
Nivīskar Şahīnź B. Soreklī
Di derbarź Festīvala rewşenbīran a li Dihokź
bersiva malpera Tirźj dide
Amadekirina: malpera tirej
P1- Mahrecana Dihokź hūn lź amade būn, merov bi giştī ēi
dikare li ser bibźje?
Şahīnź B. Soreklī:
Festīvala Duhokź ya Rewşenbīrī baş hatibū organīzekirin ū ji
ewźn li welatźn pźşkeftī dihźn organīzekirin ne kźmtir bū.
Hinek berhemźn nerxbilind ū radeberz tź de hatin xwendin ū
beşdaran fersenda hevnasīnź yan hevdītinź bi saya festīvalź
bi dest xistin. Ji ber ku li Kurdistana azad, di bin ala
Kurdistanź ū bi piştgiriya aborī ya desthelatdariya kurdī
cīh digirt bźguman cīhgirtina wź dilź mirovī hīn zźdetir geş
dikir.
P2- Nivīskarźn kurd ji herēar parēźn kurdistanź ū ji
welatźn Europī, Amerīka ū Australia yź li kurdistana azad li
hev kom būbūn; bi rastī jī peyva kurdī sīnor şikandin, we
ēawa ev yeka han dīt?
Şahīnź B. Soreklī:
Peyva kurdī sīnor şkandin ēimkī berhemźn ji hemī aliyźn
Kurdistanź ū bi zaravayźn cuda tź de hatin xwendin ū
nivīskarźn li hinek welatźn din bi cīh būnī dikaribūn li
Duhokź berhemźn xwe, yan dītin ū baweriyźn xwe, wīnin ser
zimźn. Zimanź kurdī xwe ji sīnoran ū stemkariya bi dehan
sal domandī bihźztir īspat kir ū xwe zindī ū rengīn di
Festīvala Duhokź de raber kir.
P3- Yekem car e ko mehrecaneke rewşenbīrī wisan fireh,
giring ū balkźş li kurdistana azad pźk tź ū yekem car e jī
serokekī kurdan li mehrecana rewşenbīran amade dibe, gelo
amadebūna birźz Mesūd Barzanī serokź herźma kurdistanź ēi
bandor li muralź nivīskar ū rewşenbīran hebū?
Şahīnź B. Soreklī:
Agahiyźn di dest de tźrź nakin ku ez festīvala Duhokź wek
mezintirīn festīvala li Kurdistana azad bi nav bikim lź
dikarim bibźjim ku ew festīvaleke rźk ū pźk bū ū bi sedan
kes tź de beşdar būn. Serīlźdana serokź herźma Kurdistan
birźz Mesūd Barzanī ne tenź grīngiya festīvalź da zanīn lź
her weha grīngiya rola nivīskaran ū wźjeya kurdī li cem
birźz Barzanī. Serīlźdana wī, pźşwazīkirina li nivīskarźn ji
hemī beşźn Kurdistanź ū pźşkźşkirina axaftineke ji dil ū
vekirī derbarź rewşa başūrź Kurdistanź de, ji destpźka şerź
kendavź yź 1em ta nuha, ji aliyź beşdaran ve wek grīng ū bi
nerx hat dītin; ū bawer dikim gellekan ji wan xwe bi vź
serīlźdanź serbilind hest kirin.
P4- Heger tu ji berpirsźn amadekirina mehrecanź ba yī; tź ēi
li evź mehrecanź zźdetir bikira..?
Şahīnź B. Soreklī:
Gellekī hźsan e mirov di mala xwe de bibźje, Ger ez
berpirsiyar būma, minź weha bikira ū weha nekira. Di her
warī de girtina biryaran li gor dem ū rewş ū tecrūbeyan cīh
digire.
Ez li Australya rź nadim xwe ku bibźjim, Minź festīval ji
wan hevalan baştir organīze bikira ēimkī festīval li Duhokź
bū ū ez bi hezaran kīlometir ji wź şūnź ū rewşa festīval li
gor wź hatī organīzekirin dūr im. Li milź din, heye ku
biryar ne ya yekī tenź be. Heye ku baştir be li şūna pirsa
we va pirsa bihźt pirsīn: Ger festīvaleke din (kombūneke
nivīskaran) li Duhokź cīh bigire pźşniyziyźn te dź ēi bin?
Ger pirs ew be, hinek ji pźşniyaziyźn min ź ev bin:
Lźkolīneke baştir derbarź nivīskarźn xwedan berhemźn
bijarte, yan rola wan di pźşvexistina zimanź kurdī de, ji bo
vexwandina wan. Ger mebesta festīvalź xwe bi zimanź kurdī
ve peywendīgir bike divźt berź navźn van şźwe kesan tźkevin
līsteya vexwazndinź / Dirźjkirina dema kombūnź: Bi kźmasī
4 roj / Di kombūna 2yem de bikarhanīna navekī din li şūna festīval.
/ Kźmkirina hejmara semīnaran ū dirźjkirina dema wan /
Organīzekirina babet ū naveroka semīnaran bi şźweyeke rźk ū
pźk / Dayīna bźhtir dem ji bo axaftina li ser naveroka
semīnaran / Komīteyeke taybet naveroka gotaran ū semīnaran
bide ber ēav ū di demź de nivīskarźn wan haydar bike ka ew
ji berhema wī/ wź razī ne yan ka baştirkirina berhemź divźt/
Plankirina amanc ū encamźn kombūnan ber cīhgirtina wan; wek
nimūne: Kombūn ji bo ēi ye ū bi encamź ēi dź bi dest keve?
/ Organīzekirina şźweyeke ji peywendīgirźdanź ū
berdewamkirinź/ Endamźn komīteyźn ji bo birźvebirina
kombūnź/ kombūnan ū nivīsandina biryaran baştir e ji aliyź
beşdaran ve bihźn pźşniyazkirin ū hilbijartin.
Tźbiniyeke din: di kombūnźn akadźmī ū zanyarī de vexwandina
nūnerźn rźxistinźn siyasī ne pźwīst e. Eger di roja dawīn
de kombūneke taybet hebe wź demź beşdarbūna nūnerźn
rźxistinźn siyasī ū mźvanźn din di cīh de ye.
tirej.net/com/org