
Bêkes Reşîd
Gotin in belavkirî
Ez
wan bi çi vekim?
Bi bîranînekê?
Yan bi xaleyeke ko ew
tenê dûrbûna wê ya rewanî heye?
Dema bêriyê dikim
(
Ji xwe herdem di bîranînê de me
)
Yekser ...
Awira xwe dibînim bê
çilo dişemite dîwarê min yê berevajî avakirî
Ew dîwarê, bi qasî bîst
û şeş salan di bin xakê de hatiye avakirin
Bêyî ko ez di poşmaniyê
de biramînim ... bi hêçbûn
Tif dikim û tif dikim
Bêyî rawestin
Weke ko ez liva dînbûnê
dikim
(
Wilo tê binavkirin )
Ta ko gewdeyê min ji
xwînê ziwa dibe
Wê çaxê ji pêvî tiştekî
Yan jî ...
Du tiştên girîng,
nabînim
Ango, ez pêrgî hemû
tiştên ne girîng bû me
Lê ...
Birastî jî hin in ji
wan di lîstika êşandin ê de nêvnas bûn
Ez bixwe jî nîşan bûm
Mîna rewê diçim
Çend guneh ... û
Çend xweziyên ko di
pizdan de xwe kuştin
Ev hemû
Hûn jî hemû bi çi
ramanan dijîn?
Tiştekî min ji bîr
nekir
Ne jî min tiştek nehêla
û min neveşart
Mîna çend sîkan li pey
min in ... û
Çend gewdeyên qeşa
girtî
Heye ko hin ji wan ez
bim.
30.09.2005 15:20:35
tirej.net/com/org