
Tristan Tzara
Çilo merov dibin nivîskar
Rojnameyekê
bibe
Qêçînekî bibe
Gotara bi dirêjbûna helbesta tu dixwazî
hilbijêre
Gotarê jêke
Bi zanebûn gotinên gotar jê avadibe
jêke, û bixe kîsekî
Bi nazikî li hevxîn
Piçik bi piçîk û li dû hev wan ji kîs
derxîn
xweşik ji ber bigre
helbest dê mîna te bî
û ha wa tu bûyî nivîskarekî rast
û bi hestekî çeleng
ta ko tevaya xelkê jê fam nekin jî.
* *
W. ji erebî:
malper
tirej.net/com/org