
Şînwar Brahîm
Sirûda Jiyanê
Birê yekê
Cî
– Malek ji malên cotkarekî kurd
e. Xanî ji kelpîçan, pûş û mirdiyaqan e. Binceha rûdana
bûyerê, odakê û sê dergehên odê hene. Dergehê Bakur li
panava pişt xanî dinêre. Dergehê Başûr bi ser hewşê ve ye û
dergehê sisiyê diçe xizînekê (kîlerê).
Rêxistina odê –
Tejikek ji paçikên hema reng li rastê û çend balîfên gulgulî
li hawîrdor belav in. Di dîwarê Rojavayê odê de, du kulekên
biçûk hene û kulînek ji sê nigên kelpîçî û bi sê mirdiyaqên
riziyayî di dîwarê Rojhilatê odê de ye. Li ser kulînê çend
mitêlên rengareng û ji hev belawela hatine danîn.
Bi dîwarekî odê ve çirayek li ser çirîdankê
û hawir dora çirê rijdûkelê reş bûye. Qewlikek tevlî kildank
û derziyan û baqek sinbilên ku ji Havînê de maye, bi ser
qewlik de serjêr bûye. Li qorzîka ber derî jî kûzekî avê
heye.
Kesên Şanoger
Bav: Hemo, temen 50 sal
Dê: Zînê, temen 43 sal
Lawê mezin: Ciwan, temen 23 sal
Keçik: Cîhan, temen 18 sal
Lawê biçûk: Civan, temen 12 sal
Noker: Simo, temen
55 sal
Yên gundî…
Şano vedibe. Ciwan û
Cîhan li ser tejîkê rûniştîne, Ciwan ji xwîşka xwe re
nivîseke zanistî şirove dike. Piştî evê şirovekirinê Ciwan
verêjê digre û dide destê Cîhanê. Cîhan jî vê re radibe û
verêjê dike kulekê û bi lez vedigere û ji Ciwên dipirse:
– Ciwan, Simo ji bavê me çi dixweze?
Ciwan: Nizanim.
Lê tiştê ku ez zanim, bavê min jê nexweş e.
Cîhan: Niha
bavê me dê bê, emê
jê bipirsin.
[Ji
dergehê Bakur ve Hemo derbasî odê
dibe. Buxçka xwarinê li rexekî datîne û çakêtê xwe ji xwe
dike û dide dest Cîhanê. Helbet Hemo ji kar westiya ye û
berê xwe dide Cîhan]
Hemo : Cîhan,
keça min, ma ka diya te bi ku ve çû
ye?
Cîhan : Dayika
min çûye çêlekê êm bide. Ez herim gazî dayika xwe bikim,
bavo?
Hemo : Na, keça
min, tu ka pîyaneke av bide bavê xwe, ez gelekî tî bûme.
Cîhan : Bila,
bavo.
Cîhan [Cîhan
ji kûzê avê pîyanê dadigre û tîne
ji bavê xwe re. Hemo hêj avê vedixwe]: Bavo, ev
simo…
Hemo [Gava ku ew
navê Simo dibihîse, av di ber de dimîne û radibe ser xwe]:
Simo, keça min?
Cîhan : Belê,
bavo, Simo. Ev sê carên wî ye ku pirsa te dike.
Ma wî çi ji te divêt,
bavo?
Hemo :
Ev sê carên wî ye
li min dipirse? Nizanim ev kûçik ji min çi dixweze!
Ciwan : Gelo çima
ewqas ji Simo nexweşî, bavo!
Hemo [bi
hers]: Kurê min, kesên wisa
divêt di nav me de nemînin, divêt bêne kuştin, bêne
perçiqandin. Ên wisa
divêt li ser rûkê cîhanê nemînin…
Ciwan û Cîhan
[bi hev re]: Bo
çi, bavo?
Hemo tê ku bipeyive ringînî bi derî dikeve û
vê re Civan [bihêrs]
derbasî hindir dibe û pirtûkên xwe li qadê
dide, dike girî û dibêje.
Civan : Ez êdî
naçim fêrgehê, bavo. Ez
naçim
Hemo : Çima, kurê
min? [û berew Civan dihere]
Civan : Bavo, her
ku ez diherim fêrgehê, mamosteyê min li min dixe.
Hemo : Qey tu guh
nadî dersên xwe, kurê min, ji ber evê yekê li te dixe.
Civan [bi girî]:
Erê bi zimanê erebî pirsa ji min dike. Belê ez di zimanê
erebî nagihêm. Vêca mamoste li min dixe, û bera min dide. Ez
êdî nema diçim… ez nema diçim fêrgehê.
Ciwan
radihêje pirtûkan ji qadê û berew Civan dihere û destê xwe
dihavêje ser milên wî û bi pêş ve diçin.
Ciwan:
Na, na, kekocan, na. Divê tu, divêt tu biçî fêrgehê. Ev roj,
roja xwendin û zanistiyê ye... Ji bo me xwendin divêt,
kekocan! Emê lêxistinê jî bixwin, emê stemê jî bibînin, belê
em ji xwendinê nagerin. Çunkî tiştên ku em dixwazin, heger
ne bi xwendinê be, tu caran em nagehên armanca xwe, divêt em
bixwînin, divêt em berxwedanê bikin!
Bi paş
ve vedigerin û li ser tejikekê bi bêdengî rûdinin. Piştî
bêhnekê, Zînê [satilek av di dest de û serê wê di ber de]
derbasî hundir dibe.
Zînê:
Xwedê mala stemê birûxêne ku hêj rojeke xweş me ne diye.
Piştî ku
satila xwe datîne û vedigere hundir, çawa çav li Hemo dikeve,
diçe radiweste.
Zînê:
Mandî nebî, Hemo.
Hemo: Sipas
Zînê..
Zînê: Niha tu
gelekî birçî bû yî ne ?..
Hemo: Erê bi
Xwedê, ez gelekî birçî bûme.
Zînê diçe xizînekê û ligel çûna wê dengê
dergehî têt.
Hemo: Binere
bê kî li dergehî dixe,
keça min.
Cîhan diçe û derî vedike.
Cîhan:
Simo!!.
Hemo:
Kî ye,
keça min?
Cîhan:
Simo ye,
bavo.
Hemo [radibe ser
xwe]: Simo
ye,
bila derbas be.
Simo:
Çaxa we bi xêr!
Hemo [bi
sarî]: Ser
çavan.
Simo: Hemo, eve
bû sê car ez tême mala we, ma tu li kû
bû yî lo?!..
Hemo: Ma
tu nizanî ez li kû
me, Simo?
Ez li nav zeviyê
bûm.
Simo [bi ken]: Tu
li nav zeviyê bûyî, li nav zevîyê te çi dikir, Hemo?
Hemo: Ma
ezê çi bikim,
Simo? Min genimê xwe diçand.
Simo [bi ken]: Te
genimê xwe diçand! Ma tu bawer dikî ku tê ji genimê xwe
bixwî?
Hemo: Çima?
Ma çi çê bûye?
Simo [radibe û li
ser nigan pîyasî dike]: Na, na tê
bixwî! Na, na te jê xwar!…[bi ken] Hemo, doh du leşker hatin
gund û gotin; ji niha û heta siba divêt yek ji we li gund
nemîne… gotin.
Hemo:
Ev çi gotin in tu
dibêjî, simo?
Ev tişt kengî çê bûye?
Ciwan [bi hêrs]:
Ma emê bi kû ve herin, Simo?
Ciwan hêrişî wî dike.
Simo [bi hers]:
Ezê we bişewtînim. Çi mirovnî hov in evna. [û derdiçe]
Ciwan dixweze bide dû Simo lê bavê wî
nahêle.
Hemo: Bihêle,
kurê min, kûçikên wisa ne hêja ne ku
mirov destê xwe bi wan bike.
Dengê Hemo dihere simo. Simo di derî de bersiva
Hemo dide.
Simo:
Hey waaa! Lawo, heger hûn ji min bawer nakin, werin bi çavên
xwe bibînin.
Hemo:
Tu caran gotinên rast ji devê te der nakevin, ji bilî
gotinên çewt pê ve…
Hemo û
yên mayî yek bi yek li dû Simo, ji cano der dikevin. Zînê,
tepsiya xwarinê bi dest de derbasî şanoyê dibe, dibîne ku
kesek li hundir nemaye. Bi şûn de vedigere xizînekê û
Zînê:
Her gav karê Hemo ev e, her ku ez xwarinê tînim, Hemo winda
ye!
* * * * *
Birê didiwê
Cî –
Panava gund. Li panava gund tê xuyakirin ku di nîva gorepanê
de çaleke kevnare, ku ji gemara gundiyan dagirtiye, xuya
dikir. Li kêleka çalê jî berekî mezin ku nîva wî kort e.
Xuya dikir ku jibo avdana pezî dihat bikaranîn.
Li rojavayê gorepanê haletekî cotkirinê
hebû.
Gundiyan
yek bi yek (pîr, kal, biçûk û mezin), buxçikên wan bi dest
wan de, li panava gund kom dibin.
Tişt û
miştên wan li gorepanê ji hev bela-wela bûne. Hinek ji
gundiyan li dora çalê û hinek jî li ser xaniyê kavilbûyî
rûniştine. Çend zarok jî li ser haletê cot ji xwe re
dileyizin.
Xelkên gund,
cil û bergên xwe li xwe kirine û liser…çûnê ne. Bêyî ku
guhdariya hev bikin, her yek ji layê xwe de dipeyive. Ji
nişke ve gundî hemî pêkve şemata xwe dirawestînin û bi hev
re:
Yên gundî :
A wa Simo hat. Niha ew dizane kengî emê bi rê kevin.
Gava ku Simo digihe cem gundiyan, gelek
serbilind e; şûr sinbêlên wî nabire. Ew ber bi gundiyan ve
diçe û ji nişke ve dizivire ser Hemo û bi kenekî kirêt û
bilind:
Simo: De
vêja bibîne, Hemo, gava ku mirov ya rastî ji we re dibêje,
hûn ji mirov bawer nakin.
Di vê gavê de Hemo bi awireke tund li
Simo dinêre û bi herdu destan wî ji pêşiya xwe dide rexekî
(bi xeyd) û ber bi pêş ve, berve gundiyan dihere. Yek bi yek
li gundiyan dinêre. Kîjan gundiyê ku bi awira Hemo dikeve,
berê xwe diguhêre, yan jî serê xwe pêl dike.
Hemo:
Ma qey hûn dîn bûne, gundîno, ku hûn gundê xwe berdin. Ma
hûn dê bi kû ve biçin?! Ma hûn nizanin ku ev ax axa me ye.
Ji hezarên salan de ye ku bav û kalên me li ser vê axê
jiyane, û dijî bi hezaran êrişên kirêt ên dirinde bi xwîna
xwe berevaniya vê xaka xwe ya pîroz kirine. Vêca çawa bi
biryareke van kesên dirind, wisa bi sanahî emê xaka xwe ya
pîroz berdin û bi çolan kevin.
Gundî
hemî bêdeng in. Kesekî ku piştevaniya peyvên hemo bike der
nakeve. Di wê gavê de Hemo serê xwe bera ber xwe dide û yek
libên rondikan ji qorzîkên çavên wî têne der. Ew berve
xanîkê kavilbûyî dice, bi herdu çongan xwe bera ser qadê
dide û, herdu destên wî li hewa, xwe bi ser axê de ditewîne.
Hemo
maweya bêhnekê, rûyê wî di axê de û hinek ax di destên wî
de, wisa bêdeng radiweste. Paşê, kulmeke axê di dest wî de,
bi nermî serê xwe radike û...
Hemo:
Emê vê xaka pîroz ji kê re bihêlin?! [Hemo hêzê dide xwe û
berve Silo dice] Silo, ma bi vê pîrbîna xwe tê bi kû ve herî?!
Û vê qada hemî berhem û vê gova mezin ma tê ji kê re bihêlî,
Silo?!
Hemo
[gav bi gav berve Sîno dice]: Tu, Sîno, ma tê bi kû ve biçî?
Van bax û baxçana, van mêrg û kaniyana tê ji kê re bihêlî?!
Vê xaka têr û bi bêr, ku te jîyana xwe li ser kirîye, tê
çawa bihêlî û bi welatê biyaniyan kevî, Sîno?!
Sîno jî
bêdeng serê xwe pêl dike. Hemo berê xwe
dide Fatê…
û tu Fatê, ma tê bi kû
ve herî ?! Vî rezê ku te bi xwîna xwe avdayî
ma tê ji kê re bihêlî, Fatê?! Ev rezê ku her mêwek dîrokekê
dibêje [ji xwe re û ji tevan re] hûnê ji kê re bihêlin, van
xan û govana, van zevî û rezana, vê qada têr, vê xaka zêr…?
[kelogirî dibe]
Simo: Bes e,
Hemo, bes e! Êdî tu ji gundiyan tu çi dixwazî, te çi divêt
ji milet? Bila herin, qeser û qonaxên xweş li bendê wan in.
Bihêle bila bi riya xwe ve herin. Edî bes e ji te re, Hemo!
Hemo [bi hêrs ji
gundiyan re]: Ez dizanim bê kî van gotinên vala dixe serê
we. Lê xwediyê van gotinan divêt bête kuştin...
û bilez ber bi Çeto ve dihere, gopalê wî yê
ser bi kupik ji destê wî derdixe û êrişê dibe Simo û ...
Hemo: Ên mîna vî
nokerî divêt di nav me de nemînin, divêt bêne kuştin...Ên
mîna te si...
[Di wê gavê de Simo berê şeşbera xwe daye
Hemo û diteqîne. Hemo dikeve xwar...
Di nav gundiyan de
şemate dest pê dike]
Gundî [bi
hev re]: Hemo hat kuştin... Hemo hat
kuştin…
Gundiyek: Hey
gidî dûvelankê dijmin, Simo… bê çawa te Hemo kuşt...
Di wê gavê de Zînê dikeve şanoyê û diqîre..
Zînê: Kê tu kuşt,
Hemo... kê mala xwe rûxand?!
Hemo [bi hilma
teng]: Meke girî,
Zînê... Meke girî… Tembiya
min li te be. Zînê, hûnê tu caran
gundê xwe ber ne din, ger te û sê zarokên te bi saxî jî
veşêrin... û ku Ciwan hat jê re bêje: heta yên wekî Simo di
nav me de he... bin... dê... halê... me... ev...
Zînê [pirgiryan]:
Min dizanî ku tê bêyî kuştin, Hemo… Min
dizanî tê cotê zeviya xwe nîvçî bihêlî…
Di wê gavê de Ciwan, Cîhan, Civan û çend keç
û xortên gundî yên nûhatî derbasî şanoyê dibin.
Zînê radibe ser xwe,
ber bi wan ve diçe û...
Zînê:
Ciwan, Civan…
Hemo kuştin... Bavê we kuştin... (û paşê bi
du destan her du sermilkên Cîhanê digre û serê xwe datîne
ser sînga wê)
Ligel keç û xortan Cîhan dayka xwe
radike û berve termê Hemo re wane dibin. Keç û xort hemî
qalafiskan radiwestin. Civan serê
bavê xwe datîne
ser milên xwe. Cîhan jî şerpa serê xwe vedike û rûyê Hemo
dinixumîne. Zînê li ser giryê xwe
berdewam e. Ciwan radibe serxwe û
hemî keç û xort vê re radibin.
Ciwan:
Na, dayê, na. Li ser bavê me meke
girî. Li ser ên wekî Hemo, divêt meriv tu caran neke girî.
Bi yên wekî
Hemo, divêt meriv tim serbilind be. Hemo pakrewanê
miletekî ye. Ew di ber axa xwe de, di
ber welatê xwe de bi serbilindî hatiye kuştin.
Cîhan: Here,
dayê, yên wekî bavê me dê di dergehê fireh ê dîrokê re
derbas bin. Ewê dîrok bi zêr navê wan li ser rûpelên xwe
binivîse. Hemo ne hatiye kuştin:
Hemo ez im.
Hemo tu yî. Hemo em in. Hemo hûn in…
Zînê [bi hêrs
berê xwe dide cemawer]: Heger piçek namûs û şeref hebe, hûn
dev ji gundê xwe ber nadin, û heger peya di nav we de
hebûna, di nav we hemiyan de Hemo ne dihat kuştin… Ma kê
Hemo kuşt?!
Cîhan: Yê ku Hemo
kuşt, dayê, ez im… tu yî… hûn in, em hemî ne. Heta em wisa
ji hev belav û ne yekdest bin, wê rojê deh caran Hemo bête
kuştin. [Cîhan ji ser term berve gundiyan diçe û bang dike]
Ho gundîno, careke tenê, bes careke tenê, hûnê li vê cîhanê
mêze bikin… Li Kubayê, li Wiyêtnamê…Dijmin bi tang û
zerîpoşan di ser termên wan re derbas dibûn, lê wan welatê
xwe ber ne da, gundên xwe ber ne dan… Bes e êdî, heta kengî
emê wisa bêdeng û belengaz bin, heta kengî emê wisa ji
hevketî û belav bin?!
Ciwan [bi dengekî
nerm]: Gundîno, birano, careke tenê li dora xwe binêrin û
bibînin ku çawa xefk û têl li dora we hatine çandin, bê çi
siyaset li ser we tête lîstin. Li dora xwe binêrin û
bibînin, bê li welatê me çi dibe, dijmin ne di xema me de ye
ku qonaxan ji me re ava bike. Li dîroka wî ya reş binêrin û
bibînin, bê çawa ji hezarên salan de destên xwe yên bi qirêj
û gemar ji xwîna mirovên me sor kiriye: Dêrsim, Mihabad,
Keladiz, Zêwe û bi hezaran gund û bajêrên me. Ma we çi zû ji
bîr kir? Gundîno, dijmin ne ku dilşewatê me ye; ew xweşiya
ku li ser dipeyive, ji bona perçekirina me her yek ji me ewê
bibe çiyayek di gundê xwe de û tu caran gundê xwe ber nade.
Xortek: Gundîno,
daxwaza dijmin ne bes daxwaza derketina ji gundekî ye;
daxwaza dijmin ji vê yekê bi gelekî mestir û kûrtir e.
Birano, baş bizanin ku dijiminê me ne ewqas xeşîm e; ramana
wî kûr û dûr e, raman û daxwaza dijmin guhartina dîrokê ye,
divêt em vê yekê baş zani bin. Ev raman û daxwaz ne ji îro
de ye, belê ji sedsalan de ye – ji yawizê osmanî heta
bigihêje Sedamê Tekrîtî – ev raman û ev daxwaza wan dom
dike, lê em û hemî kes bila baş zani bin, bê dîrok çawa
hatiye ewê wisa li ser rêka xwe berdewam be. Kesekî ew şiyan
nîne ku kari be berê dîrokê biguhêre. Ji destpêka jiyanê û
hetanî roja me, ev xaka bi kurdî peyiviye û heta heta ewê bi
kurdî bipeyive.
Gundiyek: Û heger
leşker bên û me ji gund derxin, vêca emê kari bin çi bikin?
Keçikek: Gava
leşker hatin, emê hemî pêkve rabin.
Gava milet rabe ma
leşker çi
ye ?!
Civan: Metirsin,
gundîno, mirin carekê ye. Wê carê jî bila mirov di ber namûs
û şerefa xwe de, di ber axa welatê xwe de bimre; mîna Seyid
Riza, Leyla Qasim, Qadî Mihemed û bi hezaran lehengên bê
nav.
Gundî [bihev re]:
Ka we çi ji me divêt, emê bikin.
Ciwan: Em tiştekî
ji we naxwazin, lê ka bo me bêjin; hûn ji me çi dixwazin?
Gundî: Me divêt
em di gundê xwe de bin.
Xortek: Bi elendê
re emê hemî biçin nav zeviyan û emê dest bi karê xwe yê
rojane bikin. Heger leşker hatin emê jî berxwedana xwe
bikin, bila genimê me careke dî bi xwîna me gundiyan bi
pîtên zêrîn binîvise…
Hemû bi hev re:
De ka careke dî em axa welatê xwe bi xwîna pakrewanên xwe
bixemilînin.
Hemû bi hev re termê hemo radikin û bi hev
re sirûda “herne pêş” dibêjin û berve goristanê rewanê
dibin. Jinik
dilîlînin û
PERDE.
Têbînî : ji bo ko
malper bi hemû celebên wêjeyî bixemile û bi vî celebê girîng
dewlemend bibe, me ev şano ji bo we gelî xwendevanan ji
kovara Pênûs, Jimar 11 girt.(malper).
tirej.net/com/org