|
|
Hevpeyivîn

Hesen Silîvanî
serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Duhokê
bersiva pirsên malpera Tîrêj dide
Hevpeyivîna: Ezîz
Xemcivîn
-Li pêþîyê ez dilþad im bi vê hevpeyivînê û silavên
min hene bo te helbestvanê Hêja kak Ezîz Xemcivîn. Silavên min û
Êketiya Nivîskarên Kurd li Duhok bo malpera Tîrêj hene û
hêviye her bikarin xizmeta peyva kurdî bikin.
1- Birêz Hesen ez dixwazim ji fistîvalê dest pê bikim.. li
gor pirs, guftugo û rexneyên ko min bihîstine, tev li têbîniyên xwe jî ji
te dipirsim çima fistîval ket ber êrîþa gelek ji rewþenbîran?
Bi hizra min
fîstevala Duhok ya rewþenbîrî-1- kete ber êrîþa hindek rewþenbîran, çunke
van rewþenbîran tevayan dixwest lê amade bin û þad bin bi azadî ya
Kurdistanê û pêþveçûnên rewþenbîrî, hunerî, siyasî, civakî, û xweþ delîve
bû ji bo hevdîtina niviskarên kurdên her çar parçên kurdistanê û
çîhanê. Em rexna wan berêzan qebûl dikin û dê sudê Jê wergirîn. Her çende
hindekan êriþ kiriye ser fistevala duhok, lê gelek hêjayan jî nivisînên
gelek baþ û pir biha û paye bilind bi hestekî pîrozê Kurdînî
yê belavkirine û em li Êketîya nivîskarên Kurd Duhok bi rêzgirtin berê
Xwe didînê û silav me ji wan re hene.
Me vîya
em li Êketîya Nivîskarên Kurd- Duhok- pêngaveka neteweyî di meydana
rewþenbîrî de bavên, û hewil bidîn yekgirtineka rewþenbîrî peyda bikîn,
yan bi kêmanî binyatê wê danîn, û pirên rewþenbîrî di nav bera nivîskarên
kurd de avakîn û xurt bikîn û pêþde bibîn, û em hêza xwe mîna nivîskarên
kurd lêkbidin û þanazî yê pê bikîn û qedir û qîmeta qelemên Nivîskarên
kurd, li kurdistana azad bînîn pêþ, weke hêzeka karîger û avaker di
deynana binyatê Dewleta kurdî ya serbixwe, ko hêdî, hêdî tîrojkên wê li
cîhana nû xuya dibin.
Fisteval
kelemekî dijwar bû di çavên dewletên dewr û ber û dijminên kurdan de,
çunke ji wan re hêza mezina rewþenbîrên kurd xuya bû, û zanîn ku
piþtevanên doza xwe ya netewe yî ne .

2-Peyva Kurdî Sînoran dibezîne.. heya
çi astê evê siloganê armanca xwe pêk anî?
Peyva Kurdî Sînoran
Dibezîne, duruþmê serekî yê fistevalê bû, çunke me bawerî heye Nivîskarên
kurd parêzerên nasnama netewe yî ya kurdî ne .û amade ne giyanê Xwe gorî
gerdena Kurdistanê bikin mîna þehîdên nemir:
Musa
Enter, Enwer Mayî. Cegerxwîn. Mehdî xoþnaw. Dilþad Merîwanî. û bi sedan
þehîdên din .
Vêk
ketina jimareka mezin (pitir ji 200nivîskaran) li kurdistana azad û li
jêr ala rengîn a Kurdistanê û beramber wênê babê ruhî yê netewa kurd
BARZANI, ji her çar parçên kurdistanê û ûropa, û osturaliya. Rûsiya,
Azerbêcan, û pêþkêþkirina pitir ji 30 simînaran li ser wêje û ziman û
wergeran û çapemeniya kurdî, ji alîyê nivîskarên þehreza u puspor di qada
rewþenbîrîya kurdî de, her wesa gêrana 3 þevên taybet bi helbesta kurdî,
bi biþkdariya pitir ji 45 helbestvanên her çar parçên kurdistanê Û
yên ji dervey Kurdistanê. û keremkirin û hatina cenabê Serokê Kurdistanê
Berêz MESUD BARZANÎ bi wê dilgermî û buþkurîna serxwebûna nêzîk, û
bi xêr hatina Nivîskarên kurdên xudanên Kurdistanê, ne mêhvanên
Kurdistanê Wek cenabê Wî di pêþîya peyva xwe de gutî, û ew peyva pir biha
û zelal û pir hêz û xwe bawerî bi hez u þiyanên kurdan, û giringiya
qelemên Nivîskar û rewþenbîrên kurd, hemo van xalan wê kir fistevala me
armancên xwe yên serekî bi cih bînît. Bezandina sînorên direwîn û kom bûn
li ser axa azad serkeftinek gelek hêja bû me bi dest ve înay.
Hejî
gotinê ye, hatina cenabê Kak MESUD BARZANI, Serokê Kurdistanê, bo
fistevala Duhok ya rewþenbîrî niþana rêzgirtin û bawerî yê ye bi xebat û
bizav û tekoþîna nivîskar û rewþenbîrên kurd e, di avakirina kurdistana
serbixwe ye, û nîþana wefadarî yê ye bo nivîskarên kurd yên nasnama
neteweyî parastîn û peyv u ziman û wêjeya kurdî pêþ de birîn û cîhana edebê
Kurdî xemlandîn.
3- Çi ezmûneya yekem be dikeve ber pirs û nerînên cuda cuda,
gelo hûnê karibin di fistîvalên ko bên de evan daxwaz û rexneyan bi xurtî
li ser ewan birawestin …?
Belê em dê bi rijdî li
ser kêmasî û têbînî û rexne yên li ser fistevalê hatîn rawestîn wek
desteka rêveber ya Êketiya Nivîskarên Kurd-Duhok, û vexwînin
û feydey jê wergirîn ji bo fistevala 2 yê. Bo zanîn me komiteyek taybet
hebû ji bo belavkirina formekî taybet li ser biþkdaran ji bo destnîþan
kirina têbînî û kêmasiyan û ka ci pêþinyar hene bo fistevala bihêt.
supas
bo wan nivîskarên berêz yên em dewlemed kirîn bi têbînî û pêþnyarên baþ.
piþtî fistîval bi dumahî hatî em wek desteka rêveber di gel komeka
nivîskaran cuda cuda rûniþtîn ji bo pitir zanîna têbînîyên wan berêzan.
bo zanîn karê fistevalê karekî hevpiþk bûye, me her heft endamên
destekareveber(Hesen Silêvanî-Mehemed Ebdula- Beþîr Mizorî- Selam Balayî-
Dr.Fadil Emer- Dr.Arif Hîto- Najî Teha Berwarî) û herdu endamên yedek
berêzan Muhsin qocan û Beyar Bavî, me wek yek tîmê karî karê Xwe
encam daye eve ji bilêko pitir ji 40 endamên desteka giþtî jî karê Xwe yê
hêja dikirin ji bo serkeftina fistevalê, lew ez cardî supasî yên xwe
arastey van berêzan hemiyan dikim çunke ew bûn kilîlka serketina vî karê
rewþenbîrî ye delal li Duhoka serê Xwe wek çiyayên Kurdistanê bi keyf u
xweþî Bilindkirî.
Ez bi
navê Xwe û desteka rîveber û desteka giþtigelek, gelek supasiya cenabê
Berêz parêzgarê Duhok kak TEMER REMEZAN dikim ji bo wê dilfirehî yê
û pêþwazî ya germ li niviskarên kurd kirî bi hestekî biranî yê û
kurdînîyeka paqij, supas bo wan herdu þevên mêhvandarî yê li mehvanxana
parêzgeha duhok, ko bibû cihê dilxweþî û rêzgirtina rewþenbîran.
Piþtevaniya cenabê Serokê Hukmeta Kurdistanê Berêz NÊÇÎRVAN BARZANÎ ya
darayî cihê rêzgirtin û supasî yên me ye li Êketîya Nivîskarên Kurd
–Duhok.

Em
supasî yên xwe arastey hemû dam û dezgehên ragehandinê Yên navxoyî û
derve dikîn yên bi rengek berfireh deng û basên fistevala me veguhaztîn
bo cihanê Bi giþtî, supasiyên taybet bo setelayta Kurdistan ya bi rengekî
zindî fisteval vediguhazitî her wesa radiyo ya Duhok dengê
Kurdistan û kenalen esmani;
hura-cezîre-elsherqiye-elfeyha-eliraqiye-kurdsat,u hemû kovar û rojnamên
deng û basên me belavkirîn
4- fistîvala Dihokê taybetmendiyeke xwe hebû ew jî ko cara
pêþî ye li kurdistana azad nivîskar û rewþenbîrên kurd ji her çar perçên
kurdistanê û kurdên ji tevaya cihanê li hev civiyan di nerîna min de
gaveke giring bû, gelo we çi ji bo pêþerojê re bi hev re doz kir..
supas ji bo dîtina te ya di cihê xwe de. Ji sala
2000ê were em li Êketiya niviskarên kurd-Duhok bi rengekî piraktîkî kar
dikîn ji bo avakirina pirên rewþenbîrî û peyda kirina yekgirtineka
rewþenbîrî ya Kurdistanî, dûr ji partayetî û aydulojiya siyasî ya
berteng, yek ji armancên me yên herî giring di konfiransên me de yên
borîn, giringî dan bi xurtkirina peywendiyan û çêkirina pirên rewþenbîrî
û bilindkirina astê Peyva kurdî li duv þiyanan, bi kurtî em karekî
neteweyî dikîn di meydana rewþenbîrî de û em serferazîn bi encamên karê
xwe. Ji bo bicihînana van gotinan gelek þandên me yên rewþenbîrî seredana
gelek bajêrên kurdî kirine û biþkdarî di fisteval û siminaran de kirine,
û em berdewam in li ser vî karê Xwe, hevalên me çûne
(Amed-stanbul-batman-koser- nisêbin
–silîva-qamiþlo-amude-efrin-þam-heleb-sine–hewraman-mehabad-tehran) her
wesa me pêþwaziya nivîskaran ji parçên din yên Kurdistanê Kiriye.
Fistevala
Duhok ya rewþenbirî-1- pengava me ya mezin e di vî warî de û dê berdewam
bîn . Di vê fistevalê de me þiya pirên rewþenbîrî pitir xurt bikîn di
navbera nivîskarên kurd de li herçar parçan û cihanê, û bi riya van
nivîskarên berêz yên hatîn Kurdistanê em dê van peywendiya berfirehtir
lêkîn ji bo berjewendiya wêjeya kurdî.
Li jêr
perawîza vê fistevalê, me þiya gelek babetên wêjeyî behis bikîn, herwesa
me gelek dezgehên rewþenbîrî û çapemeniya kurdî naskirin, û dan û
standin li ser gelek mijarên rewþenbîrîya kurdî hatin behis kirin û me
feyde ji yekûdo wergirt.di fistevalê dê nivîskarên kurd weke hezeka mezin
ya heja hate pêþçav bo milletê Kurd, ev jî xaleka giring e ko millet bi
heza rewþenbîrên xwe bihesît û xwe kêmî çu milletan nebînit.
Yek ji
xalên gelek giring ew bû cenabê serokê Kurdistanê Berêz MESUD BARZANI di
peyva xwe de bo nivêskarên her çar parçên Kurdistanê û yên cîhanê
piþtevanî û palpiþtiya hukmeta Kurdistanê diyarkirî ji bo meydana
rewþenbîrî û rewþenbîran, û çunke cenabê Serokê Kurdistanê Bi
dîtinek neteweyî ya kurdistanî berexwe didît doza kurdî, ew
dê destêharîkarî û piþtevanî yê dirêjkit bo rewþenbîrên kurd li ku derê
bin.

Ezîz
Xemcivîn
5- Em ê bizîvirin ser vexwendinan, we
li ser çi bingehê nivîskar vexwendî fistîvalê kirin…
Desteka rêveber li
Êketiya nivîskarên kurd-duhok, vexwendin ji bo nivêskarên kurd yên bi
zimanê Kurdî dinivîsin hinartin, li ser binyatê naskirinê û
peywendiyên berdewam yên di navbera me û komek nivîskarên kurd de, hinek
nivîskarên kurd di demên sext û dijwar de seredana me kirîne û
peywendî yên me xurt bûne, evê xalê jî rola xwe hebû di vexwendinan de.
komek nivîskarên kurd eve demeke berhemên xwe yên wêjeyî di kovara me de
–PEYV- belav dikin, me eve ji pêþçav wergirt. Hinek nivîskarên kurd
jiyana xwe giþt terxankirine ji edeb û wêjeya kurdî re û mafek hene li
ser me ko em wan vexwinin wek rezgirtin bo mandîbona qelemê wan.di ser
van xalan re ji em ketîn hinek kêmasî û þaþiyan de ji bo nevexwendina
hinek navên hêja di qada rewþenbîrîya kurdî de. bawer bikin me çu
mebestên kesokî yên taybet nebone di nevexwendina wan berêzan de yên
nehatîn vexwendin, me hêviye li fistevale 2 yê em pitir serkeftî bîn di
ali yê vexwendinê de .
6- Hevgirtina Rewþenbîrên Kurd ên
Rojava li derve, firetirîn sazî ye ko rewþenbîrên kurdên sûriyê dide hev,
gelo çima kes ji evan nivîskaran ne hat vexwendin?
Me li Êketiya
nivîskarên kurd – Duhok-silav û rêz hene bo Hevgirtina Rewþenbîrên Kurdên
Rojava, hîvîdarîn kongirê we yê do yêdi kar û barên xwe de serkeftî bit,
û bikarin biryarekî bidin ko peywendî yên xwe pitir di gel nivîskarên
kurdistana azad girêbidin û karekî jêhatî bikin ji bo pitir nêzîkbûna me
rewþenbîran. kak Ezîz mixabin heta nuha çu email, name, peywendî ji alî
yê Hevgirtina rewþenbîrên kurdên rojava di gel me çênebûne û hûn her di
orta xwe de dizivirin, me hêviye em herdo destê Harîkarî yê bo yek do
dirêjkîn û pireka rewþenbîrî di nav bera xwe de avakîn û eve destê me bo
we dirêj. Erê Ma herdo nivîskarên berêz û hêja mamosta TENGEZAR
MARÎNÎ û xanima helbestvan XELAT EHMED jî ne nivîskarên kurdên surî ne ji
dervey welat!!? Ev herdu helbestvanên hêja hatibûn vexwendin û
piþkdarîyeka gelek baþ hebûn di fîstevalê de.
7- Piþtî evê gava giring ko rewþenbîrên me bi hev re avêtin,
em bi hêvî ne ko hîn jî berdewam bibe, ji dil em serketinê ji we re
divên…
Gelek supas helbestvanê dilnazik kak Ezîz ji bo
peyvên te yên pir þeng û biha, û me hîvîye em li duhokê bi karîn
yekgirtineka rewþenbîrî ya Kurdistanî pêkbînîn û pirên rewþenbîrî li ser
binyatê Neteweyî ava bikîn di navbera giþt rewþenbîrên kurd de. Û Duhok
dê þêt gelek destkeftan ji bo rewþenbîran bi dest ve bînit, hivîye rexne
bo avakirine be, ne bo têkdanê û helweþandinê û zik reþî yê be.
Ez
silavên xwe û hevalên xwe li Êketiya niviskarên kurd-duhok-ji hemû
niviskar û rewþenbîrên kurd re dihinêrim û dibêjîn: Êketiya niviskarên
kurd-duhok-mala mezin a hemû niviskarên kurd e, dûrî hizir û bîrên siyasî
û her yek azad e û serbest e çi hizir û bîr hebin û me rêzgirtin bo hemû
hizir û bîran û dîtinên cuda cuda hene û me bawerî bi azadiya qelemê û
nivîskarî heye û li ser vî binyatê Mirovanîyê amadene destê xwe ji her
nivîskarekî re dirêjkîn.
Li dawî
yê dê bejim bi navê Xwe û hevalên xwe jî: EM gelek serbilindîn bi
seredanên berdewam yên niviskar û rewþenbîr û hunermendên parçên dî yên
Kurdistanê bo baxçê Niviskarên kurd li Duhokê û hûn bi xêr û xweþî bên
ser çavan bên.
Gelek
supas kak Ezîz bo vê hevpeyvînê, her serkefti bî
Hesen
Silevani
Duhok
15-10-2005
tirej.net/com/org
|
|