lê di
heman demê de, xwener, di navbera ciwaniya deqên aferînan re,
xwe, hest û rûdawên jiyana xwe, û aloziyên wê jiyanê jî
dipelîne. Ma gelo, eger tu gulekê û xwarinê deynî pêş kesê
birçî, wê berî pêşî dest bavêje xwarinê an gulê?.. Eger
civaka sitembar dengvedana êş û berxwedana xwe di deqên
aferînê nebîne, dê çawa bibê pêşwazê wan deqan?!..
Em gîş dizanin, ku ew rêbazan hemî berhemên jiyan û ramana
Ewrupayê ne, dîsan em gîş dizanin, ku bingeha derûnî ya
civaka me û ya Ewrupiyan ji hev gelekî cuda ye, sergêr û
aloziyên Ewupiyan çareser kirinê û bi paş xwe de hêştine hê
jî qirikên me diguvêşin, û jiyana me serûbinî hev dikin. Êdî
çawa arferînerê Kurd dê karibe wan aloziyan û sitemkariya
sitemkaran ji bîra bike, û di hundirê hestên tekane de
melevanî û seyranê bike?!..
Gotinek li guhê min ketiye, dibêjin ew ji bermayên O. Sebrî
ye, li vê çaterêkê tê bîra min. Dibêjin wî rêzdarê rehmlê
gotiye "Raman
wek topê cêw e, her mirov bi qaserî qulafetê xwe hinekî ji
wî cawî dibirê, û cilên xwe jî çêdike, lê Kurd tevayê topê
cêw li bejna xwe dalîne"
. Aya, piştî vê boçûna O. Sebrî, heye mirov van boçûnên me
ji bo helwesteke xwe bike deyax, û bêje me hê jî hûn li ber
dûvê nostaljiyayê xulmaş in, û wêje ya berxwedaner dipelînin?!.
Dêmek,
boçûna me ew e, ku li bin siha hevyariya naverok û durvê
berhema wêjeyî de, wêjeya berxwedaner bipelînin, lew em
bawer in, ku wek çawa wêje li hember aloziyên jiyanê
berxwedide, weha jî li hember destlatiya durvên kevin, ku
rêveçûna hunerî gem dikin, bê tevger û helwest namîne; ango
naveroka nû derbirina nû jê re divê. Her weha, li ber roniya
vê helwest û têgihîştinê, emê berhevoka helbestî ( Di
kûraniya vê riyê de ) ya M. Hemo, ku sala 2004ê li
Silêmaniyê (Başûrê Kurdistanê) çap bûye, bixwînin.

M.
Hemo berê xwediyê du berhevokên helbestî ye, ku salên 1994ê
û 1997ê li Bêrûtê çap bûne. Her du jî babeta gotara me (
Taqetkirina M. Hemo ya helbestî di du berhevokan de ) bûn,
ku di hejmara 17ê ya kovara PIRS de sala 1999ê li Sûriyê
hate weşandin, û di hejmara 9ê ya kovara HAVÎBÛN de sala
2001ê, li Elmanya û Dihokê, bi tîpên kurmanciya jêr, dubare
bû.
Tevî
ku vê gotara me bi dubarekirina hizr û ramanaên gotara berê
pêdivî nîne, lê nikarin wan ji bîra jî bikin, da bibînin, ka
evê berhevokê çi bi ser rêveçûna wî ya helbestî de zêde
kiriye.
Naveroka vê berhevokê dide xuyakirin, ku M. Hemo dest ji
hizr û ramana xwe, ya ku her du berhevokên berê diyar dikin,
bera nade, tevî ku çar caran tê zîndankirin, û ji neçare
warê bîranînên zaroktiyê bi şûn xwe de dihêle, lê nakeve ber
dava çewtiya, ku me piran dihêre, belê berê xwe dide Başûrê
Kurdistanê, û pişta xwe dide gund, bajar û kolanên
berxwedana berhemkar. Çar carên zîndankirinê nikarîbûn
hêviya wî bi hatina roja azadî û serkeftinên mirovane
biçelmisîne:
Di kûriya vê riyê
de,
Hêvî bi piraniya
stêrka ne. Rû 14.
Mirov
dişê, bi ser de, bêje, ku evê pergala zîndankirinê ew
hêviyan du qat kiriyê, lewre jî deriyên hesinî li hember
vîna wî zingar girtine, û li pêş berxwedana helbestî ji hal
ketine, û helbestan dîwarên zîndanan hilweşandine, baskên
xwe li ezmanê azadiyê fireh vekirine:
……………………
û deriyên
rûzingarî
dikarin bi
helbestvanekî
çi bikin?..
Ji bilî helbesteke
zelal
Ji dilê û hestan
biherikînin!!.. Rû 20
Belê…
Weha diyar e, ku zordarî, li hember vîna berxwedanerên
bawermend, tevî ku zorkar li xwe nanin, diçelmise, û nikare
rê li pêş geşbûna wan hêviyan bigire:
Dest di kelepçekê
de narizin.
Lê kelepçek di
destan de dirizin . Rû 23
Ev e,
xurista xwediyên pênûsên, ku di her dem û çerxan de nikarin
li hember kedxwar û zorkeran çavgirtî û destbest bimînin.
Çimkê jiyan ne tenê jiyana biyologîk e, belê jiyan azadî ye
jî. Lewre wêje ya berxwedaner li her dem çerxan de, ji vê
kefteleftê bi dûr de neçûye, belê her tim di navenda wê de
afiriye. Gelo me pêdivî he ye, sedemên helwesta zordar û
şovenan ya dijî peyva berxwedaner, li vir, dubare bikin?!..Ji
ber vê jî helbestvan weha diçe, ku ev peyv di vê meydanê de
kêrhatirîn alava berxwedanê ye:
Îro pênûsê min
bûye
hespê Ristemê Zal
. Rû 93
M.
Hemo, bi vê boçûnê, gotina nivîsevanê Misirê, yê navdar,
Mihemed Husên ( ne Hesenên) Heykel tîne bîra me.
"Hîn
jî em dibînin ku bermayên pênûsan, ji hezarê salan de, cîhan
hejandine, û ta îro jî wê dihejînin, û aferînên nû, yên
rengareng tê de peyda dikin û dafirînin, ji ber ku pênûs
yekemîn alav e, derûna mirovaniya, ku ji bo bi destxistina
maf, azadî, ciwanî û xêrê xebatkar e, diwênîne (wêne dike)".
Tiştê dine balkêş li
nik helbestvan M. Hemo ew e, ku di vê berhevokê de jî,
dîyalîktîka hevdijîtî ya navbera dijberan de he ye, dubare
dike:
Di nav lepên
reşiyê de,
xweşiya rinahiyê
dibînim. Rû 23
Dubarekirina vê boçûnê, li ba M. Hemo ne bê wate ye. Belê …
Ewê wateyeke din jî he ye, ku serkeftinên ji xebat û
berxwedanên cefadar diherikin gelekî şêrîn in, dikarin mirov
li gel jiyanê hê jî bibetînin. Pêre jî diyar dibe, ku jiyan
xwe bi hêsanî naspêre mirovan:
Min nasî ku
ronahiya
herî xurt ji
tariyê dize. Rû 88
Helbestên vê berhevokê jî mîna yên berê awaza derveyî
şikandine, û bi awayê pexşanê hatine hûnandin. Lê gelo kî
dikare bêje, wekî helbesta pexşane, an jî pexşana helbestî
bê awaz e?!.Giringtirîn xala vê helbesta pexşane, ji hêla
awazê de, duristiya awaza hundirî ye,ku ew jî di navbera
lihevhatina kîtên ( berg ) peyvan re, û têkildariya wan li
gel hulma hesteweriya helbestvan diyar dibe.
Diva ye haya helbestvanan ji vê yekê he
be. Ger ne, helbest hîngê di hundir
pexşana normal werdibe. Rêzkirina xêzên helbestê, di vê
navberê de, rola giring he ye, diva ye ew li gor hulma
hestewerî, li dûv hevudin, bêne rêzkirin. Eger li vî
nimûneyê jêrîn binerin:
Gav bi gav
hingên bîranînên
te
di bîreweriya me
de
hingiv didin.
Rû 75
Em dê
pê hay bibin, evê rêzkirina van xêzan awaza wan çiqas birîn
kiriye!.pirsa berî pêşî xwe diyar dike ew e, ku çima
niqte li paş xêza yekem nîne, tevî ku ji hêla hestewerî
de kurtebênhvedanek li vir diyar e, û pêre jî hulma
hestewerî ya kurt numa dibe?. Çima (H) ya peyva hingên
bi awayê biçûk hatiye nivîsîn, tevî ku ev hevok hulmeke dine
hestwerî werdigerîne?. Her weha (D) ya daçekê jî di xêza
sêyemîn de wusa ye. Eger mirov van xêzan bi dengê bilind
bixwîne, dê sayî diyar bibe, ku her duwên pêşî du hulmên
hestewerî werdigerînin, ango rêzkirina wan rast e, pêre jî
divê (H) ya (hingên) bi awayê mezin hatiba nivisandin. Lê
her duwên dawî vêkre hulmeke hestewerî werdigerînin, divê
tenê xêzek bana, ne dudu. Bilêvkirina (te) li dawiya
xêza duwemîn, tevî ku kîteke kurt e, kurtebêhvedaneke numa
sayî nîşan dike, û hulma hestewerî bi dawî tîne. Lê (de) ya
dawiya xêza sêyemîn, hem bi xwe kîteke kurt e, hem jî
bilêvkirina wê kurt e, bêhnvedan, di dû re nîne. Pêre jî
diviya bû xêza çaremîn bi ser ve ba, ne bi serê xwe ba, û ev
nimûneya li sê xênan bihata siwarkirin, ne li çaran.
Nimûneyên, ku lerizandina awaza helbestê nîşan dikin, û
bergehê dixin navbera wê û hestên helbestvan, gelek in, em
dê hinekan li vir bê guftugo biçespînin, da xwendevanên hêja
pêre mijûl bibin:
Geh siwar
ji hespan diketin
geh hesp
ji destê siwaran
derdiketin ..!!
Rû 92-93
Çima ew ne du xêz
in ?!.. Eger tu bi dengê bilind bixwînî, tê çar caran, an du
caran rawestî ?. Ev nimûneyê jêrîn jî wusa xuya ye :
ramûsan di dilê
dildaran de
celq dibin
û lêvên dîlberan
beyar dimînin.. !!
Rû 14
Lê
carandina vê kêmasiyê nikare serkeftinên awaza hundirî her
tim, di bin siha xwe de veşêre. Belê…Eger helbestvan careke
din li helbestên xwe vegere, wan ji nû ve li gor herikîna
hulma hestewerî raxîne, gelek helbestên vê berhevokê dê ji
gelek waran de serkeftî bêne xuyakirin, û pêre jî awayê
çîrokbêjî, ku helbestvan bi kartîne, dê durist bibe, û
helbesta wî dê ji ya pexşane ve gelekî nêzîk bibe.
Gelek
kesan, di van çend salên dawî de, berên xwe dane vî awayê
nivîsînê, ta ku melbestan şûna helbestan teng kirine. Tu
dibêjî qey ev cureyê helbestê ewqas xwe bi hêsanî dispêre
pênûsên jar jî !.. Lê tevî pirbûna wan melbestan, piçek
ronahî li dawiya qoziyê de xuya ye, mizgîna serkeftina
helbesta pexşane diyar dike.
Helbesta M. Hemo her diçe ji wê qoziyê ve nêzîk dibe, xwe bi
ser xeberdana çîrokbêjî de
السرد الحكائي)
) paldide :
Ji qamûşekî
şekirî,
li ber lêvên
çemekî
ji çemên hestên
min
şîn daye…. Rû 76
Hêmanên helbesta pexşane, ku bala rexnevanan dikşînin, ev
in : Xeberdana çîrokbêjî, bê ku di hundir çîrokê werbe,
pelandina helbestiya pexşanê, di navbera guvaştin(
التكثيف)
û havîbunê
الغـرابة
)) re, û hundirê deqê helbestî û
awaza hundirî, û wateyên bê sînor, ku ji helbestê diherikin.
Gava
mirov, di tenga van hêmanan re, li helbesta M. Hemo dinêre,
tevî ku wek me berê jî gotiye, xeberdana çîrokbêjî gelek
caran tê de diyar û cihgirtiye, ziman û wêneyên wê ne
guvaştî ne:
Zîndanek çendî reş
be
ji qesrek kole
geştir e!.
Zîndanek çendî teng be
ji komarek bindest
ferehtir e!. Rû 45
Zîndan, di bîriya mirovaniyê de,
her reş û teng e. ango, gava mirov vê peyvê dibihîse, tarî û
tengahî yekser li pêş çavan diyar dibin, û bêhna wî
ditengije, lewre jî pêwîstî bi xebitandina rengdêrên
"reş
û teng"
li kêlek peyva "zîndan"
nîne. Bikaranîna wan rengdêran giyanê wêneyê helbestî
çelmisand, û rê neda dijberan ( zîndan – qesr ). (
teng – fereh ) ku karibin hêmanê havîbun, matiyê
( الدهـشة )
û nişkaviyê ( الفجائية )
di wî de bicivînin. Her weha her du rengdêrên ( bilind û
fere ) li kêlek ( zozan û deşt ) ne tenê bê sûde
ne, lê ziyan jî gihandine ziman û avakirina wêneyê helbestî,
ku peyva (dil) gelekî berxwe dide, da wê ziyanê
kêmtir bike:
Zozanên dil blind
in
deşt fere ne.
Rû 77
Zimanê helbestê, bi gelemperî, û yê hetbesta
pexşane bi taybetî zimanekî guvaştî
ye, peyvên bê rol û bê sûde napejirîne. Hebûna wan di
helbesta M. Hemo de bandûra neyênî dikşîne ser wê, û gelek
pêdiviyên helbesta pexşane tê de jar dike, pêre jî barê
xeberdana çîrokbêjî, ku helbestvan bi jîrbûn dixebitîne,
giran dibe. Lewre berxwedana wê li ber deriyê helbesta
pexşane duqat dibe, lê bergeha, ku di navbera wan de dimîne,
ewqas ne dirêj e. Gelo, boçûna Ş. Bodlêr, ku dibêje
"Helbesta
pexşane keça bajer e"
dikare hinekî barê helbestvanên me, M. Hemo jî di nav de,
yên li deriyê vê cure-helbestê didin sivik bike?!..
Ez bawer im, erê...
...................................
Veger
>>
tirej.net/com/org