
Malper û Internet Zimanan têkdibin
Qado Şêrîn
Min berî
demekê di nivîsek xwe de diyar kir ko zimanê kurdî piştî
Internet di rewşeke ne xwezayî de ye, ji ber gelek sedeman, ji
van sedeman -hema çibe belav dibe, bê ko bê serastkirin,
bê ko zikêşên zimanê kurdî xwe
biwestînin û ji bandora zimanê serdestan paqij bikin. Ez
ne zimanzan im lê hin tiştên beloq bala min dikşînin, diyare
malperên me bi hevûdu re ketine bezîna belavkirina nivîsan,
kî dikare yan jî kî dê zûtir û bêtir
nivîsa filankes û bêvankes di malpera xwe de belav bike,
îca di nav şaşî
û gunehan de winda dibin, ji ber vê
yekê û ji bo heman nûkirina malpera xwe dê çax û dema wan ji bo
xwendin û serastkirinê tunebe, ev
berpirsiyareke dîrokîye, van kesan gelek kes li ser serê me
û bavê me kirin nivîskar û xwe jî wek tacekê li ser serê
hemû malperan danîne, nimûne, jixwe
nimûne bê jimar in:
Motka
nivîsakarê kurd
Brahîm Mehmûd
(rojava.net).(http://www.rojava.net/06.10.2005ibrahim-mehmud.htm
)
-çimkî ew xwe dibîne bi wan ve dengdayî,
-xwe didîtin bi helbestvanê xwe,
-Nivîskrê kurd xwe dibîne bi civata xwe,
-wî çaxî dîroka mirovê kurd berz dike bi navekî dirust.
-Ji mafê çi kesî heye ku têbîniyekê binivîse:
-Di rexnê de têks amade dibe bi gelek şêweyan,
di van hevokan de şaşiyin beloq hene. Di
hevoka kurmancî de pîşk wisa nayê bicih kirin. Ez
serastkirina wan ji xwendevan û zimanzanan re dihêlim, li
gel ko ez jî zanim ko hevok bi vî şêweyî şaşe û ji bo van
hevokên ko şaş hatine nivîsandin û belav kirin, min ev name
ji hin nivîskar û rewşenbîrên kurd re hinart:
Gelî birêzan:…….
Silav û rêz,
Min îro sibehê gotara hêja Brahîm Mehmûd
ya di bin navê
Motka nivîsakarê kurd
di malpera rojava.net de xwend, ez bawerim we jî
xwendiye, dibe ko we berî min xwendibe, nexeme. Hevok û
rêzimana nivîskar bala min kişand, min wek nimûne şeş hevok
hilbijartin û ji we re dişînim ta ko hun bi çavên serê xwe
bixwînin û bibînin bê çi bi serê zimanê me tê.
Gelo şaşî ya nivîskar e yan a malpera ye?.
Ez li benda bersiva we me .
Dubare silav û rêz.
....
Piştî min ev name ji wan nivîskar û
rewşenbîran re hinart, hêja Brahîm Mehmûd gotareke din bi
navê; Wê rojekê ji rojan..di du malperan de weşand,
avestakurd.net û rojava.net, min gotar di her du malperan de
xwend, şaşiyên di avestakurd.net de di malpera rojava.net de
nînin, ango şaşiyên nivîskar di rojava.net de hatine
serastkirin, nimûne:
-an
divê em xwe ji pirsa nivîsiyê bişon yek carî.(avestakurd.net).
-an divê em xwe ji pirsa nivîsiyê yek carî bişon,(rojava.net).
-yan jî gereke em bi yek carê, xwe ji pirsa nivîskariyê
bişon“ (serastkirina Hoşeng Broka ’’
Avdarnameyek vekirî:
Ji îna mezin heta bi xwîna mezin(2/2)(rojava.net).
-xwe bi nav kir di civaka xwe de ya kurdî,(avestakurd.net)…
-xwe di civaka xwe ya kurdî de bi nav kir,(rojava.net).
Nimûneyin din ji gotara:
Wê rojekê ji rojan..-
Brahîm Mehmûd
Avestakurd.net (http://www.avestakurd.net/ibrahim%20mehmud.htm
)
-diyar kirin pêşbûnek ji xwe re,
- ev peyveke deng dide li ser wan sînariyên nivîskarên kurd
yên herî dijwar,
- an divê em xwe ji pirsa nivîsiyê bişon yek carî,
- bê dengî ji dengiyê çêtire di virde.?
- xwe bi nav kir di civaka xwe de ya kurdî,
- Lê dîsa ezê vegerim rawistim li ser tuxmê vê dîroka hanê.
Ji min re hate ragihandin ko nameya min a li
jor giha desteya birêvebir a malpera rojava.net, êdî gotara
duwem ji nivîskar e serast kirin, mala wan ava ko xwe
westandin û ew karê pîroz kirin û gerek vê yekê bi hemû
nivîsandinan re berdewam bikin û hemû nivîsan berî weşanê
serast bikin.
Ez pirsa xwe ya di nameya li jor de dubare
dikim; Gelo şaşî ya nivîskar e yan a malpera ye?.
Ez vê gotarê ne bi taybetî di derbarê
gotarên hêja Brahîm Mehûd e dinivîsim, na..na, ji ber Brahîm
Mehmûd wek nivîskar û lêkolîner bi zimane erebî, rêza min bê
sînor jêre heye, bi dehan pirtûkên bi nirx û hêja çap kirine
û ji bo ko hîn jî wan gotar û pirtûkên hêja û bi nirx
biweşîne temenê xwe ji bo me dirêj dike, ew dê ji bo me du
temenan bijî. Bi zimanê erebî keleheke, lêkolîner û
nivîskarekî navdar e, êdî ji ber ko Brahîm Mehmûd ew keleh û
lêkolînerê navdar e hema çi ji cenabê wî dighêjê malperên
kurdî û bi zimanê kurdî belav dikin bê ko bixwînin û serast
bikin, ji ber ko ji Brahîm Mehmûd in. Nivîskarekî di
bersivdana nameya min de nivîsand; ji ber Brahîm Mehmûd
hevoka kurdî bi rêzimana erebî dinivîsîne dikeve wan şaşiyan
de.
Ez vê nivîsê wek têbînî dinivîsim dako
sernivîser û xwediyên malperan agahdar bin û ez vê nivîsê di
derbarê rastnivîsîna kurmancî de dinivîsim û ne di derbarê
naveroka gotar û berhemên hêja Brahîm Mehmûd ên ko bi zimanê
kurdî derdiçin, ta radeya ko min rihet dike ez bi naveroka
nivîs û berhemên wî re me, lê tenê di derbarê rastnivîsîna
ziman de û tenê ji bo zimanê kurdî vê yekê dinivîsim.
Hin nimûneyên din ji gelek nimûneyan ji yên
ko di malperin dine de belav bûne;
-Wezîrê Hundir yê Suriyê Ghazi Kenan intîhar
kir((avestakurd.net))
-Wezîrê hundur ê Sûriyeyê Xazî Kenan întixar kir ((netkurd.com))
-çû ser dilovaniya xwe (avestakurd.net).
-Bêtir
ji 5000 hezar malbatên kurd ji Mûsilê revîn(nefel.com).
-
Ciger Xuin (Ktv)
Di dema ko dujminan bi
sedên salan kirin û nekirin ko zimanê me têk bibin, lê
nikarîbûn, niha hin kesên ko xwe kirine sernivîser û
xwediyên malperan rola têkbirin û çewtnivîsîna ziman dilizîn.
Jixwe xwe dikin zimanzan û bavê zimanzanan û merov dibin
pişt kera dema ko axaftin li ser rêziman û rastnivîsînê çe
dibe. Dubare û sêbare dibêjim û dinivîsim ko ez ne zimanzan
im lê tiştin hene diya min a nexwende jî zane.
Li dawî bang li xwedî û
sernivîserên malperan dikim; yan vî karî nekin an jî piçekî
xwe biwestînin û zimanê me biparêzin.
Têbînî 01:
hemû nivîs û gotarên ko min wek nimûne ji wan malperan girtine li ba min
in, eger piştî weşandina vê nivîsê guhertin di wan de bû,
êdî ezê bi şêweyê xwe belav bikim.
Têbinî 02:
nivîsên bi rengê şîn wek nimûne ji malperan hatine girtin.
tirej.net/com/org