
Arşevê Oskan
Kesê welatê xwe ji bo keçekê bifroşe
Serpêhatiya Nr (15)
Wekî
ku min berya niha jî, ji we re gotibû: divê li Europayê, em
hiş û aqilê welêt ji ser xwe bavêjin. Ango mirov piştî ku
paseportê qezenc dike, ma mirovê ji netewperestiyê çi bike.
Hemû li cem me dibin gotin motinên
vala. Ma ku pereyên min hebin û paşeroja zarokên min, ne di
xeterê debe, ku qanûn li ser min û Almanekî wek hev bê
bikaranîn. Vêca ev çi birazît û quretîn in. Ez nema sintekî
xwe, di ruhê Kurdan de didim. Yaoooo çima ez hatime û serê
we bi van gotinê, ku hezarê caran hatine dûbarekirin
di´êşînim. Ka ez serpêhatiya vê carê ji were bixwînim û we
ji çîrok mîrokan rizgar bikim.
Wê rojê, ez di tirênê de, bi keçekê re siwar
hatim û ew jî, ji bajarê min bû. Gotinek ji vir, yek ji wir,
min pirsa navê wê kir. Wê jî, bê tirs û fedî navê xwe ji min
re got: navê min Xelat e. Dema ku min jê pirsî: tu ji kîjan
welatî hatiye Almaniyayê?. Got: ez ji Turkiyê hatime û hemû
malbata min li vir rûdinên. Dema ku wê jî, ji min pirsî û
got: Tu ji kîjan welatî hatiye?. Li vir ez hinekî sar
sekinîm û ramiyam, ku ez bibêjim ji Kurdistanê hatime,
ditirsim ku keç ji min bixeyide, ji bo navê welatê minî
qedexekirî û nema bi min re bipeyive, lê hema min ji wê re
got: Ez ji Sûriyê me!. Min nema dixwest ku pirs firehtir û
bêhtir bibin.
Me li nav û temenê hev pirsî û bi vî awayî,
her tişt baş derbasbû. Dema ku min jê pirsî: piştî em li
bajêr peyabin, emê dikaribin careke din hev bibînin?. Wê jî,
kêfa xwe anî û got: Çima
na?. Ez roja yekşemê valam e û karê min wê rojê tune ye, em
dikarin telefonên hev bistînin û hev bibînin. Bi rastî min
ji xwe bawer nekir, ku ev keça xweşikî nazenîn, kêfa xwe ji
min re anî û wê were serdana mala minî biçûk.
Bi gihandina min ya malê re, çi tiştên minî
bi kurdî hebûn, min ew veşartin, kasêt, nexşeya Kurdistanê,
al û pirtûkên kurdî. Min hundir ji
kurdayetiyê paqij kir. Min xwe amade dikir, ku jê re bibêjim
ez mirovekî Ereb im. Roja yekşemê hat, hevala me di soza xwe
de li derî xist, bi derbasbûna wê re, roj derbasî odeya min
bû. Li ser kenebeyê rûnişt û li derdora xwe nerî, ji min
pirsî: Ka çi kasêtên xweş li cem te hene?. Ji bilî yên
kurdî, li cem min tune bûn. Min derew lê kir û got: Mixabin,
hevalê min hemû kasêtên turkî û erebî birine cem xwe. Yeqîn
di hundirê teyiba xwe de, min kasêta
Şivan Perwer jibîr kiribû. Gava ku
destê xwe da ser bişkojê û Şivan
mîna hercar qîriya, dest bi strana xwe (Çîroka
Laz û Kurd) kir, min xwe qermiçand ser hev. Dîna min dî, ku
wê jî serê xwe li ber stranê hejand, ez li hejandina serê wê
matmayî mam.
Gotina yekem ji min re got: Ez dizanim tu
Kurd î, mane ez jî Kurd im ha, ez ne Turk im, lê mixabin bi
kurmancî nizanim, ez Zaz im!.Bi gotina wê re min êrîşî bin
text û kenebeyan kir û al, kasêt, nexşe û pirtûkên kurdî kir
û ew derxistin. Min lêbûrîna xwe ji wê xwest û min got: bi
xwedê, min go qey tu keçeke Turk e, lewra min hemû tiştên
kurdî ji ber te veşart, da ku tu ji min nexeyide. Keçik, ji
wê tevgera min, bi hêrs ji derî derket û got: Kesê welatê
xwe ji bo keçekê bifroşe, ez nikarim hevaltiya wî bikim. Bi
vî awayî, Xelat û welat herdu jî, ji min xeyidîn û çûn!!.
...................................
Veger
>>
tirej.net/com/org