
Heyder Omer
Nivîsîn berpirsiyarî ye
- 1 -
Hêja
Qado Şêrîn hinek şaşiyên zimanewanî, ji nav gotareke birêz
Birahîm Mehmûd, ku di malpera ( rojav.net ) de hatiye
weşandin, vedijêre, û ji gelek kesan re, wek çawa ji min re
jî bi rê dike, û li dawiyê pirsê dike: Gelo ev şaşî
ya malpera ye, an ya nivîskara ye?!..
Bi rastî ev pirs
deriyê gelek birînên, ku li benda kewandin û dermankirinê
ne, vedike. Eger neyên kewandin, pir girêkên, ku ji wan
peyda dibin dê çareser nebin, pêre jî em dê gelek sitem li
xwe, li çanda xwe, li zimanê xwe, û li nifşê, ku bê, bikin.
Bi ser de jî ev nifşê me dê, li pêş ê ku bê, erzan bête
xuyakirin, û rûmeta xwe wenda bike.
Gava mirov bala xwe dide alavên nivîsîn û
axiftina bi zimanê kurdî ( kovar, rojname, entirnêt,
televizyon ) ew dibîne, di van demên dawî de, pir bûne, û
hemî jî bi hemî cure û celebên nivîsînê dagirtî ne. Hîngê
hulma xwe dikşîne û hêdî hêdî berdide, dibêje xwe:Vaye me
zimanên dijminan di qirikên wan de komkir, û da xuyakirin,
ku zimanê me ji yên wan ne kêmtir e, ew jî zimanekî
şaristanî ye, dikare bibe alava derbirina hemî cure û
celebên nivîsînê. Weha diyar e, ku cefayên me beravêtî
nebûne, û nabin jî.
Lê gava bala xwe dide ast û şêweyên gelek
nivîsaran, hêviyên wî hinekê diçelmisin, û dibêje xwe: Gelo
evê teknolojiya nû çi bi serê me aniye?!. Eger neyaran her
dem hewildane, û didin jî, da zimanê me tune bikin, çima em,
di vê riyê de, dibine alîkarên wan?!..
Gelê me birçiyê xwendin û nivîsîna bi zimanê
dayik e, ev jî rastiyeke berz e, ku pelandina ûştên wê ne
barê vê gotara me ye. Lê eger birçîbûn, wek diyardeyeke
biyologîk, dikare mirov bixe bin bandûra neyênî, û gelek
êşan jê re peyda bike, tendirustiya wî jar bike, bi rastî
birçîbûna xwendin û nivîsînê dikare roleke, tersî wê ye,
bilîze, û mirov bi ber çalakiyê de têvede.
Birçîbûn, di heman
dem û rewşan de, birçîbûn e, têrkirin û şikinandina wê
cefayên kêm-zêde divên, wek çawa xwarin bi halê xwe naye pêş
mirov, pênûs jî xwe, bi hêsanî, nade dest wî. Pênûs hespê
rewan e, mirov nikare, bê xweamadekirin, li wî siwar bibe, û
dagere meydana cirîdê.
Ev rewşa hanê, ku her nivîsevan nikare jê
bireve, eniya me dide ber sê hêmanên nivîsînê, ew jî ev in:
Ziman, zelaliya ramanê, rewşenbîriya nivîsevan.Tevî ku her
sê hêman hevbest in, lê ziman mebesta vê gotara me ye.
Xwendina zimên, zanîna rêzimên û awayên
avakirina pevekan (hevokan) yekemîn gava xweamadekirinê ye.
%80 - %90 ji nivîsevanên kurd, berî pêşî bi zimanên serdest
( erebî, tirkî, û farisî ) xwendine û nivisîne, di dûv re jî
derbas qada nivîsîna kurdî bûne. Hewildanên wan xwedî rûmet
in, divê mirov kumê xwe li pêş wan ji serê xwe deyne, û
bejna xwe ber bi jêr de xwar bike. Lê divê pirsek jî, li
hêre, ji bîra nebe; gelo her yekî ji me çend salan bi
zimanên biyaniyan xwend, û di dûv re rahişte pênûsa wan
zimanan?!.. Di bin çiqas tirs, şerm, û fedîbûnê de yekemîn
car rahişte wê pênûsê?!..Beriya ku berhemên xwe yên pêşî ji
alaveke weşanên wan zimanan re bişîne, çend caran nivisand û
reşbelekên xwe sotand, û çend caran berhema xwe raberî
dostên, ku ji wî zanatir in, kir?!.. Çend caran bersivên
neyênî ji hêla wan alavan wergirt, an wan alavan çend
berhemên wî bi pişt xwe de avêtin?!..
Gava kesek radihêje pênûsa zimanê dayik,
çima evan pirsên jorîn, ku bi me hemiyan re derbas bûne, ji
xwe nake?!.. Çima rûmeta vî zimanî bin pê dike, û bê pirs û
berpirsiyarî derbas dibe vê qada, ku nivîsevanên hemî
miletan bejnên xwe jê re xwar dikin ?!..
Nimûneya, ku di destên me de, xala ku
hevalkarê me Q.Şêrîn tiliya xwe daye ser e. Hemî rewşenbîrên
me hêja Birahîm Mehmûd nasdikin, û dizanin asta zanîn û
ramana wî di penava zimanê erebî de çiqas bilind e. Dîsan em
hemî, û ew bi xwe jî, dizanin çiqas cefa daye, ta ku
gihîştiye wê pileya bilind, lê gelo çima bê cefa derbas qada
nivîsîna kurdî dibe?!.. Ma ev ziman evqas erzan e?!..
Da ku ez gunehkar nemînim, ji neçare, dê
ewan pevekên, ku Q. Şêrîn bi rê kiribûn, û hineke din,
dubare bikim:
- Xwe didît bi helbestvanê xwe.
- Nivîskarê kurd xwe dibîne bi civata xwe.
- Wî çaxî dîroka mirovê kurd berz dibe bi
navekî dirust.
- Ji mafê çi kesî heye ku têbîniyekê
binivîse.
- Di rexnê de têks amade dibe bi gelek
şêweyan.
- Ew weke Dûrbînekê ye ji vê pirsê re.
- Hêka yekem dibe motik ji mirîşkê bi xwe re.
Gelo hêja B. Mehmûd evî şêweyê lerzandî û
jihevketî layiqî gotarên xwe yên bi zimanê erebî dibîne?!..
Eger na, çima evqas dîwarê vî zimanê xwe yê dayik nizim dike,
û rûmeta wî bin pê dike?!.. Eger xwe di nav civaka xwe de
wek rewşebîrekî payebilind û berhemdar dîtiye, bi rastî ez
jî wî weha dinerxînim, lê kêmasiyekê di xwe dibîne, ku bi
zimanê dayik nanivisîne, û ji dil dixwaze li hember vê
kêmasiyê bi serkefe, hêviya min ew e, ku nelezîne, û hinekê
xwe bi vî zimanî re biwestîne.
Tevî ku em hemî dizanin, her nivîsevanê
kîjan zimanî dibe, bila bibe, gelek salên temenê xwe di ber
xwendina wî zimanî de têper kirine, lê Osman Sebrî, di
gotareke xwe de, rê li pêş nivîsevanê kurd hêsan dike, û
cefayê sê salan ji bo vê yekê pêwîst dibîne.Gelo kê sêyikeke
vê pêşniyara wî bi kar aniye?!..
- 2 -
Ev nimûne yekekî
din tîne bîra min. Beriya 8-9 salan ez wek guhdarekî mêvanê
şevbêrkeke helbestî bûm, gava min, piştî xwendina helbestan,
hinek şaşiyên zimanewanî, ku di melbestên camêrekî hebûn,
nîşankir, xêr û bêra dinyayê li te barîn, û kevir û kuç li
min barîn, û melbestvanê zîrek gote min: Ma te ez çawa
dîtime, qey ez zimanê xwe jî nizanim?. Min bersiva wî da, û
gotê: Bira !.. Bêhna xwe hinekê fereh bike, û were em ji
xwediyê vî xanî bipirsin, gelo dikare dîwarê xênî hilweşîne,
yan na?!.. Gote min: Çima nikare?. Min gotê: Rast e, xanî ê
wî ye, bi diravên xwe kiriye, û dîwar jî ê vî xanî ye, lê
hêla dîwêr a din xanî yê kesekî din e, wî jî bi diravên xwe
kiriye, eger ev camêr dîwarê xanî yê xwe hilweşîne, hîngê
xanî yê cînarê wî jî hildiweşe, û pêre jî herdu dê pevbiçin.
Dêmek mirov nikare xanî yê xwe, yê ku bi cefa û diravên xwe
kiriye, hilweşîne, ma te çi maf e, ku tu zimanê çel milyon
kes, zimanê miletekî hilweşînî?!..
Mixabin, ev çewtiyên zimanewanî, pirê caran
li nik gelek nivîsevanên, ku kêm-zêde deng vedane, jî diyar
dibin. Wek nimûne, gotara birêz Hûseyin Kartal
"Gavên
nû di wêjevaniya kurdî de"
( rojava.net 28. 08. 2005 ). Birêz Kartal peyva (( Beş
)) bi her du awayên nêrza û mêza bi kartîne, pêre jî
xwendevanê gotarê mat dimîne, gelo ev peyv nêrza ye, an mêza
ye, an nêrmê ye?. Her weha bêjeya (( Parçe )) mêza
dixebitîne, û carcaran, hevokên wî, mîna ên birêz B. Mehmûd,
lerzandî û jihevketîn e. Wek nimûne
"Di
peyvê de em yekdeng in"
. Rastî ew e, ku bernavê ( em ) li pêşiya hevokê ba. Bi ser
de jî cihên, ku verês tê de diva ye, ji bîra dike, û verêsê
bi kar nîne, wek çawa dibêje
"Gelek
gotin xwe davêjin ser
nermiya ziman …. Di
parastina çand û ziman de ne".
A ya ziman di her şûnan de jî verêskirî ye,
ango divê ( zimên ) bihata gotin.
Hêja Merwan Othman jî, ( rojava.net, 03. 10.
2005 ) carcaran dikeve ber dava van çewtiyan, û hevoka wî di
bin bandûra ya erebî de milxwar dimîne. Wek nimûne:
- Piştî dehên salan ji dûrxistin, pûçkirin û
gemkirinên bê sînor……
- …. Ji hêla rêjîmeke dîktatorîst di hemû
movikên xwe yên bingehîn de….
- …. Û wek encam
ji vê yekê re, awayekî ji awayên hevdijayetiyê ……… dest
pêkiriye.
- …. Di destên
wan de, tişt namîne, ji bilî dana sozan…….
Tê xuyakirin, ku şêweyê avakirina hevoka
erebî li ser avakirina şêwyê evan hevokên jorîn, gelekî
destlatdar e. Bi baweriya me çêjna zimanê kurdî evan hevokên
jorîn bi vî awayê jêrîn ava dike:
- Piştî dehên salên dûrxistin, pûçkirin û
gemkirinên bê sînor….
- …Ji hêla rêjîmeke, ku bi hemî movikên xwe
yên bingehîn, dîktatorîst e……
- …Û awayekî hevdijayetiyê, wek encama vê
yekê, dest pêkiriye.
-…Tişt ( an ti tişt ), ji bilî dana sozan,
di destên wan de namîne.
Her weha birêz M. Othman ( fêrkirin )
li şûna ( Fêrbûn ) dixebitîne, gava dibêje:
"Mirov
dikare vê rewşê fêrbike û têbigihêje".Mebest,
li vir wek çawa (têbigihêje) diyar dike, fêrbûn e, ne
fêrkirin e, lewre jî rastî ew e, ku gotiba ( Mirov
dikare vê rewşê fêrbibe û têbigihêje ).
- 3 -
Bi baweriya me, ev pirsgirêkan hemî
çareserdibin, çareserkirina wan gelekî hêsan e. Eger kesê,
ku nû radihêje pênûsa kurdî, hinekê xwe ragire, û xwe di ber
xweamadekirinê de biwestîne, hinek cefayan bide, û li dûv
weşandinê nelezîne, dê karibe bi pêş de biçe, û rûmeta xwe û
ya zimanê dayik jî biparêze. Eger nivîsevanên, ku hinekê
deng vedane jî du-sê caran, berî weşandinê, li berhemên xwe
vegerin, di ber çavdêriya xweyîtî re derbas bikin, ez bawer
im, çewtiyên wan, berî ku li pêş xwendevanan beloq xuya
bibin, dê wan serrast bikin, û paşê ber bi weşanan de
têvedin.
Lê tiştê herî mixabiniyê mezin û du-sê qat
dike, û dibe sedema malwêraniyê ew e, ku mirovê nezan xwe
bixe şûna zanan. Ji ber ku hîngê bi boçûnên kesên din qayîl
nabe, û pêre jî dest ji şaşiyên xwe bera nade.
Mirov, di penava nivîsînê de, pêrgî gelek
kesan dibe, ku gelekî ji xwe û ji asta zanîna xwe razîne.
Ji ber vê yekê jî xwe, di warê nivîsînê de, destlatdar
dibînin, û berxwe didin, da wê destlatdariya vala her dem bi
kar bînin, nemaze jî gava derfet lê tê, û dibine xwediyên
alavên weşandinê.
Tiştê, ku ev
bawerî li ba min peyda kiriye ew e, ku çavên min li
têbîniyêkê ketine, di her du malperên ( Amude.com – Kovara
Êvar baş û Rojava.net ) de dubare bûye. Têbînî ev e:
Êvar baş ji alî rêziman û rastkirinê ve, di
serrastkirina berheman de, azad e.
Rojava.net, ji alî rêziman û rastkirinê ve,
di serrastkirina berheman de, azad e.
Berî pêşî, tê xuyakirin, ku ev hevok, di her
du şûnan de, bi yek awayî hatiye avakirin, pêre jî diyar e,
ku malperekê ji ya din biriye. Eger em li ber roniya (berê
û paşê) li vê yekê binerin, em dê bigihînin wê
baweriyê, ku Rojava.net ji Êvar baş biriye, ji ber ku Êvar
baş beriya Rojava.net derçûye, an jî em dê bibêjin endamê,
ku ev têbînî di eniya Êvar baş de danîbû, dest ji wê berada,
û çû Rojava.net, û têbîniya xwe jî bi xwe re bir.
Bi ser de jî pirsek xwe berdide holê; gelo
ev hevok, di her du şûnan de, rast ava bûye, yan na?!.. Ma (a)
ya (rêziman ), di vir de, ne verêskirî ye?!..
Ev yeka li hêlekê, û hundirê her du malperan
li hêla din. Gava mirov çavên xwe li nav berhemên, ku wan
weşandine, digerîne, gelek şaşîyên zimanewanî, çi ji hêla
rêzimên de be, çi ji hêla rastnivîsînê de be, di wan de
dibîne, û pê hay dibe, ku an haya berpisiyarên malperê;
xwediyên wê têbîniya balkêş, ji wan şaşiyan nîn e, an jî ew
bi xwe nizanin ka rastî li kûderê ye, pêre jî ew tîbînî wek
gotin û helwesteke vala û bê nirx dimîne.
Ez nabêjim ewana nezan in, lê min û kesên
din jî maf e, ku em bipirsin: Çima nivîsevanên me, gotinên
xav, ji bo berzkirina kesayetî, dikin pîvan?!..
Ev nexweşî li ser televziyona Roj jî
destlatdar e. Her rojê navên sê – çar rojnamevanan bi mirov
dide bihîstin, bê ku ewan kesana rojek di beşê rojnamegeriya
zangoyekê, de têper kiribin, an çend heyvan li ba alaveke
rojnamegeriyê xebitîbin. Pêre jî pirsa me ya jorîn, bi awakî
din diyar dibe; gelo televziyona Roj çi pîvanên
rojnamegeriyê hene, û ew kesên, ku vî navî ji hêla Roj de
werdigirin, çawa vê yekê dipejirînin?!..
Dêmek, nivîsîn û weşandin stubariyeke mezin
e, ev stubarî jî bi awayên lezok, gotinên vala û bê nirx, û
berjewendiyên kesayetî nayê hilgirtin, û bi serî nabe.
Nivîsîn berî pêşî berpirsiyarî ye.
tirej.net/com/org